1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Kurd statuya siyasî dixwazin"
"Kurd statuya siyasî dixwazin",kurd,statuya,siyasî,dixwazin

"Kurd statuya siyasî dixwazin"

A+ A-

Nivîskar û rojnameger Nurey Mert li komxebata "Lêgerîna pêşerojê bi hevre" ya li Sêrtê axivî û got ku kurd di makeqanûna nû de statuya siyasî dixwazin. Mamoste Turgay Dabakoglu jî diyar kir ku divê dewlet ji ber makeqanûna 12'ê Îlonê ji kurdan lêborînê bixwaze.

Di komxebata "Lêgerîna pêşerojê bi hevre" ya ji aliyê Baroya Sêrtê ve li Salona Konferansê ya Zanînigehê Sêrtê hate lidarxistin de îro Prof.Dr. Turgay Tarhanli, nivîskar û rojnameger Nuray Mert û Doç. Dr. Veysel Ayhan axivîn.

Ji baroyên Amed, Mûş, Şirnex, Bedlîs, Sêrt û Îzmîrê gelek kes beşdarî komxebatê bûn û ewil Turgut Tarhanli axivî û got ku ev 30 sal in 80 madeyên makeqanûna 1980'an de hin guhertin hatine çêkirin lê ruhê wî nehatiye guhertin. Tarhanli destnîşan kir ku divê beriya makeqanûna nû, qanûn ji ruhê 1980'an rizgar bibe û madeyên ku tê gotin nayên guhertin ruhê makeqanûna 1980'an dihewîne. Tarhanli bilêv kir ku hin partî mexdurên makeqanûna 1980'an in lê dîsa jî vê yekê diparêzin û ev yek jî mirovan difikirîne. Tarhanli pêşniyar kir ku bila destpêka makeqanûne weke ku baweriyê dide her kesî bê amadekirin.

'Divê dewlet ji kurdan lêborînê bixwaze'

Hindekar Turgay Dabakoglu, diyar kir ku, makêqanûna serdestan qebûl nakin û makeqanûna di 1980'an de hatiye çêkirin li ser çerm û xwîna mirovan hatiye nivîsandin. Dabakoglu, got em ê heta makeqanûna 1980'î bê guhertin dê têkoşîna xwe bidomînin. Dabakoglu wiha axivî: "Kurd ev 30 salên dawî ne bi têkoşîna azadiye ji bo vî welatî demokrasiye tînîn. Kurd hatine merhaleya ku di têkoşîna xwe ya demokrasiyê bigihînin serkeftinê. Ji ber vê divê dewlet ji kurdan lêborînê bixwaze."

'Kurd statuya siyasî dixwazin'

Nivîskar û rojnameger Nuray Mert jî anî ziman ku tevgêra siyasî ya kurd, di têkoşîna 30 salan de zor li dewletê kiriye ku projeya xwe ya makeqanûnê biguherîne. Mert, da zanîn ku kurd ji bo makeqanûnek bêtir azad zorê li dewletê dike û dewlet neçar e ku hin tiştan rast bike. Merd, destnîşan kir ku ger di makeqanûnê de hin mafên civakî û çandî bên nasîn dê pirsgirêk hinekî çareser bibe lê bi tevahî çareser nabe. Mert, wiha berdewam kir: "Ji bo pirsgirêak kurd bi tevahî çareser bibe. Hêza kurdan a siyasî heye. Ev hêz paraniya civakê temsîl dike. Divê tenê rêveberiya siyasî ya herêmî neyê xurtkirin. Kurd statuya nasnameyê û statuya siyasî dixwazin. Divê ev daxwaza kurdan li ber çavan bê girtin.

Doç. Dr. Veysel Ayhan jî bal kişand ser tevgera gel û wiha got: "Her çend ev makeqanûn demokratîk xuya bibe jî ji ber ku bi destê serdestan tê avakirin dîsa demokratîk nabe. Ji ber vê divê vîn û biryara her kesî di navde heme û cih bide daxwazên her kesî.

Komxebat bi pirs û bersîvan bi dawî bû.

DÎHA (dvt/sa/mae)


Bêjeyên Miftehî