1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Kurdên ji çar perçeyê ji bo namûs û şerefê divê bi me re bin"
"Kurdên ji çar perçeyê ji bo namûs û şerefê divê bi me re bin",kurdên,ji,çar,perçeyê,ji,bo,namûs,û,şerefê,divê,bi,me,re,bin

"Kurdên ji çar perçeyê ji bo namûs û şerefê divê bi me re bin"

Jinên Rojavayî: Kurdên ji çar perçeyê ji bo namûs û şerefê divê bi me re bin

A+ A-

Jinên Rojavayî: Kurdên ji çar perçeyê ji bo namûs û şerefê divê bi me re bin

ERDOGAN ALTAN / MÛRAT ÇÎFTÇÎ

RIHA (DÎHA) - Jinên kurd ên gundê Aşmeya Binxetê ya li rojavayê Kantona Kobanê ku rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin û neçar man derbasî gundê Aşmêya Serxetê bûn, ji bo parastina namûs, şeref û axê bang li hemû kurdan kirin û xwestin bibin yek û berxwedana hevpar bikin, kirin. Ayşe Mûsa ya 82 salî got "Keçên me ji bo 3 rojan bi tekbîra Allah û ekber dibin û tecawizê li wan dikin. Daxwaza me ji kurdên Bakûr ew e ku me bi parêzin. Bila werin Rojava bi me re li hemberê çeteyan rawestin. Ev DAIŞ Qûranê nasnakin, ne mirov in. Divê kurdên ji çar perçeyan werin me biparêzin."

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên aliyê rojava ya Kantona Kobanê bi berxwedana kurdên bakûrê ya bi şervanên YPG, YPJ û gelê Rojava re piranî da şikandin. Lê di 11 tîrmehê de çeteyan ji Cerablûsê tank û çekên giran êrîş kiribûn zarok, jinan û mêrên kal, ciwan li gund hiştibûn derbasî gundê Aşmê ya Serxet bibûn. Jinên gundê Aşmê ya Rojava, kirin û hovaneya çeteyên DAIŞ'ê ji DÎHA'yê re vegotin. Pîrejin û jinên ciwan, rûyê çeteyên DAIş'ê yên tecawizkar, hov, bênamûsiya wan derxistin holê.

'Divê her çar perçe bibin yek'

Ayşe Mûsa ya 82 salî ku keç û xortên xwe yên ciwan li gund hiştin û derbasî gundê Aşmê ya bakûr bûne, diyar kir ku jinên kurd bi tecawizên çeteyan re rû bi rû mane. Mûsa, da zanîn ku sê caran dest datînin ser keçan û dibêjin "Allah û ekber" tecawizê wan dikin, pişt re jî ew daxûrînin. Mûsa, anî ziman ku çeteyan kurdên sivîl jerjê dikin û wiha got: "Hemû van tiştan li pêş çavên her kesî pêk tînin. Kes naxwaze bibîne, bibîhîse. Namûsa me, malê me nema ye." Dayika Mûsa, hêstirên çavên xwe dipaland û diyar kir ku keçên me yên kurd birin û ev tişt gotin: "Dema ez vedibêjim agir dikeve dilê min. Talan dikin, sewalên me dibin. Dema fersend dikeve destê wan namûsa me didizin. Ji ber em birçî û perîşan man, em jî neçar man me xwe li sînorê da û derbas bûn." Mûsa, destnîşan kir ku ciwanên wan jî ji bo xwe û gundên xwe biparêzin ew jî berxwedanê dikin û bi YPG û YPJ'ê re rêhevaltî dikin. Mûsa, wiha got: "Em xwe diparêzin. Em jî YPG û YPJ'ê re li hemberê çeteyan şer dikin. Ew çete rihê xwe dirêj dikin êrîşê me dikin. Ev ne misliman in. Kesek e misliman dibêje 'alah û ekber' û serê mirovan jerjê dike? Bi heman rûyê komkûjvanî êrîşê gelê sivîl dike. Jinên me ji bo 3 rojan bi tekbîrê dibin tecawiz dikin. Daxwaza me ya ji gelê me yê bakûr ew e ku me biparêzin. Bila werin bi me re li Rojava li hember çeteyan rawestin. Ev Qûran nenasin. Ev ne mirov in. Divê ji her çar perçeyan kurdan bên me biparêzin."

'Xwîna me yek e me biparêzin'

Emîne Mihemed Osman a 51 salî ku zarokên xwe yên biçûk hilda ye û xwe bi zor avêtiye gundê serxetê jî, diyar kir ku şerê li wir pêk dihat ew nikaribûn raketana, ciwanên xwe ji ber şer li gund hiştin û derbas bûne. Osman, ji bo li hemberê çeteyên DAIŞ'ê tevlîbûna berxwedana li Kobanê bangewazî kir û wiha got: "Xwîna me yek e. Hûn neçar in me biparêzin. Me jerjê dikin, keçên me yên xweşik dibin û tecawiz dikin, talankirina gundên me weke di Qûranê de hebe ji xwe re helal dihesibînin. Hêj çend roj berê keçekê me birin alê Minbicê û lê tecawiz kirin."

'Divê kurd rabin ser piyan'

Rojîn Ehmed a keçeke ciwan ku ji ber tecawiza çeteyan neçar ma derbasî gundê Aşmê ya bakûr bû, gotinên xwe bi hêrsbûnê anî ziman û bang li kurdan kir: "Dema çete têne gundê me mêran jerjê dikin. Keçan hildidin û dibin. Malên me talan dikin. Vê jî ji xwe re heq dihesibînin. Divê kurd rabin ser piyan, divê em bibin yek. Em li berxwe didin, tevlî berxwedana me bibin. çeteyan ji jinên kurdan dûr bigirin. Divê hemû gelê me bi me re bibe yek, me biparêzin."

(ea/bd)