1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Leyla Qasim: Heta hûn cilên Kurdî li min nekin, ez naçim ber sêdareyê
Leyla Qasim: Heta hûn cilên Kurdî li min nekin, ez naçim ber sêdareyê,leyla,qasim,heta,hûn,cilên,kurdî,li,min,nekin,ez,naçim,ber,sêdareyê

Leyla Qasim: Heta hûn cilên Kurdî li min nekin, ez naçim ber sêdareyê

Keçxala Leyla Qasim ku di heman demê de rêhevala têkoşînê ya Leyla ye, diyar kir ku Leyla Qasim beriya biçe sêdarê ji Baasiyan re dibêje ku heta hûn cilên Kurdî li min nekin, ez naçim ber sêdareyê, dema cilê Kurdî lê dikin, dibêje; Dê ferom min bibin sêdareyê!

A+ A-

BERHEM LETÎF / ROJNEWS

Keçxal û rêhevala têkoşînê ya Leyla Qasim Sediye Elî Ekber di salvegera şehadeta jina şoreşger de ji RojNews re behsa têkoşîn û jiyana wê kir. Sediye Elî behsa kêliyên ku Leyla gav avêtiye nav şoreşê û heta ku di roja 12’ê Gulanê de bi destê Baasiyan hatiye darvekirin, kir.

Sediya Elî dazanîn ku Leyla hêj di temenê zarokatiyê de ji netewa xwe hez dikir û got: “Li dibistana xwendekarên keç dest bi rêxistinê dikir. Hertim dihat mala me û digot pêwîste ez ji bo netewa xwe xebatê bikim. Digot; divê hertim bala me li ser netewa me be. Bi dizîka karê rêxsitinî dikir, tenê min pê dizanî.”

Keçxala Leyla Qasim di berdewama axaftina xwe de wiha dibêje: “Leyla pola şeşemîn ya seretayî bidawî kir û hate Xaneqîn. Li bajêr xwendina xwe berdewam kir. Li wir jî hema bi keçan re karên rêxistinî dikir. Heta ku pola dawî ya amadeyî bidawî kir û çû zanîngehê. Li Zanîngehê jî xebatên xwe domand. Di sala dawî ya zanîngehê de ji bo lêkolînê çû girtîgeha Ebû Xureyb, dema ji wir vegeriya got ku min lêkolîna xwe xilas kiriye û got; ‘Min li wir pirs li her Kurdekî kiriye, bê tawan li wir hatine girtin.’

‘Leyla gotibû; ‘Dayê negirî ez bûme fedayê Kurdistanê!’

Şevekî hêzên taybet ên Baasî çar aliyê mala Leyla girtin. Dema dayika wê derî vedike, gotibûn em Leyla dixwazin. Leyla tê derve û xwe dide nasîn û dibêje; Fermo ez Leyla me! Bawer nekiribûn ku Leyla ewçend kesek sade be, heta ku nasnameya xwe nîşanî wan dike. Paşê Leyla bixwe re dibin û nêzî 15 rojan ti agahî jê nayê girtin. Rojek beriya were darvekirin nameyekî ji xwîşka xwe re dişîne. Jê re dibêje ku wê sibê min bibin ber darê îdamê û werin serdana min. Roja ku wê biçe ber sêdarê, malbata wê diçin serdanê. Dema malbat diçin, dibînin ku ew û çar hevalên wê di nava qefesê de ne. Bavê wê keniya bû, dayika wê hinekî giriyabû, Leyla gotibû; ‘Dayê negirî ez bûme fedayê Kurdistanê!’”

‘Ez Hertim Kurdim û ezê dest ji Kurdbûna xwe bernedim’

Sediye Elî Ekber dazanîn ku Leyla ji kesî neditirsiya û wiha pêde çû: “Li girtîgehê jê re dibêjin ma tu çend salî yî ku wisa li pey doza netewa xwe ve diçî?, tu çi bixwazî em ê bidin te. Wê jî gotiye; ‘Ez li ser bingehê berjewendiyên şexsî ji bo netewa xwe kar nakim. Ez Hertim Kurdim û ezê dest ji Kurdbûna xwe bernedim.’ Baasî gefa li sêdaredanê li malbata Leyla dixwun, Leyla di bersiva wan de dibêje; ‘Hûn hemû malbata min li sêdarê bidin, min jî li beriya hemiyan, lê em ti caran dest ji netewa xwe bernadin.’”

‘Heta ku hûn cilê Kurdî ji min re neynin û li ber nekim, naçim ber bena sêdareyê’

Li ser şêwazê lisêdaredana Leyla Qasim, Sediye wiha axivî: “Wê rojê malbata wê çûbûn gel Leyla Qasim. Ji wan re gotibûn ku em ê keça we li Sêdareyê bidin. Sibê werin cenazeyê wê bigirin. Di êvara roja 12.05.1974’an de Baasiyan Lelya Qasim darvekirin. Beriya ku li sêdarê bidin, Leyla ji wan re dibêje; ‘Heta ku hûn cilên Kurdî ji min re neynin û li ber nekim, naçim ber bena sêdareyê.’ Dema cilên Kurdî jê re tînin, Leyla dibêje; Fermo niha hûn dikarin min li sêdarê bidin!”

‘Piraniya helbestên xwe ji bo netewa Kurd gotibû’

Di dawiya axaftina xwe de Keçxal û rêhevala têkoşînê ya Leyla Qasim, Sediye Elî bal dikşîne ser hestên welatparêzî yên Leyla û wiha dawî li gotina xwe tîne: “Leyla Qasim helbstevan bû. Piraniya helbestên xwe ji bo netewa Kurd gotibû. Herçend di warê fizîkî de li Bexdayê bû lê bi hest, ruh û xwîna xwe li Kurdistanê bû.”

(ge)