1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Amedê anketêk balkêş
Li Amedê anketêk balkêş,li,amedê,anketêk,balkêş

Li Amedê anketêk balkêş

A+ A-

Beriya hilbijartine bi tesdîqkirina Walî û Gerinendeye Perwerdehiya Amedê li 8 dibistanên seretayî ji xwendekarên pola 4'an dixwinîn pirsên "Dê û bavê we, dapîr û bapîrên we û kese ku li mala wê dîjîn baweriya wan bi ola Îslamê heye an na?" hate pîrsîn. Malbatan li hemberê vê yekê bertêkên, "Bi destê zorkên me em tên deqkirin" nişandan. Berpirsiyarê anketê Hindekar Fatîh Ozkan jî rexnêyen malbatan bi gotinên, "Belê ger ku kesek niyet qirêj vê anketê çêke dikare van agahiyan bi kar bîne lê niyeta min paqije" bersivand.

Hindekarê Zanîngeha Dîcleyê Fatîh Ozkan xwest tezekê li ser baweriyên zarokan ên li Amedê ku di dibistanên seretayî de dixwînin amede bike. Ji bo vê yekê jî xwest lêkolînek bike û anketek amede kir. Di anketa bi navê "Di perwerdahiya olî ya zarokan de de rola dê û bav: Minaka Amedê" de gelek pirsên balkêş cîh girtin. Ozkan, bi forma anketê serî li Walitiya Amedê û Midûriteya Perwerdehiya Bajêr ya Amedê da û xwest ku ji bo lêkolîna li ser pola 4'emîn ya dibistanên seretayî destûr bê dayîn. Walîtî û Midûriyeta Perwerdahiya Amedê serlêdana Ozkan li gel van pirsên balkêş qebûlkir. Ozkan piştî qebûlkirina serlêdanê li 8 dibistinên seretayî ku di navbera wan de Dibistana Hattat Hamid Aytaç, û Dibistana Hulya Tugay jî heye anketa pêk anî. Li gor agahiyên hatin bi destxistin bi giştî anket li ser hezar 130 xwendekarên pola 4'emîn (bi temenê xwe 11 salî ne) anket hate pêk anîn. Her wiha anket jî zedetir ji aliyê midurên dibistanan û mamosteyên dersên olî hate li darxistin. Li gor agahiyên ku Ozkan da encama anketê dê di meha Gulan-Pûşperê de bê eşkere kirin û li gora encamnameyê dê tez bê amade kirin û ji Zaningeha Sakaryayê bê şandin.

Li mala we piştî xwarinê dia tê kirin?

Di anketê de ji zarokan gelek pirsên balkêş hatin kirin. Di destpêka anketê de hate diyarkirin ku agahiyên nasnameyê ji xwendekaran nayê xwestin û hate zanîn jî bi tu awayê agahiyên hatine bi destxistin ji bilî lêkolîner ji aliyê tu kesî ve nayê bi karanîn. Di anketê de 23 pirs hatine pirsîn û di navbera wan de li gel pirsên "dê û bavên wê çi karî dikin, rewşa perwdehiya wan çiye?" pirsên wekî, "Li mala we piştî xwarinê dia tê kirin? malbata we filmên olî bi hev re temaşe dikin an na?" hatine pirsîn.

Baweriya dê û bavê we bi Îslamê heye an na?

Di anketê ev pirsên balkêştir jî cih digirin. Di anketê de pirsên wekî "Hûn çend ayetan dizanin? Di meha rojiyê de hûn dixwzin rojî bigrin an na? Hûn dizanin Kuranê bixwînin? Di warê olê de kî şîretan li we dike? Dê û bavên we we dibe serxweşî, mewlid û sohbetên olî?" hatine pirsîn. Di anketê de pirsa herî balkêş ya bertêk dibîne jî pirsa, "Rewşa dê û bavê we ya olî çawa ye?" hatiye pirsîn û ji bo bersivandinê jî xalên wekî "Baweriya wan bi islamiyetê heye û ibadetên xwe dikin, Baweriya wan bi islamiyetê heye lê îbadetê xwe carna paşguh dikin, Bawer dikin lê ibadetên xwe nakin û bawer nakin û ibadetên xwe jî nakin" hatine bi cîh kirin. Malbat û hin mamosteyên dibistana van pirsan wekî "deqkirina" malbatan bi nav dikin û dibêjin ku ehliyeta zarokên 11 salî ku van pirsan bi bersivînin tuneye.

'Niyeta min ne xirabê ku ez agahiyan bikar bînim'

Fatih Ozkan, rexne bersivand û angaşt ku anket xebatek zanîstiye û derheqê rexneyên "Ev teşebusa deqkirinê ye" de jî wiha got: "Kesê niyeta wî xirab dikare wan agahiyan bi awayekî xirab bikar bîne, lê niyeta min ne xirab e" Ozkan pirsan derbarê "baweriya mirovan de" parast û wiha got: "Ger ku ez bixwazim vê lêkolînê bikim divê ez van pirsan bikim. Di van pirsan de tiştek xirab tuneye. Ji xwe me bi aweyek zanîstî bi mamosteyên dibistanên (Zanîngeha Dicleyê) re amedekiriye." Ozkan, destnişankir ku dê di meha gulan an jî puşperê de xebata xwe bi dawî bike û wekî teza doktorayê ji Zanîngeha Sakaryayê re ragihîne.

DÎHA (msb-kk/mae)


Bêjeyên Miftehî