1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Li dijî kanserê serkeftin nêz e
Li dijî kanserê serkeftin nêz e,li,dijî,kanserê,serkeftin,nêz,e

Li dijî kanserê serkeftin nêz e

A+ A-

LONDON 04.07.2014 07:25:37 Di sala 2012'an de li cîhanê 8,2 mîlyon mirov ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest dan. Kansera ku beriya şoreşa pîşesaziyê kêm caran peyda dibû, bi pêşveçûna jiyana nûjen re li cîhanê veguherî duyemîn nexweşiya herî zêde rê li ber mirinê vedike. Tevî hemû pêşketinên li tipa nûjen jî, heta niha li hemberî vê nexweşiyê tedawiyeke bi bandor nehatiye afirandin.

Lê belê ji zanîngeh, enstîtuyên lêkolînê û laboratuvarên li çar aliyên cîhanê, di dema dawî de li ser mijara lêkolînên kanserê agahiyên erênî tên. Hin zanyar van pêşketinan weke 'ji nexweşiya kanserê re êdî çare hatiye dîtin' dinirxînin.

Hucreyên kanserê xwedî sîstemeke tevlihev in ku sîstema xweparastina bedenê (immunolojî) by pass dikin û ji bo li nava beden bijîn ji xwe re derfetan çê dikin. Ji ber ku sîstema xweparastina beden hucreyên kanserê nikare ji yên normal veqetîne, ev hucre zêde dibin. Dema bi vî rengî mirov bi kansere hesiyan, êdî dereng dibe ku tedawiya wê bê kirin.

Tevahiya rêbazên emeliyat, kemoterapî û radyoterapî yên di tedawiyên kanserê de tên bikaranîn, ji bo hucreyên kanserê ji yên normal veqetînin, tên bikaranîn. Rêbaza lihevxistina mekanîzmaya hucreyên kanserê yên sîstema xweparastina beden by-pass dike, ku di salên 1990'î de nîqaşa li ser destpê kir, piştî çaryekeke sedsalê dest bi ceribandinê hat kirin. Bi vî rengî di sîstema xweparastina beden de, hucreyên kanserê ji yên normal tê veqetandin û ew tên tinekirin.

Immuno-onkolojî, ku di cîhana tipê de piştî demeke dirêj dibe ku bibe kifşeke nû, rê li ber heyecaneke mezin vekiriye.

SÎSTEMA XWEPARASTINA BEDEN ÊDÎ DIYARKER E

Immunoterapî ku di lêkolînên tedawiya kanserê de weke rêbazeke marjînal dihat dîtin, êdî d tedawîkirina nexweşiyê de yan jî di wergirtina bin kontrolê ya nexweşiyeke kronîk de, ketiye rewşeke diyarker.

Li gorî David Hafler ê ji Zanîngeha Yale'yê, immunoterapî di mijara tedawiya kanserê de pêngaveke girîng e. Hafler da xuyakirin ku encamên ji tedawiyên li ser nexweşên kanserê hatin ceribandin bi dest ketin, mirovan 'şoqe dikin'.

Vê gavê, yekane dermanê bi rêbaza immunoterapi li hemberî kanserê tê bikaranîn Yervoy a ji alyê kargeha Bristol-Myers Squibb ve hatiye çêkirin e. Yervoy a destûr hatiye dayîn li hemberî kansera Prostatê bê bikaranîn, tevî hemû bandorên xwe yên neyînî jî, di beşeke girîng a di asta çaremînê de nexweşên bi kansera prostatê ne de, tumoran bi awayekî ciddî biçûk dike. Her wiha bi raporan hatiye destnîşankirin ku li gel hin nexweşan tumor bi temamî ji holê rabûye.

Li ser bandora Yervoy a li hucreyên biçûk ên kansera pişikê û melanoma, hînê lêkolînên klînîkê ewam dikin.

Bandora Yervoyê, bala hemû kargehên dermanan kişandiye ser vê qadê. AstraZeneca da xuyakirin ku ewê di rojên pêş de, dermanê herî pêşketî yê immunoterapi ku heta niha nehatiye çêkirin, li klînîkê biceribîne.

Kargeha Roche ya Swîsreyî jî diyar kir ku di lêkolînên dawî de, di ceribandina li ser 30 kesên di asta çaremîn de nexweşê kansera mesane ne de, hatiye dîtin ku tumorên 13 ji wan biçûk bûne û du nexweş jî bi temamî tumorên li gel wan tine bûne.

Ji Nexweşxaneya Barts a Londonê doktor Thomas Powles ku ji ceribandinên li klînîkê re serokatiyê dike anî ziman ku di mijara kansera mîzdankê de, di lêkolînên heta niha hatine kirin de ew li dermaneke bi vî rengî xwedî bandor rast nehatiye.

Kargeha Merck jî diyar kir ku di kanserên serî û stu de, ji 56 nexweşan li gel 11 ji wan başbûneke ciddî hatiye dîtin.

DI KANSERA PIŞIKÊ DE HÊVIYA MEZIN

Lê belê heyecana ku herî zêde immunoterapiyê rê li ber vekir, di mijara kansera pişikê de ye. Li cîhanê her sal zêdeyî 1.5 mîlyon mirov ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Roche, Merck û Birstol-Myers Squibb da xuyakirin ku ewê di demeke gelekî nêz de dest bi ceribandinên klînîkê bikin.

Bi taybetî kargeha Merck di vê mijarê de gavekê li pêş e. Li gorî daxuyaniya Merck, dermanê bi navê MK-3475, li nava 35 nexweşan, tumorê 28 ji wan biçûk kiriye. Dermanê BMS yê bi navê nivolumab jî di nava 20 nexweşan de li 10 ji wan rê li ber başbûnê vekir.

AstraZeneca jî di vê mijarê de li paş nemaye. Dermanê bi navê MEDI4736 di ceribandinên destpêkê de encamên gelekî erênî derxist holê. Lê belê destûr wergirt ku di nava 18 mehan de li ceribandinên klînîkî yê di asta çaremîn de, bê bikaranîn.

Ji Imperial College ya Londonê profesor Justin Stebbin dibêje eger di kesên immunoterapi dîtine de demeke dirêj kanser neyê dîtin, ev rewş wê tedawiya kanserê ji binî ve biguherîne.

DI KANSERA XWÎNÊ DE ŞOREŞ

Rêbazên tedawîkirina kanserê bi vê sînorkirî nîne. Novartis jî dixebite ku ji kanserê re derziyekê bibîne. Bi vê tedawiyê re hucreyên t yên ji xwîna mirovan hat girtin, ji nû ve tên programkirin û ji beden re tê dayîn.

Di encama ceribandinên li ser nexweşên di asta bilind de bi kanserê de ne Novartisê ji sedî 80 ê tumorên nexweşan bi temamî ji holê rakir.

Pêşketinên kargehên mezin ên dermanan di mijara immunoterapi de kirine, bêguman belasebep nîne. Eger immunoterapi di tedawiya kanserê de veguhere rêbazeke bi bandor, wê bazareke ji 35 mîlyar dolarî derkeve holê. Li gorî texmînên niha, immunoterapi wê di bûyerên kanserê yên her sal tên dîtin de li rêjeya ji sedî 60'î were bikaranîn.

XWEŞBÎNÎ MAFDAR BÛ

Ji Nexweşxaneya Barts a li Londonê doktor Thomas Powles bibîr xist ku di mijara onkolojiyê de her tim hêviyek dihat afirandin û gelek mirov belasebep diketin nava heyecanê. Powles destnîşan kir ku xweşbîniya di mijara tedawiya kanserê de bi pêşketinên dawî re derket holê ku xweşbîniyeke mafdar bû.