1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî Rojava planên nû
Li dijî Rojava planên nû,li,dijî,rojava,planên,nû

Li dijî Rojava planên nû

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Derdorên ku planên wan ên li hemberî şoreşa Rojava û destkeftiyên wê têk diçin, planek nû dixin meriyetê. Tifaqa koalîsyona Suriyeyê-Hewlêr û projeya ENKS’ê biser neket, loma bi pêşengiya PDK û MÎT’ê planek nû tê amadekirin.

Bi vê mebestê duh li Rihayê li dijî sîstema Xweseriya Demokratîk a Rojava civînek hat lidarxistin û komên ku navê kurdên muxalîf lixwe dikin tevlî bûn. Li gorî çavkaniyan ev civîn ji aliyê Tirkiye û PDK’ê ve hatiye organîzekirin. Tê gotin ku Tirkiye, PDK û komika girêdayî wan ENKS dixwazin bi vê yekê rêxistinek li dijî PYD’ê û Rojava ava bike.

Ev komên behsa mijarê li bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê li Otêl Nevalî di bin navê Komeleya Kurdên Suriyeyê yên Serbixwe de civiyane. Birayê Meşal Temo ku piştî ji girtîgehê hate berdan, hatibû kuştin ê bi navê Abduezîz Temo pêşengiya vê komê dike.

Li gorî çavkaniyan Temo nêzî PDK û MÎT’a Tirkiyeyê ye û ev komele jî li wekî alternatîfa ENKS’ê tê avakirin. Çavkaniyan diyar kirin ku ENKS bi siyaseta xwe ya Rojava û tifaqa wê ya bi Koalisyona Suriyeyê re têk çûye, loma ev civîna ji bo derxistina alternatîfa wê ye. Her wiha ev pê berdevkiya “Pêşmergeyên Rojava” ku PDK’ê û MÎT’ê perwerde kirine bike û bi vê yekê hewl bê dayîn ku platforma kurdên Suriyeyê bê avakirin.

Di vê civîna ku 2 rojan dom dike de desteka ENKS’ê û Barzanî bi awayekî vekirî hatiye vegotin. Polîsên AKP’ê jî tedbîrên berfireh girtin û tenê destura ajansa dewletê (AA) û televizyona wê, her wiha Ajansa Nûçeyan a Îlke ku nêzî Partiya Doza Azad a girêdayî Hîzbullahê hatiye dayin ku bişopînin.

Berdevkê Komeleya Kurdên Serbixwe yên Suriyeyê Abdulazîz Temo, nêzîkahiya ku dê ev kom li dijî Rojava nîşan bide jî bi gotinên wekî, “PYD dijminê yê polîtîk e û rêxistinek terorê ye” anî ziman.

(a)

ANHA


Bêjeyên Miftehî