1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Nisêbînê êrîş dê 7 saetan raweste
Li Nisêbînê êrîş dê 7 saetan raweste,li,nisêbînê,êrîş,dê,7,saetan,raweste

Li Nisêbînê êrîş dê 7 saetan raweste

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Qaymeqamiya Nisêbînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 7 saetan li 4 taxan qedexe rakirine.

Qaymeqamiya Nisêbînê têkidarî êrîş û dorpêçan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Firat û Dîcleyê 7 seat navber dane êrîş û dorpêçê.

Li aliyê din êrîşan şevê din tevahiya şevê berdewam kirin. 4 tax ji hêla wesayîtên zirxî ve bênavber hatin gulebarankirin. Di seatên sibê de jî gulebaran zêde bû. Ligel anonsa rakirina qedexeyê jî hêj êrîş berdewam dikin.

Di roja 5'an de jî li tevahiya navçeyê esnafan darabe venekirin.

(ekîb/eb/sy)