1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Qamişlo navenda têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê ava bû
Li Qamişlo navenda têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê ava bû,li,qamişlo,navenda,têkoşîna,li,hemberî,tundiya,li,dijî,jinê,ava,bû

Li Qamişlo navenda têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê ava bû

A+ A-

NÊRGIZ BOTAN - QAMIŞLO Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo li hemberî tundiya li dijî jinê têbikoş e, navendek hat avakirin. Rêveberiya vê navendê jî sê gelên cuda tîne cem hev: Kurd, Ereb, Asûrî.

Komeleya Jinê ya Sara ku xwe bi şêweyê komîteyan birêxistin dike, ji 12 endaman pêk tê. Komele xwedî komîteyên jêrîn ên Darayî, Qanûn, Xizmet-Proje, Çapemenî, Arşîv û Têkiliyên Derve ye. Rêveberiyeke sê alî ji xwe re esas digire ku ji Kurd, Ereb û Suryaniyan pêk tê. Komele ji niha ve ji dengê jinên ji gelek etnîsîteyên cuda re dibe bersiv.

Ji rêveberên komeleyê Necah Emîn ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bi cihêrengiya xwe ya netewe, ol û rêxistinê re her kes dikare bibe endamên komeleyê. Emîn destnîşan kir ku êşa jinan hevpar e.

Emîn ragihand ku armanca komeleyê, li dijî her şêweyên tundiya li hemberî beden û psîkolojiya jinê meşandina têkoşînê ye. Emîn da zanîn ku ew hewl didin rê nîşanî jinên ku psîkolojiya wan xera bûye bidin, ku ji nû ve ji xwe bawer bikin.

Emîn da xuyakirin ku Komeleya Jinê ya Sara bi hemû sazî û dezgehên navneteweyî û yên li nava Rojava re di nava têkiliyê de ye û bi vî rengî kar dike.

Emîn diyar kir ku komele, ne tenê li nava Rojava ew ê bi rêya çapemeniyê li dijî tundiya li hemberî jinê ya li welatekî cuda jî têbikoş in. Emîn got, "Rengê tundiyê li her deverê yek e. Tundiyek li deverekê rû dide li cihekî din bandorê li jinê dike. Ji ber vê yekê li ku devera cîhanê be bila be, em li dijî tundiyê ne û em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Emîn da zanîn ku armanceke din a komeleyê ew e, ku pêşî li zewacên bi zorê, cînayetên namûsê û zewaca bi temenê biçûk bigirin û anî ziman ku di rewşeke bi vî rengî de ewê bi malbatên pêwendîdar re yekser hevdîtinan bikin û hewl bidin jê re çareseriyê bibînin.

Rêvebera komeleyê Emîn da xuyakirin ku bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên protestoyî re ew hewl didin pêşî li tundiyê bigirin û diyar kir ku ji bo mafê hemû jinan bên naskirin û bibin xwedî vîn, ew têdikoş in.

Emîn her wiha ragihand ku komeleya wan bi afirandina projeyên aboriyê re dixwaze jin di vê qadê de jî bi pêş bikevin.

Emîn da zanîn ku ew maliyeya komeleyê jî ji endamên xwe û alîkariya derve û hundirê welat digirin û destnîşan kir ku ew konferansên xwe jî salê carekê pêk tînin. Emîn anî ziman ku ji dema avabûna komeleyê û vir ve ew bûne dengê jinên ji etnîkên cuda û bi exlaqa civakî re gelek pirsgirêk çareser kirine.