1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li ser polemîka navbera Cemil Oğuz û Şehmus Sefer
Li ser polemîka navbera Cemil Oğuz û Şehmus Sefer,li,ser,polemîka,navbera,cemil,oğuz,û,şehmus,sefer

Li ser polemîka navbera Cemil Oğuz û Şehmus Sefer

A+ A-

Ferhenga mijarê:PEN: 

Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî ye ku di sala 1921’ê de li Londrayê hatiye avakirin. Neteweyên din jî bi navê PEN a Tirkiyeyê, PEN a Ermenî, PEN a Alman, PEN a Yewnan û hin wekî din vebûne. Kurdên koçber jî serî lê dane û bi navê PEN a Kurd hatine qebûlkirin. Kurdan buroya xwe bi awayekî fermî, wekî komele li Almanya vekirine. Serokê wê heta berî 3 mehan jî Zeredeşt Haco bû.


Li gor pîvanên PEN’ê, her netewe bi îmzeya 20 nivîskaran dikare ji bo vekirina PEN a xwe serî lê bide, bi referansa 3 PEN ên din, di Kongreya Navnetewî de serîlêdan tê qebûlkirin an jî red dibe. Dîsa li gor pîvanên PEN’ê, neteweyek tenê dikare şaxekî veke, tenê neteweyên parçebûyî, yên wekî Koreyê û hin wekî din cuda cuda hatine qebûlkirin. Yanî li Tirkiyeyê qebûlkirina PEN a Kurd di qada rewşenbîrî ya navnetewî de tê wateya ku 2 neteweyên cuda li Tirkiyeyê hene, ji ber vê jî zehmet e, astengî pir in.


KUYAD: Komeleya Nivîskarên Kurd, li Amedê komeleyek fermî ye, ji ber ku navê wê yê fermî “Kürt Yazarlar Birliği” ye em ê bi kinasî jê re bêjin KUYAD. Serokê wê heta gelawêja 2013’an jî Şehmus Sefer bû.


Çîroka mîjarê:

Di salên 2003-204’an de komek nivîskarên ku li Bakur dijîn, bi endamên PEN a Kurd re têkilî danîn da ku li Amedê PEN a Kurd vekin. PEN a Kurd jî dixwest nivîskarên welêt bike endamên xwe û ji çarçoveya koçberiyê derkeve, bibe navenda hemû nivîskarên kurd. Ji bo vê yekê PEN a Kurd dixwest ku şaxên xwe li bajarên wekî Amed û Hewlêrê jî ava bike.
Di sala 2004’an de li Amedê bi beşdariya hinek endamên PEN a Kurd û nivîskarên Bakur komeleyek fermî bi navê Kürt PEN hate vekirin. Edip Polat ku serokê avakar ê vê komeleyê bû û komek nivîskarên ku wekî wî difikirîn, nexwestin ku bibin şax û buroya PEN a Kurd a ku navenda wê li Almanya ye. PEN a Kurd jî Sekreterê Giştî yê PEN a Navnetewî anî Amedê û ji komeleyê daxwaz kir ku navê PEN’ê ji ser xwe rake.


Di kongreya yekemîn de parlamenterê kevin Sedat Yurtdaş bû Serokê KUYAD’ê. Hêjayî gotinê ye ku Serkeft Botan jî yek ji rêveberan bû. Sedat Yurtdaş bi PEN a Kurd re têkiliyên hevkariyê danî û ji ber vê yekê bû armanca tîrên endaman. Serkeft Botan jî digel endamên muxalîf heman helwest girt. Navê komeleyê hîn Kürt PEN bû û li gor hiqûqa PEN’ê ev ne rast bû, korsan bû. Sedat Yurtdaş jî bi armanca guhartina vî navî çû kongreya awarte. Yurtdaş hem ji bo serlêdana vekirina PEN a Kurd îmzeya 20 nivîskaran nestand û dosye neşand Kongreya PEN’ê hem jî ji bo navê PEN’ê ji ser komeleyê rake çû kongreyê. Endaman ew wekî dijberê “daxwaza vekirina PEN a Kurd a Amedê” nas kirin û di kongreyê de tevî ku mijara kongreyê ne guhartina rêveberiyê bû jî, rêveberî hate guhartin û nav nehate guhartin. Serkeft Botan ket rêveberiya nû jî. Di rêveberiya nû de kesên bi tund û tûjî dixwestin PEN li Amedê vebin hebûn, wekî Edip Polat, Rêzan Tovjin, Adil Kurt, Sîdar Jîr.


PEN a Kurd Sedat Yurtdaş kir nûnerê Amedê. Şaredar Osman Baydemir jî serdana rêveberiya nû û pîrozkirina rêveberiyê tevî ku teblîx kiribû jî betal kir. Bi vî rengî safê xwe belî kir.


Serokê PEN a Kurd Zeredeşt Haco dîsa di ser riya Şaredariya Mezin re, têkilî danîn û Serokê KUYAD’ê Serkeft Botan dest ji serdana vekirina PEN’eke nû berda. Li ser vê yekê bi beşdariya Mehmet Uzun, Mistefa Reşîd, Serkeft Botan, Rêzan Tovjîn, Sidar Jîr, Edip Polat û parlamenterê niha Adil Kurt (Zozanî) li Demir Otel a Amedê civînek hate çêkirin. Di civînê de Mehmet Uzun wekî PEN a Kurd helwest wergirt û ji rêveberiya KUYAD’ê xwest ku dest ji vê “evînê” berdin. Ji bilî Serkeft Botan hemû endamên rêveberiya KUYAD’ê civîn terikandin. Piştî nîqaşan Serkeft Botan ji rêveberiyê îstîfa kir û Rêzan Tovjîn hat bû serokê nû yê komeleyê.


Tovjîn di nava çend rojan de bi îmzeya 20 nivîskaran dosyeya serdana vekirina PEN a Kurd li Amedê amade kir û şand kongreyê. Kongreya PEN’ê nirxandinek sosret û biryarek qebhetî wergirt û piştî kongreyê wiha bersiv da: “Ji ber ku hûn ne netewe ne, hûn nikarin PEN’eke cuda wergirin.” Daxwaz bi dil û devê dewleta tirk bû. Tovjîn piştî biryara PEN a Navnetewî got: “Min mîsyona xwe bi cih anî û îstîfa kir”, KUYAD çû kongreyeke nû.


KUYAD’ê di kongreyê de hêviya xwe ji PEN’ê birrî û navê xwe guhart, tenê ma “Kürt Yazarlar Derneği”, navekî wê yê kin tune.


Di vê navberê de Irfan Babaoglu, Mehmet Deviren û Şehmus Sefer li pey hev bûn serokê KUYAD’ê.


Di sala 2013’an de komek nivîskarên ku hinek ji wan endamên Rêveberiya KUYAD’ê bûn û hinek endam bûn, ji nû ve têkilîne bi PEN a Navnetewî re avakirin. Bi vê armancê bi PEN ên 3 neteweyên din re jî têkilî danîn û ji nivîskarên wekî Yaşar Kemal, Günter Grass, Orhan Pamuk, Murathan Mungan ji destek xwestin. Bêyî ku agahiyan bidin çapemeniyê têkiliyên xwe berfireh kirin û gihaştin encamê. Rojekê bi beşdariya hinek rêveberên PEN a Navnetewî û hinek nivîskarên navdar civiyan û mijar nîqaş kirin. Gihaştin wê encamê ku dosye îcar here kongreyê dê were qebûlkirin.Li ser vê yekê nivîskaran li Amedê bi navê Lijneya Avakar lijneyek ava kirin û ji bo vî karî bi KUYAD’ê re bikin, bi hevkar bin, hev du agahdar bikin, civiyan. Biryar girtin ku ji her du aliyan bi beşdariyek nû Lijneya Avakar firehtir bibe. Şehmus Sefer, Mehmet Deviren, Dilawer Zeraq, Sîdar Jîr û Lal Laleş hem endamên rêveberiya KUYAD’ê bûn, hem jî di Lijneya Avakar de cih digirtin. Lijneyê bi çavên teqez û kesîn li encamê dinihêrî.


Di demek kin de agahî belav bûn. Çapemeniya kurd nîvîsî. Serokê PEN a Kurd Zeredeşt Haco bil ez hate Amedê, bi Serokê KUYAD’ê Şehmus Sefer û Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemir re civiya.


PEN a Kurd bi biryarine nû hatibû. Digotin “em dixwazin kongreya xwe li Amedê çêbikin û rêveberiyekê ji 4 parçeyên Kurdistanê hilbijêrin.” Bi vîr rengî dê PEN a Kurd xwe nû bikira, ji navê koçber rizgar biba û plana Lijneya Avakar jî têk bibira. Endamên KUYAD’ê yên ku dixwestin navenda PEN’ê li Amedê vebe, Lijneya Avakar hişyar kirin û gotin “ji bo her tişt têk neçe, plana xwe neguherin.” Rojekê ji nişka ve, bi beşdariya hinek siyasetmedaran Şehmus Sefer gazî Lijneya Avakar kir. Di civînê de biryarek nû ji Lijneya Avakar re hate teblîxkirin:


1- Em nahêlin nivîskar parçe bibin, divê bibin yek, 2- Dê PEN a Kurd kongreya xwe dê sibe li Amedê pêk bîne, 3- Dê ji 4 parçeyên Kurdistanê kes têkevin rêveberiyê, 4- hûn bixwazin dikarin di rêveberiyê de cih bigirin û 5- dî pêwistî bi serdana vekirina PEN’eke nû nemaye.


Lijneya Amadekar, ji bilî Şehmus Sefer, ku wî ji xwe li ser plana nû li hev kiribû, hemûyan xwe vekişandin. Gotin “em em ne dijberê we ne, em ne li dijî we ne, lê ji ber ku ev şaş e, em nabin hevkarê şaşiyeke nû” û vekişiyan.Êdî 4 kesên rêveberên KUYAD’ê dê bi awayekî xwezayî nizanibin ku kî dê têkeve rêveberiya PEN a Kurd û dê kî nekevê. Ji ber ku xwe vekişandine û êdî neketine xebatên pêkanîneke nû.


Kongreya PEN a Kurd li Amedê pêk hat. Ji kurdên Bakur, Rojava, Başûr jî kes ketin rêveberiyê. Bi vî rengî komeleyek ku navenda wê li Almanya ye xwe nû kir. Li gor siyasetmedaran ev tişt bi “armanca nivîskarên kurd parçe nebin” hatiye kirin. Lê rêveberiya KUYAD’ê parçe bû, endam beşdarî Kongreya meha 6’mîn (pûşper, 2013) nebûn û Kongre pêk nehat. Kongre taxîr bû, ma meha 8’an. Di vê kongreyê de êdî piraniya endaman tunebûya jî dê çêbibûya. Ji 130’an zêdetir endamên KUYAD’ê hene û di kongreya meha 8’mîn de tenê 56 kes beşdar bûn.


Lijneya Amadekar a Kongreya KUYAD’ê Osman Ozçelik û Felat Ozsoy yek bi yek li endaman geriyan. 60 kesî ji wan re gotin “em ê beşdar bibin” lê 56 kes beşdar bûn. Ji bilî Lijneya Amadekar bi nivîskaran re têkiliyên cuda jîn hatin danîn û ji bo “komele têk neçe”, “yekîtiyek nivîskaran hebe”, “hêzê bidin saziyê”, “şert û mercên pêvajoyê” bi wan re axivîn. Bi vî rengî 56 kes beşdarî kongreyê bûn û Mehmet Yilmaz, Remziye Aslan, Ilhami Sidar, Hogir Berbir, Netice Altun Demir, Dilgeş Deryaspî û Rodî Zinar ketin rêveberiya nû ya KUYAD’ê. Rêveberiyê roja 01.09.2013’an Mehmet Yilmaz wekî serokê nû hilbijart û îlan kir.


Çîrokek din a PEN’ê bi vî rengî qediya. Lê niha hinek nivîskarên ku beşdarî kongreyê bûne tiştekî din dibêjin: “Ji me re hatiye gotin ku dê daxwaza we bi cih bê û em ji bo vê yekê beşdarî kongreyê bûne.” Dîsa çîrokek nû ya PEN a Kurd a Amedê dest pê dike, wisa xuya ye. Ka îcar em binihêrin, dema ev komele dosyeya xwe amade bike û bibe Kongreya Navnetewî, Serokê PEN a Kurd Şehmus Sefer dê li wê Kongreyê li dijî daxwaza KUYAD’Ê derkeve an “erê” bike. Gelo dikeve serê we Serokê PEN  a Kurd Şehmus Sefer li dijî serdana nû derkeve? Heke li dîjî wê derkeve, nexwe ha Zeredeşt Haco, ha Şehmus Sefer, çi guherî?


Îcar fermo polemîka navbera Cemil Oguz û Şehmus Sefer ya di diyarname.com de

Cemil Oguz: "… di van 9 salan de 6 serok (bi rêzê Edîb Polat, Rêzan Tovjîn, Mehmet Devîren, Îrfan Babaoglu û Şêxmûs Sefer) guhartine."
Serastkirin: Serokê avakar Edip Polat, yên din Sedat Yurtdaş, Serkeft Botan, Rêzan Tovjîn, Irfan Babaoglu, Mehmet Deviren, Şehmus Sefer. Niha jî Mehmet Yilmaz e.
Cemil Oguz: "… komek nivîskarên kurd ku hin jê rêveberên Komeleya Nivîskarên Kurd bûn dikirin ku navenda PEN'a Kurd bînin Amedê."
Serastkirin: "Di nav wan de yên rêveber Şehmus Sefer, Mehmet Deviren, Dilawer Zeraq û Lal Laleş bûn. Yên din jî Şehmus Diken û Remziye Aslan bûn."
Cemil Oguz: "Şêxmûs Sefer Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd bû. Bêyî ku ji Serokatiya Komeleyê îstîfa bike, bêyî ku haya rêveberên komeleyê pê bixe bû Serokê PEN'a Kurd a Almanyayê."
Şehmus Sefer: “… ji serî heta binî di her xal û merheleyê de hayê hemû rêvebirên komeleyê ji her tiştî hebû.”
Rastî: “Ji bilî Irfan Babaoglu û Şehmus Sefer tu kesî nizanibû, ji xwe derfeta ku hîn bibin jî çênebû. Ji ber ku, di civîna roja berî Kongreya PEN’ê de, bi beşdariya siyasetmedar û nivîskaran de Lijneya Avakar bi giştî (ji bilî Şehmus Sefer her kes) vekişiya û ji 7 kesên rêveberiya komeleyê jî 4 kes vekişiyan. Li gor vê yekê, wekî etîk, komele nikaribû bi PEN’ê re hevkariyê bike, ji ber ku rêveberî têk çûbû û li dij derdiket.
Cemil Oguz: Bi ya min haya rêveberên Komeleyê heba jî tuneba jî Sefer heta ji Serokatiya Komeleya Nivîskaran îstîfa nekira divê peywireke wisa negirta. Lewma ev tiştek etîk e.
Şehmus Sefer: Min xwest istîfa bikim lê jiber 12 roj hebû ku kongre dikare lidarbikeve hewcebûn min bi istîfabûnê nedît ku daxwaza gelek kesan jî bi vî rengî bû.
Rastî: Piştî Şehmus Sefer wisa kir êdî nekarî ku rêveberiyê bicivîne ser hev, Mehmet Deviren, Sîdar Jîr, Dilawer Zeraq, Lal Laleş û gelek endamên komeleyê xwe vekişandin û ji ber vê yekê kongreyê nekarî ku di roja xwe de civînê pêk bîne.
Cemil Oguz: Di van 3 mehan de Şêxmûs Sefer ku dixwest rêberî li hev bicivîne, hem îstîfaya xwe bike hem jî kongreyek li dar bixe lê nekarî. Nekarî Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd li hev bicivîne û biryara kongreyê ji bo komeleyê bigire. Çend caran bang li rêveber û endaman hatiye kirin lê encam nîn e.Şehmus Sefer: “… berî meseleya PENa Kurd jî me xwestiye gelek caran jibo çalakî û hin tiştên din jî bicivin lê hejmara me ji ya vê dawiyê ne pirtir bû ye.”
Rastî: Berî ev teşqele derkeve civînên ji bo avakirina PEN a Amedê bê kêmasî pêk hatine û hemû endamên lijneyê beşdar bûne. Tu nakokî derneketine û hemûyan li ser fikrekê xuya kirine. Civînên rêveberiyê jî bi beşdariya piraniyê timî pêk hatine. Şehmus Sefer dixwaze beşdarnebûna endaman a çalakiyan û ya civînên rêveberî û ya ji bo avakirina PEN a Amedê tevlihev bike.
Cemil Oguz: “Di van 3 mehan de Şêxmûs Sefer ku dixwest rêberî li hev bicivîne, hem îstîfaya xwe bike hem jî kongreyek li dar bixe lê nekarî.”
Şehmus Sefer: “… eger min bixwesta istîfa bikira min ê rûpelek binivîsanda bes bû.”
Rastî: Heta rêveberî necive û îstîfayê qebûl neke tu îstîfa qebûl nabin.
Şehmus Sefer: “Kê gotiye jibo ez istîfa bikim dixwazim rêvebiriyê bicivînim?”
Zîvirok: Ji xwe Cemil Oguz jî dibêje ne etîk e ku serokatiya her du saziyan bike!
Cemil Oguz: Dîsa li gor agahiyên ku gihîştine ber destên min di vê demê de serokên komeleyê yên berê jî hatine ba hev lê dîsa encamek derneketiye.
Şehmus Sefer: “… wê komisyonê xwest bi serokên komeleyê re jî hevdîtinekê bike ku karin vizyoneke çawa bidin ber komeleyê. Herkesî fikra xwe gotiye û çûye. Merak dikim wê encameke çawa ji wê civînekê derketa. Dibe ku ‘encamek’ derketibe jî lê tu ji ku zane ku ew civîn bê encam ma ye.”
Rastî: Hinek serokên kevin beşdarî vê civînê jî nebûne. Ji xwe Lijneya Amadekariya Kongreyê gazî wan kiriye, nehiştiye ku kes li ser pirsgirêkên borî biaxivin. Xwestine ku bandora serokên kevin a li ser endaman bi kar bînin ji bo kongre bikaribe bicive û komele hilneweşe. Ji serokên kevin re hatiye gotin ku “komeleyê nekin qurbana çewtiyên hatine kirin û rexneyên xwe li kongreyê bînin zimên”.
Şehmus Sefer: “Gava me di meha pûşperê de kongreya lidarxist û jiber kêmbûna delegeyan pêknehat me di wê kongreyê de komisyonek ji sê kesan pêk tê ava kir …”
Balkêşiyek: Gelo ew komisyon Lijneya Amadekariya Kongreyê bû, ya ku ji Felat Ozsoy, Osman Ozçelîk û … pêk dihat?! Wekî tê zanîn komele li gor pîvanên demokrasiyê berî kongreyê Lijneya Amadekar ava dike! Gelo komele bê wê lijneyê çû kongreya Pûşperê?!

Çavkanî:

Nivîsa Cemil Oğuz: http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=1009

Bersiva Şehmus Sefer: http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=1011

Blog a KUYAD'ê: http://www.amidakurd.net/niviskar/kuyad