1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Silêmaniyê projeya wêneyan a binavê 'Duh ew, îro tu û sibe kî?'
Li Silêmaniyê projeya wêneyan a binavê 'Duh ew, îro tu û sibe kî?',li,silêmaniyê,projeya,wêneyan,a,binavê,duh,ew,îro,tu,û,sibe,kî

Li Silêmaniyê projeya wêneyan a binavê 'Duh ew, îro tu û sibe kî?'

Hûnermed Bêsaran Tofîq li bajarê Silêmaniyê projeyekî nû ya wêneyan bi navê 'Duh ew,îro tu, sibê kî?' pêşkêşkir. Bêsaran Tofîq got; "Ez dixwazim di vê projeyê de terorkirina dengê azadiyê yê rojnameger û pêkhateyên civakê nîşan bidim."

A+ A-

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

Li Herêma Kurdistanê her ku diçe terorkirina rojnameger û welatiyan zêde dibe. Hûnermend Bêsaran Tofîq ji bo balbikêşe ser van teroran projeyekî nû ya wêneyan bi navê 'Duh ew,îro tu û sibe kî?' dixwaze nîşana pêkhateyên civakê bike. Hûnermend Bêsaran Tofîq diyar kir ku li Herêma Kurdistanê terorkirin peywendiya xwe bi pile,post û kesayetiyê ve nîne.

Hûnermend Bêseran Tofîq di projeya xwe de çend parçe kaxez bi kar aniye û ji sê beşan pêktê. Beşê yekem wêneyê 6 kesan têde bû ku di demên derbasbûyî de hatibûn terorkirin, wek; Ebdûlsitar Mecîd, Soranî Mame Heme, Kawa Germiyanî, Serdeşt Osman,Wedat Hisên û herî dawî Dr. Hûşyar Îsmaîl pêkhatibû. Di jêra wêneyê wan kesan de bi nivisandina 'Duh Ew' û beşê duyem jî, ji çargoşeyekî vale û her kesên beşdarî vê projeyê bibe dikare wê valetiyê de cihê xwe bigre û jê re çargoşeya vale de nivîsandiye îro û beşê sêyem de jî bi tipên mezin sibe nivîsandiye û nîşana pirsê daniye.

Der barê vê projeyê de hûnermend Bêsaran Tofîq ji ajansa me re axivî û got; "Armanca min ewe ku me duh dît çawa welatî tên kuştin û di vê welatî de qanûn û yasa hene. Welatê ku yasa têde serwere çima ev kuştin çêdibe?."

Bêsaran Tofîq wiha domand; "Ji kuştinê nexweştir ewe ku piştî kuştinê sedemekî hin rûreş tir didin nîşandan. Ji ber wê min xwest ez vê projeyê pêşkêş bikim. Min xwest bi vê projeyê bîra mirovan bînim û ji bîr nekin. Tişta ez dikim dibe bi dilê hinekan nebe, pêwîste em ji bîr nekin van terorkirina. Beşa yekem ya wêneyên min ew bû ku kesên bi şêweyê ne diyar hatine kuştin. Beşa duyem jî ew kesên ku dibêjin kê ev kesane kuştine. Beşa sêyemin jî îro sira kê ye, sibê sira kêye?."

Di dawiya axaftina xwe de hûnermend Bêsaran Tofîq wiha got; "Projeya ku min duh dayî destpêkirin, hemû pêkhateyên civakê digre nava xwe. Ji ber ku kuştin li vî welatî peywendiya xwe bi pile,post û kesayetiyê ve nîne. Ev proje tenê min çêkiriye kesekê alîkariya min ne kiriye. Piştî ku wêne hemû temam bûn, ezê vê projeyê bişînim ji bo malperên çapemeniyê ku ew malperên bi rastî karê çapemeniyê dikin, wê çiqas deng bigihîne gel û heya çiqas wê bilav bikin. Heya niha ez tevlî gelek pêşangehên navnewetî û navxweyî bûme. Berê di çend ajansên beşê wêne de min kar kiriye."

Bêsaran Tofîq sala 1973'ê li bajarê Helebce ji dayîk bûye. Di jiyana xwe de heya niha tevlî gelek pêşangehan bûye û pêşangehên taybet li dar xistine. Sala 1994 pêşangeha xwe ya yekem bi navê 'Jiyana nava şer de' û sala 1995'ê pêşangeha duyem bi navê 'Ev der panoramaya xwebûyin û welatê birsiyane'. Pêşangeha sêyem sala 1997 li bajarê Silêmani vekiriye û pêşangeha çaremin sala 1998 vekiriye. Ev projeya nû ji ya îsale.

(sk/np)