1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Şengalê çîroka mala Şemdîn
Li Şengalê çîroka mala Şemdîn,li,şengalê,çîroka,mala,şemdîn

Li Şengalê çîroka mala Şemdîn

Wexta mirov xwe ji lofên şengalê diberde tê xwarê,mala yekemîn tê pêşêya mirov mala Şemdîn e, ev mal dikeve destê çepê. Ev mal bakûrê bajarê Şengalê ye, ji bakûrê bajêrê Şengalê re dibêjin Qendîl, ev mal liser keviya rêye û malekê 3 qet e, bax û bostanê wê jî hene

A+ A-

ŞOREŞ UZÎMÎ / ŞENGAL

Di 3 'ê Tebaxa 2014'an de, dema çeteyên DAIŞ'ê fermana 73'an li ser gelê Êzidî pêk tîne, Kurdên Êzidî yên ku dixwazin xwe ji zulma çetayan xelas bikin çete asteng dikin. Çeteyên DAIŞ'ê li jêra mala Şemdîn de asayîşa xwe datîne û nahêlin xwe xilas bikin. Yên ku bixwaze xwe xilas bikin jî, ji aliyê çeteyan ve tên kuştin, revandin û birîndarkirin. Ji 3'ê Tebaxa 2014'an heya 19'ê Kanûna 2014'an ve mala Şemdîn dimîne bin serweriya çeteyên DAIŞ' ê de.

Despêkê ew mal tê rizgarkirin

Dema korîdora Şengalê hat vekirin, piştre şervanan berê xwe dabûn Şengalê û dest bi rizgarkirina Şengalê kirin. Mala yekemîn tê rizgarkirin mala Şemdîn e, di encama şerê di du seatan de şervanan ev mal rizgar kirin. Di vê malê de 3 çete tên kuştin û gelek cebilxane hat desteserkirin. Piştî mala Şemdîn ji destê çeteyan tê rizgarkirin, gerîlayên HPG û YJA Starê, li vir dimînin. Ji sal û nîvê zêdetire li wirin, bi hatina demsala havînê re gerîlayan baxçe çandine û darên fêkî çandine.

‘Ji bo me xwedî wateyekî manewî ye’

Gerîlayê li wir dimîne Hêmin Bêkes wiha qala mala Şemdîn dike; "Girîngiyeka vê malê heye. Ji vê malê ra dibijin mala Şemdîn, di nava Şengalê de dema hinek kes dixwazin bên gel hev, cihê hevdîtinê mala Şemdîn destnîşan dikin. Şemdîn xwediyê malê ye. Dema hêzê me ketin Şengalê de xaniyê yekemîn hatî rîzgarkirin ev xanî bû, çepera çeteyan ya herî li pêş bû. DAIŞ'ê derdorê vî xanî çeper û tonel çêkiribûn, xwe di wan de bi cihkiribûn. Dibe me şahadet nedabin, lê me birîndar dan şerekê dijwar çêbû, niha jî mirov lê binêre diyare ku şerekî dijwar pêk hatiye. Rûyê xanî, dîwarê xanî û hindirê xanî de şopa şerekê pir giran diyar dike. Ji bo me wateyekê xwe yê pir girîng heye, erê di warê leşkerî û siyasî de cûda ye, lê ji bo me aliyê manewî bêtir li pêşdaye."

Bêkes axaftina xwe wiha didomîne; " Ji ber ku di şer de cihê ku tu yekemîn digirî giring e. Dema hêzên me dikevin Şengalê haya niha ev der destê me deye. Hem kedekê hevalan di vê xanî de çêbû, yên ku di vî xanî de ked dan û perwerde dan piraniya wan hevalan Şehîd bûn. Ji me re wek manewî xaniyekê pîroz tê, ji ber ku me kedek da û li vir xwîn rijand, ji bo vê jî aliyê manewîda girîng e. Niha jî hindek derê wê xerabe ne, çeperên xerabe yên DAIŞ'ê hebûn, me ew çeper ji xwe re çêkirine. Niha me derdor çeper çêkirine û hindir de jî tonelê DAIŞ'ê hene. Ji bo şer mirov dikare wana bikarbîne. Dema DAIŞ di xanî de bûn, sîstema wan binerd bû, çend deran tonelê wan hene, nêzî 60 û 50 metran dirêjin, ji xaniyekê diçe yê din, çeteyan bi van tonelan rêyên xwe diguhertin. Piştî hêzên me ketin xanî de, em pê hesyan, eger carna şer çêbibe, em wan bi kar tînîn. Ev salek û şeş, heft mehe em di vî xanî de dimînin. Parastina wî, hem aliyê madî û manevî da hat parastin, berê ava wî nebû, dema di destê DAIŞ'ê de bû ava wî ne bû. Me ava wî ji çêkir, me di nav de baxçe çandiye. Me xanî xweşkiriye, her hevalek ji aliyê xwe ve gulek lê çandiye, hatiye xemilandin. Weke din darê wê hene. Karê me paqijkirina wî ye, komîserhevkirina wê ye, weke berpirsyariyeka manewî dikeve liser milê me.”

(sk)