1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnexê şerên dijwar didomin
Li Şirnexê şerên dijwar didomin,li,şirnexê,şerên,dijwar,didomin

Li Şirnexê şerên dijwar didomin

Li Şirnexê di roja 59'emîn a êrîşên qirkirinê de şerên dijwar diqewimin. Tank, top û obusên ku li dora bajar hatine bicihkirin bajar bombebaran dikin û li bajar dû bilind dibe

A+ A-

ŞIRNEX - ANF Li Şirnex a ku pevçûnên dijwar diqewime bi kamyonên sivîl ve sewqiyata leşkerî hate kirin.

Li Şirnexê di roja 59'emîn a êrîşên qirkirinê de pevçûnên dijwar diqewimin. Tank, top û obusên ku li dora bajar hatine bicihkirin bajar bombebaran dikin û li bajar dû bilind dibe.

Serê sibehê piştî ku taxên Yenîmahalle, Bahçelîevler û Îsmetpaşayê hate bombebarakirin li gelek nuqteyên bajar şerên dijwar destpê kir. Li taxên Gazîpaşa, Cumhuriyet, Bahçelîevler, Îsmetpaşa û Yenîmahalleyê gelek wesayîtên zirxî hatin sewqkirin.

Ji ber şerên dijwar ên li taxa Îsmetpaşayê li derûdora Qesra Axayê Sor dû bilind dibin. Hate hînbûn ku li nêzî rêya bejahiyê ya di navbera Yenîmahalle û Bahçelîevlerê jî çeteyên Qesrê malek bi teqemeniyê ve teqandin.

Li Taxa Yenîmahalle ya ku şer zêde ye stranên "Ez Kurdistan im" "Berxwedan xweş doz e" tên gotin, çeteyên Qesrê jî ji wesayîtên zirxî sirûda mehterê lê dixin. Li qadên ku şer zêdeye tevgera helîkopteran heye.

Di rojên dawî de bi kamyonên sivîl û TIR'an ve sewqiyata leşkerî berdewam dike. Bi dehan TIR û kamyon ji rêya hawirdorê derbas dibin û ber bi 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ve diçin. TIR û kamyonên navborî ji çeteyên Qesrê re malzemeyan dibin.