1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. "Ligel her tiştî em ji vê jiyanî hez dikin"
"Ligel her tiştî em ji vê jiyanî hez dikin",ligel,her,tiştî,em,ji,vê,jiyanî,hez,dikin

"Ligel her tiştî em ji vê jiyanî hez dikin"

Koçerên azadiya wan tê astengkirin: Ligel her tiştî em ji vê jiyanî hez dikin

A+ A-

09:24 04.01.2014 1 / 10 ERDOGAN ALTAN / VELAT OZER

ŞIRNEX (DÎHA) - Tengezariya herî zahmet a koçerên ku ji Bedlîsê heta kontara Çiyayê Cudî ya navçeya Slopî bi meş hatine, di dema derbasbûnê de hem ji hêla dewletê û hem jî ji hêla xwedanên erdan stendina pereyên kozê ye. Koçer, diyar dikin ku ligel hemû zahmetiyan ji bo wan jiyana çiya ya herî xweş e.

Koçer ku ji jiyana civakî bigirin, heta jiyana aborî di nava xwezayê de dijîn, ji bo wan jiyankirina bi rehetî ne ew e ku di avahiyan de ji "cîranên xwe bê agahî" be ye. Jiyankirina rehetî ji bo Koçeran "Bi xizmên xwe re di qontarên çiyayan de tevgerandina azad e" ye. Koçerên ku di mehên havînê de li heremên Bedlîs, Wan, Colemêrgê di konan de dixwazin azad bijîn, di mehên zivistanê jî bi mehan carinan bi kamyonan û ya herî zêde jî bi meşê pezên xwe re bi heremên Êlih, Mêrdîn û Şirnexê ve konên xwe deyinin e. Koçerên ku îsal ji Bedlîsê bi meşê heta qontara Çiyayê Cudî ya li ser navçeya Silopî ya Şirnexê ye hatine, tengezariya wan a herî mezin ew e ku hem ji hêla dewletê hem jî ji hêla xwedanên erdan ve di bin navê "koz" ê de berdela derbaskirina pez tên standin e. Jinên Koçer ku di bin qontarê Çiyayê Cûdî konên xwe vedane, ji aliyekî ve di nava lebateke şêrîn a ji bo şîv bigihijînin ji zarokên xwe re, li alê din de jî di nava hewildana berxikên berdane nava pezan veqetîne û bixe binê govan. Li navçeya Silopî, terza jiyana Koçerên bi menzareya xwezaya çiyayê Cûdî re bûye yek, dîtbariyek balkêş derdixe holê.

'Ji bo me jiyana çiya herî xweş e'

Gulîstan Elçîçek ku ji aliyekî ve berxikan ji dayikên wan vediqetîne û ji aliyê din ve pirsan dipersivîne, diyar kir ku nêzî 2 berê ew bi pezên xwe re ji Bedlîsê di ser Sêrtê de bi meş hatine heta Silopiyê. Elçîçek, da zanîn ku ew di qontarên çiya de pezên xwe diçêrîn in. Elçîçek, destnîşan kir ku jibilî di dema derbasbûnê de tengasî ji wan re derdixin û pere tê standin, jiyana wan pir baş derbas dibe. Elçîçek, anî ziman ku ew havînê li zozanan in û zivistanê jî têne deştê. Elçîçek, wiha dibêje: "Em di havînê de bi mehan li zozanan pezan xwedî dikin. Her tim di nava lebatê de ne. Her tim li her derî ne. Di nav bera çiya û bajaran de diçûn û tên. Lê yê herî xweş her çiqas ji bo hin kesan rewşek nebaş be jî, em jiyana çiya tînin bajaran. Ji bo me jiyana çiya herî xweş e."

'Bes ev pereyên derbasbûnê jî tunebûna...'

Emîn Elçîçek jî, diyar kir ku ew avahiyên bajêran his nakin û ev tişt gotin: "Em ji malên beton his nakin. Dibe ku jiyana li wir rehet be. Lakîn em ne aîdên wan malên bi beton in. Ji nimêj ve em wiha jiyan e. Jiyaneke cuda çewa me ditirsîne, pir bala me jî nakişîn e. Di her mehên salê de em li gor serê xwe koçberê heremekî cuda ya welat dikin. Hemû ax wekî yê me bin." Elçîçek, destnîşan kir ku sewalvanî êdî zêde bi pere nake û da zanîn ku di ser vî de jî hema bibêje ew neçar dimînin pere bidin her kesî. Elçîçek, anî ziman ku her sal ew di bin navê "koz" ê de gelek pereyan didin. Elçîçek, gazinên xwe yên di vê mijarî de jî wiha anî ziman: "Em her sal di mehên havînê de ji bo sewalên xwe 20 hezar TL pereyên zozanê didin, 20 hezar TL jî ji bo kozê ya li Êlih, Mêrdîn û Slopiyê didin. Her wiha li van deran ji ber em 3 meh ser hev sewalan di govan de xwedî dikin berdela êm û ka didin. Bi van re pereyên derman û veterînerê jî hewildanekî van e. Wek e ev nebesbin di her mehên biharê de di vegerê de li ser erdên gundiyan de dema em derbas dibin bedela derbasbûnê jî didin."

'Hêj jî em nikarin biçin alê din a çiya'

Mûsa Elçîçek, jî dibêje ku ew heta qontara Çiyayê Cûdî tên û wiha got: "Em heta vira tên. Lê di demên hewa xweş dibe dema em dixwazin pezên xwe bibin qontarê alê din a çiyayê Cûdî leşker destûr nadin me. Hincet jî 'ewlehiya we tune ye' didin nîşandan. Jixwe dema em ji derekî diçin dereke din ewlehiya me tune ye. Dema em derdikevin ser kolanên giştî dewlet bi hinceta trafîqê asteng dikin ceza ji me re dibire. Dema di gundan de jî derbas dibin ji me pereyên derbasbûnê distîn in. Belkî niha pêvajo hinek baş be em bi rehetî dikarin werin heta vira. Lê dîsa jî terza jiyana koçertiyê, an go azadiya me tê astengkirin. Lê ligel van yekan em ji vê jiyanî his dikin. Em koçerin û em dê berdewam bikin."

(ea/mae)