1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Lihevkirina Goran û YNK’ê hewldanek ji bo parastina berjewendiyên netewî ye’
‘Lihevkirina Goran û YNK’ê hewldanek ji bo parastina berjewendiyên netewî ye’,lihevkirina,goran,û,ynk,ê,hewldanek,ji,bo,parastina,berjewendiyên,netewî,ye

‘Lihevkirina Goran û YNK’ê hewldanek ji bo parastina berjewendiyên netewî ye’

Kesayetê naskirî yê Tevgera Goran diyar kir ku lihevkirina di navbera Goran û YNK’ê de hewldanek ji bo parastina berjewendiyên netewî ye

A+ A-

AŞTÎ EHMED / ROJNEWS

Kesayetê naskirî yê Tevgera Goran Babekir Direyî der barê lihevkirina di navbera YNK û Goran de bi RojNews re axivî û got: “Lihevkirina di navbera Goran û YNK’ê de hewldanek ji bo parastina berjewnediyên netewî ye. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hemû sazî û dezgehên fermî hatine daxistin. Ji bo çalakirina wan saziyan pêwîstî bi yekîtiyê heye.” Babekir Direyî diyar kir ku wê der barê vê lihevkirinê de bi PDK’ê re jî gotûbêj bikin û wiha domand: “Pêwîste berjenwendiyên netewî li hemû parçeyên Kurdistanê were parastin. Ger heta îro Herêma Kurdistanê bi biryara partiyekî hatiye birêvebirin, pêwîste ji vir û şûnve ev yek nebe. Divê em beşdarî biryarên siyasî bibin û zevtkirina biryarên siyasî di destê aliyekî de jî bidawî bibe.” Axaftinên Babekir Direyî di demekê de yek ku duh roja şemiyê Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê bi awayek cuda cuda civînên xwe lidarxistin. Di civînan de reşnivîsa lihevkirinê ji aliyê her du partiyan ve hat îmzekirin. Di demên pêş de wê her du partî bên gel hev û di dawî de lihevkirina du alî ya ji 25 xalan îmze bikin. (ge)