1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Mizginiya azadiya Rojhilata Navîn: Jinên Kurd
Mizginiya azadiya Rojhilata Navîn: Jinên Kurd,mizginiya,azadiya,rojhilata,navîn,jinên,kurd

Mizginiya azadiya Rojhilata Navîn: Jinên Kurd

A+ A-

SEMÎHA ALANKUŞ

ENQERE (DÎHA) - Jinên kurd ku derketina wan a ji mal qedexebû bi birdoziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ne tenê li qadên lê dijîn li Rojhilata Navîn jî di gelek warên civakî de peşengiya guherîn û pergalek alternatîf dikin. Bi taybetî ji piştî êriş û komkujiyên DAIŞ'ê ku dewlet nikarin xwe li hember bigirin berxwedena jinên kurd û hebûna YPJ'ê bala hemû cihanê dikîşine. Jinên di merheleya îro de, ji aliyekî ve bi saziyên xwe û rêxistinên xwe pêşengiya guherîna civakî dikin ji aliyê din ve jî bi feresata jinê nerînek alternatîf ji bo hemû beşên bindest diafirînin.

Li her deverê cihanê jin bi şîdeta rû bir û dimînin ve dikevin rojevê. Her roj li cihanê bi dehan jin rastî şîdetê tên, tên qetilkirin. Ji ber ku sîstema desthilatdar a zilam naguhere û hişmendiyeke nû nayê pêşxistin pêşiya şîdetê nayê girtin. Dem bi dem qanûn bên derxistin jî ji ber ku guhertineke bingehîn tune ev yek bandoreke xurt nake. Şîdet, kuştin, taciz, tecawiza li hemberê jinê wekî pirsgirêkeke bingehin her tim di rojevê de dimîne. Lê jinên ku her tim bi şîdet, mexdûrbûn û pirsgirêkan tên rojevê li Kurdistanê jiyaneke nû diafirînin. Bi xebat û pratîkên xwe gotina "cihan û jiyaneke din pêkan e" piştrast dikin.

Li Kurdistanê ev 40 salên dawî ne di her warê jiyane de guhertineke bingehîn pêk tê. Jinên kurd ne tenê ji vê guherî para xwe digirin di heman demê de pêşengiya van guhertinên civakî jî dikin. Jinên kurd ku bingeha xwe ya fikrî ji birdoziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "wekheviya zayendan, azadiya jinan" digirin li gel hemû astengiyên feraseta meranî ya di warî, siyasî, civakî, çandî, aborî û rêxistinî de jî hertim xwe û civaka ku jê re pêşengiyê dikin bi pêş dixin. Xeleka rêxistibûna xwe bi xwe ve sînor nakin, jinên tirk, ermen, ereb, suryan hemû jinên netewe û baweriyên cuda yên li Kurdistanê dijîn dikêşin nava xeleka rêxistinbûnê. Bi dehan sazî, komele, meclîs, koperatîf, akademî û rêxistinên xweser ve li navçe û bajarên Kurdistanê xwe digihînin hemû jinan û hemû beşên civakê.

Tevgera Azadiyê rewşa jinan, jinan jî rewşa civakê guherand

Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna xwe guhertina herî mezin di rewşa jinan de pêk anî. Di salên 1990'an de ewil jinên kurd ji bo lêgerîna azadiyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Li çiya artêşa jinan a ku li cihanê wekî din mînake wê nîn e rêxistina xwe ya xweser avakirin. Ev beşdariya jinan a refên tevgera azadiyê ji bo jinan derfên rexistinbûna li hemû qadan vekir. Ji qada leşkerî heta qada siyasetê, ji çand û hunerê heta qada aboriyê di hemû qadên civakê de jin bûn hêzeke rêxistinkirî. Jinan bi awayekî aktîf di nava partiyên siyasî de cih girtin, rêxistinbûna xwe ya xweser pêşxistin; meclîs avakirin, akademiyên siyasetê vekirin, saziyên jinan ên ku bi her awayî hewl didin pirsgirêkên jinan çareser bikin û wan tevli jiyana civakî bikin damezirandin, di nava sendîkayan û saziyên hevpar de bi rengê xwe cih girtin, di rêveberiyên herêmî de feraseta alternatîf a rêveberiyên herêmî pêş xistin.

Cûdatiya herî mezin ya siyaseta kurd ji hêza jinan pêk tê

Jinên kurd ên ku di civakê de hebûna xwe diyarde kirin bi taybetî di qada siyasî de rêxîstinbûna xwe xurt kirin. Di qada siyasî de ewil di nava partiyên siyasî yên wekî HEP, DEP û OZDEP'ê de xebatên giştî meşandin. Piştre jî HADEP û DEHAP'ê de rêxistinbûna xwe ya xweser ava kirin. Bi baskên jinan rengê xwe dan siyasetê. Di qada siyasetê de gava ku bi baskên jinan hate avêtin piştre vegeriya asta navendî û hemû rêxistinên partiyê yên bajar û navçeyan de avakirina meclîsên jinan ên xweser. DTP, BDP, HDP û DBP ji bo xebatên jinan ên di qada siyasetê de model û mînakeke yekem derxist holê. Hem bi rêxistinbûna xweser, hem modela hevserokatiyê û hem jî di mekanîzmayên rêveberiyê de cih girtin ji aliyê gelek sazî, partî, rêxistin û komeleyên cuda ve mînak hate girtin û di rêziknameyan de hate bicihkirin.

Tevlibûna jinên kurd a qada siyasetê bandorê li civakê jî dike, siyasete ku feraseta zilam serdest e diguherîne, di nava civakê de veguherandina demokratîk pêş dixe. Feraseta ku siyasetê wekî karê zilaman dibîne serobino dike. Jinên kurd bi nêrîna "siyaseta demokratîk bi aqlê jinan ve tê pêşxistin" siyaseta alternatîf pêş dixin. Bi aktîfbûna qada siyasetê, siyaset vedigere cewherê xwe yê demokratîk. Di qada siyasetê de bi taybetî ji bo temsîliyeta jinan pêşxistina kotayê û herî dawî jî bi sîstema hevserokatiyê ve temsîliyeta wekhev a zayendan modeleke nû derxist holê.

Di qada siyasetê de merhaleya ku jinên kurd gihiştine bi awayeke ber çav di îstatîstîkan de derdikeve holê. Temsîliyeta jinan a di siyasetê de wechê temsîliyeta jinan a li Tirkiyeyê jî diguherîne. Li Tirkiye û Kurdistanê di rêveberiyên herêmî de bi tevahî 37 şaredarên jin hene. Ji wan 23 jin ji BDP’ê hatin hilbijartin û niha di nava DBP’ê de karên xwe dimeşînin. Ji bilî şaredarên jin ên hatin hilbijartin di çarçoveya sîstema hevserokatiyê de jî 46 jî hevşaredar hene. Di meclîsê de jî temsîliyeta jinan ji sedî 14,3 e. Bi tevahî 77 parlamenterên jin hene lê li gorî hejmara parlementeran HDP bi 11 parlementerên jin ve partiya ku herî zêde cih daye temsîliyeta jinan e.

Meclîsên jinan

Jinên kurd ji bo guhertina civakê û rêxistinkirina jinên civakê tenê cihgirtina qada siyasetê ve xwe bi sînor nekirin. Bi taybetî meclîsên jinan ên bajar û navçeyan ve hemû jinan dikişînin nava hêza rêxistinbûyî ya xweser. Ji bo ku hemû jin tevli nava jiyana cihê ku lê dijîn bibin, pirsgirêkên li gund, tax, navçe û bajar tên jiyîn bi hevre çareser bikin meclîsan ava dikin. Hemû jinên dixebitin di nava komele, sendîka, partiyên siyasî, weqf, akademîsyen, rêxistinên sivîl ên civakî de cih digirin an jî naxebitin tenê bi kar û barên malê ve mijul dibin cihê xwe di nava meclîsan de dikarin bigirin. Li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê ev meclîs hatine avakirin û li cihê ku meclîs tunene jî hewldana avakirina meclîsan hene. Perspektîfa, "Jiyana cihê lê dijîn û pirsgirêkên hene herî baş jin dizanin" bingeha avakirina van meclîsan e.

Akademiyên jinan

Jin ji bo ku bi awayeke aktîf tevli jiyanê bibin, bi nêrîna jinê, rengê jinê jiyanê ji nûve ava bikin, herî zêde giringiyê didin xebaten perwerdehiyê. Xebatên perwerdehiyê jî li akademiyên jinan ên hatine vekirin tên dayîn. Li gelek bajarên kurdan jinên kurd ji bilî rêxistinên xwe yên xweser akademî ava kirin. Li van deran perwerdehiyên, dîrok, dîroka jinan, siyaset, îdeolojî û gelek mijarên din de perwerde tên dayîn. Her wiha akademî jî li gorî her qadê tên vekirin. Di qada siyaset, çand û çapemeniyê de jî jin perwerdehiyên xweser pêş dixin.

Di akademiyan de jin dîroka xwe, rastiya xwe, feraseta civaka zayendperest nas dike, têkîliya rastiya zilam bi feraseta desthilatdar a dewletê ve çi ye şirove dike. Ya herî girîng jî di avakirina civak û neteweya demokratîk de rola jinan çi ye bi nîqaşan derdixin holê.

Di akademiyên jinan de ev 2-3 salên dawî ne li ser zanista jinê jî lêkolîn û nîqaş tên kirin. Bi taybetî jî bi rastiya ku bi pêşketina zanistên pozîtîf re jin di vê qadê de tune hatiye hesibandin niha li akademiyan ev feraset bi lêkolîn û nîqaşên tên kirin ji holê tê rakirin. Civaknasî ji nûve tê destgirtin û li ser vê esasî bingeha "zanista jinê" ango "jineolojiyê" tê avêtin. Ev nîqaş ji bo hemû jinên cihanê perspektîfeke ku hemû zanist ji nû ve bên şîrovekirin.

Komele, sazî, koperatîf…

Jinên kurd ên ku di warê rêxistinbûnê de bûne xwedî hêzeke mezin, îro bi navê Tevgera Jinan a Azad û Demokratik (DOKH) ve hemû hêza xwe kirine yek. DOKH bi dehan hevparên xwe ji bo jinan bûye navnîşana çareseriyê.

Her wiha jibilî vê, ji bo ku jinên rêxistinkirî xwe bigihînin hemû jinan, hem pirsgirêkên wan çareser bikin û hem jî di warê îstîhdamkirinê de tevli hilberînê bikin gelek komele, sazî û koperatîf vekirin. Jinên ku rastî şîdetê tên li van deran alîkariya psîkolojîk digirin, xizmeta şewirmendiye ji bo wan tê dayîn. Bi vê armancê li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê komele, sazî û koperatîfên jinan ên xweser an jî di bin banê rêveberiyên herêmî de xebatên xwe didin meşandin hatin vekirin. Jinên ku di nava civakê de berê nikaribûn ji malên xwe derkevin derve niha bi avakirina van sazî û rêxistinan ji bo hemû jinan bûne cihê jiyaneke nû. Ji ber ku li van deran li aliyeke wekî akademiyan perwerde tên dayîn, kurs tên vekirin, hem pirsgirêk tên tespîtkirin hem jî rê û rêbazên çareserkirinê bi hevre tên dîtin. Jibilî vê di warê aborî de derfetên îstîhdamkirinê tê vekirin. Jin dibin xwedî pîşe û sîstema aboriyê ya nû a ku hilberîn û mezaxiya li gorî pêdiviyên civakê pêş dixin.

Bi sedan rêxistin hatin avakirin

Jinên kurd di nava çend salên dawî di bi sedan sazî ava kirin. Niha sazî, rêxistin, komele û koperatîfên wekî SELÎS, DÎKASUM, MALA JINÊ YA KARDELEN, KOMELEYA PIŞTEVANIYA JINÊ YA MALA JIYANÊ, GOKKUŞAGI, KOPERATÎFA JINAN A REZAN, KOMELEYA JINAN A ANAFATMAYÊ, NAVENDA JINAN A NÛDA, NAVENDA JINAN A NÛJIYAN, NAVENDA ŞEWIRMENDIYÊ YA CEREN, EPÎDEM, NAVANDA JINAN A ÎŞTAR, NAVENDA ŞEWIRMEDIYÊ YA JINAN GULŞÎLAW, NAVENDA ŞEWIRMEDIYÊ YA JINAN VIYAN, NAVENDA ŞEWIRMENDIYÊ YA JINAN BERFÎN, NAVENDA ŞEWIRMENDIYE YA JINAN ZAHÎDE, NAVENDA JIYANÊ YA JINAN, NAVENDA JINAN A BINEVŞ, NAVENDA ŞEWIRMENDIYA JINAN A SOSIN, NAVENDA JINAN A NÛJÎN, NAVENDA PERWERDEHIYA TENDURISTIYÊ YA JINAN A AYŞENUR ZARAKOLU, NAVENDA JINAN A MEYA û bi sedan saziyên din ên jinan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xizmetê didin jinan, li aliyê din jî ji bo jinan derfetên îstîhdamê vedikin, wan tevli jiyana civakî dikin.

Şoreşa Rojava û jiyaneke nû

Pêşketîna jinên kurd ji sinorê Kurdistanê jî derketin û îro bandora xwe li ser Rojhilata Navîn dike. Piştî şoreşa Rojava, jinên kurd, rola wan a di nava şoreşê û înşakirina sîstema nû de bala herkesî kişand. Rewşa jinên kurd, serkêşiya wan a civakî berxwedana wan a di şer de, avakirina hêzên leşkerî ên wekî YPJ, YJA-STAR, HRJK ku sedî sed ji jinan pêk tê û pratîka wan a di şer de bandora xwe li ser gelekî guherînên nû dike. Jinên kurd ên ku bi tevgera azadiyê xwe bi her awayî rêxistin kirin û pêşengiya sîstemeke nû ya alternatîf dikin bi şoreşa Rojava ve di nava şoreşê de şoreş ava kirin.

Bi taybetî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Rojava û başûrê Kurdistanê asta rêxistinbûna jinên kurd tevlibûna wan a avakirina jiyana nû ya li dijî sistema desthilatdar a zilaman li aliyê gelek derûdoran ve tê nîqaşkirin. Li aliyeke di eniyên şer de li qada leşkerî parastina cewherî pêş dixin li aliyê din jî ji bo înşakirina jiyan û sîstema nû li hemû qadên jiyanê seferberî dan destpêkirin. Jinên kurd li aliyeke di eniyan de bi çekan axa xwe û desteftiyên şoreşê diparêzin li aliyê din bi akademî, navendên jinan, meclîs, atolyeşên kar, komun û koperatîfan mewziyên şoreşê dihunin. Di nava hemû kar û xebatên tên kirin de ya ku tê esasgirtin pêşxistina hişmendiya jinê ye. Ewil di nava jinan de zanebûn û hişmendiya jinan tê pêşxistin. Li dijî zayendparêziya civakî têdikoşin. Jinên ku hêza xwe dibînin bêhtir xwe tevli kar û xebatên sîstema nû dikin.

Heta jin azad nebe civak azad nabe

Jinên kurd li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat di qada leşkerî, îdeolojîk, siyasî, civakî, aborî, çand, çapemenî, perwerde û hemû qadên jiyanê de bi felsefe û paradîgmayeke nû sîstema li ser bingeha wekhevî û azadiya zayendan ava dike. Bi feraseta ku "heta jin azad nebe, civak azad nabe" nêzîk dibin û bi guhertina xwe civakê jinûve diafirînin.

(kk)