1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Muslim: Kobanê sîstema tarî qebûl nekir, lewra bû hêviya gelan
Muslim: Kobanê sîstema tarî qebûl nekir, lewra bû hêviya gelan,muslim,kobanê,sîstema,tarî,qebûl,nekir,lewra,bû,hêviya,gelan

Muslim: Kobanê sîstema tarî qebûl nekir, lewra bû hêviya gelan

A+ A-

KOBANÊ - Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Kobanê Enwer Muslim derbarê rewşa dawiyê, kar û xebatên Meclîsa Rêveber di demên borî de, xebatên siyasî û dîplomasî, her wiha pilanên rêveberiyê ji pêşerojê re, pirsên ANHA’yê bersivandin. Muslim bal kişand ser pêşketinên dawiyê û çalakiyên YPG’ê û got: “Kobanê sîstema tarî ya DAIŞ’ê qebûl nekir û li ber xwe da, lewra bû hêviya gelan, niha êdî înîsyatîf di destên YPG’ê de ye.”

Rewşa niha hûn çawa dinirxînin?

Beriya şoreşê, xebatên siyasî gelek zehmet bûn, partiya Baas rê nedida ku Kurd bibin xwedî maf û bi zimanê dayikê deng bikin, her dem siyaseta zext û înkarkirinê li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê dimeşandin. Rêjîm û hin kesên şofînîst serweriya xwe li ser Sûriyeyê kiribûn çi di aliyê ekonomî, çi di aliyê siyasî de, ji 1963’an de heta destpêkirina şoreşê di 2011’an de partiya Baas weke partiya rêveber dihat binavkirin, di şoreşê de gelek kes ji rêjîmê qutbûn û berê xwe dan nava refên opozisiyê lê di zihniyeta wan de tu guhertin rû nedabû, ji ber wê yeke em dikarin bêjin ku derbarê mafê kurdan de hema zihniyet dihat jiyankirin, rêjîma Baas kurdan û pêkhateyên suriya qebûl nake û her wiha opozisiyên jî hema zihniyet jiyan dikir, mînaka berbiçav jî ew e ku dema partiya Baas bû ya desthilatdar navê komara suriya veguheradin komara erebî ya suriya her wiha hêzên opozisiyênê jî bi hinceta ku ku piştî avakirina parlemaneke surî ya nû ew ê guherandina nav bikin dengdanê eger bi piranî hat qebûlkirin ewê biguherin, ew jî radixe ber çavan ku opozisiyon û rêjîm hema zihniyeta ne qebûl kirina kurdan jiyan dikin, li beramberî wê herdem tevgerên siyasî yên kurd xebatên xwe berdewam dikirin, bi hezaran ciwanên dihatin girtin û heta niha jî di zindanê de ne, bi taybet endamên partiya yeketiya demokratîk PYD ji ber PYD gelek xebat û çalakî li dardixistin, herêmên kobanê, Efrîn û cizîrê rastî nêzikatiyên şofînizmê dihatin lê dîsa ji bo suriyeke demokratîk bê navber xebat dihat meşandin, zihniyeta Baas ya tek al, partî û ziman bû sedema ku gelê suriya êdî şoreşekê lidar bixe.

Bi îlankirina rêverberiyê, herêma kobanê rastî gelek êrîşan giran hat, hûn çawa van êrîşan çawa dinirxînin?

Gelê kurd ji sala 1946’an de û heta niha herdem li hember tunekirin û qirkirinê li berxwedidan, di sala 1958’an de dema îlankirina yekitiyê di navbera mesir û suriya de biryara destserkirina erdên kurdan hate girtin ,di wê demê gelek siyasetmedaran êdî dest bi xebatê kirin, di salên 1961, 1967,1970 û 1976’an de gelek kesên ku ji bo mafên kurdan têdikoşiyan hatin girtin, lê gelê kurd herdem li hember qirkirinê liberxwedidan,di 2004’an de ji ber siyaseta rêjîma Baas gelê kurd raperîn li darxist û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî hatin giritin, bi destpêkirina şoreşa aştiyane li suriyê em bûn alîgirê wê û me bange parastina rewa kir lê hin kesan şoreş veguherand şoreşeke çekdarî,piştî çar em bi rastiya ku şoreşê tu encam negirtiye re rû bi rû man, di wê navberê de pêkhateyên rojavayê kurdistanê biryara xwe bi xwe rêve bibin dan, roja 21’an ji meha civîna yekem a meclîsa zagonsaz a herêma kobanê hate ragihandin û biryara avakirina rêverbriyê hat girtin,roja 27’an de rêveberî hat ragihandin, bi ragihandina rêveberiyê re em rastî gelek rexne û pirsên weke çima rêveberiyek xweser?çima kurd û kildan û aşûr? hatin.ev rewş veguherî êrîşên çekdarî ,lê herdem rastî berxwedanê gel dihat û tu caran bi ser neket,gelek pêkhateyên suriya weke ermen û ereb, partiyên siyasî cihê xwe di rêveberiyê de girtin û em di wê hêviyê de bûn ku hemo pêkhate cihê xwe tê de bigirin, lê em dikarin bêjin ku rêvebirina gel xwe bi xwe, berxwedana wî bi serket, ev serkeftina han bû sedema gelek êrîşên dijwar û bi tayber ya ku di 15’êlonê de destpêkir,êrîşên 15’ê îlonê êrîşeke ji her alî de bû çi rojhilat çi başûr û rojava,bi hezaran ji çekdaran tevî dehan ji tang û erebeyên hemer êrîş kirin û heta niha jî êrîş berdewan dike ,lê dê berxwedana gel bi serkeve.

Ev nêzî 11 meh in ku Rêveberiya herêma kobanê hatiye ragihandin, di van 11 mehan de Rêveberiyê çi kar kir?

Herêma kobanê her dem rastî êrîşan dihat, her wiha berî îlankirina rêveberiyê bi şeş mehan yanî ji 20-7-2014’an de herêma kobanê di nava ambargoyekê de jiyan dikir, ji ber van sedemên han kar û xebatên rêveberiya kobanê zêdetir di çarçoveya bi cihanîna pêdiviyên jiyanî yên gel de bû weke kar û barên şaredariyê, peyîdakirin av û elektirîkê.

ava vexwarinê ya herêma kobanê ji bajarê şiyox dihat lê hin ketîbeyên artêşa azad û pişt re DAIŞ ku bajarê şiyox xistin bi serweriya xwe, av li ser herêma kobanê qutkirin, di wê navberê de rêveberiya kobanê dest bi pirojeya kolandina bîran kir ku mesrefê wê nêzî 100 meliyon bû, û piştî sê meha av ji herêma kobanê re hat, her wiha dîsa ji ber ambargoyê elektirîk ji herêma kobanê hate qut kirin lê rêveberiya kobanê bi pirojeya cenetoran dikaribûn ji sedê 70 ji bajar kobanê bi elektirîk bikira û pirojeyê jî hîna berdewam dikir, li aliyekî din kar û xebatên şaredariyê çi ji baqijkirina kolanan û sererastkirina wê berdewam dikirin. di beşa tendirustiyê de jî nexweşxaneyek nû ku bi 210 odeyan bû dihate avakirin.rêveberiyê tevî hemo zor û zehmertiyan kar û xebat bê rawestandin berdewamdikir, di aliyê di dîplomasî de jî gelek serdan û hevdîtinên me bi seferxane, rêxistinên siyasî û rayedarên dewletan re hebû, niha jî tevî ku herêma kobanê rastî êrîşên dijwar tê lê dîsa rêveberiya kobanê li ser kar e û hin heyîet hatin avakirin ji bo pêşrojê, me soza ku em xizmetî gel bikin da û heta niha em di soza xwe de berdewamin tevî hemo zor û zehmetiyan.

Ji dema ku kanton hatin îlankirin û heta niha pêşketinên ku ji aliyê dîplomasî û siyasî de rû dan çi ne?

Li Rojhilata Navên sîstema komaran serwere, suriya jî bi xwe komare, ji ber wê yeke zihniyeta fediraliyet, xweseriya demokratîk, sîstema otonomî ne zêde belave, lewra dema ku me xwest sîstema kantonan li Rojavayî Kurdistanê ava bikin weke Siwîsra, Siwêd, Ispaniya û Franca, gelek hêz matmayê man û em rastî gelek bertek û pirsên weke çawa kurd bibin xwedî insyatîf û rêveberiyekê îlan bikin, hatin. her wiha tevî ku Kurd bi sedan sal rastî qirkirinê û tunekirinê hatine lê hin hêzên siyasî ku xwe weke demokratîk nîşan dan ev rêveberî qebûl nekirin, ji ber rêveberî xwedî sîstemekî nû bû ne weke sîstema konfidiraliyê û fidiraliye bû. rêveberiya xweser a ku li rojava hate îlankirin civak bingeha wê ye, ji bo civakê jî xwe birêve bibe pêwîste di saziyan de xwe bi rêxistin bike. her wiha gelek dezgehên ragihandina erebî û tirkî ya şofînîst û mixabin hin ên kurdî jî êrîşê rêveberiya xweser kirin, lê di encamê gelek guftogu li ser rêveberiyê hat kirin û hin hêzên siyasî ji kowalisiyon surî re jî gotin ku eger tu pirojeyên wan tune ne dê li ser sîstema xweser lêkolîn bê kirin, ev nê wê wateya ku kêmasiyên rêvebriyê tune ne , zagon ji dema afirandina wê de di beriya zayînê û heta niha gelek caran hatiye guhertin çi ji dema hemorabî heta peyama manîmanfêrta, şoreşa feranca, felsefa hîgil û can cak ros her carê nêrînên cuda cuda derketinê holê gelek guhertinan rû daye, lewra eger hin nezelalî di sîstema rêveberiyê de heye helbet dê di pêşrojê de hîn zêdetir bê zelalkirin.di aliyê diblomasê de jî gelek têkilî û hevdîtinên me bi seferxaneyên li bakûr û hewlêrî, rayedarên dewleta îraqê, başûrê kurdistanê, partiyên siyasê yên li bakur re hatin kirin, mijara ku herî zêde bala her kesî jî kişandibû berxwedaniya kobanê û sîstema ku hatiye avakirin.

Bandora rêveberiyê li ser gelê Kurd çi bû, her wiha rêveberiyê heta kîjan astê gelê Kurd bi cîhabê da nasîn?

Pîvana bandorbûna gel bi Rêveberiyê asta xebatên wê ye, li kobanê jî li gor ambargo û şert û mercên jiyanî em dikarin bêjin ku heta astekê di nava gel de razîbûnek hatibû avakirin, her wiha rojnemev û şandeyan ku serdana kobanê kirin xwedî nêrînên erênî bûn.gelê kurd bi dehan salan rastî qirkirn û tunekirin hat û niha jî bû xwedî sîstemeke ku her beşê civakê cihê xwe tê de digire bi taybet jin, ciwan û saziyên mafê mirovan, ji ber vê yekê bandora sîstema xweseriya demokratîk gelek bû û niha jî em dibînin ku cîhan tev de piştgirya berxwedana kobanê dike û roja 1-11’an bû roja kobanê ya cîhanî û her wiha ev pêştgirî di pêşerojê de dê xwedî bendoreke erênî be di asta dibilomasî de.

Şandeyên ku serdana Kobanê kirin kî ne ?

Li Rojavayî Kurdistanê kordînesiyona rojava hatiye avakirin,kordînesiyon ji neh endamên rêveber pêk tê ji her herêmekê sê endam cihê xwe tê de digirin,ew endamên xwedî insyatîfin di avakirina peyîwendiyan de, li herêma cizîrê gelek serdan pêk hatin çi ji senetorên emêrikê û wezîrê karê derve yê berî yê ferenca, çi ji rêxistinên navnetewî weke hiyomên rayîtis. ji xwe wan kesên han dixwestin herêma kobanê jî serdan bikin lî ji ber herêm di her alî de dopêçkiriye, derfet derneket.her wiha serdanên endamên Rêveberiya efrînê beriya demekê ji gelek dewletên ewropa re hebûn. herêma kobanê ji ber ku DAIŞ di sê aliyan ve ew dorpêçkiriye gelek serdan jê re nehat kirin, lê gelek caran rojnemevan derbasî kobanê bû û herwiha endamên rêveberiya kobanê dikaribûn serdana hin seferxaneyan bikin,û em di wê baweriyê de ne ku di pêşerojê de dema herêma kobanê bi tevahî bê rizgarkirin û DAIŞ li suriya bê tunekirin, dê hîna derfetên serdanan zêdetirbibin.

Asta berxwedana Kobanê hûn çawa dinirxînin?

Gelek hêzên dewletan ku ji xwe bawerbûn li hember DAIŞ nikaribûn li berxwebidana mînaka berbiçav jî musil e, li musilê nêzî 4 melyon mirovî jiyandikir , 60 heta 80 hezar leşkerî musil diparastin û bi sedan tang, top û çekên giran di destê wan de bû her wiha bi milyonan dolar di bengan de bûn lê DAIŞ di rojekê de desteserkir. li parêzgeha req tugaya 93’an , firqeya 16 û balafirgeha tebqa gelek caran artêşa azad tevî çekên ku ji dewletan wergirtibû nikaribû destserbikira lê dîsa DAIŞ di navbera du rojan de xiste bin kontrola xwe, li bajarê hît li îraqê tevî bombebaran bê navber û berxwedana hin eşîrên ereb lê dîsa DAIŞ ew bajar kir bin serweriya xwe, lê herêma kobanê tevî ku xwedî erdîngariyeke biçûke û çekên di destê YPG’ê de ên sivik bûn, 45 rojan bê ku tu piştgiriyê ji aliyê balafirên kowalisiyonê û pêşmergeyan werbigire,li berxwe da.piştî derbasbûna 45 rojan êdî ew berxwedan bi bombebarana balafiran xurtirbû.tê nasîn jî ku eger hêzeke xurt li ser erdê tune be tenê bombebarana balafiran bes nake ku DAIŞ lewaz bibe, ev jî nîşan dide ku berxwedana kobanê di asta herî bilind de ye, helbet ev berxwedan xwedî bedelên giran bihabû ji xwîna şehîdan, berxwedana kobanê nêzî 100 li peyî xwe hişt, hêza YPG xurte û insiyatîf di destê me de ye , tevî mestirsiyan bi sedan malbat li kobanê jiyan dikin, tevî hewldanên DAIŞ ku kobanê dagir bike lê em di wê baweriyê de ne ku dê serkeftin a me be.

Berxwedan Kobanê çiqas bû alîkar di danasîna pirsgirêka Kurd re ji Kobanê, her wiha ji bo pêşerojê pilanên we çi ne?

Herêma Kobanê ji destpêkê ve li berxwedida lê mixabin hin hêzên tarî hebûn ku nedixwestin kurd bibin xwedî insiyatîf û herdem xwedî helwestên qirkirinê li hember kurdan bûn,lê bi berxwedana kobanê re gelek nêrîn hatin guhertin, opozisiyona ku gelek dewletan ew weke pêşeroja suriya didîtin êdî tu hêza xwe li ser erdê nema, parêzgeha humis mixabin piştî ewqas berxwedanî ji rêjîmê re hate radestkirin, cihên ne di bin kontrola rêjîmê de ye din bin kontrola DAIŞ de ne, yanî li aliyekî de hêza DAIŞ ya teror û li aliyê din hêza rêjîmê ku suriya demokratîk qebûl nake, heye. li bermaberî van gelê kurd ê ku mafê hemo pêkhateyan diparast hebû û piştê êrîşên 15’ê îlonê êdî çavên her kesî ji vê rastiyê re vebû û bi rêzdarî nêz bûn ji ber ku tevî çekên sivik yên di destê YPG’ê de lê berxwedaniyeke bê hempa hat kirin, hem jî ji ber sîstema rêveberiyê ku saziyên civakê ji xwe re esas digire. gelek kesên payebilind ên emêrîkî û ewropî kobanê weke sembola berxwedana cîhanê bi navkirin ,berxwedana kobanê ne tenê ji bo gelê kurde lê ji bo parastina aştî,demokratî,biratî û hemo nirxên mirovahi ye,DAIŞ dijminê hemo cîhanê ye ne tenê yê gelê kurd e, nêrînên gelê cîhanê, dewletan û kesên siyasetmedar derbarê pirsgirêka kurd û sîstema kantonan de hatin guhertin. bajarê kobanê ne weke bajarên humis û helebê ye, bajarê kobanê DAIŞ qebûl nake û nikar di bin sîwana DAIŞ de jiyan bike lewra li berxweda, ev berxwedan jî bû sedem ku gelê cîhanê xwestin piştgiriyê bidin kobanê.parêzgehên reqa û heleb û bajarên weke cerablûs,minbêc, bab li berxwenedan û niha jiyaneke hevbeş bi DAIŞ re dikin, sîstema tarî ya DAIŞ li wan deveran tê meşandin, jin nikare bi awayekî azad tevbigere, lê kobanê DAIŞ qebûlnekir lewra bû hêviya gel. derbarê pirojeyên ji bo pêşeroja kobanê dem hîna ne dema wê ye ji ber ku heta niha metirsî berdewam dike, li kobanê heta niha 33 erberyên bombebarkirî hatine teqandin û bû sedema xerabûna bajar, li aliyekî din bi sedan endam piştgirî ji DAIŞ re tê , her roj li bajar tê topbaran kirin û di encama topbaranê beriya demekê sê sivîlan yek ji wan zarok bû jiyana xwe ji dest dan, ev jî nîşan dide ku heta niha metirsî li ser herêma kobanê heye, lê hazirtiyên me ji pêşerojê re ew in ku em çawa bikaribin kobanê ji nû de ava bikin, derfetên kar biafirînin û derbarê vê yekê de jî komîteyek hat avakirin û gelek nîqaş tên kirin, armanca me jî ew e ku em bikaribin birînên gel derman bikin, ji bo vê yekê jî piştgiriyê dewletan û cîhanê û vekirina korîdorek ji bo kobanê pêwîste, eger herêma kobanê ji DAIŞ bê rizgarkirin dê dîsa di ambergoyekê de jiyan bike lê mixabin heta niha korîdor nehatiye vekirin, vekirina korîdor hem ji bo rizgarkirina herêmê hem jî ji bo avakirina bajar pêwîste .

NESRÎN EBDÎ - DIJLE EHMED