1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Navenda Asayîşê ya Jinê ya yekemîn li Kantona Efrînê hate damezirandin
Navenda Asayîşê ya Jinê ya yekemîn li Kantona Efrînê hate damezirandin,navenda,asayîşê,ya,jinê,ya,yekemîn,li,kantona,efrînê,hate,damezirandin

Navenda Asayîşê ya Jinê ya yekemîn li Kantona Efrînê hate damezirandin

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

EFRÎN (DÎHA) - Navenda Asayîşê ya Jinê ya yekemîn li Kantona Efrînê bi 350 jinan ve hate damezirandin. Ji endamên navendê Hîlal Dêrik diyar kir ku êdî li pişt jinan hêzek heye û wiha got: "Vê îrade da jinê. Jin fêm kir ku êdî dikare şer bike, li dijî zayenda din xwe biparêze û jiyana xwe îdare bike."

Li Rojava ku şoreşeke jin3e pêk hat yekemîn navenda asayîşê ya jinê hate avakirin. Li Kantona Efrînê bi 350 jinan ve ev navenda ku hate avakirin dê tevahiya bajar bigire hundirê xwe. Ji endamên navenda asayîşê Hîlal Dêrîk bilêv kir ku di serî de qadên leşkerî, siyasî, dîplomasî û aboriyê de jin rêxistinbûna xwe xurt dikin û cih digirin.

'Nêzîkatiyên zayendperest hebû'

Dêrik diyar kir ku berê li Rojava navendên asayîşê hebû û ewlehiya bajar pêk dianî lê navenda wan tevahiya bajar bigire hundirê xwe. Dêrik destnîşan kir ku civak di serî de li hemberî mîsyona jinê asteng bû û wiha axivî: "Ev 4 sal in em hewl didin derfetên vê ava bikin. Me di warê civakî de gelek zehmetî kişand. Jin dê çawa di asayîşê de cih bigire. Çawa kontrol bike, çawa nobetê bigira çawa bi rêve bibe. Nêzîkatiyên bi vî rengî derketin holê. Bi kurtasî nêzîkatiyekî zayendperest hebû."

'Em parastina cewherî ya gel in'

Dêrik da zanîn ku bi 4-5 jinan ve dest pê kirine û hevalên wê yên ewil ên wê yên zaroktiyê bûne û bi hejmareke kêm mora xwe li karekî mezin xistine. Dêrik destnîşan kir ku jinên tirkmen û ereb jî li cem wan cih girtine û hêza parastina hemû jinan e. Dêrik got ku ew ne wekî dewletê û rejîma Baasê ne, parastina cewherî ya gel in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê yekê em perwerdehiya siyasî, leşkerî, exlaqî pêwîst dibînin. Em asayîş in lê asayîşa dewletê nînin. Em li dijî gel nînin. Em girêdayî dewletek yan jî partiyekî nînin. Em parastina cewherî ya gel in. Heke li dijî gel êrîş çêbibe jin dê parastinê bike."

Ne tenê cihê asayîşê cihê perwerdehiyê ye

Dêrik derbirî ku ew asayîşê wekî cihê perwerdehiyê dibînin hem di warê fîzîkî hem jî ruhî de parastinê pêş dixin û nirxandina "bi her awayî em xwe pêş dixin" kir.

'Jin dizanin hêzek heye'

Dêrik anî ziman ku navendên asayîşê ji bo jinan wekî "navnîşana çareseriyê" tê dîtin û wiha got: "Jin li hemberî pirsgirêkên ku rû bi rû dimînin dizanin ku li pişt wan hêzek heye. Vê îrade da jinê. Fêm kir ku êdî dikare şer bike, li dijî zayenda din xwe biparêze û jiyana xwe îdare bike. Me li hundirê asayîşê dibistan ava kir. Hêj gelek kêmasiyên me hene. Hem ji ber şertên şer hem jî ji ber ambargoya li dijî kontonê ev kêmasî hene. Em dixwazin sîstema xwe ya asayîşê bidin rûniştandin. Ji bo hevalên me yên jin bû ciheke wisa ku naçin malên xwe. Ji bo çend saetan diçin malên xwe û careke din tên asayîşê û karên vê derê dikin."

(sa)