1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Navê wêrekiya 88 saleyî: Dilşah Ozcan
Navê wêrekiya 88 saleyî: Dilşah Ozcan,navê,wêrekiya,88,saleyî,dilşah,ozcan

Navê wêrekiya 88 saleyî: Dilşah Ozcan

A+ A-

Lorîkvan û dengbêj Dilşah Ozcan, piraniya emrê xwe yê 88 saleyî, bi klam û lorîkên ku diyar bi diyar geriya û got, derbas kir. Pîr bûye, lê xemgînî û zindîbûna di awaza wê de, hêj wek roja destpêkê ye. Dayika Dilşah, her tim sekneke bi biryar, wêrek û cegerpola nîşan daye. Mirina hevserê wê û zarokên wê, deriyên zîndanan, grevên birçîbûnê, meş, tadeyiyên polîsan û ji ber ku li salonên dadgehan bi kurdî axiviye hatiye qewirandin, lê dayika Dilşah tu car dev ji vê wêrekî û vîna xwe bernedaye.

Dilşah Ozcan, lorîkvan e. 45 salan lorandiye, giriyaye, girî rakiriye. Hestên kurdan ên bi êş, bi dengê dilê wan qêriyaye. Bi awaza xwe ya delal, bûye zimanê êş û kêfxweşiyan. Dayika Dilşah, di sala 1923'yan de li Gundê Dilova ya Navçeya Gimgima Mûşê jidayîk bû. Heta 13-14 saliya xwe, bi malbata xwe re ma. Piştî ku zewicî, li Gundê Qizilxaca Mûşê bicih bû. Keça wê ya 7 salî, di şewatek de jiyana xwe jidest da. Ev mirin, bû şîna bê dawî ya Dayika Dilşah û hevserê wê. Dayika Dilşah êdî nikaribû li vî gundî bimîne û çû gundê xwe, li wir bicih bû. Çend donim erd ji bavê xwe stend û 20 sal li vî gundî ma.

Dayika Dilşah, bi dengê xwe bala herkesî kişand ser xwe. Ji bo miriyan lorand, bi lorandinê re rondik barand. Dayika Dilşah, ne tenê dengbêj, çîrokbêjeke baş e jî. Bi van gotinan behsa dengbêjiya xwe dike: "Mirovên li derdora min, her carê digotin ka ji me re klamek bêje. Carna jî kom dibûn û digotin çîrok bêje."

Gazinca ji ber sersariyê

Dayika Dilşah hê jî dema diçe ser cenazeyek, dilorîne û hemû kesên li derdora wê, rondik dibarînin. Dayika Dilşah girîngiya lorandin û klaman a di jiyana wê de, bi van gotinan tîne ziman: "Yên ku min xwedî kirin, ked dan wan, li min napirsin. Deriyê min venakin, ji tenêbûna min re nabin dengekî. Anha klamên xwe jî, lorandinên xwe jî, ji xwe re dibêjim. Kêmasiyên di jiyana xwe de, wiha pênase dikim û hîs dikim."

6 zarokên xwe û hevserê xwe jidest da

Dayika Dilşa ku salên dirêj li Gundê Qizilxacê ma, 12 zarok anîn dinê. Lê ji ber nexweşînên cuda cuda, 6 zarokên wê li dû hev mirin. Hevserê wê jî, bronşît bû. Her ku çû, nexweşînê lê giran kir. Dayika Dilşah bi van gotinan behsa wan rojan dike: "Me 46 sal bi hev re derbas kir. Rojek jî dilê me ji hev nema. Min ji ber nexweşîna wî, mîna zarokan lê nihêrt. Min her tim jê hez kir. Ji min klam xwest, min jê re got, bi saetan ji ber serê wî ranebûm, min jê re klamên ku jê hez dikir, got. Piştî demeke kin, çû ser dilovaniya xwe. Ez û 6 zarokên xwe man tenê."

Dengê wê ruh da gelek klaman

Piştî ku hevserê wê mir, dayika Dilşa bi zarokên xwe re çû li navenda Mûşê bicih bû. 5 sal bi piştgiriya xizmên xwe debara xwe kir. Li vê derê jî klam gotin, çîrok vegot. Dayika Dilşah, bi dengê xwe yê ku ruh dide gelek klaman, bi dengbêjiya xwe, rastî hurmetek mezin tê. Piştî 5 salan, tê cem kurê xwe Necat Ozcan ê niha li Navçeya Dîdîma Aydinê di înşaetê de dixebite. Dayika Dilşah bi qasî 3 salan li ba kurê xwe dimîne, bi girtina kurê xwe re, derbeke nû dixwe. Kurê wê bi hinceta "alîkarî daye rêxistinê" tê girtin.

Tevli grevên birçîbûnê û meşan bû

Wek bi deh hezaran dayikên kurd, di rêya girtîgehê de derbas dibe emrê wê yê mayî. Li ber deriyên girtîgehan rastî heqaretan tê. Dayika Dilşah, diçe girtîgehên Buca, Aydin, Torbali, Urlayê. Dayika Dilşah vê pêvajoyê jî bi van gotinan tîne ziman: "Min di vê demê de, ruyê rastîn ê dewletê dît. Min gelek dayikên aştiyê ku mîna min bûn, nas kirin. Bi wan re, li hemberî zilm û zordariyan, tevli grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê û meşan bûm."

'Ji bo axaftina kurdî ji salona dadgehê hatim derxistin'

Dayika Dilşah, di nav hemû xebatên xwe de jî li ser welatê xwe, gundê xwe, zarokên xwe lorand û klam gotin. Dayika Dilşah, bi dengê xwe yê wek bilbilan moral dide dayikan. Kurê dayika Dilşah 14 sal di girtîgehê de ma. Dayika Dilşah her carê ji bo danişîna kurê xwe çû dadgehê, li salona dadgehê bi kurdî axivî û dengê xwe bilind kir, loma her carê ji salonê hat avêtin. Di danişîna yekem de dema ku dadger cezayê 14 sal aşkera kir, dayika Dilşah pêlava xwe derxist û avêt serê wî. Piştre bi qêrîna bi kurdî domand protestoyên xwe. Dayika Dilşah dibêje ku her tim li dadgehê nerazîbûna xwe ya li hemberî bêedaletiyê, bi qêrîna bi kurdî aniye ziman, rastî heqaretên polîsan hatiye, lê tu car netirsiyaye, rastiyan dîtiye û bûye şahideke êşên li vî welatî bi dayikan didin kişandin.

Xemgînî û tezetiya dengê wê didome

Dayika Dilşah ji ber tenêbûnê rojên zehmet derbas dike. Bi zorê dimeşe, piraniya klamên xwe jibîr kiriye, lê xemgînî û tezetiya di dengê wê de, hêj wek roja destpêkê ye. DÎHA (aw/mae)