1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Neviyê Şêx Seîd: Komploya li hemberî Şêx Seîd û Ocalan wek hev in
Neviyê Şêx Seîd: Komploya li hemberî Şêx Seîd û Ocalan wek hev in,neviyê,şêx,seîd,komploya,li,hemberî,şêx,seîd,û,ocalan,wek,hev,in

Neviyê Şêx Seîd: Komploya li hemberî Şêx Seîd û Ocalan wek hev in

A+ A-

AMED (DÎHA) - Her çiqas bi ser komploya li hemberî Şêx Seîd de 91 sal derbas bibe jî, komplo û êrişên li ser şopdarên Şêx Seîd berdewam dikin. Neviyê Şêx Seîd û Sekreterê Komaleya Şêx Seîd Felat Ozsoy diyar kir ku komplo gelê kurd xilas nakin û wiha got: "Piştî Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim û 1978'an derket holê ku komplo rêbazekî şaş e. Komploya li hemberî Şêx Seîd û ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî hev in."

Serhildana Şêx Seîd a di 13'ê sibata 1925'an de destpêkir û heta niha hêj bandorê wê berdewam dike wekî "serhildanekî zû zayîn kir" tê binavkirin. Hinceta vê yekê jî, di dema amadekariya serhildanê de komplo li hember vîna kurdan tê kirin û bê ku amadekariyên serhildanê baş bê kirin dest pê dike. Piştî serhildanê zû destpêkir û çend mehan şûn da pêşengê serhildanê Şêx Seîd bi 46 hevalên xwe re tên girtin û li Qada Şêx Seîd a li Yenîşehîr a Amedê tên darvekirin. Komploya li hemberî gelê kurd di 13'ê Sibata 1925'an de dest pê kir bi komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibata 1999'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat berdewam kir. Piştî 91 sal şûn da careke din li Kurdistanê gelê kurd ji ber ku daxwaza mafên xwe dikin rastî êrîşên dewleta tirk tên.

Sekreterê Komaleya Şêx Seîd û Neviyê Şêx Seîd Felat Ozsoy, komploya ku di kesayetiya Şêx Seîd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser gelê kurd hatiye kirin nirxand.

Ozsoy destnîşan kir ku destpêkirina Serhildana Şêx Seîd di 13'ê sibata 1925'an de bi awayekî bê plan li navçeya Pîran a Amedê pêk hat. Ozsoy anî ziman ku haya dewleta tirk ji amadekariyên Şêx Seîd ên ji bo serhildanê hebû û wiha got: "Dewletê hîn di destpêka amadekariyan de komekî ji 12 leşkeran pêk dihat bi ser Şêx Seîd de şand û piştî kuştina van leşkeran dewletê êriş bi ser Şêx Seîd û hevalê wî de bir. Bi vî rengî serhildanê zû dest pê kir."

'Bûyerên îro tên jiyîn şewqvedana 91 salan e'

Ozsoy anî ziman ku ji ber pirsgirêk heta niha nehatiye çaresekirin, her dem pirsgirêk ji demê re hatiye belavkirin her carê kurd xwe bi rêxistin dikin û ji bo mafên xwe serî radikin û wiha axivî: "Bûyerên ku beriya 91 salan destpêkir heta îro rû dan. Tiştên ku îro tê jiyandin, şewqvedana 91 salan e."

'Bi komployan encam nayê girtin'

Ozsoy da zanîn ku hişmendiya dewleta tirk çawa ku 90 sal berê li şuna diyalog û çareseriyê serî li komplo û komkujiyan da îro jî heman rêbazê bikartîne. Ozsoy bilêv kir ku komploya li hemberî Şêx Seîd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatin wek hev in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di kesayetiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, dewlet dixwaze bi mejiyê kevn encamê bigire. Dewlet dixwaze bi komplo û şer encamê bigire û ev yek weke rêbazek ji xwe re hilbijartiye."

'Komplo pirsgirêk kur dike'

Ozsoy destnîşan kir ku rêbazên dewleta tirk a li ser pisgirêka kurdan şaş e û wiha axivî: "Piştî serhildana Şêx Seîd, li Agirî, Dêrsim, 1978'an de avakirina PKK'ê, di 1984'an de pengava 15 tebaxê hat kirin. Ev yek derdixe holê ku rêbaza dewletê şaş e. 1999'an de bi komployê girtina Ocalan jî encam negirtin û dê îro jî pêşî li mezinbuyîna pirsgirêka kurdan negirtine. 17 sal in rêberê PKK'ê li girava Îmrali tê girtin û dê tû gav nehatiye avêtin. Tevgera kurdan ya îro ji 1999'an de bi paşdir de nîn e. Her rêbaza ku ji bilî çareseriyê tê kirin, pirsgirêkê hîn kurtir dike. Divê dewlet vê yekê bizanibe. Her çiqas em di pêvajoyek komkujiyan de derbas dibin jî, berxwedanek bi qasî vê mezin tê dayîn. "

(ua-ao/ft/sy)