1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. NY: Li dijî germahiya global pêwistî bi rêgehek nû heye
NY: Li dijî germahiya global pêwistî bi rêgehek nû heye,ny,li,dijî,germahiya,global,pêwistî,bi,rêgehek,nû,heye

NY: Li dijî germahiya global pêwistî bi rêgehek nû heye

A+ A-

NEW YORK 24.09.2014 06:15:08 Ji aliyê Neteweyê Yekbûyî (NY) ve li New Yorkê Civîna Bilind a Bahewayê pêk hat û di zîrveyê de pêşniyarên çareseriya guherînên bahewa û germahiya global hat nîqaşkirin. Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî-moon diyar kir ku pêwîstî bi rêgehiyekê heye. saziyên civaka sîvîl û rêveberiyên herêmî jî fikarên xwe yên der barê bahewayê de anîn ziman.

Civîna Bilind a Bahewayê ku beriya Civata GiştÎ ya 69’emîna NY’ê pêk hat, ji 120 welatî serokwezîr tevil bûn û welatên din jî nûnerên wan tevli bû. Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî-moon di zîrveyê de axivî û diyar kir ku bi taybet ji ber belavbûna karbondîoksîtê (CO2) zêdebûna germaniyê balê dikişîne.

Kî-moon di axaftina xwe de got: “Îro divê em rêgeheke nû ji cîhanê re xêz bikin. Em tenê ji bo axaftinê ne li virin. Em ji bo nivîsandina dîrokê li virin.

Kî-moon diyar kir ku divê di mijara germahiya global de serokên hikûmetan rola pêşeng bilîze û got divê belavbûna CO2 bi kapasîteya mijandinê ya erdê re bibe yek. Kî-moon got germahiya global divê di dawiya vê sedsalê de di bin 2 dereceyî de bê girtin û got guherîna demsalî bandorê liser jiyana mîlyaran kesî dike.

Kî-moon biryarên ku di konferansa bahewaya di2009’an de hatiye girtin bibîrxist û ji nûnerên hikûmetan xwestin ku piştgiriyê bidin Fona Kesk ya ku berê soza wê hatibû dayîn. Kî-moon got ji bo butçeya salane ya 100 mîlyar dolarî divê hikûmet piştgiriya pêwist bikin.

Bersiva yekemîn ji Fransaya ku dê di sala 2015’an de ji Zîrveya Bahewayê re malovaniyê dike hat. Fransayê got dê salê mîlyorek dolar razîne Fona KESK.

Di zîrveyê de ligel cîhana aboriyê, saziyên civaka sivîl û rêveberiyên herêmî faliyetên lobî pêk anîn. saziya World Vîsîon ya alîkairya zarokan dike daxuyaniyek da û got li welatên xizan pêwistiya zarokan bi xwedîbûnek baş heye û got divê ji bo cotkarên welatên xizan piştgirî bê dayîn.

Şaredarên bajarên mezin ku tevli zîrveyê bûn jî diyar kirin ku ji ber zêdebûna nifûsê rêjeya karbondîoksîtê jî zêde bûye û got divê ev rêje bê daxistin.

Welatên rojava hewl didin ku ji sala 2020’an şûnde peymaneke ku ji bo hemû welatên cîhanê derbasdare li hev bikin. Ji bo pêkhatina vê peymana nû ya ku dê bikeve şûna peymana Protokola Kyoto ya di 1997’an de li bajarê Kyoto a Japonyayê hat îzekirin,di 5 salên dawî de di zîrveyên ku hatin kirin de encamek nehat girtin.

Di zîrveya ku dê di 2015’an de li Parîsê pêk tê de tê hedef kirin ku der barê karbondîoksît û gazên serayê de biryarên polîtîk bên girtin.