1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Nêrîna jinan herî zêde jinên kurd dikare binivîsîne'
'Nêrîna jinan herî zêde jinên kurd dikare binivîsîne',nêrîna,jinan,herî,zêde,jinên,kurd,dikare,binivîsîne

'Nêrîna jinan herî zêde jinên kurd dikare binivîsîne'

A+ A-

MED (DÎHA) - Niviskara kurd Kîbar Krîstîn Ozbey ku pirtûka xwe ya yekem bi tirkî nivisandibû, piştre bi zimanê kurdî du pirtûk nivisandin. Ozbey balê kişand ser girîngiya zimanê kurdî û nivîskariya jinan û diyar kir ku divê jinên kurd çîrok û helbestên xwe bi zimanê xwe binivîsin Ozbey wiha got: "Pêwistiya wêjeya kurdî bi pênûsa jinan heye. Jinên kurd herî baş bi nêrîna jinekê û bi pênûsa jinekê dikare bê nivîsandin."

Li cîhanê û Tirkiyeyê ku jin her tim rastî tundî û paşverûtiyê tên, li hemberî vê hişmendiya qirêj têkoşîna jinan jî her ku diçe mezintir dibe. Bi taybet jî di vê serdemê de li dijî hemû êrîşên li ser jinan, jinên kurd bi têkoşîn û xebatên xwe dîrokê dinivîsin. Her wiha her ku diçe niviskarên jin jî zêde dibin. Yek ji van niviskaran Kîbar Krîstîn Ozbey e. Ozbey ku li nexweşxaneyê hemşîretiyê dike, di heman demê de pirtûk jî dinivîse. Ozbey heta niha sê pirtûkên 'Sağınak Yanlızlık', 'Şevdank' û 'Sorxelî' nivîsîne.

Kîbar Krîstîn Ozbey Li Mûşê hatiye dinê, piştî salekê bi malbatî koçî navçeya Farqîna Amedê kiriye û heta 16 saliya xwe li Farqînê jiyaye. Nivis, helbest û çîrokên Ozbey yên kurdî û tirkî di kovar, malper û rojnameyan de hatine weşandin. Demekê di rêzefîlma 'Ax û Jiyanê' de jî lîstiye. Her wiha Ozbey beşa tenduristiyê jî xwendiye û niha di nexweşxaneyekê de hemşîretiyê dike.

2 pirtûkên bi kurdî:

Ozbey di van salên dawî de bi taybetî jî li ser çîrok û helbestên kurdî radiweste û dibêje; "Min yekem car pirtûka xwe ya helbestê ya bi navê 'Sağınak Yanlızlık' bi tirkî nivisî. Piştre jî du pirtûkên xwe yên bi sernavê , 'Şevdank' û 'Sorxêlî' bi kurdî nivîsîn. Bi taybetî jî di van pirtûkên min de çîrokên min li ser jinan in."

Ozbey da zanîn ku heta niha li ser jinan gelek pirtûk hatine nivisîn, lê hemû jî ji aliyê mêran ve hatine nivîsîn û bi nêrîna mêran, jin di çîrokan de teşe girtine. Ozbey wiha berdewam kir: "Jinên kurd herî baş bi nêrîna jinekê û bi pênûsa jinekê dikare bê nivîsandin. Çîroknasên jin ên kurd divê zêdetir bibin."

'Divê ciwan bi zimanê xwe biaxivin'

Ozbey derbarê grîngiya zimanê zikmakî de jî wiha got: "Bi taybet jî divê di vê serdemê de ku gelê kurd û jinên kurd têkoşîneke bêhempa didin, divê jinên ciwan û xort bi zimanê zikmakî biaxivin û dîroka xwe bi zimanê xwe bidin jiyîn. Ji ber wê jî divê ciwan zêdetir bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin. Yekem car Celadet Bedirxan, Fuat Temo, Qedrî Can, Erebê Şemo bi wêjeya klasîk a kurd zimanê kurdî ya wêjeyî dane nasîn. Em jî hewl didin ku şopdarê wan bin."

Ozbey destnîşan kir ku edebiyata kurdî di warê hînkirina ziman de gelek pêş ketiye û wiha pêda çû: "Di van salên dawî de gelek nivîskarên kurd dest ji zimanê biyanî berdan û dest bi nivîsîna kurdî kirin. Ev yek jî bo me nivîskaran kêfxweşiyek mezin e. Ziman hebûna neteweyek û welatek e, ji ber wê jî divê kurd qîmetê bidin zimanê xwe."

Ozbey got ku jinên kurd ku îro dikarin çek jî bikar bînin û dikarin binivîsin jî. Ozbey wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên kurd gelek çîrokên kurdî dizanin û zarokên xwe jî bi çîrokên kurdî mezin dikin. Ji ber wê jî divê êdî bi awayekî nivîskî jî, di wêşeya kurdî de cihê xwe bigirin. Ji ber pêdiviya wêjeya kurdî bi pênûsên nazik heye."

(zf/go/wk)