1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Obama bi biryar e di sala 2016'an de firotina çekan kêm bike
Obama bi biryar e di sala 2016'an de firotina çekan kêm bike,obama,bi,biryar,e,di,sala,2016,an,de,firotina,çekan,kêm,bike

Obama bi biryar e di sala 2016'an de firotina çekan kêm bike

Serokê DYA Barack Obama ku li welatê wî her roj 90 kes ji ber çekê jiyana xwe ji dest didin, da xuyakirin ku armanca wî ya destpêkê ya sala 2016'an, têkoşîna li dijî 'şewba' bikaranîna çekê ya li welatê wî ye

A+ A-

HAWAÎ - ANF Serokê DYA Barack Obama ku li welatê wî her roj 90 kes ji ber çekê jiyana xwe ji dest didin, da xuyakirin ku armanca wî ya destpêkê ya sala 2016'an, têkoşîna li dijî 'şewba' bikaranîna çekê ya li welatê wî ye.

Obama di axaftina xwe ya heftane de bibîr xist ku li welatê wan, ji hejmara mirovan zêdetir çek hene û têkoşîna li hemberî firotin û peydakirina çekan weke 'karekî neqediya ye' pênase kir. Obana got, "Di sala nû de wezîfeya min a bingehîn, têkoşîna li dijî şewba şîdetê ya bi çekan e."

Obama diyar kir ku ew ê di roja Duşemê de bi Wezîrê Edaletê yê Fderal re hevdîtinê bike û gavên di vê mijarê de werin avêtin, pê re nîqaş bike.

Li DYA her roj bi qasî 90 mirov ji ber êrîşên bi çekan dimirin û hejmara çekên li vî welatî ji hejmara mirovan zêdetir e. Lê belê Barack Obama yê ku dixwaze firotin û peydakirina çekan kêm bike, ji aliyê Komargerên li kongreyê serdest in, tê astengkirin.

Komarger peydakirina çekan diparêzin. Her wiha gelek senator û endamên Meclîsa Nûneran bi lobiyên çekan re xwedî têkiliyên girîng in.

Qesra Spî jî difikir e ku ji bo pêşîgirtina li firotin û peydakirina çekan bigire, rêbaza biryarnameya xwedî hukmê qanûnê ye, bi kar bîne.

Li gorî pisporan, Qesra Spî wê bi hin rêze biryarnameyên di nava mehê de de biweşîne re weke şert bixwaze ku kesên dixwazin bibin xwedî çek, bên lêkolînkirin ku sûc kirine yan na û pirsgirêkên xwe yên derûnî hene yan na.