1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Obama wê bi Erdogan re rûnenê
Obama wê bi Erdogan re rûnenê,obama,wê,bi,erdogan,re,rûnenê

Obama wê bi Erdogan re rûnenê

Rojnameya Wall Street Joûrnal (WSJ) a li Amerîkayê tê weşandin ragihand, Obama wê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re rûnenê

A+ A-

WASHÎNGTON - ANF Di nûçeya WSJ a li ser mijarê de hat gotin, "Rayedarên Amerîkî ji WSJ re ragihandin, Birêz Obama pêşniyara vekirina mizgefta li Marylandê ya ku Tirk fînansmana wê dikin red kiriye û planeke Serokê Amerîka nîne ku bi mûxatabê xwe yê Tirk re hevdîtineke fermî bike."

Di heman nûçeyê de hat gotin, li şûna Obama wê Alîkarê Serok Jeo Bîden bi Erdogan re hevdîtinê bike.

Serdana Erdogan a DYA ku wê 5 rojan bidome, sibe destpê dike. Erdogan ji bo bi Obama re rûnê ketibû nava gelek hewldanan.