1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ocalan: 15'ê Hezîranê dema dawî ye
Ocalan: 15'ê Hezîranê dema dawî ye,ocalan,15,ê,hezîranê,dema,dawî,ye

Ocalan: 15'ê Hezîranê dema dawî ye

Dê piştî 15’ê hezîranê tu paşdexistina pêvajoyê pêk neyê. Ev yek zelal e.

A+ A-

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya hefteyî de têkildarî pêvajoya bêçalakîbûnê peyamên girîng dan. Ocalan di destpêka hevdîtinê de pirsgirêkên xwe yên tenduristî wiha ragihandin: "Hêsirên ku ji çavê min tên min bêzar dikin. Tevî ku hinekî kêm bûye jî hêj wek pirsgirêk didome. Bandoreke neyînî ya şertên hewaya vir hene. Dîsa hucreya ku lê dimîmin bandorê çalê li ser min dihêle. Ne tenê mijara çavan her wiha di mijara nefes girtinê de jî zahmetiyan dikişînim."

HEMÛ DAYIKAN SILAV DIKIM

Ocalan, ji bo hemû dayikan silavê xwe pêşkêş kirin û silavê xwe wiha domandin: "Di serî de dayikên Alî Haydar Kaytan û Riza Altun, rêzgirtin, hezkirin û silavê min pêşkêş bikin. Dayika Riza Altun nexweş ketiye jê re selametiyê dixwazim. Her wiha ji bo hemû jin û ciwanên me yên li Ewropayê silavên xwe pêşkêş dikim."

YÊN EWROPAYÊ DIVÊ GIRÊDAYÎNA XWE HER BIDOMÎNIN

Ocalan, bal kişande ser sazkirina Akadimiya Lêkolînên Civakî ya Mezopotamyayê ku li Ewropayê vebû û der barê mijarê de ev peyam dan: "Akademî girîng in, beriya niha jî min ev girîngî gelek caran bilêv kiribû. Ne tenê perwerdeya siyasî û bîrdozî, di warê aborî, civakî, çandî û dîrokê de jî divê perwerde bê dayin. Ji bo ciwanên kurd ên li Ewropayê karibin xwe biparêzin û ji hev belav nebin ev akademî gelekî girîng in. Li Ewropayê li navenda kapîtalîzm û bûrjûwaziyê de dijîn li wir jiyan zahmet e. Bi taybetî divê ciwan xwe biparêzin. Heger ev ne be bi hesanî dikarin bişemitin. Hêviyên xwe ên vegera welêt divê tim zindî bigirin. Divê tu caran ji bîr nekin û girêdana xwe ya bi welêt re biparêzin. Li wir dikarin jiyanên ji rêzê ava bikin lê ev yek dê wan biqedîne, şêwazê min ê jiyanê ne wisa ye. Heger hûn bi dozê bawer in û hûnê doza gelekî bimeşîni divê rêza tiştên girîng ên hûn bikin hebe. Ji bo min ev yek wisa ye. Ji bo gelê xwe min destê xwe ji her tiştî kişand, tiştekî din ji bo min ne girînge. Heta ez sax bim ez ê ji bo têkoşîna gelê kurd a mafdar li ber xwe bidim. Yên bi min re bimeşin divê vê yekê bizanibin û li gorî wê bi min re bimeşin. An heger bixwazin bila riya ku ew dizanin bişopînin. Lê heger ji vê dozê bawer in, dixwazin tiştinan bikin û li pey min bên divê jiyaneke bi pîvan bimeşînin."

DIVÊ CIWAN HIŞYAR BIN

Ocalan, der barê şêwazê jiyana ciwan û jinan de jî nêrînên xwe parve kirin û wiha axivî: "Beriya niha jî min gotibû; jiyana malbatê heger li ser bingehekî misoger were dayin dikare watedar be. Bi hev re têkoşîn dikare were dayin, lê dizanim ku ev yek gelekî zehmet e. Dema jiyana malbatî des tpê kir rêza girîngiyan diguhere. Ji ber ku sîstema kapîtalîst li gorî vê yekê hatiye avakirin û tijî xefk e. Gelek mirov wisa têk çûn. Ji ber ku ev pirsgirêk tev min dîtin min Modernîteya Demokratîk bi pêş xist û pêşniyar kir. Ji bo mirovan ji vî şêwazê kirêt ê kapîtalîzmê rizgar bikim min ev pêşniyar bi pêş xistin. Şêwazê jiyana kapîtalîst jin, ciwan û tevahiya jiyanê tune dike. Lewma divê ciwanên li Ewropayê bêtir hişyar bin. Di serî de ciwanên li Ewropa ji bo hemû rêhevalên ciwan silav û hezkirinên xwe dişînim."

EZ PIŞTGIRIYÊ DIDIM MEŞA 'EM ANATOLYAYÊ NADIN'

Ocalan, diyar kir ku ew piştgiriyê dide meşa "Em Anatolyayê nadin". Ocalan, da zanîn ku meşa li dijî wêrankirina xweza, avakirina HES û bendavan tê lidarxistin gelek girîng e û wiha got: "Ez girîngiyê didim vê meşê. Li ev meş di çarçoveya Wekî Biyolojik "Ji komkujî û werankirina xwezayê re na" pêk bê dê baştir be."

DIVÊ BEŞAR EL ESAD BI PYD’Ê RE HEVDÎTİNÊ PÊK BÎNE

Ocalan bal kişand ser çalakî û bûyerên ku piştî 15'ê Adarê li Sûriyeyê dest pê kirin û wiha got: "Li Sûriyiyê nêzî 300 hezar welatiyên kurd ji mafê hemwelatiyê û nasnameyê dûr in. Tê gotin ku 48 kurdên di Newrozê de hatibûn girtin serbest hatin berdan. Bawerim Sûriye hinekî xwe dide paş. Hewldanên Reforma dawî ji ber vê tirsa muxalîfan e. Bi vê yekê dixwaze ji daxwazên kurdan li gorî xwe pêk bînin û hevkêşiyê biparêzin. Divê Beşar Esad ne bi eşîran re, divê bi bi nûnerên fermî bi PYD'ê re hevdîtinan pêk bîne. Ger ku veguhertinek demokratîk pêk bê wê demê dê çareserî pêk bê û Sûriye vê pêvajoyê ji ser xwe bavêje. Ger ku wisa be em jî dê piştgiriyê bidin. Divê Sûriye ji bo diyalog û çareseriyê rê li pêşiya hevdîtinan veke. Ger ku Sûriye vê yekê qebûl bike, dê kurd piştgiriyê bidin Esad. Ev yek dê hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo ereban bibe rizgarî. Ger ku siyasetek demokratîk bê nîşandan dê gelê kurd jî di pêşengiya PYD'ê de li gel gelê ereb li ser esasê azadiya demokratîk têkoşînê bimeşîne. Li Sûriyeyê pêvajoya demokratîkbûnê dest pê kiriye û divê heta dawî ev pêvajo bê meşandin."

KESÊN LI DERVÊ LÎSTEYÊ MANE DIVÊ DI NAVA KCD'Ê DE CIH BIGIRIN

Ocalan, têkildarî hilbijartina 12'ê hezîranê de jî nerînên xwe anîn ziman û xwest kesên li dervê lîsteyê mane jî di nava xebatên KCD'ê de cih bigire. Ocalan, da zanîn ku KCD girîng e û wiha got: "Dibe ku hin şaşi hatibin kirin. Lê divê her kes vê yekê bi xweşbinî bibîne. Ji ber ku siyaset têkoşînek demdirêj e. Divê her kes demdirêj bifikire. Divê xebatên xwe yen bi çepgir û hêzên demokratîk re bimeşînin. Ji ber vê yekê ez zêde li ser akademiyên siyasî disekinim. Divê li vir siyaseta demokratîk bê fêrkirin. Ez hemû kesên bûne namzet û nebûne namzet silav dikim. Kurdên ku di lîsteya AKP'ê de bûne namzet jî divê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bi israr bin. "

BI KESAYETIYÊN BÛRJÛVAZIYA BIÇÛK DOZA GEL BAŞ NAYÊ MEŞANDIN

Ocalan, derbirî ku ev doza gel bi kesayetiyên burjûvaziya biçûk nayê meşandin û wiha berdewam kir: "Divê her kes ji bo gel têbikoşe. Ez li vir di nava van mercan de li gel hemû zehmetiyan ji bo gelê xwe têdikoşim. Min xwe bi her tiştê xwe fêdayî gelê xwe kiriye. Ez mafê gelê kurd bi tu kesî nadim xwarin."

DIVÊ LI MÊRSÎNÊ KOMÎTEYÊN TAXAN BÊN AVAKIRIN

Ocalan, da zanîn ku Ertugrul Kurkçu li Mêrsîne bûye namzet û xwest li Mêrsînê komîteyên taxan bên avakirin û xwe li gorî wê bi rêxistin bikin. Ocalan, xwest hêza xwe baş bi rêxistin bikin û bi hêzên sosyalîst û demokratîk re baş li hev kom bikin. Ocalan, bibîrxist ku ji bilî peywira wekîliyê peyvirên din jî hene.

EM TENÊ LI SER HILBIJARTINAN NÊZÎ TIFAQÊ NEBIN

Ocalan, daxuyand ku ew pir girîngiyê didin Bloka Neteweya Demokratîk û wiha pêde çû: "Divê ev tiqaf demdirêj û bi ref be. Divê tenê li ser hilbijartinê neyê avakirin. Ev yek dê rê li pêşiya makeqanûna demokratîk veke. Pêdiviya gelê kurd û tirk ji vê yekê heye. Ger ku baş tev bigerin pirsgirêka benavê jî çênabe." Ocalan, xwest li Dîlok, Çewlîk, Semsûr, Meletî, Qers, Eleziz jî li gorî komîteyan xwe bi rêxistin bikin.

DÊ PIŞTÎ 15 HEZÎRANÊ TU TALOQKIRIN PÊK NEYÊ

Ocalan, bal kişand ser biyara KCK’ê ya heta 15’ê Hezîranê dirêjkirina pêvajoya pozîsyona parastinê û wiha got: “KCK’ê di daxuyaniya dayî de ragihandiye ku ew dê heta 15’ê Hezîranê pozîsyona parastinê dirêj bikin. Dê piştî 15’ê hezîranê tu paşdexistina pêvajoyê pêk neyê. Ev yek zelal e. 15’ê Hezîranê dîroka dawî ye. Ji daxuyaniya KCK’ê dayî jî ev yek wiha tê fêmkirin. Divê gelê me wiha bizane. Ger heta 15’ê Hezîranê çareserî pêk neyê, dê şerekî dijwar pêş bikeve. Dê hevdîtinên ku ez li vir dikim nîşan bide ka dê pêşketinên çawa di pêvajoyê de pêk bên. Bi pêşbîniyeke mezin, dê hevdîtinên ez pêk tînim heta 15’ê hezîranê bidomin. Ger piştî hevdîtinên ku ez dê pêk bînim, ji hikûmetê ji bo çareseriya demokratîk pêngav hebin, dê pêvajoya muzakereyan jî dest pê bike û dê bi vî awayî çareseriyek jî pêk bê. Pêşbîniyek heye ku dibêje dê hikûmeta AKP’ê piştî hilbijartinê, di çarçoveya makeqanûnê de dest bi çareseriyê bike, hêvîdar im wisa be. Ger ev yek berovajî bibe, êdî tiştek ku ez bikim namîne.”

GER PÊVAJOYA XETER DEST PÊ BIKE EZ DÊ VEBIKIŞIM

Ocalan, diyar kir ku ger pêvajoya xeter dest pê bike ew dê xwe ji navberê vekişîne û wiha domand; “Ger dîsa pêvajoyek xeter weke ya ku piştî axaftina Serokwezîr di sala 2005’an de li Amedê der barê çareseriya pirsgirêkê de kirî, dest pê bike, weke min gotibû, ez dê vekişim. Bila gelê me wiha bizane. Êdî ez li vê derê mirî an jî sax bim, tu ferqa wê namîne. Bila êdî min wek neyî bihesibînin. Dê êdî gelê me û tevger tiştê ku dizane, bikin. Dê şerekî topyekûn dest pê bike. Dê ev şer li bejahiyan jî, li bajaran jî, li çiyayan, li deştan, li metropolan û li her derê berdewam bike. Dê hemû hunerên şer bêne pêkanîn. Ez vê yekê wek geflêxwarinekê nabêjim, ez wek pêşbîniyekê dibînim, behsa tiştên ku dê biqewimin dikim. Ez nabêjim, KCK dibêje. Ger şerekî wiha dest pê bike, dê bejn di nava xwînê de winda bibe. Em vê yekê naxwazin. 12 sal in ez li vir ji bo çareseriya bi riya aştiyane-demokratîk pêk were tiştê ji destên min tê dikim. Hewl didim pêşî li van xeteriyan bigirim.

ÎHTÎMALA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK HEYE

Ocalan, destnîşan kir ku îhtîmal heye ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bibe û wiha got: “Niha îhtîmal heye ku dê pirsgirêka kurd bi riya demokratîk çareser bibe. Ger ev yek pêk were û çareseriya demokratîk pêş bikeve, dê aborî jî di nav de di her warî de riyên li pêşiya Tirkiyeyê vebin. Lê berovajiyê vê, dê şerekî ku tu kes naxwaze rû bide. Bila gelê me vê yekê wiha bizane û amadekariyên xwe li gorî vê yekê bike. Ez li vê derê bi tena serê xwe li riyên çareseriya aştiyane digerim. Rewşa KCK û KCD cuda ye. Weke ku min berê jî gotibû, AKP bi destê polîsan û bi aqilmendên ku em ji wana re dibêjin akademiya polîsan zextê li gel û hêzên demokratîk dike. Hûn dibînin, bi hezaran kes ji ber sedemên pûç û vala tên girtin.

NAVENDA JÎTEMÊ LI FLORÎDAYÊ BÛ

Ocalan, der barê navenda xebatên akademiya polîsan û JÎTEM’ê de jî wiha got; “Ger em bala xwe bidin ser, ez dibêjim midûrên emniyetê, ez MÎT’ê ango dezgeha sîxûriyê û serfermandariyê tevli vê yekê nakim. Vê akademiya polîsan peywira JÎTEM'ê ya ji beriya sala 2002’yan girtiye ser xwe. Min ji beriya niha jî gotibû navenda JÎTEM’ê li Florîdayê ye. Girêdana Çîller, Çatli û weke din bi vê derê hebûn.”

NAVENDA KONSEPTA NÛ ÛTAH E

Ocalan, ragihand ku navenda konsepta nû li Utahê ye û pêde çû; “Wekî min qala wan kiribû, navenda pêkhateya nû ango ‘akademiya polîsan’ li Utaha Amerîkayê ye. Piraniya tiştên îro diqewimin li Utahê tên plankirin. Destê CIA û FBI di nava vî karî de hene. Ger ne bi desteka Amerîkayê bin, evane nikarin li vir van polîtîkayan pêk bînin.”

ARTÊŞA MELEYAN

Ocalan, têkildarî ‘Artêşa Meleyan’ jî bal kişand ser van xalan; “Weke min gotî, ev rewş dê heta 15’ê hezîranê berdewam bike, pêncî û neh rojên me mane. Divê gelê me jî û hemû raya giştî ya Tirkiyeyê vê yekê bizanibe. AKP niha serdestê her tiştî ye. Tu mafê wê tune ye ku bêje “Ez nikarim vê pirsgirêkê çareser bikim”. Êdî bandora artêş û çapemeniyê jî heye. Ger xwe nêzî çareseriya pirsgirêkê neke, ez dê wê ji hikûmeta Çîllerê xetertir îlan bikim. Jixwe rêbazên ku ew pêk tîne vê yekê destnîşan dikin. Her tim yekîneyên hêzên taybet dişînin ser sînor. Min gotibû li aliyekê di nava artêşê de bi bandor in, li aliyê din jî dixwazin bi riya van dibistanên taybet û bi destê artêşa meleyan serê gelê me tevlîhev bikin. Bawer im di pirtûka bi navê “Artêşa Meleyan” de behsa vê yekê tê kirin.”

PIŞTGIRIYA NIMÊJA SÎVÎL DIKIM

Ocalan, di hevdîtina xwe de li ser çalakiyên berxwedana demokratîk û nimêja înê ya sivîl sekînî û wiha got: “Der barê nimêjên îna sivîl jî dixwazim van tiştan bibêjim; ez piştgiriyê didim van çalakiyên bêîteatiyê û silav dikim. Îslama rast ev e. Ev îslama Medîneyê ye. Îslama Hz. Muhammed ku tevli desthilatdariyê nebûye ev e. Ez jî ji dibistana seretayî pêde diçûm nimêjên înê. Koka îslamê û peyva silavê eynî ye, tê wateya aştî, aramî û xweşiyê. Ez hemû gelê me yê tevli nimêjên îna sivîl dibin silav dikim. Ez hêvî dikim ku aştiya wan, silava wan yanî wateya îslama rasteqîn, nimêja wan a di riya aştiya de bê qebûlkirin.”

ÇALAKIYÊN AŞTIYANE HETA 15’Ê HEZÎRANÊ DIVÊ BERDEWAM BIKE

Ocalan, destnîşan kir ku çalakiyên aştiyane heta 15’ê hezîranê divê berdewam bikin û wiha got: “Îslama rasteqîn jî vê yekê wisa ferz dike. Gel divê ne li pişt melayên ku pişta xwe dane desthilatdarî û dewletê, li pişt melayên ku aştiyê dixwazin rêz bigirin. Mafên wan heye ku heta dewlet çareseriya demokratîk, edalet û aştiyê pêk bîne vê yekê bike. Jixwe têgihiştina edaleta îslamê jî vê yekê ferz dike.

Ez cara dawî careke din dubare dikim, zêde dema me tune ye, du mehên me mane. Heke şer bi pêş bikeve ji vê dê her kes zirarê bibîne, lê kesên ku tiştekî winda bikin hebe dê zêdetir zirarê bibînin.”

Ocalan, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin piraniya nameyên ku ji girtîgehan tên nadin min. Ez hevalên li girtîgeha Edîrneyê û hemû hevalên li girtîgehan e silav dikim. Her wiha hevalê Mehmet Aras û hemû hevalên nexweş yên li girtîgehan silav dikim. Di serî de Amed û Êlih ji hemû gelê me re silavên xwe dişînim.”

ANF NEWS AGENCY