1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ocalan: Cuntaya AKP’ê cuntaya herî xeter e
Ocalan: Cuntaya AKP’ê cuntaya herî xeter e,ocalan,cuntaya,akp,ê,cuntaya,herî,xeter,e

Ocalan: Cuntaya AKP’ê cuntaya herî xeter e

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der bare pêvajoyê de nirxandinên girîng kirin. Ocalan, destnîşan kir ku AKP dixwaze kurdan tasfiye bike, ji ber ku div ê daxwaza xwe de biser neketiye, har bûye û êrîşî kurdan û BDP’ê dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkildarî rewş û potansiyela Rihayê nerînên xwe bi berfirehî anîn ziman. Ocalan, destnîşan kir ku 4 namzetên serbixwê yên Blokê jî ji Rihayê dikaribûn bên hilbijartin. Ocalan diyar kir ku Riha bi serê xwe mîna welatekî ye û wiha pê de çû: "Divê Riha were fêmkirin, bi tena serê xwe mîna welatekî ye. Gelek lîstik li ser tên meşandin. Tê xwestin hebûnên wê werin guhertin. Divê ev lîstik baş werin dîtin. Divê li wir li gor vê rastiyê şêwazekî siyasetê were destnîşankirin. Ava wir zêde ye û axa wê berhemdar der e, lewra lîstikên têkildarî ax û ava Rihayê hene. Divê li vê ax û avê xwedîderketin hebe. Çavê gelek kesî li Rihayê ye. Ereb û Cihû tên ji Rihayê axê dikirin, razemeniyan pêk tînin. Dîsa tê xwestin li ser hebûna olî ya Rihayê jî lîstik werin leyîstin. Divê em van tiştan tevan bibînin. Berovajî vê yekê siyaseta demokratîk nikare li wir were pêşxistin. Di vê wateyê de divê xabateke xweser a rêxistinbûyina li gor taybetmendiyên Rihayê, were meşandin."

KES NE MECBÛR E GOTINÊN MIN DUBARE BIKE

Ocalan bal kişand ser şert û mercên eniyên xebatê û derbarê helwestên ku tim û tim gotinên wî dubare dikin û hewl didin dilsoziya xwe nîşan bidin de bi zimanekî rexneyî wiha got: "Kes ne mecbûr e gotinên min dubare bike, teqlîda min bike. Ne mecbûr in nîşan bidin ku bi min re hevdeng in. Tim hewl didin vê yekê nîşan bidin, lê ne nêzîkahiyeke rast e. Ev 30 sal e rewş wisa didome. Hemû barî diavêjin ser milên min. Hemû bar li ser milê min e. Ez li vir nikarim hemû tiştî bavêjim ser milê xwe. Şert û mercên me tevan ne mîna hev in. Şertên Qendîlê cuda ne, şertên siyaseta demokratîk cuda ne, şertên min cuda ne. Qendîl saziyeke cuda, siyaseta demokratîk saziyeke cuda, ez saziyeke cuda me. Her sazî divê polîtikaya xwe ya çareseriyê biafirîne û ji bo di jiyanê de pêk were, hewl bide. Her sazî dikare qanalên xwe bi xwe avabike. Bi her qanala hat avakirin re, hevdîtin dikare pek were. Qendîl îlegal e, hêzeke berxwedana çekdarî ye, tevgera gerîla ye. Polîtîkaya xwe li gor vê yekê divê biafirîne. Dê li gor pozîsyon û rastiya xwe polîtikayê diyar bike. Saziyên siyaseta demokratîk jî cûda ne, li qada legal û têkoşîneke demokratîk dimeşînin. Divê polîtîkayên xwe li gor vê diyar bikin û dîplomasiya xwe bimeşînin. Ez jî saziyeke cuda me, şert û mercên min diyar in. Yên li vir û endamên heyetê jî qebûl dikin ku ez saziyeke cuda me û wisa jî nêzî min dibin."

HERKES Û MERCÊN XWE

Ocalan di mijara cudabûna saziyan û şertû mercên wan de nirxandina xwe domand û xwest her sazî û her alî li gor şert û mercên xwe tevbigere. Ocalan berfirehiye mejarê wiha rawe kir: "Şert û mercên me cûda ne, yên li derve azad in, ez mahkûm im. Tiştê ew bikin, ji yên min cudatir in. Kes ne mecbûr e bi min re hevdeng be. Neçar divê herkes li gor rastiya xwe tevbigere. Dema ez dibêjim ne mecbûr in bi min re hevdeng bin, ez qala vê yekê dikim. Di van şertan de ez nikarim hemû hêzan bigirim ser xwe, ez ne hakimê şertên pratîkî me û her wiha nikarim rêbertiya pratîkî bikim. Her wiha li vir ez agirbestê jî bipêş naxim. Tiştê ez hewl didim bikim ewe ku li gor tecrûbe, hêza xwe sûdê bidim çasereyeke destûrî ya demokratîk."

TEWANBARIYA DÎKTATORIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Ocalan bibîr xist ku tevî hemû hewldanên wî yên bi niyeta baş û ji bo aştiyê rayedarekê Ewropayê wî bi dîktatoriyê sûcbar dike û wiha got, "Rayedarekî Ewropî tevî hewldanên min ên ji bo aştiyê, min bi dîktatorî sûcbar dike û dibêje ku hemû otorîteyê ez di destê xwe de dihêlim. Îdîa dike ku ez hewl didim otorîteya xwe li ser kurdan ferz bikim. Di vê rewşa ku ji bo çareseriya demokratîk di van şertên giran de jî ez hewl didim de, îthamkirina bi dîktatoriyê, tiştekî ku neyê qebûlkirin e. Ez hemû enerjiya xwe ji bo çareseriya li ser bingehê destûra demokratîk xerc dikim. Di van şertên ez tê de hatime hiştin de, nikarim hemû pêşketinan kontrol bikim. Divê herkes li gor şert û mercên xwe tevbigere. Ji bo pêşketinên gengaz çiqasî amade ne? Divê li gor rewşa rêxistinbûyina xwe û rastiya xwe biryar bidin ka dê pêvajoyê çawa pêşwazî bikin. Li hember pêşketineke were rojevê, dê xwe çawa biparêzin? Gelo dê karibin xetereyên li ser gel û li pêşiya wan pêşwazî bikin? Hesabê vê yekê divê ew bi xwe bikin û pêk bînin."

LI VIR AZADÎ TUNEYE'

Rêberê Gelê Kurd derbarê rewş û statuya tê de hatiye hiştin de jî nerînên xwe parve kirin. Ocalan destnîşan kir ku ew li gor şert û mercên xwe hewl dide xabatê bimeşîne û tevbigere. Her wiha diyar kir ku heyeta hevdîtinê pêk tîne jî, vê mijarê bi heman rengî digire dest û mîna ku ew saziyeke cuda ye hevdîtinê pêk tîne. Ocalan têkildarî şertû mercên xwe wiha got: "Ez li vir mehkûm im. Ya rast rewşa min ne mîna mehkûmtiyê ye jî. Bi operasyona Gladîo û NATO, ez anîm vir. Lewra statuya min a li vir derveyî hiqûqê ye, statuya rehînetiyê ye. Tê zanîn rehîne beramberî tiştekî tên girtin. Li gor hêz û satuya kesê rehîn, dixwazin ji yên dijber tiştan bidest bixin. Divê herkes statuya min zanibe. Li vir hiqûq filan tuneye, tê zanîn ku dadgeh çawa pêk hatin, şanoyek hat lîstin. Yên li Guantanamo tên girtin jî wek rehîneyan e. Dixwazin bi rêyên derveyî hiqûqê ji yên li wir hin agahiyan bigirin û sûdê ji wan bigirin. Ev der jî beriya Guantanamo ya DYA'yê hatiye avakirin. Ez jî li vir rehîne me. Çi tê serê rehîneyan? An li gor hêz û statuya wî tiştên hatine xwestin heger pêk neyên rehîne tê berdan, an ev daxwaz dema pêk nayên rehîne tê kuştin. Her wiha beyî kirina tiştekî jî rehîne terkî rizîn û mirinê tê kirin. Du sê encamên rehînetiyê hene. Ezê derfetê nedim ku li vir werim rizandin."

AKP’Ê TASFIYE PEK NEANÎ LOMA ÊRÎŞÎ BDP'Ê DIKE

Ocalan her wiha di hevdîtina xwe de li ser sedemên tundkirina êrîşên li dij BDP'ê jî rawestiya û destnîşan kir ku ji ber derfet nehatiye dayîn ku BDP bibe parçeyekî siyaseta tasfiyeyê AKP niha hevqasî êrîşî BDP'ê dike û wiha axivî: "Ya rast, xwestin li vir min bikar bînin û li gor xwe pirsgirêka kurd çareser bikin. Min ev yek zû ferq kir. Lîstikên li ser siyaseta legal tên meşandin jî, heman lîstik in. AKP xwest BDP'ê bi xwe ve gerê bide û bixe rewşa dûvitiya xwe û bi vê yekê tasfiyeyê bibe serî. Lê di vê yekê de biser neketin. Hêrsa AKP'ê ya li dij BDP'ê ji ber vê yekê ye. Heger bi kurahî nêzî van polîtikayên tasfiyeyê nebin, dê nikaribin vala derxin. Bi nêzîkahiyên sere sere, ev polîtîka vala nayên derxistin. Tevî evqas darbe tên xwarin jî ev yek baş nehatiye fêmkirin, hêdî hêdî dê were fêmkirin. AKP ku polîtîkayên xwe yên tasfiyeyê nebirin serî, niha êrîşî min û BDP'ê dike. Sedema hêrsa wê ewe ku hêza bitenê ya li dij wê li ber xwe didê, kurd in."

DÊ MHP Û CHP'Ê DÎZAYN BIKIN

Ocalan destnîşan kir ku rewşa MHP û CHP'ê ya tê de ne, ne rewşeke ku bikaribin li dijî AKP'ê li ber xwe bidin û niha di pêvajoya derbasbûnê de ne. Ocalan bi van gotinan destnîşan kir ku MHP û CHP jî dê ji nû ve were dîzaynkirin û wiha axifî: "MHP û CHP di pêvajoya jinûve dîzaynkirinê de ne. Lê rewşa hêzên siyaseta demokratîk jî gelekî lawaz e. AKP jî ku vê yekê dibîne mîna boksvanekî çep û rast li wan dixe, her valahiya dibîne boksekê diavêje. Dema valahî pêk werê, nayê fêmkirin ka darbe ji ku tê. Sedema girtin û binçavkirinên hevqasî zêde, ev yek e."

QADÊN AZADIYÊ DIKARE BÊN AVAKIRIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî operasyon, binçavkirin û girtinan jî rêya berwxedanê wiha pênase kir: "Her roj bi sedan kes tên binçavkirin, heger gel neyê parastin dê zêde jî bibin. Divê li vê yekê xwedî derkevin. Ev berpirsiyariya siyasiyan e. Bersiv nedan vê yekê. Karîbûn gel bidin pişt xwe û li hember operasyonên pêk tên helwestê nîşan bidin. Heger tedbîr neyên girtîn, dê berdewam bikin. Dibe ku bi komployên cûda li hember her siyasetmadarî êrîş hebin. Li hember vê yekê tiştê were kirin şêwazê siyaseta demokrathik were pêşxistin û qadên azadiyê yên mîna Tehrîrê werin avakirin."

HARITIYA HERÎ MEZIN A ERDOGAN NÊZÎKATIYA WÎ YA LI DIJÎ KURDAN E

Ocalan diyar kir ku alternatîfa berxwedanê ji bo wan ne alternatîfek nû ye û wiha got: “Ji xwe bi salane em li ber xwe didin. Ez li vir li ber xwe didim, siyasetmedar li derve li ber xwe didin. Gerîla li çiyayan li ber xwe didin, tişta ku bi salan e em dikin, berxwedan e. AKP’ê bi salan xwest pirgirêka kurd li ser pişta min li gorî xwe çareser bike. Ez li vir nebûm amûr. Her wiha xwest BDP’ê bikişîne aliyê xwe û kurdan tesfiye bike. AKP dixwaze tevgera siyasî ya kurd tasfiye bike û pirsgirêka kurd li gorî xwe çareser bike. Ji xwe di daxuyaniyên didin de jî vê yekê dibêjin. Erdogan qala projeyên dîn û har dike. Lê bi rastî jî harbûna wî ya herî mezin, nêzîkatiya wî ya li hemberî kurdan e. Wisa dixuyê ku wê di tesfiyekirina kurdan de har be. Van projeyên xwe yên har bi awayeke rihet rave dike, sedemê vê yekê jî ew e ku pergala kapîtalîst weke palekê li ber pişta wî ye. Ji ber dizane hêzên kûr li pişt wî ne, bi awayekî rehet tevdigere. Hema bêje bi projeyên xwe yên har henekên xwe bi mirovan dike.”

HER WEKÎ AKP PIRSGIRÊKAN ÇARESER KIRIYE NÎŞAN DIDE

Ocalan destnîşan kir ku AKP hewl dide wisa nîşan bide ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike û wiha berdewam kir: “Wî got qey çareserî tenê TRT-6 û kûrsên kurdî û wisa têgihîşt ku wê kurd vê yekê weke çareserî bipejirînin. Lê AKP ne partiya çareseriyê ye. Ji roja hatî avakirin û heta niha dixwaze kurdan tesfiye bike. Yek ji armancên damezrandina wê jî, ev bû. AKP ji sala 2002’yan ve cuntaya xwe ava dike û dixwaze bi wê cuntayê kurdan tesfiye bike. Bi DYA’yê re li hev kir û cûntaya xwe damezirand. Di encama lihevkirina DYA-AKP’ê de, ji şûna cûntaya kevneşopî ya nijadperest, cûntaya Îsmalî-nijadperest damezrandin. AKP bi vî awayî desthilatiya xwe ya hegemonîk didomîne. DYA’yê jî piştgirî da vê cûntayê. Jixwe cûntaya nijadperest-netewperest rezîl û riswa bibû. DYA êdî zanî ku ev kar bi van cûntayan nameşe, ligel AKP’ê cûntaya Îslamî-nijadperest anî. Polîtîkayên DYA’yê yên herêmê jî di nava vê yekê de ne. Polîtîkayên xwe yên Rojhilatanavîn li ser vê yekê ava kirin. DYA’yê di dema netewperest-nijadperestan de bi netewperest û Turkeşan re li hev kir û polîtîkaya xwe ya li ser Rojhilatanavîn meşand, niha jî bi Fethullahiyan re li hev kiriye û polîtîkaya xwe dimeşîne. Hûn jî dizanin, Turkeşî di sala 1952’yan de çû Emerîkayê û li wir perwerde dîtin. Û hatin Tirkiyeyê cûntaya netewperest-nijadperest damezrandin.”

LÎSTIKA DYA’YÊ YE

Ocalan got ku ev cûrê cûntaya kevneşop xwe dispêre nijadperestiya Îttîhat Terakkî û wiha pê de çû: “Di wê demê de li hemberî Îttîhat Terrakî, Huriyet û Îtîlaf hebûn. AKP jî dişibe vana. Heta destpêka sala 2000’yan DYA’yê bi xwe van karan bi rê ve bir. Ev cûntaya kevneşop a di destêpêka salên 2000’î de, weke Ergenekon hat binavkirin. Dema zanîn bi vana êdî karê wan nameşe, bi AKP’ê re cûntayek nû ava kirin. Lihevkirinek ji ya Turkeşî û DYA’yê xurtir, bi AKP’ê re pêk hat. Ev yek di sala 2004 de di navbera DYA û AKP’ê de pêk hat. Piştî wê jî AKP û Serfermandarî di civîna Dolmabahçe ya sala 2007’an de li hev kirin. Bi vî awayî cûntaya nû ya nijadperest-Îslamî pêş xistin. Di vê pêvajoyê de DYA û Fethullahiyan li hev kirin, jixwe ew bi xwe li DYA’yê dijî. Rojnameya Zaman jî berdevktiya vê cûntaya nû dike. Gava mirov bi baldarî vê rojnameyê dişopîne, mirov vê yekê dibîne. Ango armanca avakirina AKP’ê, ne çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye, armanc ew e ku polîtîkayên DYA û Înglîstanê li Rojhilatanavîn têxin meriyetê. AKP ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, ji bo domandina polîtîkayên DYA, yên li herêmê hatiye avakirin. Ji ber ku êdî DYA ji cûntaya nijadperest-netewperest a kevneşop bê hêvî bû.”

CÛNTAYA AKP’Ê HEYE!

Ocalan diyar kir ku cûntaya AKP’ê heye û wiha got: “Cûntaya Îslamî-nijadperest, ev ji cûntaya nijadperest-netewperest kûrtir e. Kiryarên wê xurtir in. Lihevkirina vê cûntayê ya bi DYA’yê re kûrtir e. AKP xwe dispêre vê cûntaya kûr. Ji ber ku AKP xizmeta polîtîkayên DYA-Îngilîstanê dike, niha li ser serdest e. Ha, Serokwezîr diçe Lîbyayê, madelyaya ji Qeddafî digire, têkiliyên xwe yên dostane pêş dixîne, piştre jî Qeddafî li holê dihêle. Li Sûriyeyê jî dibe birayê Esad, hevdîtinên berfireh pêk tîne, piştre jî Esad bi tenê dihêle. Li Efganîstanê piştgiriya DYA’yê dike, bi Pakîstanê re hevkariyek ku bi salan didome pêk tîne. Lê bi rastî jî wisa dixuyê ku kuştina Bîn Ladîn a li vê herêmê di encama van hevkariyan de pêk hatiye. Cihê Bîn Ladîn dihat zanîn. Ew bi kar anîn, piştî ku karê wan pê qediya, vê car ew tesfiye kirin. Daxuyaniyeke Ehmedînejad hebû. Diyar dikir ku ‘demeke dirêj e Bin Ladîn di bin çavdêriya DYA’yê de dixebite.’ DYA bi van polîtîkayên xwe welatên li herêmê bi xwe ve girê dide. Ji polîtîkayên xwe re dike amûr. Wê bi van liv û tevgeran qada Îranê teng bike û dorpêç bike.”

AKP WEK CÎGIRÊ DYA’YÊ YE

Ocalan destnîşan kir ku AKP ji ber hevkarî û hevsengiya bi polîtîkayên DYA’yê yên li Lîbya, Sûriye, Efxanîstan û Pakîstanê re, li ser desthilatiyê dimîne û wiha got: “AKP bi destê xwe li nêzî 50 welatên Îslamî xizmeta DYA’yê dike. AKP niha weke cîgirê DYA’yê yê li 50 welatên Îslamî ye. AKP’ê li hemberî van xizmetan hemûyan ji DYA’yê destûra tesfiyekirina kurdan girtiye. DYA û AKP’ê di mijara kurdan de li hev kirine. AKP’ê têkiliyên xwe yên bi Ewropayê re jî sererast kir, beriya niha pirsgirêk û nakokiyên wan hebûn. Bi wan re jî têkiliyên xwe baş kir, lê niha her çendî tenê hinek rexneyan bigire jî, lê tu pirsgirêkek tune ye. Xwe di vê mijarê de jî rehet kiriye.”

BILA QENDÎL BIRYARA XWE BIDE

Ocalan, li ser 12’ê Îlonê û meseleya Kenan Evren jî rawestiya û wiha got: “AKP diyar dike ku wana hesap ji Evren û 12’ê Îlonê pirsiye, di rayagiştî de hewayek wiha didin nîşandan. AKP hesabê 12’ê îlonê nepirsiye. Ev hemû kemîn û lîstok in. Senaryoya îfadedayînê ya Evren jî ji mêj ve hatiye amadekirin. Bi darê zorê îfadeya Evren nagirin. Evren bi daxwaza xwe îfade dide. Heta ev pêşketin hemû neyên dîtin, mirov nikare pêşî li polîtîkayên tasfiyekirinê bigire. Divê Qendîl û BDP vê yekê baş bibînin û baş binirxînin. Dubare dikim, hewldanên min ji bo çareseriya makezagonî ye. Ez hevdîtinên xwe yên li vê derê di vê çarçoveyê de pêk tînim. Wê Qendîl jî û herkes li gor şert û mercên xwe helwesta xwe nîşan bide. Ew ne neçar in ku tişta ez dibêjim her tim wê bikin. Dikarin di mijarên pratîk de, rêbertiya pratîk bikin.”

ŞERÊ DI NAVBERA AKP Û DEMOKRASIYÊ DE DÊ DESTPÊ BIKE

Ocalan da zanîn ku li Îmraliyê hewl dide çareseriya makeqanûnî pêk bîne û wiha got: “Bersiva ku AKP bide vê yekê, girîng e. Ger AKP xwe nêzî çareseriya makeqanûnî neke, dibe bi awayekî xwezayî pevçûn rû bidin. Di vê rewşê de wê kurd li ser bingehê Xweseriya Demokratîk avakirinên xwe yên civakî pêş bixînin. Hêza wan a ji bo vê yekê heye. Behsa du hiqûqan tên kirin, dikarin herduyan jî pêş bixin. Ger çareserî pêk nehat, şerê ku rû bide, wê nebe şerê kurd-tirkan, wê pevçûnek di navbera hêzên xweseriya demokratîk û hêzên desthilatiya hegemonîk a AKP’ê de dest pê bike. Dibe ev pevçûn li gelemperiya Tirkiyeyê biqewime. Gava ez vê yekê dibêjim, ez tehdît nakim, ez tenê li ser bingehê tecrûbeyên xwe tesbîtên sosyolojîk dikim.”

PARTIYA SÎWANÊ

Ocalan, diyar kir ku vî şerê ku dê derkeve hole, dê têkoşîna hevpar a hêzên demokratîk û xweser a li hemberî êrîşên pergalên kapîtalîst û yekdest ên ku AKP ligel DYA û Ewropayê be. Ocalan wiha got: “Li hemberî vê hegemonyaya yekdest a har divê kurd, sosyalîst, hawirparêz, femînîst û kom û civatên dîtir bên ba hev û qadeke têkoşînê ya hevpar biafirînin. Ev polîtîkayên yekdestparêziya har dike ku li Tirkiyeyê neyê jiyîn, çand, xweza, ax û av tên qirkirin. Bi projeyên HESê Anadolû hatiye dorpêçkirin û bûye dêris. Li hemberî vê yekdestiya êrîşkar divê kurd, sosyalîst û kesên ji çand û baweriyên cihê ne, li ser fikra neteweya demokratîk xwe bi rê bixin. Piştî hilbijartinan riya vêya jî pêngava partiya sîwanê ye. Di vir de erk û peywir li her kesî/ê dikeve. Divê her kes rola xwe baş bilîze, erka xwe baş bi cih werîne. Pêngava me ya partiya sîwanê jî xwe dispêre feraseta neteweya demokratîk. Ya girîng ev e ku ev blokbûn pêk were. Girîngiya dîrokî ya vê xebatê gelek e. Min deh sal berê jî gotibû, lê nehatibû fêm kirin. Heke wê çaxê baş têketa meriyetê, niha rêjeya dengan dê ji sedî 30 bûya. Ev blok dikare li Tirkiyeyê li her derê xwe bi rê bixe. Bi awayekî ku guhê wan li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê xwar be dikare bixebitin. Bi metodên demokratîk û siyasî dê hukim li ser çareseriya makezagonî ya demokratîk bike.”

GIRÎNGIYA KCD’Ê

Ocalan da zanîn ku partiya sîwanê dema ku vêya bike, dê KCD jî xebatên xwe bidomîne û wiha got: “KCD dikare xebatên xwe yên di nav kurdan de berdewam bike. Dikare xebatên pêkhatina yekîtiya neteweyî û demokrasiyê yên li parçeyên din bike. Jixwe xebatên konferansa yekîtiyê tên kirin. Bi meseleyên di nav kurdan ên wekî civakî, siyasî, aborî û hwd. eleqedar bibe û projeyan amade bike. Di heman demê de KCD dikare xebatên makezagona xweseriya demokratîk a kurdan jî bike. Dikare makezagona xweseriya demokratîk çêbike. Dikare lêanîn û guncavbûna vê makezagona xweseriya demokratîk a li makezagona giştî bike. Xebatên yekîtiyê yên di nav kurdan de jî girîng e, dikare cih bide van xebatan. Di rewşên şer û pevçûnê de KCD dikare di navbera dewlet û kurdan de qasidiyê bike, xebatên çalak bike. Di KCD’ê de cihwergirtina Bayram Bozyel û Şerafettîn Elçî girîng e, ez silavên xwe ji wan re dişînim.”

DIBE KU HEVDÎTIN PÊK NEYÊN

Ocalan li ser çareseriya makeqanûnî jî rawestiya û wiha got: “Ez bi girîngî vê diyar dikim, ez li vê derê bi qasî tecrube û derfetên xwe ji bo çareserkirina makezagonî ya demokratîk a kêşeya kurdan dixebitim. Ez hevdîtinên xwe yên bi şandeyê re bi vê mebestê dikim. Berî 15’ Hezîranê de hevdîtineke me ya dawîn bi şandeyê re hebûya. Heta vê saetê hevdîtin pêk nehatiye. Belkî hevdîtin pêk bê, belkî jî careke din qet neyên. Em ê li bendê bisekinin û bibînin. Heke bên dê bersiveke yan erênî yan jî neyînî bidin pêşniyarên min ê berê. Min berê 156 rûpel nexşerê bi awayekî zelal û kurt pêşî wan kiribû. Di wir de min pêşniyarên xwe yên pratîk pêş kiribû. Berê jî daxuyaniyên min ên devkî û nivîskî hebûn bê ka dê çareseriya makezagonî û demokratîk çawa bi pêş bikevin. Di parêznameya xwe ya dawîn de ez li van babetan kûr sekinîm.”

AKP DIXWAZE KURDAN TASFIYE BIKE

Ocalan da zanîn ku kêm zêde karakterê pêvajoyê diyar bûye û wiha pê de çû: “Ji aliyê min ve gelekî zelal e ku AKP dixwaze avadaniya xwe ya hegemonîk saz bike. AKP dixwaze kurdan tasfiye bike. Di warê tasfiyekirina kurdan de li Tirkiyeyê tiştekî ku guheriye, tune. Beriya AKP’ê hegemonyaya neteweparêz û nijadperest a ku pêşengiya wê CHP Û MHP’ê dikirin, xwestin kurdan tune bikin. Niha jî bi pêşengiya AKP’ê hegemonyaya îslamîst û nijadperest dixwazin kurdan tasfiye bikin. Di vî warî de li Tirkiyeyê tiştek neguheriye. AKP dema ku van polîtîkayên tasfiyeyê disepîne olperestiyeke sixte dike, rûyê xwe bi olperestiyê dinixumîne. A rast tu eleqeya AKP’ê bi kurdan tune ye. Rûpoşa CHP’ê neteweparêzî ye, ya MHP’ê nijadperestî ye û ya AKP’ê jî îslamîst e. Her sê partî jî xwe dixin bin van rûpoşan û polîtîkayên xwe yên qirêjî dixin meriyetê. Ji ber ku me rûpoşa AKP’ê ya îslamîst ji rûyê wê da alî, hêrsa xwe ji me tîne. Di demên dawîn de êrîşî BDP’ê, tevgera kurd dike û navan bi dû me dixe.”

EM ÎSLAMA MEDÎNEYÊ DIPARÊZIN

Ocalan da zanîn ku di bingeha vê êrîşê de jî nerihetiya ku ew dijîn heye û wiha got: “Tu pirsgirêka me bi baweriya olî ya kesî tune. Em li hemberî baweriyên olî têra xwe bi hurmet in û qîmetê didinê. Ji ber ku em qîmetê didin wan, em feraseta îslamîsta sixte ya AKP’ê napejirînin û li hemberî wê tê dikoşin. Em pûteyê bi îslamiyeta Medîneyê didin. Em vê diparêzin ku îslamiyeta Medîneyê, feraseta îslama rast e. Dema ku misilman nû hatin Medîneyê camiyên wan tune bûn. Di wan deman de mirovan berê li bin siya darên xurmeyan, dûre li bin banan û dûre jî li mescîtan kêşeyên xwe yên civakî nîqaş kirin û riyek ji van kêşeyan re dîtine. Her dem di nava xwe de nîqaş kirine, riyek ji van kêşeyan re dîtine, bi kêşeyên eşîran eleqedar bûne, li aştiyê geriyane. Îslama Medîneyê ev e. Îslama Medîneyê îslama civakî ye, îslama sosyal e. Hevgirtinê diparêze. Em îslama Medîneyê dipejirînin û li gorî fikra me ev îslama rastîn e.”

ÎSLAMA CIVAKÎ

Ocalan got ku feraseta îslama AKP’ê ya îslama îktîdarê ye, îslama Mûaviye û Emewiyan e. Ocalan ev tişt gotin: “Em li dijî vê feraseta îslamê ya îktîdarê ne. Şoreşa îslamê ji ber serdema xwe şoreşeke sosyal e. Di civakê de pêşketin pêk hatine. Ji îslama îktîdarê tercîha me îslama civakî ye. Tiştê ku em dikin nûjenbûn û pêş ketina îslamê ye. Divê gelê me wisa nêzik bibin. Ya din jî azana bi kurdî jî ne rast e. A rast kakilê îslamê ye. Em îşê xwe ji vê tînin. Li ser vê bingehê bangewaziya min ji Hîzbûllah, Mûstazaf-Der, Mazlûm-Der û civatên îslamî yên din hene: pirsgirêka me bi baweriya olî ya tu kesî/ê tune, berovajî wê hurmeta me ji baweriya wan heye, em qîmetê didinê. Ji ber ku em qîmetê didin îslama rastîn, hêrsa me ji îslama sixte re tê. Ev civat divê nehêlin ku îslamîstên sixte wan bi kar bînin. Ez dizanim ku di nava wan de yên girêdayî ol û baweriya xwe hene û ev kes, kesên dirust in. Lê ji ber vê dilsozî û duristbûna wan, hinekên ji wan tên bi kar anîn.”

HIŞYARIYA BO HÎZBULLAHÊ

Ocalan diyar kir ku berê Hîzbûllah wisa hat bikaranîn û wiha got: “Tê zanîn ku JÎTEM’ê ew çawa bi kar anîn. Bi demê re li ser vê mijarê gelekî mukirhatin derketin holê. Di nava Hîzbûllahê de kesên dilsoz û dirust hebûn û temamî vê girseya dilsoz hatin bikaranîn û deh hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber wê jî divê kone bin. Di pêvajoyeke şer de dibe ku AKP bixwaze wan bi kar bîne. Divê nebin beşeke vê lîstika fen û fûtan. Berê bûn beşeke vê lîstikê û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev rewşeke gelekî xeternak e û divê me fêm bikin. Divê mirinên her du aliyan jî bên sekinandin. Ez rewşa xeternak nîşan dikim. Ez dixwazim van fikarên xwe bi awayekî dilsoz bi wan re par ve bikim. Ev civatên hanê dikarin biçin KCD’ê û xwe li wir îfade bikin. Tevlî karên KCD’ê bibin. Ji vê derê ez bangî wan dikim û yek bi yek silavên xwe ji wan re dişînim.

PARASTINA REWA ESAS E

Ocalan diyar kir ku AKP dixwaze tevgera siyasî ya kurdan tasfiye bike û bi vê re jî pirsgirêka kurd çareser bike. Ocalan di vê mijarê de ev tespît kirin: “Bi vê armancê her cure operasyonan li dar dixe, kesan destgîr dike, digire, dikuje. Berê ev kar bi destê Sererkaniyê û artêşê dihatin kirin. Di dema AKP’ê de ev bêtir bi destê polîsan tên kirin. Di meha dawîn de ji KCK, Qendîlê pêncî kes şehîd ketin. Li Colemêrgê li hemberî qaşo PKK’ê meleyek înfaz kiribû, neh gundî û neh gerîlla hatin qetilkirin. Yanî li hemberî kesekî bîst kesan qetil dike. AKP di vî warî de pir xedar e, çavsorî bûye. Heke çareseriya makezagonî ya demokratîk pêk neyê dê êrîşên wan zêdetir bibin. Di vê haya her kesî ji vê rewşê hebe. Di rewşeke wisa de parastina rewa esas e. Tê qal kirin ku guh tên jêkirin, çav tên derxistin û çekên kîmyewî tên bi kar anîn. AKP van tiştan tena serê xwe nake. Bi qasî xizmeta ji pergala kapîtalîst a yekdest re dike, alîkariya teknîk jî tê de gelek alîkariyan werdigire.”

HIŞYARIYA BO GERÎLA

Ocalan destnîşan kir ku dive kes xwe nexe rewşa berxan û stûyê xwe netewîne. Ocalan ev hişyarî kirin: “Ev 30 sal in ez van nîqaşan dikim. Me gelekî hewl dan lê me nikaribû van nêziktêdayînên dogmatîk bişikînin. Ez jî mirov im. Bila kes min neke tabû, divê têkiliyên me têra xwe normal bin. Hevalên kevn giş fedakar in, ji min fedakartir, egîd û wêrektir in. Tê bîra min, qet nedisekinîn, pir dixebitîn. Min jî wisa li wan dinihêrî, qet li cihê xwe nedisekinîn, ked didan. Ez bi qasî wan ne egîd bûm. Lê dîsa jî bi van taybetiyan ne gerîlatî tê kirin û ne jî siyaseta demokratîk tê kirin. Divê kûrbûn û stratejî hebe, sekna îdeolojîk û rêxistinbûyî hebe. Heke ev tune bin bi fedakarî û duristbûnê ji binê van pirsgirêkan nikarin rabin.”

TARZA GERÎLATIYÊ

Ocalan diyar kir ku bi salan e tarza gerîlatiya heyî rexne dike û wiha got: “Divê yên biryara gerîlatiyê didin; zanîn û bîra xwe li gor, gerîlatiyê amade bikin. Heta di van mijaran de xwe saxlem nekin, baş biryara xwe nedin û bi temamî xwe amade nekin, divê çekê hilnedin ser milê xwe. Yan na, dê nikaribin du roj jî mercên gerîlatiyê bijîn. Di encamê de dê birevin û zerarê bidin. Ji bo tu bikaribî rêxistinek biafirînî, wê rêxistinê zindî bihêlî, divê tu xwedî hewldan û helwestên kûr bî. Divê li gor mercên wê yên pratîk tev bigerin û jiyana xwe li gor wê ava bikin. Niha ez jî li vira, li gor mercên girtîgehê teşe didim jiyana xwe. Ez li vira wekî li derve bim najîm. Yên gerîlatiyê dikin, 24 saetan gerîlatiya xwe jibîr nakin. Tenê bi fedakariyê nabe. Dîsa bi serê xwe, bi qehremaniya ferdî jî tekoşîn nayê meşandin û bi pêş nakeve. Ji bo vê, divê bîrdoziyek saxlem, rêxistinbûyînên saxlem werin afirandin. Ger bîrdozî û rêxistinbûyîna te tune be, fedakarî û qehremaniya te bi serê xwe tiştek îfade nake. Tekoşîna şoreşgeriyê û ya gerîlatiyê encax wiha dikare were meşandin.”

GIRÎNGIYA YEKITIYA NETEWÎ

Ocalan, anî ziman ku li ser bingeha siyaseta demokratîk jî, wisa tenê bi başî û durustiyê pêşveçûn çênabe û wiha got: “Divê li gor wê qadê lêhûrbûn, lêkûrbûn û hêza rêxistinbûyînê were bêşxistin. Divê hemû kes, peywira xwe, tekoşîna xwe ya şoreşgeriyê bi layîqî bimeşînin. Dijberî van, xetere mezin e. Dibe ku hemû destkeftî ji dest werin girtin. Dibe ku bikevin nav êrîşek berfireh. Ev xetere ne tenê ji bo kurdên Tirkiyeyê, ji bo Berzanî û Telebanî jî derbasdar e. Ya li Başûr hatiye damezirandin, hê dewlet jî nîn e, dewletek biçûk e, heta dewletek biçûk jî nîn e, di asta begîtiyê de ye. Jixwe di cihek teng de hatine bicihkirin. Dibe ku bixwazin wan di 24 saetan de biqedînin. Pir zor e ku rewşek wisa were astengkirin jî. Ji ber vê, divê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de, bi lezgînî xebat werin kirin, têkilî werin pêşxistin.”

TÊKBIRINA LÎSTIKAN

Ocalan destnîşan kir ku îmaja DYA’yê ya PKK’ê diyar e û ev tişt gotin: “Vê yekê di sala 2004’an de nîşan dan. Hin kesên ji PKK’ê veqetiyabûn bi kar anîn û xwestin PKK’ê bi xwe ve girê bidin, xwestin bikin rêxistinek girêdayî xwe. Ew tîp jî hatin van lîstikan û hin kes di encama vê yekê de ji PKK’ê veqetiyan. Lê nikaribûn PKK’ê bi temamî tune bikin û bê bandor bihêlin. Bawer im dê dîsa lîstikên bi vî rengî bilîzinîn, di demên li pêş de hewldanên wan ên wiha hebin. Xwestin, PKK’ê bi aliyê xwe ve bikşînin, wek rêxistina xwe bikar bînin, BDP’ê bikin dûvikê xwe û min jî li vira di mercên rehînetiyê bigrin û li gor xwe bikar bînin. Dê hê berdewam bikin. Divê li hemberî lîstikên bi vî rengî rêxistinbûyînên saxlem werin avakirin. Tenê bi vî awê ev lîstik dikarin werin têkbirin.”

HIŞYARIYA BO ÇARESERIYÊ

Ocalan destnîşan kir ku tê westin pirsgirêk bêyî PKK’ê û bêyî wî bê çareserkirin û wiha got: “Em jî tevî van hemûyan jî, hewl didin çareseriya demokratîk û aştiyane bi pêş bixin. Me di 1999’an de, ji bo aştiyê gerîla vekişand derveyî sînor. Lê ev vekişandin, li gor me dixwest pêk nehat. Wê demê hukumeta Ecevît hebû. Di sala 2002’yan de yek ji rayederên leşkerî yên li vira bi min re hevdîtin çêkirin digot: “Ger hûn dixwazin xwe bidin qebûlkirin; divê hûn zêdetir şer bikin.” Jixwe haya wan, ji paşvekişandinê tune bû. Dema min ji wan re gotibû şaş mabûn. Me bêyî agahdariya wan vî gavê avêtibû. Ji bo em şansê bidin çareseriya demokratîk û aştiyane me hêzên xwe paşve kişand. Me gelek windahiyên mezin dan. Di vê biryara me de bandora dema Ecevît hebû. Lewre Ecevît, hin pêşveçûnan çêkir, ji çareseriya aştiyane re amade xûya dikir. Wekî ku dikaribû rîskek wiha hilgirta, lê di pêvajoyên li dû de rastî astengiya MHP-Bahçelî hat. Nikaribû ji vê astengiyê derbas bûbûya û jixwe dawiyê tê zanîn, AKP hat desthilatdariyê û me heta 2004’an şans da AKP’ê. Du-sê salên me jî wisa derbas bûn. Bi rastî wê demê me AKP’ê baş nas nekir. Em bi şaşî nêzî AKP’ê bûn, me tesbîtên şaş kir. Dîsa jî tevî van hemûyan jî min xwest di 2005’an de pêşiya pêvajoyê bigrim. Ez zêde nebûm amûr. Lê di vê demê de dîsa agahî hatin, min guhdar kir û nirxand. Wê demê me xwest em bersivê bidin van bangewaziyan. Bi vî awê pêvajoya hatibû destpêkirin, heta îro hat û hê jî berdewam dike. Niha li ber me alternatîfa çareseriya makezagona demokratîk yan jî li ser bingeha xweseriya demokratîk, alternatîfa diyarkirina çarenûsa me heye. Daxwaza me ya xweseriya demokratîk, daxwazek hiqûqî ye. Cihê vê di hiqûqê de heye. Di Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî yên Ewrûpayê de jî, ev xalên hanê pêk hatine. Erdogan, jixwe dizane ku ev yek wiha ye. Bersiva daxwazên xweseriyê di vira de jî hene. Şertê xweseriya Ewrûpayê bi daxwazên me dikare li Tirkiyeyê were jiyîn.”

TÊKILIYA KURDAN Û DEWLETÊ

Ocalan, diyar kir ku rewşa têkiliya navbera kurdan û dewletê, wek hevbardanê ye û wiha got: “Yekîtiya nû ya em ava bikin jî divê zewacek azad be. Bi vî aliyê xwe hinek dişibe pirsgirêka jinê. Têkilî û tekoşîna di navbera kurdan û dewletê de, wek tekoşîna ji bo têkiliya wekhev a di navbera jin û mêran de ye. Li pêşiya me rojên dîrokî hene. Ger li Tirkiyê û herêmê, tekoşîna kurdan a ji bo azadî û demokrasiyê bi serkeftin bi encam bibe; dê ev serkeftin, bişibe encamên mezin ên şoreşa civakên serdemên pêşîn biafirîne.”

ROLA DÎROKÎ BICIH BÎNIN

Ocalan anî ziman ku li Sûriyeyê jî, kurd dikarin li ser bingeha yekitiya demokratîk têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: “Li hemberî êrîşên emperyalîst dikarin hêzên parastina xweser ava bikin. Ev dê ji bo wan, ne tenê li hemberî Esad, li hemberî êrîşên emparyalîst bibe hêz. Dema kurd, van hêzên xwe biafirînin, ne li ser bingeha dijberiyê dikarin, li ser bingeha diyalog û bihevkirinê hevdîtinan çêbikin. Ez selamên xwe ji gelê me yê li Îran û Iraqê re dişînim. Divê yekîtiya xwe ya neteweyî û demokratîk biafirînin. Dîsa ez selamên xwe ji Ewropayê re dişînim, ji xebatkarên TV. re serkeftinê dixwazim. Hilbijartinên ku dê çend roj paşê pêk werin dîrokî ne. Ez hêvîdar im dê gelê me û hemû aliyên demokrat, sosyalîst û şoreşger di vê hilbijartinê de rola xwe ya dîrokî bi layîqî bi cih bînin. Dê gelê me xwedî li dengên xwe derkeve. Ez hemû qadên xebatên hilbijartinan dimeşînin, gelê me, nazmedên blokê silav dikim û di tekoşîna wan de serkeftinê dixwazim. Silavên xwe ji Dêrsimê re dişînim. Di serî de gelê me yê li Riha, Agirî û Dêrsim, ji hemû deran re selamên xwe dişînim. Haya min ji gotinên Wedat Turkalî heye, ez jê re hezkirin û selamên xwe yên taybet dişînim.”

ANF NEWS AGENCY