1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ok: Sala 2016’an ji bo Rêber Apo û gelê me sala azadî û serketinê ye
Ok: Sala 2016’an ji bo Rêber Apo û gelê me sala azadî û serketinê ye,ok,sala,2016,an,ji,bo,rêber,apo,û,gelê,me,sala,azadî,û,serketinê,ye

Ok: Sala 2016’an ji bo Rêber Apo û gelê me sala azadî û serketinê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku dema ew rastiya gelê kurd û rewşa dewleta dagirker a Tirkiyeyê dide berçavan sala 2016’an weke sala qederê ye û got, "Sala 2016 ji bo Rêber Apo û gelê me sala azadiyê û serketinê ye."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku yê îradeya azadiyê û serketinê temsîl dike gelê kurd û Tevgera Azadiyê ye, bi hevî û biryarek mezin, bi israr û înadek mezin eq gava xwe davêjin sala 2016’an. Ok, wiha got: “Bêguman gelê me di 2016’an de ew ê encamê bigirê. Salek muhîm e. Weke sala qederê, mirov bêje rast e û di cih de ye. Sala 2016 ji bo gelê me û Rêber Apo sala azadiyê û serketinê be.”

Li ser deklerasyona KCD’ê Ok da zanîn ku gaveke pîroz û rûmet e, lê di vê mijarê de jî bi derengî mane û wiha got: “Ji bo vê mirov dikare bêje em dîsa dereng man. Roja ku AKP, Erdogan Dolmabahçe red kir, mafê gelê kurd hebû hema xweseriya xwe îlan bike û biparêze.” Ji bo avabûna YPS’ê jî got ku ciwan îro li gelê xwe xwedî dernekeve ew ê kîjan wextê derkeve û avabûna YPS’ê pîroz kir.

Ok, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê heta niha tu caran hesabê tu komkujiyan hîn nedaye û wiha got: “Gelê kurd bi dewleta Tirkiyeyê ya dagirker re hîn hesabê xwe nedîtiye. Esas têkoşîna me yek jî ew e hesab xwestin û dîrok sererastkirin e. Dewleta Tirkiye ma hesabê komkujiyê Dêrsim, Agirî, Şex Seîd, Koçgirî daye. Tu hesab nedaye.” Ok, li ser êrîşên AKP’ê yên tunekirin û tasfiyekirinê jî wiha got: “Taybet di dîroka hereketa me ya çil salan de, dema Tansu Çiller, Dogan Gureş û ji Kenan Evren bigire heta niha pir caran ev siyaset hatiye ceribandin û ew siyaset tu caran bi ser neketiye û encam negirtiye. Diyar e ku AKP vê siyaseta xwe li ser tunekirin û tasfiyekirina gelê me û hereketa me careke din encam negire.”

Ok, ji bo rojavayê Firatê ku dewleta Tirk weke xeta xwe ya sor bi navkiribû jî got ku heta niha dewleta Tirk gelek caran xetên sor ji xwe re diyar kirine, lê ev xetên sor yek bi yek têkçûne. Ok, destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi siyaseta xwe ya li ser Rojava li dû provokasyonê ye û dixwaze tevliheviyê derxe ku karibe jê sûdê bigire.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tevli bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV bû. Sabrî Ok der barê berxwedana sala 2015’an, avabûna YPS’ê, deklerasyona KCD’ê, operasyona QSD’ê ya li ser rojavayê Firatê û der barê gelek mijarên din de pirsên rojnameger M.Emîn Yildirim bersivand.

Gelê Kurd bi mehan e li hemberî êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk li ber xwe dide. Di van mehan de xweseriya xwe îlan kir û di sala 2015’an berxwedaneke mezin nîşan da û bi vê berxwedanê derbasî sala 2016’an dibe. Di vê berxwedanê de ji zarokê 3 mehî bigire heta kalê 80 salî bûn hedefa dewleta tirk e. Gelê kurd di sala 2015’an de berxwedaneke çawa jiya û di sala 2016’an de ev berxwedan ew ê çawa bi pêş bikeve?

AKP BI HOVÎTÎ Û KOMKUJIYÊ NIKARE ENCAMÊ BIGIRE

Destpêkê sala 2016’an ji bo azadiya Rêber Apo û gelê kurd û hemû mirovahiyê ez pîroz dikim. Sala 2015’an birastî ji aliyê gelê me û tevgera me ve saleke dijwar bû. Berxwedanek pir rûmet û dijwar hat jiyîn, hîn jî dewam dike. Tê zanîn taybet ji 24’ê tîrmehê vir ve li tevahiya Kurdistanê şerekî pir dijwar tê meşandin. Dewleta Tirkiyeyê û AKP bi hovîtiyek mezin êrîşî Kurdistanê kir, komkujî pêş xistin. Di heman demê Serokatiya me di bin tecrîdeke giran de ye. Em dizanin li ser Serokatiya me jî zextek heye. li hemberî van êrîş û siyaseta tunekirina tevgera me û gelê me li ber xwe da. Ev berxwedan berdewam e. Têkoşînek heta niha hate dayîn bêguman hin tişt derxistine holê. Ev çi ye? Îradeya gelê me û tevgera me pir xurt derket holê. Têkoşîn û berxwedana gelê me û têvgera me pir xurt derket holê. Dewleta Tirkiye û AKP bi hovîtî û komkujiyek pir mezin her çiqas hat ser gelê me jî gelê me li Sûr, Cizîr, Botan, Farqîn, Silopiya li pir navçe û bajarên Kurdistanê serê xwe netewand. Yanî encama derketiye çi ye? Her çiqas zarokên 20 rojî hîn di dergûşê de, dayikên ducanî, kalên 70 salî û ciwan tên qetilkirin jî, lê di heman demê de bi coş, hêvî û ruhekî mezin ev berxwedan dewam dike. Dinya vê dibîne û jê re şahidiyê dike. Çi hêza AKP’ê heye, bêqûral û bêexlaq li ser Kurdistanê şer meşand, gelê kurd di sala 2015’an de serê xwe netewand, îradeya berxwedanê hîn xurt derxist holê û diyar kir. 2015 ji bo gelê me weke sala berxwedanê, hêvî û biryara azadiya gelê kurd, di vê de israr û înad derket. Di dewama wê de li ser tevgera me rojane weke şerê cîhanê bi teyareyên tirkan hemû Herêmên Parastina Medyayê û qadên gerîla hatin bombekirin. Gerîla jî pir xurt li ber xwe dide. Esas li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînek heye. Pêşengê vê têkoşînê paradîgmaya Rêber Apo ye, encam jî digire. Yê ku îradeya azadiyê û serketinê temsil dike û derxistiye holê gelê me û hereketa me ye. Bi hevî û biryarek mezin, bi israr û înadek mezin em gava xwe davêjin sala 2016’an. Ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ve wexta mirov li AKP’ê mêze dike tenê AKP hovîtî, komkujî pêşxistiye, dema mirov li dîrokê mêze bike ji sedsal, hezar salan virde dewam dike. Taybet di dîroka hereketa me ya çil salan de, dema Tansu Çiller, Dogan Gureş û ji Kenan Evren bigire heta niha pir caran ev siyaset hatiye ceribandin û ew siyaset tu caran bi ser neketiye û encam negirtiye. Diyar e ku AKP vê siyaseta xwe li ser tunekirin û tasfiyekirina gelê me û hereketa me careke din encam negire. AKP jî weke bêhêvî, bêarmanc em nebêjin lê dizane ku encamê negire bi vî şêwazî dikeve sala 2016’an.

‘DI NAVBERA ME Û DEWLETA TIRK DE ŞERÊ DAWÎ YE’

Diyar e ku sala 2016’an ew ê hîn dijwartir bi vî şeklî dewam bike. Di bernameya din de jî me anî ziman ev berxwedan û şerê navbera hereketa me û gelê me û dewleta Tirkiye û AKP’ê dewam dike belkî şerê dawî ye. Careke din ji vir û şûnde di vê astê de şerekî wisa ew ê bê rojevê ez ne di wê baweriyê de me. Ev şerekî dawî ye. Ji her du aliyan îradeyek û siyasetek bi ser bikeve. Ji her du aliyan îrade û pişta aliyekî bişkê. Lê em tecrûbeya xwe mêze dikin, em li heqaniyeta xwe mêze dikin, bêguman û teredut yê ku encam bigire gelê me û hereketa me ye. Em ji vê bawer in, hîç gumana me tune. Me ji tunebûnê dest pê kir, em hatin vê astê. Ew mirovahiyê dixapînin, milet dixapînin. Dibêjin me bi hezaran kes kuştin, çend kes teslîm bûn û nizanim çi? Şer e, bêguman windahiyên me jî hene. Mesele îro di nûçeyan de me guhdar kir li morga Şirnexê 19 cesed hene. Ev sivîl in, jin û zarok in. Dema bi teyare, tang û topan lêdixe, însanên me têne qetilkirin. Ev bedelên azadiyê ne. Yê ku esas derbeyê dixwe, yê ku îradeya wan dişike, ji aliyê exlaqî û wijdanî di nezera mirovahiyê de rûreş tê dîtin, tu carî jî nikare encamê bigire dewleta AKP’ê ye. Ji bo ev em di sala 2016’an de dema rastiya Rojhilata Navîn didin berçavan, wexta heqaniyeta gelê kurd, rêxistin, îrade û berxwedana gelê kurd didin berçavan, wexta îrade û siyaseta dewleta dagirker pûç dibe û tenê li ser komkujiyê xwe rêxistin bike didin berçavan bêguman gelê me di 2016’an de encamê bigirê. Salek muhîm e. Weke sala qederê mirov bêje rast e û di cih de ye. Sala 2016 ji bo gelê me û Rêber Apo sala azadiyê û serketinê be. Ez di wê baweriyê de me.

GELÊ KURD HÎN BI DEWLETA TIRK RE HESABÊ XWE NEDÎTİYE

Em di salvegera komkujiya Roboskî de ne. Lê dewleta AKP’ê hîn jî komkujiyan li ser bajaran û gelê sivîl pêk tîne. Roboskî 4 sal derbas bûn, kete sala 5’an lê hîn jî faîlên wê derneketine holê. Hûn ji bo vê çi dibêjin?

Dewleta Tirkiye û dagirkerî di dîrokê de û îro jî taybet çil sal in şerekî qirêj li hemberî gelê me û hereketa me meşand. Her tişt faîlên wan nediyar e. Ya rast faîl diyar in, dewlet bi xwe ye. Lê dernaxin. Li ber çavên mirovahiyê 4 sal beriya vê li Roboskî ewqas însan û zarok hatin qetilkirin. Lê ji kesekî hesab nehat xwestin. Erdogan rasterast li pîlotên xwe û fermandariya xwe xwedî derket û destek da. Faîlên vê dernakeve û ev mijara têkoşînê ye. Di vir de li hemberî bîranîna şehîdên Roboskî bejna xwe ditewînim. Bîranîna wan bêguman weke sedema azadiya gelê kurd û têkoşînê di wê astê de em ê bigirin dest, bilind bikin û pêş bixin. Lê em bizanibin dewleta Tirkiyeyê tu caran hesabê tu komkujiyan hîn nedaye. Gelê kurd bi dewleta Tirkiyeyê ya dagirker re hîn hesabê xwe nedîtiye. Esas têkoşîna me yek jî ew e ku hesab xwestin û dîrok sererastkirin e. Dewleta Tirkiyeyê ma hesabê komkujiyê Dêrsim, Agirî, Şex Seîd, Koçgirî daye? Tu hesab nedaye. Komkujiya herî mezin eger îro edalet û hiqûqek hebûya di cîhane de dewleta Tirkiyeyê gerek di dadên navneteweyî de hesab bida. Ew ê bide jî, em şopa wê bernadin. Hesabê li Dêrsim û Agiriyê ku bi sedan, bi sed hezaran însan hatin qetilkirin, sirgunkirin, tunekirin ew ê bide. Hîn jî îro dibêjin keçên winda ên Dêrsimê, ma ew ê hesabê van neyê dîtin? Têkoşîna me yek jê armanca wê ew e, hesab xwestin e. Ev mijara têkoşînê ye. Eger gelê kurd, dostê wan ên azadîxwaz û hêzên demokratîk ji hev re mil nedin hevdû, têkoşînê bilind nekin, ji dewleta Tirkiye û AKP’ê hesab nexwazin, ew ê tu caran bi exlaqî û wijdanî faîlên wan nediyar dernexin holê yan jî ji hin kesan hesab bixwazin ev ne mimkûn e, şaş e û ev zihniyeta AKP û dagirkeriyê ne nas kirine. Eger xebat û têkoşîna me hîn pêş bikeve, tevgera me, gelê me, hêzên azadîxwaz û demokratîk hesab ji dewletê bixwaze û bi vê armanca xwe xwedî têkoşîn be û xebata xwe pêş bixin tabî ew ê hesabê vê jî bidin. Ev roj bêguman ew roj e. Yek bi yek ji dîrokê heta niha çawa weke roja îro çawa zarok di dergûşê de têne qetilkirin, dayik tên şehîdkirin, xanî, mal û bajarên wan li ser serê wan tê xerabkirin, ew ê hesabê vê were xwestin, ew ê bê dîtin. Derveyî vê bê gotin ku AKP faîlên derxe û hesab bide şaş e. Çend roj berê kesekî weke Tahîr Elçî, kesekî nas, heqeten derveyî mafên mirovan tu hesabî wî tune, car caran weke rêgez û prensîb PKK’ê jî rexne kiriye, lê xwedî kesayet, durist, welatparêz û xwedî têkoşîn ma şehîd nexistin. Davutoglu û rayedarên AKP’ê li çavên hemû mirovahiyê mêze kirin û gotin PKK’ê şehîd xistiye, qetil kiriye. Îro di nûçeyê de me guhdar kir ew dendikê fîşekê ji ya polîsan derketiye. Polîsan kuştiye û ew ê dîsa bizivirin, bizivirin bi şêwazekî faîlên wî nediyar bimînin. Weke Hrant Dînk û ji yên bi hezaran kesî kîjan derketiye holê û hesab hatiye xwestin. Ev bi giştî parçeyekî têkoşîna me ya giştî ye. Li hemberî dagirkerî û faşîzmê gelê kurd û tirk, hemû hêzên demokratîk weke perspektîfeke eniyekê û hêzeke demokratîk hevbeş bi hev re xwedî têkoşîn bin, xebatan xwe bilind bikin, ser bixin û hesab bê xwestin.

‘TIŞTÊN LI HELEBÊ Û SÛRÊ TÊNE JIYÎN WEKHEV IN’

Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê di van mehên dawî de li bajarên Kurdistanê bi awayekî eşkere komkujiyan pêk tîne. Fotograf û dîmenên vê yekê jî hene. Li hemberî van komkujiyan nêzîkatiya raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê, siyaseta navneteweyî hûn çawa dinirxînin?

Siyaseta navneteweyî, modernîteya demokratîk, netewe dewlet ma exlaqê polîtik tê li cem kê bigere û bibîne, ne mimkûn e. Her tişt li ser berjewendiyan e. Wexta berjewendiyên wan şexsî, çînî û dewletî tê rojevê hemû qûral û exlaq didin bin lingan û datînin aliyekî. Niha Erdogan pir caran li ser Filistin û zarokan Îsraîl rexne dike, xaniyên li ser serê wan tê xerakirin, zarok têne kuştin weke kesekî sexte vaye xelîfeyê çaremin li ser Rojhilata Navîn û li ser cîhanê Îslamê dixwaze xwe xwedî rol be û li mirovahiyê xwedî derkeve. Lê eynî Erdogan bi biryarên wî rojane zarokên kurd tên qetilkirin. Tenê di van çend mehên dawî de nêzî 60 zarok hatin qetilkirin, dayik hatin qetilkirin, kesên emrê wan 70-80 salî hatin qetilkirin. Îro li Sûr, Cizîrê mêze bikin, tiştên ku di ragihandinê de yên li Heleb û Humsê derdikevin em bînin beranberî hev. Eger nav di bin de nav neyê nivîsandin mirov nizane ku derê Heleb e, Sûr e yan jî Cizîr e. Weke hev e. Ev hemû li ber çavên dinyê tê jiyîn û tê dîtin. Lê dinya bêdeng e, kerr e, çima berjewendiyên wan heye. Hîn jî li ser aborî û siyaseta Tirkiye, li ser Rojhilata Navîn hesabê bêexlaq dide berçavan. Eger îro yek dewlet ev komkujî û şerê li ser gelê kurd tê meşandin Sûr, Cizîr û Botanê tê meşandin bibe Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ew ê dewleta Tirkiyeyê nikarîbûya cesaret bikira. Di vir de berxwedana gelê kurd derdikeve holê. Hinek dostên tevgera me û gelê me hene, hêza wan li ber çavan e rûmet e. Lê esas gelê kurd bi cewherê xwe li ser piyan e, bi îradeya azad li ber xwe dide. Mînakên vê di cîhanê de tune. Ev muhîm e. Di dîroka gelan de tu gel tune ku çil salan li hemberî dagirkerî xwedî berxwedan û têkoşîn be, lê tenê bi îradeya xwe û hêza xwe azad vê têkoşînê bimeşîne. Tenê hereketa me vê dike. Derveyî hêz û îradeya gelê me, derfet û destekên gelê me, tu hêz û derfetên kesekî me nedîtiye. Esas rûmet û girîngiya têkoşîna me jî ji vir derdikeve holê. Em di wê baweriyê de ne, çawa Rêber Apo weke mirov bêji ji sifrê dest pê kir, ji tunebûnê ev hereket gihîşt vê astê. Her çiqas dewleta Tirkiyeyê, siyaseta Tirkiyeyê û cîhanê nedixwestin navê têkoşîna me û gelê me, xwestekên wan ên azadiyê bibihîzin û bibînin, lê me çawa xist rojevê û mecbûr in dibihîzin û dibînin û li ser vê siyaset dikin. Em dîsa bawer dikin ku ev têkoşîn û azadiya gelê kurd ew ê di rojeva siyaseta navneteweyî de cih bigire. Mirovahî ne bê wijdan û bê exlaq e. Muheqeq li dinyayê ew ê mirovahî dengê xwe bilind bike. Ev pêwîst e jî, ev sedema hebûna mirovahiyê ye. Beriya her tiştî ji xwe û heqaniyeta xwe em bawer in, ji rêveberî û rêxistin û gelê xwe bawer in. Lê niha dinya tabî nabîne, naxwaze bibîne. Hin deng derdikevin pir kêm û sist e. Li Tirkiye jî îro mesela sersal bê pîrozkirin. Li Kurdistanê mêze bike şer e, komkujî ye. Rojane tang û top bajarên kurdan tune bike, ji bîna barûdê kes bijî. Lê li milê din li Marmarîs, metrepolên Tirkan herhalde sersal bê pîrozkirin. Ev çi mirovahî, wijdan û exlaq e. Em gazincan tu carî nakin. Em ji heqaniyet, ruhê berxwedan û rêxistina xwe bawer in. Hereketa PKK’ê keviran jî dihelîne û helandiye jî. Tiştek tune ku tesîr nebe û bandor nebe. Em ê bandor bikin, em ê rojevê gelên din jî diyar bikin. Weke Şoreşa Rojava çawa rojeva siyaseta Rojhilata Navîn û navneteweyî diyar dike, di vê astê de xwedî rol e. Têkoşîna me Bakur jî bi giştî ew ê rojevê diyar bike û vê girîngiya xwe hîn jî pêş bixîne.

‘TU GIRÊDAN Û BERPIRSYARIYA ME LI HEMBERÎ YASAYÊN DEWLETA DAGIRKER Û AKP’Ê TUNE NE’

Di vê noqteyê de gelê kurd ji bo xwe biparêze, li hêviya kesekî namîne. Herî dawî li hemberî êrîşên dewletê û AKP’ê gel bê parastin, ciwanan hêzên bi navê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ava kirin? Hûn avabûna YPS’ê çawa dinirxînin?

Pir xwezayî, meşrû û mafdar e. Heta dereng jî ma û kêm e. Eger civak û gelê kurd tê xwestin bê tunekirin, bi hukmê tang û topan dikevin bajarên Kurdistanê, heta dikevin mal û xaniyên kurdan ma ciwanên kurdan ji kîjan rojê re mane. Çima li ber xwe nedin, çima xwe rêxistin nekin, çima dijîn? Ez berxwedana wan jî pîroz dikim, bêguman lê hîn zêdetir pêwîst e. Roj ew roj e. Eger ew dest davêjin namûsa gelê kurd, eger vana jinên gelê kurd cesedên wan li taxan û kolanan bi erdê kaş dikin, eger vana lingê xwe datînin ser sîngê şehîdan û poz didin ji ber vê ye gelê kurd û ciwanên kurd îsyan dikin. Her kî li ser navê kurdîtiyê û mirovahiyê dibêje ez heme û ez ciwan im, hema xwe rêxistin bikin û berxwedanê hîn jî xurt bikin. Kurdistanê ji wan re bikin cehenem. Vana belkî sedsal beriya vê li Dêrsim, Agirî, Koçgirî û Kurdistanê encam girtin. Lê niha nikarin encamê bigirin, li berçavan e. Sûr meheke li ber xwe dide. Bi helîkopter, tang û topan diçin nikarin bikevinê. Cizîra Botan li ber çavan e. Gelê me li ber xwe dide. Di vir de rêxistina ciwanan bêguman pir rûmet e, pîroz e û muhîm e. Pir xwezayî ye, mirov neke weke kêmasiyek em bêjin heta weke sûcekî ye ji bo ciwanên kurd. Roj ew roj e. Bi hezaran ciwanên kurd li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin. Heta niha bi hezaran şehîdên me hene û hemû şehîdgehên me hatine bombebarankirin. Bîranîna wan tê xwestin ji dîrokê. Çawa sedsalan virde xwestin dîroka me tune bikin. Li ser navê kurdîtiyê, berxwedanê, rûmetê çi heye jiholê rakirin. Îro jî ji şehîdgehên me bigire cihê pîroz û berxwedanê dixwazin rakin. Dîrokê tune bikin. Ciwan bêguman li hemberî vê hîn zêdetir li ber xwe bidin. Dagirkerî gotiye yasal e, nizanim ne yasal e tu girêdan û tu berpirsyariya li hemberî yasayên dewleta dagirker a AKP’ê tune. Ya heyî dagirkerî ye. Heta ne dagirkeriye jî. Dagirkerî jî dema dikeve nava axa biyanî yan jî civakek û gelekî din bindest dike nav lê dike. Navê me jî tune û nav jî li me nakin. Me tune dihesibînin. Ev dagirkerî çiqas dijwar e ji dîrokê vir de, serhildan jî ji bo wê dijwar e. Ciwanên gelê kurd jî yên weke li qadan û xaniyan li ber xwe didin pîroz dikim. Bawer im ew ruhê Elî Çîçekan û bi hezaran şehîdên hereketa ciwan ew ê hîn xurtin xwe rêxistin bikin. Roj bi roj, saet bi saet heyfa xwe ji wan bigirin. Ew ê dagirkerî û desthilatdarî stûyê xwe xwar bikin, AKP mecbûr bimîne herin ber lingên Serokatiyê, mafê gelê kurd, statuya gelê kurd qebûl bike. Derveyî vê em ê tu caran nebêjin em têr bûn û têra me dike. Êdî hemû hedefên me azadiya Rêber Apo û statuya gelê kurd û azadiya gelê kurd e.

‘DI AVABÛNA XWESERIYÊ DE JÎ EM DERENG MAN’

Vê hefteya borî KCD’ê civîna xwe ya giştî lidarxist û deklerasyonek der barê xweseriyê de weşand. Hûn vê deklerasyonê çawa dinirxînin?

Ev deklerasyon tabî bingehek û dîrokek wê heye. Paradîgmaya Rêber Apo neteweya demokratîk di cewherê vê de hemû ol û gel weke neteweya demokratîk bijî xwe rêve bibin, statu û îradeya xwe çêkin. Bingehê vê yê paradîgmayî heye. Têkoşîna wê bi salan virde tê dayîn. Lê cara yekê di vê astê de zelal KCD di kongreya xwe de ji hemû civakê re parve kir. Ev jî tiştekî muhîm, rûmet û pîroz e. Ev jî dereng maye, bêguman di vê de pir gav hatine avêtin û pir daxuyanî hatin dayîn. Ya muhîm çi ye, di van rojan de li Kurdistanê şerek û berxwedaneke dijwar tê jiyîn de îrade diyarkirin muhîm e. Siyaset û derew û durûtiya AKP’ê jî derdixe holê. Weke parçebûna Tirkiye wisa na, weke hemû civaka gelan, gelê kurd jî mafê wî heye ku qedera xwe bi xwe tayîn bike. Bi vî şêwazî dixwaze xweser be, bijî. Statuya wî bê qebûlkirin. Lê dewleta Tirkiye guhê xwe ji vê re girtiye. Di nava siyasetmedar û rewşenbîran de nîqaşek heye ew jî muhîm e, lê dixwazim vê bêjim. Eger ev êrîş û komkujiyên AKP’ê li ser Kurdistanê dewam bike, xweserî filan di rojevê de namîne. Di encamê de psîkolojiya gelê kurd jî heye. Hesasiyetên gelê kurd jî hene heta ku derê ew ê vêya qebûl bikin. Li aliyekî bêje hemû civak bi hev re bijîn û biratî, lê aliyê din weke gava din min anî ziman bajar di bin barûd, tang û topan de bijî, saet bi saet komkujiyê bijî, li Marmarîs û metrepolên tirkan jî sersal bê pîrozkirin. Kîjan biratî? Di vir de biratî namîne. Gelê kurd mafê wî heye. Eger xwe mecbûr û pêwîst bibîne weke hemû gelên cîhanê dikare cuda jî riya xwe diyar bike. Çi ye? Statuya xwe bi xwe diyar bike. Rêber Apo berê gotibû ji civaka Tirkiye, rewşenbîr û dewleta Tirkiyeyê re îlan kir. Hereketa me jî dubare dubare ew anî ziman. Meseleya gelê kurd ne mimkûn e ku neyê çareserkirin û hertim di rojevê de bimîne. Du rê hene. Du metod û metodolojî hene. Ya dewleta AKP û Tirkiye statuya gelê kurd qebûl bike, mafên wan qebûl bike, ew ê xweser bijîn. Yan jî bi muzakere, hevdîtin, diyalog û siyaset ev mesele di vê çarçoveyê de neyê çareserkirin, mafê gelê kurd heye xweseriya xwe îlan bike, xwe rêxistin bike, mafê xwe biparêze lê xwedî derkeve. Serokatî ji bo derveyî şêwazê şer bi muzakere û diyalog bi riya siyasetê hem Tirkiye demokratîk bibe, hem mafê gelê kurd û xweseriya wê bê qebûlkirin û bê dayîn, têkoşînek pir rûmet da. Lê AKP ji vê re nebû bersiv. Hat dîtin ku AKP di şerê taybet de israr dike, weke di dîrokê de dagirkerî çawa xwestiye îradeya gelê kurd bişkîne, li gorî xwe resmekî bide Kurdistanê, di vir de israr kiriye. Li hemberî vê hereketa me, gelê me weka KCD îrade diyar kiriye. Madem wisa em ê xwe bi rêve bibin, em ê bi xwe xweseriya xwe rêxistin bikin. Tiştekî xwezayî ye, mafê wan e, heqîqet û rastiyek e. Ji bo vê mirov dikare bêje em dîsa dereng man. Roja ku AKP, Erdogan Dolmabahçe red kir, mafê gelê kurd hebû hema xweseriya xwe îlan bike û biparêze. Em dereng jî man. Ber bi ve diçe. Dewleta AKP û Tirkiye diyar e li ber xwe dide. Hîn belkî bawer dike ew ê encamê bigire. Bi tang û topê xwe bawer dike. Lê nizane ku çi tang û top ji îradeya gelan, rêxistinên gelan, berxwedana gelan ne xurtir e. Hîn vê israr dike. Ev israr ji xwe re ew ê çi bîne? Gelê kurd jî weke me anî ziman riya xwe ew ê bi xwe diyar bike, xweserî jî îlan bike û çi pêwîst e li gorî wê tevbigere. Tu kes nikare ji vir şûnde biratiya gelan bi hev re bijî. Biratî nemaye. Bi destê AKP û Erdogan hatiye tunekirin û şikandin. Di milê Tirkiye de kes li vê xwedî dernakeve. Bi yekalî biratî nabe, gelê kurd jî di vê zanebûnê de ye.

‘ERDOGAN LI SER CIVAKÊ FAŞÎZMÊ DIMEŞÎNE’

Gelê kurd îradeya xwe diyar dike, lê li hemberî vê deklerasyona KCD’ê, lê gelek nivîskar û siyasetmedarên tirk dibêjin ku ne wexta îlankirinê wê ye? Jixwe aliyê hikûmetê jî weke îxanetê bi nav dike. Hûn ji bo van nêrînan çawa dinirxînin?

Wext ne dema wê ye me anî ziman. Ew rewşenbîr û nivîskar bi kîjan wijdanî û berpirsyarî vana tîne ziman em nizanin. Ew kesên wisa diaxivin û dinivîsinin, kîjan wextê ji bo azadiya gelê kurd çi nivîsandine û axivîne, kîjan wextê diyar kirine ku wisa bibe gelê kurd ew ê bigihîje mafê xwe û azad bibe. Weke bê berpirsyar hereket kirine. Hinek kesên weke niyeta wan baş e, em tiştekî nabêjin. Lê ew jî meseleya wan a fêmkirinê heye. Karaktera faşîzmê li hemû dinyê tiştên hevbeş hene. AKP bala xwe bidinê yek û yek dixwaze hemûyan tasfiye bike. Ji çapemeniyê, Fethullah Gulen, rewşenbîr, rojnameger heta siyasetmedar yek û yek tasfiye dike. Lê ew rewşenbîr û rojnameger hîn ne di wê zanebûnê de ne ku roj ew roj e, êdî ew ê ber bi wan ve biçe. Eger îro kesên li hemberî faşîzma AKP’ê hemû bi hev re nebin yek, ne xwedî têkoşîn bin tu şensê kesî tune. Yê ku ji vê pêşengtiyê re pêşengtî dike hereketa me û gelê me ye. Vê rastiyê bibînin û nebêjin ne wexta wê ye. Bizanibin dereng dimînin, rojeke zûtir eger ne xwedî têkoşîn bin, hîn xurtir pêş nexin AKP ew ê serê wan jî biêşîne û li serê wan jî bixîne. Di vir de derengmayîn heye, lazim e hîn zûtir xwe rêxistin bikin, xwedî helwest bin, têkoşîna gelê kurd bibînin, wateya wê bizanibin, berpirsyariya rewşenbîriyê pêk bînin.

‘ESAS DEWLETA TIRK BI GELÊ KURD RE ÎXANET KIRIYE’

Meseleya îxanetê jî kî ji kê re dibêje îxanet. Li gorî kîjan heqî, heqîqet û exlaqî AKP ji KCD’ê re dibêje îxanet kir yan jî HDP îxanet kiriye. Jixwe di navbera me û di navbera gelê kurd û tirk de tu heqîqet û hiqûq tiştekî wisa tune ye. Eger îxanet be, îxaneta herî mezin dewleta Tirkiyeyê ya dagirker kiriye. Ji ku dest pê kiriye, ta ji şerê Melazgirê dest pê kiriye gihîştiye heta niha. Gelê kurd nebûya Melazgir encam negirta. Gelê kurd nebûya li Entabê, Mereşê, li Rihayê di Şerê Cîhana Yekemîn de komara Tirkiyeyê belkî nehata avakirin. Yê hatiye xapandin gelê kurd e ji destpêkê heta niha. Vayê yek milet, yek ziman hwd. desthilatdarî wisa axivîne û li ser vî esasî bi kurdan re bûne muxatab. Tê zanîn di Destûra Bingehîn ya sala 1920’an de weke xweserî hatiye qebûlkirin û mafê gelê kurd e. Lê yê ku piştre îxanet kiriye û dijminantî kiriye dewleta Tirkiyeyê ye. Qanûna 1924’an, yê komkujî pêk tîne, yê tune dike, yê nas nake îxaneta dewleta Tirkiyeyê ye. Ma gelê kurd çi kiriye îxanet kiriye. Eger mirov îxanetek behs kiribe çi ye? Kurdên li azadî û hebûna xwe xwedî dernekeve, ew îxanet e. Tu berpirsyariya gelê kurd li hemberî dagirkeriyê tune ku îxanet bike. KCD jî wisa ye. KCD eger maf û azadiya gelê kurd dixe rojevê, lê xwedî derdikeve ev rûmet e. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê jî îxanet jî rûmet e. Ma çi heqîqet, hiqûqa wan ji bo me heye ku îxanet yan jî ne îxanet. Îxanetek hebe, bingehê weke min anî ziman mirov dikare binirxîne. Ev demagojiya Tirkiye û AKP’ê ye. Bi vê zihniyetê hîn dixwazin civakê bixapînin, manîpule bikin, li gorî xwe rojev çêbikin. Lê derew û rûreşiya wan roj bi roj tê dîtin. Tu wateya axaftina wan jî tune, çi dibêjin bila bêjin îxanet kiriye nizanim çi kiriye. Yek tişt muhîm e, îro biryar û talîmata AKP û Erdogan gelê kurd tê xwestin bê tunekirin. Bajarên gelê kurd di bin tang û topan de ne. Zarok û jinên gelê kurd tê şehîdkirin. Her kes vê ji xwe re esas bigire. Însan û rêxistinên gelê kurd û azadîxwaz li gorî vê helwesta xwe li hemberî dîrokê, li hemberî berxwedana rûmet diyar bike û xwedî helwest e. AKP wisa wisa gotiye tu wateya wê tune.

‘LÊPIRSÎNÊN TÊNE VEKIRIN ENCAMA FAŞÎZMA AKP’Ê YE’

Piştî deklerasyona KCD’ê Serdozgeriya Amedê der barê kongreya KCD’ê û hevserokên KCD, DBP û HDP’ê de lêpirsîn vekir. Her wiha Serdozgeriya Enqereyê der barê Hevserokê HDP’ê Selahettin Demirtaş lêpirsîn vekir. Hûn van lêpirsînan çawa dinirxînin?

Li gorî zihniyeta faşîzmê normal e. Çima? Li Tirkiyeyê demokrasî tune, mafên mirovan tune, mafên gelê kurd tune. Dîktatorî heye, faşîzm heye. Ji bo vê normal e. Dîrok vê dîsa dide ber çavên me. Li dîrokê mêze bikin, ewqas faîlê wan nediyar, bi hezaran gund wêrankirin û valakirin û hîn jî li dîrokê mêze bikin Şêx Seîd çawa hat îdamkirin. Seyîd Riza û kurê xwe çawa li hemberî hev hatin îdamkirin. Hîn jî li dîrokê mêze bike çend rêxistin û bêjin saziyên li ser navê kurd û kurdîtiyê hatine rêxistinkirin, çawa hatine tunekirin û tasfiyekirin van yek û yek di rûpelên dîrokê de hatine nivîsîn û têne zanîn. Kîjan wextê kes ji bo maf û azadiya gelê kurd axivîye û rêxistin kiriye hatiye tunekirin, tasfiyekirin. Kîjan sazî di wexta xwe de rengekî kurdîtî weke mafê gelê kurd aniye ziman, heta cihekî tehamul kirine piştre tunekirin. Ne dûr em li dîroka nêz mêze bikin. Ma çend partî hatine girtin. Ji HEP’ê bigire heta niha gelek partî hatine girtin. Îro dîsa nîqaş dikin HDP bê girtin. Normal e yanî. Eger nebe mirov şaş bibe. AKP faşîzmê pêk tîne, ji bo vê normal e. Selahetîn Demîrtaş, hevserokên KCD’ê yê din der heqê wan de dadgeh vekirine, dereng mane jî. Faşîzm wisa ye, em xwe nexapînin. Em bizanibin li ser kîjan zemînî çawa siyaset dikin û li hemberî me kîjan zihniyet heye. Eşkere jî dibêjin. Em zêde nikarin we ser xwe qebûl bikin. Em ê we ji ser xwe bavêjin, giraniyek e. Dadgehê jî vekin, partiyê jî bigirin. Eger îro weke di dîrokê de hatiye jiyîn nikarin îdam bikin, nikarin sirgun bikin. Bila bizanibin ku dewleta Tirkiye û AKP ne xwedî mafên mirovan û demokratîk e. Li hemberî vê têkoşîna gelê kurd heye, hereketa me heye ji bo vê nakin. Em baş bizanibin eger Tevgera Azadiyê nebûya gelê kurd gund bi gund, bajar bi bajar, bajarok bi bajarok li ber xwe neda li ser navê siyaseta legal û civaka demokratîk hereket dikin zûde ya sirgûn bûn yan zindan bû yan îdam bû. Dîrok vê dide berçavên me. Ji bo vê em dîsa heqaniyeta xwe, berxwedana xwe bawer bikin. Derveyî vê çare tune. AKP ji destê wan çi hebe ew ê bike jî. Ev ne muhîm e. Di dîrokê de her girtin, her şehadet, her kuştin ji bo me sedema têkoşîna azadiyê hîn bilindkirin û hesab ji wan xwestin e. Diyalektîka me wisa hatiye jiyîn û îro jî wisa tê jiyîn û ji vir şûnde jî ew ê wisa were jiyîn.

‘XETEKE SOR A DIN YA DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ’

Li rojavayê Kurdistanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyonek li rojhilat û rojavayê Kobanê dan destpêkirin. Herî dawî bendava Tişrînê girtin û derbasî rojavayê Firatê bûn. Hûn vê operasyonê û pêşketinên Rojava çawa dinirxînin?

Em di çapemeniyê de dişopînin. Duh Erdogan digot hîn tu agahî ji me re nehatine, hêzên QSD derbasî aliyê rojavayê Firatê nebûne. Lê em li ragihandinê dinêrîn ew bendava Tişrîn hatiye girtin û li derdora bendavê jî hêzên QSD’ê hene. Kîjan rast e em nizanin. Lê em bawer dikin ku Erdogan rast nabêje. Çima? Pirr caran xetên sor ji xwe re xêz kirine, dibêjin filan tişt xeta me ya sor e. Heta niha belkî deh caran AKP ji xwe re xetên sor diyar kiriye. Mirov li paş xwe mêze dike, ji wan xetan tiştek nemaye. Berê jî digotin milê rojavayê Firatê xeta sor e. Lê rezîl dibin. Ew xet jî kete bin lingan. Niha AKP çi bêje? Me got ya xwe weke împarator dibîne, Rûsya dibêje eger dewleta Tirkiye jixwe bawer e, em bibînin bila balafiran rake. Eşkere dibêje. Lê nikare rake û hêzên din li ser axa Rojava û Sûriye ne. Ey AKP tu bi kîjan mafî û li ser kîjan heqî û çi mafê te heye tu li ser axa Rojava û Suriye bêje xeta min sor e. Ma li derveyî te hêz hene, derveyî te heqîqet heye. Tu nikare jî siyaseta bin ket û pûç derket. Lê hîn jî ji hespê xwe daneketine jêr. Vaye xeta min sor heye. Halbûkî ew der hatiye derbaskirin, xeta sor nemaye. Li gorî em ji ragihandinê dişopînin, ew bendava Tişrînê ketiye destê QSD’ê. Ew ê li wir bimîne yan jî pêşve biçin em nizanin. Mesele ji milê Efrîn tê dîtin, tê xwestin dorpêçkirin, siyaseta AKP ji Kobanê nikarîbûn encam bigirin, niha dixwazin li Efrînê encamê bigirin. Efrîn jî tabî tecrûbeyek heye. Ji Kobanê tecrûbe girt, berxwedana çend salan heye û dixwazin çember û dorpêçkirinê ji ser xwe rakin. Mafên wan jî heye ku bi Kobanê re bibe yek. Yanî nakokî û şerekî pirr navxweyî û dijwar tê meşandin. Lê dewleta AKP û Tirkiye li gorî min siyaseta wan pûç derket, di bin de ma. Weke li tirkmenan xwedî derketin ew jî derew in. Mirov li hêzên QSD’ê mêze dike, berdevkê wan yekî tirkmen e. Ew berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Ew mafên tirkmenan jî diparêzin. Tabî AKP ji bo şexsê xwe, siyaseta xwe dike hincet û malzeme. Ev ne rast e jî. Lê hewldanên wan çi ye? Car car em dişopînin, li milê Qamişlo, Dêrik, Dirbêsiyê dixwaze bi hêzên xwe sînor derbas bike. Tabî dewleta Tirkiyeyê provokasyonê dike. Dîsa li gorî em dişopînin gelê me yê Rojava helwest û tepkî nîşan da. Lê li ser navê provokasyonê sebra gelê me yê Rojava û hêzên parastina Rojava heta ku derê ye, em nizanin. Hertim hertim wek sînor derbaskirin, topebarankirin yanî wexteke were ku gelê kurd vê qebûl neke. Em wisa dizanin û mafê wan jî heye. Dewleta Tirkiyeyê weke hêzeke dagirker li şûna xwe nasekine. Ji ser provokasyon û tevliheviyê dixwaze ji xwe re riyekê û cihekî veke. Eynî tişt li aliyê Mûsil jî hêza xwe şandin wê derê. Li wir jî gotin dinya xerab bibe em ji wê derê hêzê xwe nakişînin. Çi mafê te heye tu biçe Mûsil? Temam KDP bangawazî kiriye. Lê hikûmeta Iraqê heye, ew qebûl nakin. KDP we qebûl kiriye, lê hikûmet we qebûl nake. Siyaseta navneteweyî qebûl nake, hinekî xwe li vir û li wir dida xwe paşve kişandin. Em dîsa dizanin başûrê Kurdistanê bi hezaran artêşa Tirk tang û topên wan li wê derê ye. Yanî ev çi ye? Ew exlaqê dagirkirinê ji dîrokê virde tê. Taybet li ser meseleya Kurdistanê û kurdan hertim hêzên xwe li derekê bibîne. Maf û azadiya kurdan bi şêwazekî bifetisîne ji hêzê bixe. Ev helwesta wan heye. Lê tiştê derketiye holê çi ye, AKP di vir de encam negirtiye. Gelê Tirkiyeyê jî di vir de tu mafên wan tune. Xwe vedişêrin û şovenîzmê pêş dixînin. Lê ew ê derkeve holê. Bawer im ew ê hesab were xwestin. Lê li Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojava dewleta Tirkiyeyê encam negirtiye, siyaseta wan pûç derketiye. Hîn jî Ehrar El Şam, Tugayên Sultan Murad destek dikin, lê bila bizanibin ew ê hemû nikaribin tiştekî bikin.

Peyama we ya ji bo sersalê û sala 2016’an ji bo gelê kurd çi ye?

Ji bo gelê kurd, hemû gelên azadîxwaz, bindest û xwedî têkoşîn azadî, demokrasî û aştiyê dixwazim. Ji Rêber Apo û gelê me azadî dixwazim. Me bedelên pir giran dan, me têkoşînek pir rûmet pêşxist, dîrokek me ya xurt heye û bi rêveberî, rêxistin û îradeya gelê me di wê baweriyê de me ku sala 2016 bi têkoşîn û berxwedan bê jiyîn. Gelê me û hereketa me hemû ji vê re amade bin, bi vê zanebûnê xwe rêxistin bikin bi înadek mezin û bi baweriyeke mezin em têkoşîna hîn di asteke bilind de pêş bixin. Li ser vî esasî azadiya Rêber Apo, gelê me pêk bê û azad bibe. Ez ji hemû mirovahiyê re, gelê me û gelê bindest re sersala nû weke azadî dixwazim.