1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Oxfam: Bi sed hezaran karkerên li DYA di nava mercên ne însanî de dixebitin
Oxfam: Bi sed hezaran karkerên li DYA di nava mercên ne însanî de dixebitin,oxfam,bi,sed,hezaran,karkerên,li,dya,di,nava,mercên,ne,însanî,de,dixebitin

Oxfam: Bi sed hezaran karkerên li DYA di nava mercên ne însanî de dixebitin

Li sektora heywanên bi per û bask ên li DYA, ku her sal bi mîlyaran pere qezenc dike, tê gotin zêdeyî 250 hezar karkerên wê di nava şert û mercên ne însanî de tên xebitandin

A+ A-

BOSTON - ANF Rêxistina Mafên Mirovan Oxfam raporek weşand û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li sektora li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA).

Di rapora Oxfamê de hat ragihandin, ev sektora li DYA her sal mezin dibe û kara şîrketan zêde dibe. Oxfamê diyar kir, li beramberî vê yekê, karker bi mûçeyeke kêm tên xebitandin.

PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ Û BIRÎNDARBÛN ZÊDE DIBIN

Hat destnîşankirin, şert û mercên xebatê yên li şîrketên Tyson Foods, Perdue Farms, Pilgrim's Pride û Sanderson Farms dûrî pîvanên însanî ye.

Her wiha tê ragihandin, tempoya lez a xebatê û kêmaniya ewlekariya kar a li cihên servîsên qesab û paketkirinê, rê li ber qezayan vedikin.

Li gorî raporê, tevî birîndarî, her wiha şert û mercên nepaqij ên qada kar dibin sedema rûdana nexweşiyan. Wekî din tê gotin, di dema bêhnvedanê de bi têrkerî av û nan nayê dayîn û ji ber vê yekê pirsgirêkên tenduristiyê rû didin.

DESTÛRA BÊHNVEDAN Û TIWALETÊ JÎ NAYÊ DAYÎN

Saziyeke bi navê Soûthern Poverty Law Center, li nava 266 xebatkarên li eayleta Alabama anketek çêkir û da zanîn, ku 4 ji 5 karkeran di nava şert û mercên ne însanî de dixebitin.

Di anketê de derket holê, ku destûr ji mirovan ren ayê dayîn biçin destavê û bêhnvedan jî daketiye hefteyê du caran.