1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PAJK’ê Mizgîn, Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî bibîranî
PAJK’ê Mizgîn, Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî bibîranî,pajk,ê,mizgîn,leyla,qasim,û,şirîn,elemhûlî,bibîranî

PAJK’ê Mizgîn, Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî bibîranî

Koordînasyona PAJK’ê Leyla Qasim, Hozan Mizgîn û Şirîn Elemhûlî bi rêzdarî bi bîr anî, got: “Ahenga stranî ya wan a berxwedanê di her kêliya şerê me de wê hêvî, bawerî û hêzê bide me.”

A+ A-

ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona PAJK’ê bi boneya salvegera şehadeta Leyla Qasim, Hozan Mizgîn û Şirîn Elemhûlî daxuyaniyek nivîskî weşand. PAJK’ê wiha got: “Di vê pêvajoya em tê re derbas dibin de, di van kêliyên ku têkoşîn digihêje lûtkeyê de, di heman beşa dîrokê ya bi lehengiyê re digihêje hev de, em salvegera şehadeta hevalên Leyla Qasim 12’ê Gulanê, Hozan Mizgîn 11’ê Gulanê û Şirîn Elemhûlî 9’ê Gulanê bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin.”

‘Bermahiyên Leyla Qasim, wek Viyan Soranan, Destîna Qandîlan bûne têkoşînek bênavber’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Hem wek gel hem jî jin bi lehengiyên li dijî belangaziya her demê wek qeder dane fêmkirin, bi bilindkirina tîlîliyan ve hêza hebûnê dane dilan” û wiha dewam kir: “Leyla Qasim, wek jinek Kurd çeka xwe girt, ji bo parastina gel û axa xwe ket nava şer. Ev ji bo tevahî jinên Kurdistanê bû mîrateya têkoşînek pir mezin. Bi şer, berxwedana têkoşînê û bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin wek çawa ji jinên Kurd re bûye çavkaniya hêviyê, her wiha nîşan daye ku jin jî dikarin xwe di şer de îfade bikin, ji bo bidestxistina ax û azadiya xwe dikarin têbikoşin. Ev tovên berxwedanê di dilan de çandine. Bermahiyên Leyla Qasim, piştre di xeta PKK û PAJK’ê de wek Viyan Soranan, wek Destîna Qandîlan bûne têkoşînek bênavber.”

Koordînasyona PAJK’ê wiha dewam kir:

“Gûrbet Aydin a wek Hozan Mizgîn tê zanîn jî, stranên dilê xwe li çekên xwe pêçaye, bi têkoşînek awazî ve gav avêtiye çiyayên Kurdistanê, di nav gel de çanda Apoyî haveyn kir, girêdana azadiyê ava kiriye. Hevala Mizgîn, di nav PKK’ê de îfadeya asta fermandariya jin, baweriya meşa heqîqetê, berxwedana stranî ya di lêdana dil e. Di her gavên xwe de, di her kêliya şer de berxwedana xwe veguherandiye awazekî bi melodî, di govend, şer, meşa gerîlayan de bûye aheng, bûye hêz, hêvî û bawerî. Ji bo her kesî îspat kiriye ku bê ka jinek xwe pêş xistiye û hebûna xwe diyar kiriye, bi tevlîbûn û sekna xwe dikare di nav PKK’ê de çi bike, bibe çavkaniya hêzek çiqasî mezin. Dîsa, dema jinek baweriya xwe bi têkoşînê bîne, dema bi girêdanek mezin şer hembêz bike, nîşan daye ku wê karibe xwe piralî bafirîne û têkoşînê bi tevahî rengên wê ve bigihîne heqîqetê. Bi vê yekê ve wek gerîlayek jin hem bi hunerê re şerê xwe dike yek hem bi bi fermandarbûyînê ve şer mezin û berfireh dikir. Ji ber ku hevala Mizgîn hem hunermendek hem fermandar-şervanek hem jî pêşengek gel bû. Bi ziraviya hunermendekê şer dikir, wek mamosteyekê xwe digihandê û perwerde dikir û wek mîlîtanekê xwe ji her wezîfeyê re amade dikir û dizanîbû layiq bibe. Şer wisa mezin bû, berxwedan wisa geş bû. Û wek navê xwe, ji gelên mazlûm û jinan re bû mizginiya azadiyê. Bi destkeftiyên ku gihiştinê, li Garzanê, 11’ê Gulanê bi stranbûyînê ve bûye efsaneya têkoşîna me ya dijî û dide jiyîn.

‘Di nav rastiya Rojhilat de eşqa azadiyê ji hesinên girtîgehê ji tevahî cîhanê reragihandiye’

Hevala Şîrîn Elemhûlî jî bi peyama berxwedanê ya ji Leyla Qasiman girtiye, lingê xwe li darsêpiya xwe xist, bi dirûşmeyan ve têkoşîna wê li hember celadê xwe kêm nebe bang kiriye. Di nav rastiya Rojhilat de eşqa azadiyê ji hesinên girtîgehê ji tevahî cîhanê re ragihandiye û bi biryarbûna xwe ya têkoşînê ve çar parçeyê Kurdistanê bi heqîqeta xwe re kiriye yek. Bi vî awayî strana berxwedanê ji Leyla Qasiman ber bi Mizgînan herikiye, bi Şirîn Elemhûliyan, Ferzad Kemangeran ve ji nav hesinên girtîgehan herikiye çiyayan, li kolanan deng vedaye , bi Pakîzeyan re di berxwedana xwerêveberiyê de veguheriye têkoşîna bi coş a gel.

Jina di rastiya PKK’ê de ber bi heqîqetê dimeşe, bi haveyna îdeolojîk a PAJK’ê ve, girêdanên xwe yên azadiyê, dilên xwe û hebûnên xwe distirên, li çiyayan, kolan û zîndanan dibin xwebûn û dest bi şer dikin. Mizgîn, li çiyayan û di sînga welatparêz a gel de, Leyla û Şirîn li zindanan, Pakîze li qadên berxwedanê, berxwedanên xwe bi heqîqetê re kirin yek û bi agirê azadiyê ve geş bûn.

Rastiya şehîdan îfadeya yekbûna bi heqîqetê ye. Leyla Qasim, Mizgîn û Şirîn, çar parçeyê Kurdistanê yên bi têlan ji hev hatine qutkirin, bi azmê têkoşînê ve kirine yek. Wek gerîlayên PAJK’ê, em diyar dikin ku girêdana heqîqetê ya di dilê xwe de mezin kirine, em ê pêk bînin. Ahenga stranî ya wan a berxwedanê di her kêliya şerê me de wê hêvî, bawerî û hêzê bide me. Li ser vî esasî, bi boneya 11’ê Gulanê, di serî de hevala Mizgîn, em tevahî hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin.”

(rn)