1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Panorama 2016 -1
Panorama 2016 -1,panorama,2016,1

Panorama 2016 -1

A+ A-

VIDEO: https://www.youtube.com/watch?v=t_2o2E7OPLc

Berztirîn buyerên salê li cîhanê

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Sala 2016, li Rojhilata Navîn û cîhanê têr tijî qewimînên siyasî û leşkerî bû.

Dagirkirina Tirkiyê ji Sûriyê re, serkeftina Donald Trump di hilbijartinên Amerîkayê de û li Sûriye û Iraqê jî rizgarkirina ferehiyên mezin ji çeteyên DAIŞ’ê rojevên berz ên vê salê bûn. Dîsa aloziya koçberan girîngtirîn dozên salê ku bala cîhanê kişand. Para Rojavayê Kurdistanê jî di vê dosyayê de heye ku veguherî wargehek pêşwazîkirina deh-hezaran koçber û penaberên Musil û Sûriyeyê û çavkaniya proje-çareseriya Federaliya Demokratîk li Sûriyê.

Çile

* Di 1’ê Çileyê de, piştî Luxembourgê, Holenda dest bi rêvebirina Meclîsa Yekîtiya Ewropayê kir.

Di heman rojê de Rûsiya bersiva xistina balafira wê Sikhoyi li Tirkiyê da. Rusiya cezayên aborî li ser Tirkiyê ferz kirin.

Her wiha Serokomarê Iraqê Heyder El-Ebadî ji Tirkiyê daxwaz kir ku yekser hêzên xwe ji Musilê bikişîne.

Di 3’yê Kanûnê de, ji ber darvekirina wê ji oldarê Şîayî Nimir El-Nimir, li pêşiya balyozxaneya Siûdî Erebîstan ya li Tehranê xwepêşandanek pêk hat. Di encamê de, Siûdiyê di 4’ê Çileyê de têkiliyên xwe bi Îranê re birîn û ji diblomatên Îranî daxwaz kir ku ji Siûdiyê derkevin.

Di 5’ê Çileyê de, Rûsiya xwest ku idîayên ku Tirkiye gaza Sarîn da çeteyên DAIŞ’ê, bên lêkolînkirin.

Di 9’ê Çileyê de, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) belgeyên nû derbarê têkiliya Tirkiyê bi qetilkirina siyasetmedarên jin ên kurd (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) rasdestî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir.ohd

Dîsa di vê mehê de Cîgirê serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî; Asî El-Mihemed li herêma Birwane ya parêzgeha El-Enbar hat kuştin.

Di 10’ê Çileyê de, piştî 3 salan careke din parlementoya Misrî dest bi kar kir.

Di 11’ê Çileyê de, partiyên doza serxwebûna Catalonia  dikirin, di hilbijartinên welat de biser ketin û dest bi avakirina hikumeta nû kirin.

Di 13’ê Çileyê de, Îranê du keştî (zewreq) ên Amerîkî ku 10 kes lê bûn, di navbera Kiwêt û  Behrênê de girtin.

Di 18’ê Kanûnê de, Amerîkayê cezayên nû li ser 11 şîrket û kesayetên Îranî ferz kirin.

Di 19’ê Kanûnê de, Meclîsa Rêveber a Lîbiyayê hikumeteke demkî ji 32 wezaretan ava kir. Ev di çarçoveya hewldana rawestandina şer li welat pêk hat.

Di 28’ê Çileyê de, berdevkê hêzên leşkerî yê Misrê mirina du pîlotên Misrî, ku di encama ketina balafira F16, di dema perwerdeyê de, ragihand.

Di heman rojê de, Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Guido Raimondi derbarê êrîşên li ser bajarên Bakurê Kurdistanê de, Tirkiye hişyar kir.

Dîsa Rêxistina Tenduristî ya Navneteweyî îlan kir ku vîrosa Zîka li herdu parzemînên Amerîkayê, belav buye.

Di 31’ê Kanûnê de, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan piştî Ebû Bekir El-Bexdadî weke duyemîn dîktatorê sala 2015’an, hat binavkirin. Rêxistina Radyoya Fermî ya Holandayê (VPRO) ev ragihand.

Sibat

Di 2’yê Sibatê de, nûnerên 20 welatên Koalîsyona Navneteweyî li paytexta Îtaliya Roma li hev civiyan û pîlanên şerê li hember DAIŞ’ê danîn.

Di heman rojê de, Rêxistina Tenduristî ya Navnetewî, li beramberî belavbûna vîrosa Zîka rewşa awarte li cîhanê, ragihand.zikaaaa

Di 4’ê Sibatê de, serçeteyekî DAIŞ’ê bi navê Celal Bilîd tevî 6 kesên din li başûrê Yemenê hatin kuştin.

Her wiha ji bo Sûriyeyê, li Londonê bi beşdariya 70  wezîrên karên derve û serokên hikumetên li cîhanê konferansa hevalbendên Sûriyeyê destpê kir.

Di 5’ê Sibatê de, Wezareta Karê Derve ya Rûsyeyê ragihand ku Rûsiye destek dide biryara NY’yê ya lêkolînkirina mijara qetilkirina artêşa Tirk ji sivîlên bajarê Cizîra Botan ê Bakurê Kurdistanê.ciziirrrrr

Di 6’ê Sibatê de, Rûsya destnîşan kir ku Tirkiye bi riya êrîşên ragihandinî gelê Tirkiyeyê amade dike ku ramana dagirkirina Tirkiye ji Sûriyeyê re qebûl bike.

Di 8’ê Sibatê de, polîsên Alman du çete li bajarê Mainz girtin.

Di 10’ê Sibatê de, Berdeveka Fermî ya Wezareta Karê Derve ya Rûsya Maria Zakharova got ku pêwîst e PYD’ê di nîqaşên li ser çarenûsa Sûriyeyê de cih bigire.

Di 11’ê Sibatê de, Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton Carter bi hemkarên xwe yên welatên di nav Koalîsyona Navnetewî de re civiya û çawaniya xurtkirina operesyonên li hember terorê nîqaş kir.

Di 12’ê Sibatê de, lîstokên Olimpiyadê yên zivistanê yên ciwanan li Lillehammer destpê kirin û heya 21’ê Sibatê dewam kirin.

Di 15’ê Sibatê de, Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li ser bombebarana Rûsiya ji komên çete re, Rusiya tehdîd kir.

Di 16’ê Sibatê de, Konseya Ewlekariyê ji Tirkiyê xwest ku êrîşên li hember Rojavayê Kurdistanê û gundewarên Bakurê Helebê rawestîne.

Di 17’ê Sibatê de, li rex baregehek leşkerî ya Tirkî ya nêzî navenda Fermandariya Giştî ya artêşê li Anqeriyê teqînek pêk hat. TAK’ê teqîn girt ser xwe.

Di 19’ê Sibatê de, berpirsên leşkerî yên Rûsî û Amerîkê beriya civîna NY’yê li Cinêvê li hev kom bûn û mijara agirbesta li Sûriyeyê nirxandin.

Di 22’yê Sibatê de, Amerîka û Rûsya reşnivîsa agirbesta li Sûriyeyê danîn û di 27’ê Sibatê de derbasî meriyetê kirin.

Adar

Di 4’ê Adarê de, rayedarên Amerîkayê gumana kuştina Ebû Umer El-Şîşanî li bajaroka Şedadê ya Sûriyê ragihandin.

Di 7’ê Adarê de, artêşa Tunisî li ser sînorê Lîbiyayê, 10 çekdarên ku êrîşî navendên artêşê kiribûn, kuştin.

Di 9’ê Adarê de, tav (roj) li Andonîsiya bi hîvê hat nixumandin (Kisûf).ruuu

Di 14’ê Adarê de, Serokê Rûsiya Vladimer Potîn biryar da ku hêzên Rûsî ji Sûriyeyê bikişîne.

Di heman rojê de, danustandnên Cenêv 3 yên derbarê aloziya Sûriyê de di pêvajoya 2’yemîn destpê kirin û bê encam ma.

Di 16’ê Adarê de, PDK’ê deriyê sînor  ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê (Sêmalka) girt. Ev yek piştî nîqaşên li ser Federaliya Demokratîk li Rojava-Bakurê Sûriyeyê dest pê kirin pêk hat.

Di 17’ê Adarê de, li Rojava- Bakurê Sûriyê Meclîsa Damezirêner a Sîstema Federaliya Demokratîk hat avakirin.944929_1025293970878003_1476146836641398376_n

Di 18’ê Adarê de, Wezîrê Parastina Amerîkî ragihand ku kurdên Sûriyeyê hevalbendên wan ên leşkerî ne û xwedî cihekî rêzdariyê ne.

Di 22’yê Adarê de, li balafirgeha Brusselsê rêzeteqîn pêk hatin. Di encamê de 34 kes mirin û 271 jî birîndar bûm. DAIŞ êrîş girtin ser xwe.

Nîsan

Di 2’yê Nîsanê de, di navbera Ermîniya û Ezrebîcanê de şer destpê kir.

Di 3’yê Nîsanê de, 5 sarincên bi madeyên xeternak li herêma Sinaî, nêzî bajarê Bordo ya Feransayê teqiyan.

Di heman rojê, belgeyên Panema yên li ser bacan belav bûn.

Di 6’ê Nîsanê de, li ser karbeşiya di navbra Okraniya û YE’yê de li Holandayê referandom pêk hat.

Di 10’ê Nîsanê de, hikumeta Filîpînê ragihand ku 18 leşkerên wê û 5 endamên koma Ebû Seyaf li başûrê welat hatin kuştin.

Di 12’ê Nîsanê de, Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku hilîkoptereke wan li Sûriyê ket û du pîlotên wê mirin.

Di 13’ê Nîsanê de, CIA ya Amerîkî pilana çekdayîna komên muxalefeta Sûriyeyê eşkere kir. CIA gotibû ku eger agirbest li Sûriyeyê bi ser nekeve ew ê plan bikeve meriyetê.

Di 14’ê Nîsanê de, Amerîka bi raporekê eşkere kir Tirkiye û Misir di nav de, hin hikumet  mafên sereke yên gelan binpê dikin.

Di heman rojê de, Wezîrê Parastina Yûnanistanê li beramberî binpêkirinên Tirkiyê rewşa awarte îlan kir.

Di 16’ê Nîsanê de, li Japoniya û Êkwedorê erdhejek pêk hat. Di encamê de 19 kes li Japoniyayê û 413 jî li Ekwador mirin.yaban-222

Di 18’ê Nîsanê de, zêdeyî 400 koçber di Deryaya Spî de xeniqîn.

Di 24’ê Nîsanê de, bajarê Tozxurmato yê Îraqê di navbera Heşid El-Şeibî û Pêşmergeyan de şer derket.

di 30’ê Nîsanê de, li dijî herêmeke nêzî Bexdayê êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Di encamê de 14 sivîl mirin û 25 jî birîndar bûn.

Gulan

Di 1’ê Gulanê de, li Kenadayê agir belav bû û bi dehezaran kes ji bajarê Fort McMurray koç kirin.

Di 2’yê Gulanê de, rojnameyeke Birîtanî eşkere kir ku hêzên taybet ên Birîtanî û Îtalî li Lîbiyeyê ketin kemîneke çeteyên DAIŞ’ê de.

Di heman rojê de, erebeyên zirxî yên Israîlê derbasî zeviyên bakur rojhilatê Refeh li Xezayê bûn û gule teqandin.

Di 5’ê Gulanê de, Sadiq Xan ku bi eslê xwe Pakistanî ye, bû Umdê Londonê.

Di 6’ê Gulanê de, li Pakistanê bi hinceta destekdayîna du kesan li ser revê, Meclîsa Qebîlan a Pakistanê canê jineke ciwan da ber agir û ew bi saxî şewitandin.

Di 7’ê Gulanê de, Siûdiyê ragihand ku wê sîstema dewletê ji nû ve rêxistin kiriye û hin ji wezaretên xwe kirine yek.

Di 8’ê Gulanê de, Rêxistina Human Rights Watch destnîşan kir ku Siûdiyê çekên qedexekirî yê Amerîkî li Yemenê bikar anî.yemennn222

Di 11’ê Gulanê de, hikumeta Bengiladişê serokê komeke Misilman Mutîi El- Rehman bidarve kir.

Di heman rojê de 3 teqîn li Iraqê qewimîn û 90 kesî jiyana xwe ji dest da.

Di 12’ê Gulanê de, Meclîsa Niştimanî ya Brazîlê serokomarê welat ji erk xist.

Di 19’ê Gulanê de, Wezareta Derve ya Misrî ragihand ku balafira 804 ket û di encamê de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan.balafira-misri

Di 22’yê Gulanê de, li Vietnam û Qubrosê hilbijartinên zagonsaz pêk hatin.

Di 26 û 27’ê Gulanê de 42.Civîna heft welatên Sînaî li Tokyo pêk hat.

Hizêran

Di 2’yê Hizêranê de, Parlementoya Almaniya komkujiyên Osmaniyan derheqê gelê Ermenî de, nas kirin.

Di 12’ê Hizêranê de, li Filorîda ya Amerîkayê êrîşek pêk hat. Di encamê de 49 mirin û 53 ên din jî birîndar bûn.

Di 23’yê Hizêranê, Birîtaniya ji YE’yê derket.biritaniyaaaa

Di 27’ê Hizêranê de, li bajaroka Beqai ya Lubnanê 4 teqîn pêk hatin. Di encamê de 5 kes mirin û 15 jî birîndar bûn.

Di heman rojê de, Serokwezîrê Tirkiyê Binelî Yildirim û hemkarê wî yê Israilî, gavên yekemîn ên pêşxistina têkiliyên herdu welatan ragihandin û peymanek ji çend xalan îmze kirin. Pê ve girêdayî û di heman rojê de Tirkiye lêborîn ji Rûsiya xwest.

Tîrmeh

Di 1’ê Tîrmehê de, Piştî Silovakiya, Holenda dest bi rêvebirina Meclîsa YE’yê kir.

Di 3’yê Tîrmehê de, li herêma Kerade ya Bexdayê rêzeteqîn pêk hatin. Di encamê de 320 kes mirin û 250 jî birîdar bûn.keradeee

Di 7’ê Tîrmehê de, Wezîrê Karê Derve yê Austria Sebastian Kurz qebûl nekir ku nîqaşên nû derbarê tevlîbûna Tirkiye ji NY’yê re dest pê bikin.

Di 8’ê Tîrmehê de, li dijî pîrozgehek Şîayê ya li Iraqê êrîşek pêk hat. Di encamê de 50 kes mirin, 70 jî birîdar bûn.

Di 9’ê Tîrmehê de, Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya li Moskow ji ber sedemên madî hat girtin.derbeya-tiriye

Di 14’ê Tîrmehê de, kamyonekê êrîşî welatiyên Fransa yên li bajarê Nîs kir û 84 kes kuştin. DAIŞ’ê êrîş girt ser xwe.

Di 15’ê Tîrmehê de, li Tirkiyeyê hewldana derbeyê pêk hat.

Tebax

Di navbera 5 û 21’ê Tebaxê de, lîstokên olimpîk li Brazîlê destpê kirin.olimpiii

Di 8’ê Tebaxê de, li nexweşxaneyek Pakîstanê teqînek pêk hat. Di encamê de 93 kes mirin û 120 birîndar bûn.

Di 12’ê Tebaxê de, Hêzên QSD’ê bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Di 18’ê Tebaxê de, Amerîka çekên noklerî ji Tirkiyê derxistin.

Di 24’ê Tebaxê de, artêşa Tirk derbasî bajarê Cerablus ê Sûriyê bû û dest bi dagirkirina bakurê Sûriye kir.

Di 31’ê Tebaxê de, Wezîrê Hundirîn ê Tirkiyê istîfa kir.

Îlon

Di 1’ê Îlonê de, li komara El-Kongo û Medxeşqer hîv ket pêşiya rojê.

Di 27’ê Îlonê de, Amerîka biryara Casta erê kir.

Di 29’ê Îlonê de, Sekreterê Koma Welatên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyîz avakirina sîstema federal li Sûriyê destek kir.

Di 30’yê Îlonê de, li bajarokê Rimêlan ê Sûriyeyê Platforma Demokratîk a Sûrî bi beşdariya 170 delegeyî lidar ket.muntede

Cotmeh

Di 3’yê Cotmehê de, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di dosayaya Sûriyê de hevkariya bi Rûsiyê re rawestand.

Di 6’ê Cotmehê de, Wezareta Karên Deve ya Iraqê ji ber binpêkirinên Tirkiyê, daxwaza civîneke awerte li Konseya Ewlekariyê kir.

Di 12’ê Cotmehê de, Hêzên Siyasî yên Kurd ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê nexşeriyek derxist.

Di 15’ê Cotmehê de, li Lozanê bi beşdariya Wezîrên Karên Derve yên Amêrîka, Rûsya û hin welatên din civînek lidar ket.

Di 16’ê Cotmehê de, operesyona rizgarkirina Musilê ji DAIŞ’ê destpê kir.

di 24’ê Cotmehê de, DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û dîsa Pêşmergeya xwe dan paş. YBŞ û HPG`ê êrîş vala derxist.

Di 31’ê Cotmehê de, Mîşêl Ewn bû serokê Lubnanê.%d9%85%d9%8a%d8%b4%d8%a7%d9%84-%d8%b9%d9%88%d9%86-2

Mijdar

Di 2’yê Mijdarê de, UNESCO ragihand ku di sala 2015’an de 115 rojnemevanan li cîhanê jiyana xwe ji des dan.

Di 4’ê Mijdarê de, Tirkiye piştî gelek endam û hevsrokên şaredariyan, Hevserokên HDP’ê Selahidîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag girtin.hdp

Di 6’ê Mijdarê de, QSD’ê dest bi hemleya rizgarkirina Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê kir.

Di heman rojê de Sekreterê Meclîsa Ewropayê Thorbjorn Jagland, derbarê pêkanîna cezayên darvekirinê, Tirkiye hişyar kir.

Di 8’ê Mijdarê de, hilbijartinên serokomariya Amerîkayê destpê kirin û di encamê de di 9’ê Mijdarê de Donald Trump bû serokê Amerîka.trump

Di 11 û 13’ê Mijdarê de, li Kenedayê civîneke navnetewe ji bo nirxandina dosyaya Sûriyeyê destpê kir.

Di 12’ê Mijdarê de, li rex mezintirîn baregehên Amerîka li Efxanistanê teqînek pêk hat.

Di 21’ê Mijdarê de li Japoniya erdhejeke bi hêza 7.3 pêk hat.

Di 26’ê Mijdarê de, Serokê Kobayê Fîdil Kastro di 90 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.fidil-kastro

Di heman rojê de, Almaniya ragihand ku ew li altirnatîfeke baregeha Incirlîk digere.

Kanûn

Di 1’ê Kanûnê de, li xwaringehek Yûnanî teqînek pêk hat. di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 ên din jî birîndar bûn.

Di 2’yê Kanûnê de, Danîmark balafirên xwe F16 ji Koalîsyona dijî DAIŞ’ê kişandin.

Di 6’ê Kanûnê de, Wîkîlêks 57 hezar û 934 nameyên Wezîrê Enerjiya Tirkî û zaveyê Erdogan belav kirin. Di van de têkiliyên wî bi DAIŞ’ê re derdikevin holê.

Di 7’ê Kanûnê de, ji ber erdhejeke li rojavayê Andonîsiya 97 kes mirin û hezar û 270 jî birîndar bûn.

Di 10’ê Kanûnê de, Fermandariya Hemelya rizgarkirina bajarê Reqqa pêngava duyemîn a hemleyê destpê kir.

Dîsa di heman rojê de, serçeteyê DAIŞ’ê ku êrîşa dijî Charlie Hebdo pêk anîbû, hat kuştin.

Di heman rojê de, di teqîneke ku TAK’ê pêk anî, 38 leşkerên Tirk mirin û 177 ên din jî birîndar bûn.

Dîsa Serokomarê Iraqê Heyder El-Ibadî banga vekşandina hêzên Tirkiye ji Baişîqayê kir.

Di 11’ê Kanûnê de, li dêreke Misirê teqînek pêk hat. Di encamê de 25 kes mirin û 49 jî birîdar bûn.

Di 15’ê Kanûnê de, li Helebê agirbest pêk hat û komên muxalif  bi otobosên kesk ji taxên rojhilatî bajar derketin.

Di 17’ê Kanûnê de, du çekdaran 5 parêzvanên jin ên Efxanî li balafirgeha Qendehar kuştin.

Di 19’ê Kanûnê de, Sefîrê Rûsî li Tirkiyê hat kuştin.balyoze-rusi-hat-kustin

(nse/ne)

ANHA


Bêjeyên Miftehî