1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Panorama 2016-2
Panorama 2016-2,panorama,2016,2

Panorama 2016-2

A+ A-


Sûriyeyê hevsengî serobino kirin

NAZDAR EBDÎ – SÎPAN SILO

NAVENDA NÛÇEYAN – Sala 2016’an bû saleke ku li Sûriyeyê hevsengiyên siyasî û leşkerî serobino kirin.

Şerê ku li Suriyeyê tê meşandin û wekî şerê cîhanê yê sêyemîn tê pênasekirin, her wiha planên hêzên herêmî û navnetewî yên li ser vê erdnîgariyê, girêdayî wan jî krîz, kaos û êşa gelan di sala 2016’an de jî rojeva sereke bû.

Di sala 2016’an de li ser nexşeya Sûriyeyê gelek planên planên parvekirinê hatin kirin, van planan hevsengiyên 2015’an bi gîştî serobino kirin. Mudaxeleya dewletên navnetewî yên aktorên vî şerî (Rûsiye, Tirkiye û Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya Amerîka) aloziya Sûriyê ya 5 salî derbasî pêngavek nû ya şerê cîhanê yê sêyemîn kir.

Di vî şerî de gelek kom û komikên ku wekiltiya şerê van hêzan dikin, rengên xwe li nexşeya Suriyeyê dan. Lê hêzên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin ên wekî YPG, QSD jî bun aktorên sereke yên li herêmê.

* Serweriya komên çekdar 

Komên çekdar ên li meydana Sûriyê20152016
FirehîJi firehiya SûriyêFirehîRêje 
Muxalefet û komên radîkal21.158 Km211.741%21.012 Km211.357%
Artêşa Sûriyê31.511 Km217.476%31.814 Km217.196%
DAIŞ78.645 Km243.636%67.834 Km236.667%
Mertala Firatê0000%845 Km24.56%
Deverên çol22.530 Km212.5%22.530 Km212.5%

 

YPG/QSD û Hêzên Şoreşger26.337 Km214.61%30.709 Km216.599%

 

Rûsiya nexşeya Sûriyê di berjewendiya Esad de guherand

Guherîna sereke di kronolojiya buyerên panoramaya 2016’an li Sûriyê, ku di qada siyasî, leşkerî û nexşeya Sûriyê de bandorker bû, mudaxeleya Rûsî ya ku di Îlûna 2015’an de pêk hat û di 2016’an de jî mayinde pêş ket, bû. Rûsiye dikaribû di demeke kurt de gelek deverên ku rejîma Baasê di sala 2015’an de wenda kiribûn (gund, bajarok û bajarên girêdayî parêzgehên Idlib, Heleb, Şam, Humus, Hema û hwd) vegerîne.

Ber-av herêma serweriya rejîmê 

* Yekem pêşketina di vê çaroçoveyê de li beravên Sûriyê (Sahil) hat qeytkitin. Di 12’ê Çileyê de hêzên rejîmê bajaroka Selma ya Laziqiyê (ku weke paytexta şoreşgerên Beravê dihat nasîn) ji komên çekdar ên muxalefetê girtin.

Di 24’ê Çileyê de jî baregeha dawî ya stratejîk a çekdarên muxalefetê li Laziqiyê; bajaroka Rebîa ket destê hêzên rejîmê. Bi vê yekê re zêdeyî 18 bajarok û gund û 120 Kmji gundewarên Laziqiyê ketin destê hêza navburî de. Parêzgeha navburî di nava salê de weke parêzgehek rejîmê ma.

* Li aliyê din ê beravê, li Himus jî tevahî bajar ji bilî taxa Wair di destê hêzên rejîmê de ye û li bakurê wê jî bajarokên Resten, Taldou, Telbîsa, Houla û Til Deheb di destê çekdarên muxalefetê de ne. Di 31’ê Tebaxê de, di navbera komên çekdarên li taxê û hêzên rejîmê de agirbestek dem-vekirî hat îmzekirin, da ku di nav 4 pêvajoyan de komên muxalefetê taxê radestî rejîmê bikin.

*  Li Hemayê jî artêşa azad gundewarên bakur û bakur rojhilat digirin. Bajar û bejahiya mezin jî di destê hêzên rejmê de ye. Di 30’ê Tebaxa  2016’an de çekdarên muxalefetê bajarokên Hilfaya, Teyebat el-îmam ji destê hêzên rejîmê girtin.

Paytextên siyasî û aborî; Şam û Heleb

Ji beravê ber bi bakur û di kurahiya bejahiya Sûriyê de, li Helebê, bi saya alîkariya Rûsî di 16’ê Çileyê de, artêşa Sûriyê bajarokên Herdetên û Rîtan ji çekdarên muxalefetê girtin. Paşê di 3’yê Sibatê de bi hevkariya pastarên îranî dorpêça çekdarên muxalefetê ya li ser bajarokên Nubol û Zehra (piraniya şêniyên wê şîa ne) şikand û korîdorek di navbera Heleb û van bajarokan de hat vekirin. Bi vê yekê re riya çekdarên muxalefetê di navbera Ezaz-Helebê hat birîn.

Di 18’ê Sibatê de jî artêşa Sûriyê riya Kastêlo ya Helebê (tekane korîdora çekdarên muxalefetê li hundir taxên rojhilatê Helebê) kir meydana hedefa çekên xwe û wiha li ser vê riyê serwer bû. Bi vê yekê re taxên rojhilatê Helebê bi temamî ketin bin dorpêça giran a hêzên rejîmê.

* Şam: Navenda paytextê bi temamî di destê hêzên rejîma Baasê de ye. Komên çekdarên muxalîf jî gundewarên Xûta yên rojhilat girtibûn. Lê di meha Tîrmehê û şûn ve, hêzên rejîmê li van deveran dest bi operesyonekê kirin û zêdeyî 15 gund û bajarokên li vê herêmê ji çekdarên muxalefetê û çeteyên wê girtin.

Di 27’ê Tebaxê û 1’ê Îlûnê de li ser tîfaqeke di navbera çekdarên muxalîf û hêzên rejîmê de, li gora rêzê, çekdarên muxalefetê ji bajarê  Dareya (ku 4 sal in di bin dorpêça rejîmê de ye) û bajaroka Muedemiyê derketin û radestî rejîmê kirin. Bi vê yekê re gundewarên Xuta ya rojavayê Şamê bi temamî ketin destên hêzên rejîmê de.

Li başûrê Şamê jî, li ber taxên Hecer El-Eswed, Qedem û Tedamun ku berê dagir kiribûn, çeteyên DAIŞ’ê di 12’ê Nîsanê de kampa Yermûk ji çeteyên El-Nusra girt. Çeteyên Cebhet El-Nusra jî bi tenê li bajarokên Bêt Sehim û Babîla yên başûrê Şamê de man.

Bajaroka Zebedanî li bakur rojavayê Şamê û Kiswê li başûrê wê di destê Ehrar El-Şam de man. Medaya jî di destê Ceyş El-Fetih de û dorpêça giran a hêzên rejîmê de ye.

Li herêma Qelemon a Rojhilat û bakur rojava jî hêzên rejîmê, DAIŞ, artêşa Azad û Cebhet El-Nusra hene.

Baregehên rûsî û mayinek dem-vekirî

Piştî van pêşketinan Rûsiye li Himeyim, Ceblê û Tartûs ên Sûriyê baregehên leşkerî û balafirên şer ava kirin. Paşê di 13’yê Çileya 2016’an de Moskow ragihand ku hikumeta wan li gel rejîma Asad tîfaq îmze kiriye ku bi saya wê hêzên rûsî dikarin “demvekirî” li Sûriyê bimînin û ji bo vê yekê çiraya Kesk girtine.

Li gora raporeke rewangeha Sûrî ya mafên mirovan di êrîşên Rûsî yên ji Îlûna 2015 heya Mijdara 2016’an de, 1112 zarok, 646 jin, 2726 zilam di nav de, 10 hezar û 503 kes hatin kuştin.

Hewldanên çareseriya siyasî û hevsengî 

Di rewşeke ku rejîma Sûriyê di meydanê de pêş diket, nakokiyên di navbera dewletên herêmî yên cîran û navnetewî ku aloziya Sûriyê bi wekaletê birêve dibin (Îran/Siûdî, Rûsiye/Amerîka, Rûsiye/Tirkiye, Tirkiye/Îran û hwd) gur bibûn û tu proje-çareseriyek li holê nebû, di çaryeka pêşîn a 2016’an de, civîna 3’yemîn a Cenêvayê pêk hat.

Cenev-3 di 25’ê Çileyê de bi amadebûna şandeya rejîmê paşê di 29’ê Çileyê de ya muxalefetê dest pê kirin. Ji ber astengiya Tirkî tu aliyek ku nunertiya statuya Rojava-Bakurê Sûriyê bike ji civînê re nehat vexwendin.

Lê li gorî biryara 18’ê Kanûna 2015’an a Konseya Ewlekariyê, divyabû bi destpêkirina civînê re hemwext li tevahî Sûriyê agirbest pêk bê, paşê di encama danûstandinên herdu aliyan de (rejîm û muxalefet) hikumeteke yekîtiya niştimanî bê avakirin.

Mijara agirbestê di civîna Munich a Almanya ya 11’ê Sibatê de hat rojevê. Lê aliyê rûsî agibest qebûl nekir. Li ser vê û di encama gelek nakokiyên din danûstandin 3 caran hatin paşxistin û di meha Gulanê di bi temamî hatin rawestaindin.

Hilbijartinên parlementoya Sûriyê

Beriya Cenevre-3 bê rawestandin, di 13’ê Nîsanê de rejîma Baasê bi serê xwe, hilbijartinên parlementoya Sûriyê pêk anîn. Di encamê de Partiya Baas’ê rêjeya kursiyên herî zêde di parlementoyê de bidest xistin.

Dosyaya terorê 

Di 31’ê Çileyê de, Nûnerê serokatiya Amerîkayê Brett Macgork hat serdana Kobanê û bi fermandarên QSD û rayedarên Rêveberiya Rojava re civiya. Piştî vê serdanê di 11’ê Sibatê de Koalîyona Navnetewî di civîneke wezîrên parastinê yên 49 dewletên koalîsyonê ku li Brussels’ê hat lidarxistin de îlan kir ku, di şerê li hember terorê de ew ê dest bi pêngavek nû bikin; ku dibe NATO jî derbasî vî şerî bibe. Lê mezintirîn van operesyonên li hember DAIŞ’ê li bakurê Sûriyê pêk hatin.

Di tevaiya salê de hêzên QSD’ê herêmên Başûrê Kobanê, bajaroka Şedadê ya başûrê Hesekê, herêma başûr rojavayê Hesekê û gundewarên bakurê rojhilatê Reqqa, gundên Şehbayê û bendava Şehbayê, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. (firehiya agahiyên van operesyonan di panoramaya () Parastinê de tên)

Di 27’ê Adarê de hêzên rejîma Sûriyê bajarê Palmîra (ku ji gulana 2015’an ve di destê DAIŞ’ê de bû) vegerandin bin serweriya xwe de. Lê paşê bi operesyona rejîmê li Helebê û ya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê re hemwext; ku DAIŞ’ê gelek dever li Bakurê Sûriyê radestî çeteyên Tirkiyê kirin, çeteyên DAIŞ’ê di 11’ê Kanûnê de serwreiya bajar ji hêzên rejîmê stendin.

Di 3’yê Nîsanê de jî hêzên rejîma Baasê bajarê El-Qeryetên ê Humsê ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû, vegerand bin serweriya xwe de.

Di 24’ê Tebaxê de jî DAIŞ’ê bajarê Cerablusê tevî firehiya di bin dagirkeriya xwe de li bakurê Sûriyê radestî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirin.

DAIŞ û tewanên mirovî; qurbanî

Di 17’ê Çileya 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê di êrîşeke dijî bajarê Dêrazorê de, 280 sivîl kuştin û 400 sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn revandin. Paşê DAIŞ’ê ji van sivîlan 270 kes serbest berdan û çarenûsa girtiyên mayî şolî ma.

Di 23’yê Gulanê de çeteyên DAIŞ’ê 2 êrîşên xwekujiyê anîn ser bajarên Tertûs û bajarê Ceble yê Lazekiyê. Di encama herdu êrîşan de 148 sivîlan jiyana xwe jidest dan.

Bi gîştî, li gora raporeke Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji dema îlankirina DAIŞ’ê, 2 hezar û 350 sivîl li ser destê vê rêxistin terorîst hatin îdamkirin û bi sedan kesên din di êrîşên cûda de hatin kuştin.

Komên çekdarên Koalîsyona Sûriyê 

Li aliyê din, di 6’ê Adarê de, di civîneke li bajarê Istenbolê Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê desteyek nû ya rêveber bi serokatiya Enes El-Ebde, cîgirên wî Ebdullhekîm Beşar, Muwefeq Nêrebiyê û Semîra Misalima û sekreter Ebdullîlah Fehid saz kir.

Di vê navberê de, li meydanê jî hêzên çekdar ên Koalîsyona Sûriyê li ser hesabê hêzên rejîmê, li ser erdê herî zêde erd ji dest dan.

*Li başûrê Sûriyê: Di 26’ê Çileyê de artêşa Sûrî bi hevkariya pastarên Îranî û çekdarên Huzbellah bjaroka Miskîn ê bakurê Deriayê ji destê komên çete yên bi ser El-Nusra de girt. Paşê di 6’ê Sibatê de bajaroka Atman ê bakurê Deriayê ket destê hêzên rejîmê de. Bi vê yekê re hêzên rejîmê derbasî bajarê Deria ku berê bi tevahî di destê çeteyan de bû, bûn.

Parêzgeha Siwêda jî ji bilî hin deverên ser sînorê rojhilatê Deriayê di destê hêzên rejîmê de ye.

*Li herêmên bakurê Sûriyê jî ev kom li parêzgeha Idlibê man. Di çaryeka dawî ya salê de jî, balafirên şer ên Rûsî bê navber bajar topbaran dikirin. her wiha gelek komên çekdar ku li gora tîfaqan ji bajarên din ên Sûriyê dihatin derxistin, sewqî Idlibê dihatin kirin.

Her wiha di 7’ê Gulanê de, çekdarên Koalîsyona Sûriyê, hêzên rejîmê ji bajaroka Xan Toman ê ku 15 Km dikeve başûr rojavayê Helebê derxistin.

Agirbest û alîkariyên mirovî 

Di nava salê de deverên herî zêde şer lê hat rawestandin û agirbest lê hatin ragihandin û alîkariyên mirovî derbasî bûn, bajarokên Medaya û Zebedanî yên Şamê û Fûa û Keferiya yên Idlibê bûn.

Dîsa li tevahî Sûriyê 2 peymanên “rawestandina şer” li tevahî Sûriyê hatin ragihandin. Ya yekemîn di 27’ê Sibatê de bû ku heya dawiya Nîsanê dom kir û paşê şikest. Di vê navberê de Tirkiyê di 26’ê Sibatê de ragihand ku “peyman” wê eleqedar nake û gefa êrîşeke dijî xaka Bakurê Sûriyê da. Di şeva 27’ê Sibatê de çeteyên DAIŞ’ê di ser Tirkiyê re derbasî Girê Spî (Til Ebyed) bûn û komkujî Ii wir pêk anîn.

Peymana duyemîn a rawestandina şer jî di navbera 12 û 19’ê Îlûnê de, dom kir. Di herdu de gelek binpêkirin ji aliyê herdu aliyên şer pêk dihatin û gelek sivîl di navberê de dibûn qurbanî.

Hêzên amerîkî

Di 4’ê Adarê de komek ji 50 şervanên ji tugaya 51 ku bernameya perwerdeya amerîkî re derbas bibûn, di ser Ezazê re tevî çekên pêşketî û cebilxaneya xwe derbasî Sûiyê bûn. ev kom di nav çend rojan de gelek ji wan hat kuştin û gelek ên din jî teval DAIŞ’ê bûn û çekên xwe radestî wan kirin.

Tewanên şer

Di 5’ê Çileyê de Rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî ya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku wan cebilxaneya çekên kîmyewî ku di 2013’an de derket holê bi temamî tune kir.

Lê paşê di mehên navbera Îlûn û cotmehê de, li gora raporeke Human Rights Watch; hêzên hevbendiya Rûsî-Sûrî li dij hêzên muxalefet li Helebê çekên qedexekirî bikar anîn û di encamê de 90 zarok di nav de 440 sivîl hatin kuştin. Rûsiye ji aliyê xwe ve hemû idîayên derbarê bikaranîna van çekan red kir.

1’ê Îlûnê de jî li gora raporeke heman rêxistinê, çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê  çend caran çekên kîmyewî bikar anîn.

Di meha Tîrmeh û Tebaxê de jî hêzên Rûsî-Sûrî 18 caran çekên dişewitînin li Heleb û Idlibê bikar anîn.

Dagirkeriya Tirkî û çirava aloziyê

Dewleta Tirk a dagirker ku herêmên di navbera Minbic û Efrînê dagir kirine, ji Çileyê ve dest bi amadekariyên vê gavê dikir.

Di 20’ê Çileyê de artêşa Tirk heya 500 m derbasî başûrê sînorê siyasî yê Tirkiye-Cerablus bû û mayînên li ser sînor rakirin. Piştî wê bi rojekê di 21’ê Çileyê de agahî ji çavkaniyên ANHA’yê hatin wergirtin ku dewleta Tirk di navbera bajarên Cerablus-Kirkamîş de korîdorek ji çeteyan re vekir.

Tirkiye di 24’ê Hizêranê de têkilyên xwe bi Îsraîl re vegerandin û peymanek ji gelek xalan li gel Îsraîlê îmze kirin. Paşê di 27’ê Hizêranê de jî Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li ser xistina balafira Rûsî Sukhoi ji Serokê Rûsî Potîn lêborîn xwest. Ev gavên Tirkî weke guherînek stratejîk di nêzîkatiya Tirkiyê ji aloziya Sûriyê re hat binavkirin û weke destpêka pêngavek nû hat nirxandin. Bi vê gavê re Tirkiyê pişta xwe de komên alîgirên xwe yên Îxwan El-Muslimîn û têkilêyên xwe li gel eniya Rûsî –ya piştevanê rejîmê- xurt kirin.

Her wiha piştî ku Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim daxuyand ku “Asad di dema veguhezînê de dikare li ser desthildaraiyê bimîne. Ew ê di 6 mehên bê de, rola Tirkiyê di şerê Sûriyê de aktîftir be”. di 21’ê Tebaxê de Cîgirê Musteşarê Teşkîlata Istîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Heqan Fîdan hat Şamê û li gel rayedarên rejîma Sûriyê hevdîtin pêk anî.

Piştî wê di 23’ê Tebaxê de Serokê PDK’ê Masûd Barzanî çû serdana Tirkiyê û di 24’ê wê de jî Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden çû Tirkiyê. Di heman rojên ku ev serdanên dîplomatîk xurt dibûn, di 24’ê Tebaxê de, arêtşa Tirk a dagirker di bin navê operesyona Mertala Firatê de, derbasî xaka Sûriyê bû û di nava çend seatan de bajarê Cerablusê ji destê çeteyên DAIŞ’ê girt.

Di 16’ê Cotmehê de jî, artêşa Tirk gundê Dabiq ji çeteyên DAIŞ’ê girtin.Tirkiye bi vê yekê re 845 Kmji xaka Bakurê Sûriyê dagir kir.

Heleb stasyona dawî ya 2016

Operesyona Helebê stasyona dawî ya kronolojiya panoramaya Sûriyê ya 2016’an e. di çaryeka dawî ya salê de, di 31’ê Cotmehê de Ceyiş El-Fetih (Cebhet El-Nusra berê) û komên din ên çekdarên li Helebê ji bo dorpêça li ser taxên rojhilatê Helebê bişkînin dest bi opereyona “Cenga Heleb a Mezin” kirin. Dikaribû di 16’ê Kanûnê de tevahî çekdarên li taxên rojhilatê Helebê ji bajar derxîne û bi otubosên Kesek berê wan da parêzgeha Idlibê, Heleb bi temamî ji hêzên muxalif vegerîne.

Di bersiva van êrîşan de hêzên rejîma di 15’ê Mijdarê de li ser tîfaqeke Rûsî-Tirkî li taxên Helebê êrîşeke mezin da destpêkirin û di encamê de heya vê dîrokê 80 Km2 ji destê hêzên çekdarên Helebê  (Heleb a Kevin) derxistin.

Li ser pêşketina hêzên Asad Konseya Ewlekariyê di 6’ê Kanûnê de civînek lidar xist û projeyeke agirbestê pêşkêş kir. lê aliyê Rûsiy û Çîn ku endamên daîm ên konseyê de agibest veto kirin.

Tîfaqa Helebê, ya Rûsî-Tirkî di navbera îran-Tirkiye û Rûsiyê de gelek nakokî derxitin. Li gel vê di 24’ê Mijdarê de – salvegera yekemîn a xistina Tirkiyê ji balafira Rûsî Sukhoi- balafirek nenas (ku tê payîn îranî ye) êrîşî nuqteyeke artêşa Tirk a li Bakurê Babê kir û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Paşê di 27’ê Mijdarê de balafirên Rûsî êrîşî bajaroka Zehra ya bakurê Helebê ku piraniya şêniyên wê şîayê ne kir.

Qurbanî 

Di 12’ê Îlûnê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan bi raporekê hijmara tesbîtên qurbaniyên aloziya Sûriyê ji adara 2011’an ve ragihand. Li gora wê di nav van salan de, 15 hezar û 99 zarok, 10 hezar û 18 jin di nav de, 301 hezar û 781 kes li Sûriêy hatine kuştin.

Qurbaniyên 2016

Li gora daneyên ji Rewangeha Çavdêriya Mafên mirovan hatine wergirtin, di nav sala 2016’an de li tevahî Sûriyê heya meha Mijdarê 46 hezar û 442 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

MehQurbanîSivîlzarokJin
Çile46801345295190
Sibat48021109234156
Adar265858812589
Nîsan3116859143118
Gulan4927917185148
Hizêran48231208266164
Tîrmeh47941590341213
Tebax4475 1289263191
Îlûn36861228276158
Cotmeh45271343317182
Mijdar39541279284185

(a)

ANHA


Bêjeyên Miftehî