1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Partiyên Kurd Daxuyanî Dan
Partiyên Kurd Daxuyanî Dan,partiyên,kurd,daxuyanî,dan

Partiyên Kurd Daxuyanî Dan

A+ A-

AMED - KCD, BDP, HAK-PAR û KADEP jî di nav de, li Amedê gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî civînek hevpar çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye û Îran bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin û careke din Kurdan bê statû bihêlin. Serokê Giştî yê KADEP’ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî xwest ku ji bo aşitiyeke mayînde pêngavên şênber bêne avêtin û diyar kir ku ji bo vê beriya her tiştê divê dewleta Tirk operasyonan rawestîne û PKK jî çekan bê deng bike.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Beşdarvaniya Demokrasiyê (KADEP), Komeleya Nûbihar, Komeleya Piştgiriya ji bo Mazmûman û Mafê Mirovan (MAZLUMDER), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Odeya Tabîbên Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Suryaniyan, Komeleya Ermeniyan, Odeya Bazirganiyê ya Amedê, Komeleya Pîşesazî û Karsazên Başûrê Rojhilat (GUNÎSAD) TZPKurdî û bi giştî nêzî 20 partiyên siyasî û saziyên sivîl di Salona Resepsyonê ya Sumerparkê de civîke çapemeniyê li dar xistin.

Hevseroka KCD’ê û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk, Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Colemêrgê Selahattin Demirtaş, Serokê KADEP’ê Şerafettîn Elçî, Serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî beşdarî civînê bûn. Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya hevpar ji aliyê Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî ve hate xwendin. Elçî got; "Tundiya di encama rêbaza neçareseriya desthilatiya siyasî ya ji bo pirsgirêka Kurd de dijwar bûyî, ne tenê dibe sedema windahiyên canî ên hemû aliyan, di heman demê de gef li pêvajoya çareseriya bi aşitiyane û demokrasiyê jî dixwe. Ev yek jî rê li ber rojanebûna hêzên militarist vedike. "

‘DIXWAZIN BI ÊRIŞAN DESTKEFTIYÊN KURDAN ÊN LI ROJHILATANAVÎN TUNE BIKIN’

Elçî bal kişand ser êrişên hemwext ên artêşên Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku bi van êrişan dixwazin destkeftiyên Kurdan ên ku wê bi ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn bêne bidestxistin tune bikin. Elçî got; “Bi taybet Serokwezîr bi hestên tolhildanê tevdigere û ev yek jî di nava rayagiştî rê li ber gumanên mezin vedike." Elçî wiha axivî; "Heman konsetp di salên 1990’î de jî di bin navê ‘şerê topyekun’ de hate ceribandin û ev yek bi tu awayî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xizmetê nake.Tundî û tedbîrên ewlehiyê yên ku tundiyê xwedî dikin di nava rayagiştî ya Kurd û Tirk de rê li ber zêdetir hesirên çavan, rijandina xwînê û êşên mezin vekiriye. Ji bo mirov dest ji van rêbazên tundî berde, têra xwe cerbandin û ezmûnên me hene."

Elçî diyar kir ku divê ji bo demokratîkbûneke rastîn, beriya her tiştî divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêngav bêne avêtin û wiha got; "Tenê riyek a vê heye, ew jî rawestandina şerê ku dahatuya civakê tarî dike, diyaloga du alî, naskirina mafên Kurdan, li ser bingehê wekheviya gelan û demokrasiyek rast makezagonek nû were amadekirin".

JI BO DEWLET Û PKK’Ê BANGAWAZÎ

Elçî bal kişand ku divê beriya her kesê hikûmet û hemû derdor bi sebir û biryardarî aşitiyê bînin rojevê û wiha got; "Divê em ji daxuyanî û helwestên civakê bêzar dikin dûr bikevin. Divê ji bo tundiyê êdî bese were gotin. Em weke saziyên sivîl ên civakî û partiyên Kurd ên siyasî, careke din dibêjin; pirsgirêka Kurd bi tundî û şer çareser nabe, tenê dikare bi avêtina pêngavên ji bo aşitî û demokrasiyê çareser bibe. Em ji bo her du civakan daxwaza aşitî û demokrasiyê dikin. Her wiha ji bo aşitiyek mayîn de divê pêngavên şênber û pêbawer bêne avêtin. Pêngava vê ya yekemîn ew e ku divê dewlet operasyonan rawerstîne û PKK çekan bêdeng bike."

DEMÎRTAŞ: DIYALOG ZERAR NADE TU KESÎ

Piştî daxuyaniya Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demirtaş bersiv da pirsên rojnamevanan. Demirtaş bersiva pirs rojnamvanan derbarê daxwaza wan a hevdîtina bi Îmralîyê re de da û got, "Her bi awayeke fermî destûr bidin heyetek fermî ku biçe Îmralîyê ev yek bi serê xwe pêşketineke siyasî ye." Demirtaş got; "Ger çûyîn pêk were, em ê weke enî, BDP û KCD nîşan bidin ka em di rewşek çawa ya siyasî de ne, ji bo pêvajoya şer û pevçûnan vegere aşitî û muzakereyê, em dikarin çi bikin, em vana hemû bi raygiştî re parve bikin. Em ê nêrîn û pêşniyarên wî jî derbarê van mijaran de werbigirin. Bi rastî jî di encamê de diyalog û muzakere ziyanê nade tu kesî. Dema hevdîtin û diyalog hebin, wê ev yek ji bo herkesê baş be. Divê Wezareta Dadê û saziyên din ên dewletê vê daxwaza bi awayeke cidî binirxînin. "

‘ME MECLÎSÊ NETERIKANDIYE’

Demirtaş bersiv da pirsa ‘Gelo wê BDP piştî bêhndanê biçe Meclîsê an ne ?’ dediyar kir ku wana Meclîsê neterikandiye û got; "Dema di her carekê de Birêz Serokwezîr em vedixînin Meclîsê de, em di her carekê de ji Serokwezîr re bi bîr dixin. Me meclîsê neterikandiye". Demirtaş destnîşan kir ku ew beşdarî Desteya Giştî bûne û got; “Niha di Meclîsê de komek fermî ya me BDP’ê heye. Ger Serokwezîr hinek zehmetî bide ber xwe û li malpera Meclîsê binêre, ew ê bibîne ku koma BDP’ê jî heye. Bi kurdî me Meclîsê neterikandiye . Bi taybet Serokwezîr zimanek berovajî bi kar tînin û dixwazin zemînê hatina me ya Meclîsê xera bikin. Me helwestek û biryarek siyasî wergirtiye. Em ê kengî û çawa vê biryarê di ber çavan re derbas bike, wê hevpişkên eniyê vê biryarê bidin. Heta niha me negotiye ku di Meclîsê de tune ne.”


Bêjeyên Miftehî