1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Jinê amade ye!
Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Jinê amade ye!,peymana,rêveberiyên,herêmî,ya,jinê,amade,ye

Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Jinê amade ye!

A+ A-

MELTEM OKTAY

AMED (DÎHA) - Jinên ku di Konferansa Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Jinê ya DBP'ê de hatin ba hev "Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Jinê" derxistin holê. Hevşaredara Artemêtê Rojbîn Sevîl Çetîn têkîldarî modelê axivî û diyar kir ku jinan qodên sîstema modernîteya kapîtalîst deşîfre kirine û wiha berdewam kir: "Em jin ji bo van qodan deşîfre bikin dibin îrade. Hêza me ya cewherî û nasnameya me bi nasnameya civakî re dibe yek."

Jinên ku di Konferansa Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Jinê ya DBP'ê de hatin ba hev ji bo înşaya nû nîqaşên xwe didomînin. Jinên DBP'î ku di rêveberiyên herêmî de bi reng û feraseta jinan înşaya nû pêk tînin di konferansê de biryarên girîng digirin. Jinan di konferansê de di nîqaşên modelê de pêşnûmeya "Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Jinê" derxistin.

'Dê salê konferansên navber, du salan careke jî konferansên giştî bên lidarxistin'

Hevşaredara Artemêtê Rojbîn Sevîl Çetîn a ku Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Jinê nirxand diyar kir şaredariyên DBP'î di serdema 4'emîn de cara yekem e konferansa herêmî li dar xist û cudabûna vê konferansê jî ew bû ku jinûve înşakirin dane pêşiya xwe. Çetîn wiha got: "Di peymana jinê de berê jî belgeya me ya helwestê hebû. Di vê belgeyê de hin rêgez û polîtîkayên xebatên xweser ên jinê hebûn. Lê di 2015'an şûnde em ê du salan carekê konferansa giştî salê careke jî konferansên navberê pêk binin. Li ser 9 aliyan pêşxistina rêgez û polîtikayan esas digirin."

Çetîn bilêv kir ku ew ji bo ku peymanê bixin pratîkê dê lijneyeke rêveberiyê ya ji 21 kesan pêk tê ava bikin û berê jî komîsyonên wan ên rêveberiyên herêmî hebûn lê niha dê lijneyên rêveberiyê yên ji sedî 50 bijarte ji sedî 50 jî komîsyonên herêmî pêk tên dê bên avakirin. Çetîn destnîşan kir ku modela wan hêj pêşnûme ye, di encama pêşniyar û biryaran de di encamnameyê de noqteyên wan yên pîlot hebin. Çetîn wiha axivî: "Berê jî gelek xebatên xweser hatin meşandin. Bajarên jinan hatin avakirin. Em ê êdî li herêmê xebateke ku bajarên jinan dike hedef esas bigirin."

Çetîn anî ziman ku di warê rêveberiyên herêmî de jinûve înşakirin geleki watedar e û dirêjî da axaftina xwe: "Em weke hevpareke DOKH'ê li vir bi konfaransan, ji bo bajarên jinan hedef dikin ku rêveberiya jinan a xweser, hêza xwe ya xweser derxînin holê. Em bi vê peymanê bi civakê re peymana jinan ji nû ve ava dikin."

Çetîn got tu di nîqaşên wan ên di konferansê de pêşnûmeya Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Jinê derketiye û ev model ji bo hemû qadên rêveberiyên herêmî ye ji bo herêman jî wekî pêşnûme ye. Çetîn da zanîn ku ew di rêveberiyên herêmî de midûriyetên jinan, serokatiya daîreyên polîtîkayên jinan ava dikin û butçeyê vediqetinên, her wiha yekîneyên jinan û komîsyonên jinan ava dikin.

'Jin dizanin dê çawa bijîn'

Çetîn anî ziman ku îdiayên wan girêdayî îdiaya heke jin azad nebe civak azad nabe ye û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em vê yekê bawer dikin ku jin tenê li qadeke jiyanê nînin. Tiştên xwezayî li ku derê be jin li wir in, ew der aydî jinê ye. Êdî qodên ku sîstema modernîteya kapîtalîst êdî tên deşîfrekirin. Em ji bo ku van qodan deşîfre bikin dibin îrade. Hêza meya xweser û nasnameya me bi nasnameya civakî re dibe yek. Jin dizanin ku dê çawa bijîn. Em peyman îzaha dê çawa bijîn. Em ê jî bibêjin ku em dixwazin wisa bijîn û bi vî rengî civakî înşa bikin."

(sa/wk)