1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka Jimaryariyê Derket
Pirtûka Jimaryariyê Derket,pirtûka,jimaryariyê,derket

Pirtûka Jimaryariyê Derket

Enstîtuya Kurdî ya Amedê piştî yekemîn pirtûka Matematîk vê carê jî yekemîn pirtûka Jimêryariyê (Muhasebe) derxist. Pirtûk ji aliyê Hasîp Yanliç ve hatiye amadekirin..

A+ A-

Enstîtuya Kurdî ya Amedê piştî yekemîn pirtûka Matematîk vê carê jî yekemîn pirtûka Jimêryariyê (Muhasebe) derxist. Pirtûk ji aliyê Hasîp Yanliç ve hatiye amadekirin. Beşên pirtûkê ev in:

Wateya jimêryariyê

Dîroka jimêryariyê

Agahiyên pergala jimêryariyê

Fonksiyonên jimêryariyê

Cureyên jimêryariyê

Belgeyên jimêryariyê

Fîşên jimêryariyê

Pergala jimêryariya yekpergal

Teknivîsarî (Monografiyek) mînaka saziyekê

Peyvên jimêryariyê

 

Pêşgotina Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Di warê aboriyê de, weke gelek aliyên me kurdan, rewşa me qels e û bala me jî zêde ne li ser e. Gelo aşê aboriyê çawa digere û rewşa barê arvanê me di dora aş de çawa ye? Ev hejayî lêkolîn û nîqaşê ye.

Li darê dinyayê çerxa jiyanê bêyî aboriyê nagere û lêgerîn, lêkolîn û lêhûrbûnên zanistî jî di vî warî de zêde ne. Divê em jî jê bêpar nemînin û bi awayekî zanistî ber bi vê meseleyê de herin. Bi kurdî, bi kîjan zaravayî be bila bibe, pirtûkên têkildarî aboriyê divê bêne weşandin û xwendin. Ev ê bêhtir bala me bide vê qadê û zimanê me jî wê xurt bibe û pêş ve biçe. Lewra bazar qada bikaranîn û bikêrhatina zimên e û qada dewlemediya çand û zimên e. Dîsa zanîn û têgihîştina qada aboriyê fêhmkirin û xurtkirina / xurtbûna jiyanê ye jî.

Wekî Enstîtuya Kurdî ya Amedê, bi vê têgihîştine em rewşê dinirxînin. Ligel kemasî û lawaziyan jî em dixwazin bi zimanê me ev qad geş bibe û me bi vê boneyê “Ferhenga Aboriyê” û pirtûka “Matematîk”ê weşand. Îcar jî dora “Jimêryariyê” ye. Em dixwazin ev bibe sedema lêkolîn û nîqaşan û ber bi xurtî, rastî û jêhatiyekê ve paşeroj ronahîtir bibe.

Ji ber ku xebata “Jimêryariyê” ya bi kurdî ev gava pêşîn e (bi qasî ku dizanim, bi zaravaya Kurmancî), helbet dibe ku kêmasî hebin. Derdorên têkildar dikarin pêşniyar û rexneyên xwe,  ragihînin me da ku di pêş de xebatên tekûztir derkevin holê.

Naveroka pirtûkê zêde ne giran e, ji ber girîngiya jimêryariyê ji hêsanî hatiye destpêkirin, term û têgihên teknîkî zarxweş in û rêza mijaran jî li gorî xebatên rojane ye. Mînakên ku hatine dayîn meseleyê siviktir radixîne ber çavan. Ez bawerim wê zêde ji derdorên têkildar re bibe alîkar û çirûskekê pêxe. Divê êdî jiyan di her warî de bibe kurdewar…

Birêz Hasîp Yanliç jêhatî û jîr e, ez bawer im di rojên pêş de ew ê hê behtir berhemên hêja biafirîne. Wek Enstîtuya Kurdî ya Amedê em serkeftina wî dixwazin.

Bi hêviya zanist û azadiyê...

Navnîşan: Huzurevleri Kalem Sokak No: 32

Kayapınar / DİYARBAKIR

Tlf/Faks:  0 (412) 237 43 16


Bêjeyên Miftehî