1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pisporên Rûsya: Xeta sêyemîn ji bo Rojava rast e û girîng e!
Pisporên Rûsya: Xeta sêyemîn ji bo Rojava rast e û girîng e!,pisporên,rûsya,xeta,sêyemîn,ji,bo,rojava,rast,e,û,girîng,e

Pisporên Rûsya: Xeta sêyemîn ji bo Rojava rast e û girîng e!

A+ A-

KURDISTAN LÊZGIYÊVA - MOSKOW 31.07.2014 08:56:14 Cîgira Wezareta Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê di hevdîtina xwe ya li gel Şêwirmendê Konseya Ewlekariyê ya Federasyona Rûsyayê Stanîslav Îvanov de xwest, xweseriya demokratîk bê naskirin. Îvanov jî destnîşan kir ku xeta sêyemîn û kantonên xweser ên li Rojava ji bo Kurdan rêya herî rast e û bal kişand ser girîngiya vegotina vê xeta sêyemîn.

Cîgira Wezareta Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê hevdîtinên xwe yên li paytexta Rûsya Moskowê dewam dike. Emîne Osê duh bi zanyarê Enstîtûya Rojhilatzaniya Rûsya û şêwirmendê Konseya Ewlekariyê ya Federasyona Rûsyayê Stanîslav Îvanov û bi redaktorê sereke yê kovara «Nêrînên li ser Rojhilat» a ser bi akademiya zanistî ya Rûsyayê Alêksandr Vladîmîrovîç re hevdîtinek pêk anî.

Hevdîtin duh saet di 12:00’an de li avahiya Enstîtûya Rojhilatzaniya Rûsya bi beşdarbûna Cîgira Wezareta Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê, nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Selahattîn Soro û Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev pêk hat.

Emîne Osê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet piştî kantonên xweser hatine avakirin rewşa Rojava dijî, bi awayekî berfireh bi şewirmendên Rusyayê re parve kir. Osê diyar kir ku pêwîste hêzên navneteweyî kantonên xweser ê bi îradeya gelên heremê ve hatine îlan kirin nas bikin. Her wiha hat xwestin ku hêza parastina gelên Rojavayê Kurdistanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ku li gor zagonên navneteweyî tevdigere jî, ji hêla dewletên navneteweyî ve weke hêzeke parastinê bê pênasekirin û li gor wê nêzîkatî jê re bê raberkirin.

Osê li ser pirsa tekîliyên bi rejîma Esad re wiha axivî: “Heya niha ti tekiliyeke me bi rejîma Baas re nîne. Bi hêzên muxalif re jî tekiliyên me nîne. Di Sûriyê de ne rejîm ne jî hêzên muxalîf ji bo gelê me tiştek nekirin. Em jî neçar man ku ji bo berjewendiyê gelê xwe biparêzin di Sûriyeyê de xeta sêyemîn temsil bikin. Xeta sêyemîn îrade û berjewendiyên gelan diparêzê. Îro di nav rêveberiyê kantonên me de ji gelê Ermenî, Suryanî û hwd gelek pêkhate hene.”

Osê her wiha li ser êrîşên DAIŞ jî nirxandinek kir û got: “DAIŞ piştî ket Mûsilê û şûn ve hêza wê zêdetir bû. Gelek çek û alavên leşkerî bidest xist. Bi wan çekan ve berê xwe dan Kantona Kobanê û ev demeke li Kantona Kobanê di navbera hêzên me û DAIŞ de pevçûnên pir dijwar diqewimin. Heya niha YPG’ê derbên mezin li DAIŞ xistiye. Di destê DAIŞ de ji hezarî zêdetir Kurdên dîl hatine girtin hene. Ji van 130 jî zarok in. Lê mixabin heya niha ji sazî û rêxistinên navneteweyî di vê der barê de ti daxuyanî û mesaj me nebîhistiye.”

LI ŞÛNA EREBPARÊZÎ ÎSLAMPARÊZÎ DERKET

Rojhilatzanê Enstîtûya Rojhilatzaniya Rûsya û pisporê şêwirmend ê Konseya Ewlekariya Federasyona Rûsya Stanîslav Îvanov bal kişand li ser nêrîna raya zanîstiyê ya Rûsya û Federasyona Rûsya li ser Sûrî û Rojava û wiha dewam kir: "Di encama sê salên dawî de ku şer li Surî dimeşe guhertinên di milê fikrandinê ji aliyê Rûsya ve çêbûye. Rejimên ku di encama dij monarşizmê de derketibûn di roja me îro de meşrûyete xwe winda kirine. Erebparêziya berê şikest û valatî çêbû. Vv valatî jî îslamparêziya radîkal dagirt. Erebên Sunnî li milekî hatin hiştin ji bo vê jî ew komên îslamîstên radîkal bingeha xebata xwe di nav wan de dîtin. Her wiha di vir de welatên derve wek Qatar, Erebîstana Siûdî û Tirkiye jî rola xwe lîstin. Yanî bi kurtasî di avakirina aloziya herêmê de faktora mudexaleyên derve girîng bû. Rûsya di halê hazir de ji bo Sûrî tenê çareyek dibîne ew jî guhertina sîstema heyî, ji ber ku alternatîfek din nabîne. Di wir de qebûlkirina xweseriya kurdan jî bên parastin. Tê zanîn Îran û Rûsya jî piştgirî didin hikûmeta Esad re her wiha Rûsya alîkarî jî dişîne. Lê ew alîkarî nagihijîn destê Kurdan."

XETA SÊYEMÎN HÎN NE HATIYE FÊMKIRIN

Îvanov di berdewama axaftina xwe da girîngiya xeta sêyemîn a Rojava vegot û wiha dewam kir: "Îlan kirina xeta sêyemîn û bi taybet avakirina kantonên xweser li Rojava ji bo kurdan a herî raste û girînge. Ji ber ku di aloziya heyî de girtina milekî ji bo kurdan wê bibûya windahiyek mezin. Lê em dikarin bêjin ku ew modela xeta sêyemîn ji hêla raya giştî ve hîn ne hatiye fêmkirin. Ji bo vê jî pêwîste hemû qanalên propogandayê bên bi kar anîn ji bo populîze kirina modela xweseriya li Kurdistana Sûrî. »

PÊWÎSTIYA ÇAPEMENIYÊN ME BI AGAHIYÊN RASTEQÎN HEYE

Redektorê sereke yê kovara "Nêrînên li ser Rojhilat" a girêdayî akademiya zanîstî ya Rûsya Alêksandr Vladîmîrovîç di axavtina xwe de bal kişand li ser agahiyên kêm ji herêma pevçûnê û wiha dewam kir :

"Ji bo welatê me pirsa pirsgirêka kurd girîngîyeke bi wate ye. Birêz Osê gelek agahiyên girîng û bi wate bi me re parve kir. Dema ku mirov li agahiyên rasteqîn guhdarî dikî dîsa em dibînin ku pêwîstiya çapemenîiyên me ji bo agahiyên rasteqîn hene. Ji ber ku em dibînin di der barê Sûrî û Kurdan de jî çapemeniya cîhanê yek aliye an jî berevajî diweşîne. Di der barê Sûrî an jî Kurdistana Rojava em dikarin di çavkaniyên Kurdan an jî qismek di ereban de bibînin lê ew nagihije tevahiya cîhanê. Ez ji milê xwe ve dixwazim alîkariyek bi vî rengî bikim. Agahiyên ku birêz Osê bi me re parve kir em amade ne ku di kovara xwe ya înternete a bi navê "Nêrînên li ser Rojhilat" de biweşinin. Ji ber ku xwendevanên kovara me ne tenê li Rûsya an jî li welalên Sowyeta berê her wiha li welatên Rojava jî gelek in û bi vî rengî agahiyên rasteqîn ên ji heremê bigihijin tevahiya beşên cîvakî û polîtîk a cîhanê."