1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Piştî 100 salan ji nûve hat çapkirin
Piştî 100 salan ji nûve hat çapkirin,piştî,100,salan,ji,nûve,hat,çapkirin

Piştî 100 salan ji nûve hat çapkirin

Kovara Roj-î Kurd piştî 100 salan ji nûve hat çapkirin

A+ A-

MUTHA ÇETÎN Kovara Rojî Kurd a ku di sala 1913'an de di serdema Osmaniyan de bi kurdî (kurmancî, soranî û kirmancî) weşan dikir, ji aliyê Koma Xebatên Kurdolojiyê yên di bin baneyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de xebatê dimeşînin ji nûve hat çapkirin. Kovar dîsa bi 414 rûpelan hat çapkirin. Endamên koma Kovara Rojî- Kurd diyar kirin ku ev kovar ji aliyê tevgera gelê kurd ve xebatek yekem a arkeolojik e.

Kovara Rojî Kurd ku di 6'ê hezîrana 1913'an de ji aliyê komek ciwanên kurd ên perwerdehiya hîndekariya bilind didîtin, bi hişyariya "Eyna firovan karê mirovan e, li karê wî binerin li gotina wî nenerin" li Stenbolê çap kirin. Kovara Rojî Kurd, ku ji aliyê Cemiyeta Hevî ve hat çapkirin, piştî 100 salan niha jî ji aliyê Koma Xebatên Kurdolojî ya di bin baneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat çapkirin. Kovar niha li gorî zimanê tirkî yê îro hat nivîsandin. Kovara ku wê demê mehane dihat çapkirin, tenê 4 meh derketin. Xwediyê îmtîyazê û Midûrê kovarê Abdulkerim ê ji Silêmaniyê bû û kovar 128 rûpelan pêk dihat. Wê demê bi tirkiya osmanî, Kurmancî û Soranî hatibû nivîsandin. Di kovarê de nivîs û lêkolînên Xelil Xeyalî, Abdullah Cevdet, Îsmail Hakki Babanzade, Huseyin Şukru Babanzade, Abdulaziz Babanzade, Benî Erdelanî Ehmed Muhsîn, Doganê Bûlgarî, Fikri Necdetê Amedî, Ekrem Cemilpaşa, Fuad Temo, Erganimadenli, Y.C., Fahri, Fazil Mûxlîs, Gendo, H.B yê Xerpûtî., Necmeddinê Kerkukî, Lutfî Fîkrî, Mîdhat Bedirhan, Abdulkerîmê Sulêmanî, Mesudê Silêmanî, Zêwer, Şêx Riza, X. Serîzer û gelek kesêndin cih digirin.

Koma Xebatên Kurdolojiyê li gorî tirkî u kurdiya îro kovar ji nûve çap kirinû kovar ji 414 rûpelan pêk tê. Kovar di bin baneya Enstîtuya Kurdî de hat çapkirin.

Endamê Koma Xebatên Kurdolojiyê Tahîr Baykuşak, diyar kir ku di rêziknameya Cemîyeta Hêvî de armanc ew bû ku xwendekarên kurd bîne cem hev û piştevanî tevkariya wan xurt bike û di qada abori û rêxistinî de wan bi hêz bike û li ser wêje, ziman û çanda kurdan lêkolîn bike. Baykuşak, anî ziman ku di weşanên ku ji aliyê Cemîyetên Kurd Teavun û Terakkî ku Cemîyeta Hêvî jî di navde ye xebata nûnertiya hemû kurdan dikir û wiha got: "Cemîyeta Hêvî wê demê xebatên 3 periyodan dikir. Xebatên Roj-i Kurd, Hetawî Kurd û Yekbûnê dimeşandin. Di kovarê de ewil Kurdistan, Umîd, Şark û Kurdistan, Rojnameyên Kurd Teavun û Terakkî bêtir mijarên siyasî kirin rojeva xwe. Kovara Roj-î Kurd jî bêtir li ser zimanê kurdî û çanda kurdî rawestiya. Li ser dîrok û teşeya civaka kurd rawestiya. "

Baykuşak, da tzanîn ku kovara Roj-î Kurd di aliyê Tevgera Neweteya Kurd de xabetek yekem ağ arkeolojik e û wiha got: "Roj-î Kurd, yekem kovara ku ziman, çand, civak û dîroka gelê kurd digire dest. Di dîrokê de yekem car jiyana jinên kurd dike mijar. Nivîskar Îsmaîl Hakki Babanzade li dijî nivîsên nivîskar Abdullah Cevdet di hêjmara 3'emîn a kovarê de diyar dike ku lazim e alfebeya erebî li gorî alfebeya kurdî bê sazkirin. Di kovraê de ewil cih dide ramana rewşenbiriyê. Dema em li fikr û nêzîkatiya nivîskarên kovarê dinerin em dibînin ku nivîskar bêtir li ser ramana rewşenbirî û ronakbiriya kurdan rawestiyane."

Baykuşak, da zanîn ku ji bo danasîn û niqaşan dê di 16'ê adarê de li Zanîngeha Bîlî ya Stenbolê dê konferansê pêk bînin.

(mae)