1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Piştî 28 salan Fermandar Egîd
Piştî 28 salan Fermandar Egîd,piştî,28,salan,fermandar,egîd

Piştî 28 salan Fermandar Egîd

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ÊLIH 28.03.2014 07:07:02 Îro 28. salvegera ji dest dayîna jiyanê ya milîtanê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û fermandarê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) Mahsûm Korkmaz (Egîd) e. Di "Hefteya Lehengiyê" de ku çalakiyên bîranînê tên lidarxistin, malbatê ji ANF'ê re behsa çîroka jiyanê ya Fermandar Egîd kir.

Şoreşgerên Kurdistanê, ku li dijî zilm û înkarê bi partîbûyîna PKK'ê rawestiyan, li hemberî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê dest bi têkoşîna gerîla kirin. Bi wesîleya 28. salvegera ji dest dayîna jiyanê ya Fermandarê ARGK'ê û pêşengê çalakiya yekemîn a çekdarêı Mahsûm Korkmaz, li Kurdistan û çar aliyên cîhanê Kurd çalakiyên bîranînê lidar dixin.

Egîd ku navê xwe li dîroka berxwedanê ya Kurdistanê nivîsand, îro di kesayetiya hezaran kesên li refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tê jiyîn.

Birayê Egîd Fehmî Korkmaz, çîroka jiyanê ya yek ji pêşengên kevneşopiya berxwedana destanî ya li hemberî mêtîngeriya li Kurdistanê vegot.

“EV YEK HILANÎNA TOLA SÎLEYA KARMEND LI XWIŞKA WÎ XIST, BÛ”

Bira Fehmî Korkmaz diyar kir ku Mahsûm Korkmaz (Egîd) di zarokatiya xwe de bi zilma dewletê ya li hemberî Kurdistan hesiya û destnîşan kir ku ruyê raperînê yê Egîd di 6 saliya xwe de, dema mamoste ji ber xwişka wî bi Kurdî axivî sîleyek lê xist, şîn bûn. Fehmî Korkmaz wiha behsa bûyerê dike: "Malbata min her tim digot ku zarokatiya Egîd gelekî cuda bû. Nêrîn û sekna wî her tim ji temenê wî mezintir bû. Demekê bavê min qezaya trafîkê derbas dike û Egîd ji bo ji xwika min Maşallah re bêje diçe dibistanê. Hingî mamoste ji xwişka min dibipirse 'çi bû?'. Xwişka min jî Kurdî û Tirkî li nav hev dixe û hewl dide ji mamoste re rewşê bêje. Hingî mamoste li pêş çavê Egîd sîleyekê li xwişka min dide. Ji ber wê sîleyê Egîd ji hingî ve li hemberî dewlet û saziyên wê dikeve nava lêpirsînekê. Heta dibistana navîn jî timî dibêje 'dema ez mezin bûm ezê li van hemûyan bixim, ezê tola wê sîleyê hilînim.' Ji xwe me zanîbû Egîd gelekî wêrek e."

“EGÎD NE XIZAN BÛ, LI GEL XIZANA BÛ!”

Fehmî Korkmaz diyar dike ku zarokên xizan û proleter di nava têkoşîna şoreşgerî de cih digirt û destnîşan dike ku tevî ku rewşa aboriyê ya malbata wan baş bû jî kekê wî Egîd li gel xizan û kedkaran, li dijî zilmê li cem gundiyan cih digirt. Korkmaz got, "Dema em li Êlihê bicih bûn, Egîd dest bi Dibistana Navîn a Petrolê kir. Piraniya hevalên wî yên xwendekar têkoşîna şoreşgerî hildibijêrin. Û piraniya kesên têkoşîna şoreşgerê tercîh dikirin, zarokên malbatên xizan û proleter bûn. Malbata min di warê aborî de rewşa xwe baş bû. Lê belê Egîd ti carî cewhera xwe winda nekir."

HEVNASKIRINA EGÎD Û MAZLÛM

Fehmî Korkmaz da zanîn ku yekemîn meşa li Êlihê ji aliyê Egîd û hevalên wî ve hatiye kirin û bi vî rengî behsa hevnaskirina Mazlûm Dogan û Egîd kir: "Li dijî darvekirina Denîz Gezmîş, bi zorê birina mirovan ji bo şerê li Tevgera Qibrisê û komkujiya Îsraîlê ya li hemberî gelê Fîlîstînê, li gelek deveran Egîd û hevalên wî çalakî lidar dixistin. Li gel girîngiya çalakiyê jî, ji ber ku bûrjûvaziya elîtîst bû gelek fraksiyonên Kurd di van çalakiyan de cih nedigirtin. Di sala 1975'an de Hakî Karer tê Êlihê. Piştî salekê Mazlûm Dogan li Êlihê li 'Feqîrxane' ku cihê kombûna Egîd û hevalên wî bû, hevdû dibînin. Ya rast bi tenê ji bo bi Mazlûm Dogan re sohbetê bike, hevdîtinê dike. Lê belê sohbeta Mazlûm Dogan bi nîqaş derbas bû. Kekê min Egîd ji Mazlûm Dogan dipirse 'Hûn çima ji Enqereyê nayên vê derê?' Mazlûm Dogan jî dibêje, 'Ji xwe piştî perwerdeya teorîk û îdeojîk armanca me ya dawî Kurdistanê û li gel gundiyên xwe û karkerên proleter ên li rafîneriyê dixebitin li dijî zilm û zextê têbikoşin.' Kekê min Egîd bi gotinên Mazlûm Dogan qanih dibe. Êdî bi hev re dikeve nava hewldan û têkoşîneke bêhempa."

“RAFÎNERIYA ÊLIHÊ JI DEWLETÊ STENDIN!”

Korkmaz diyar kir ku di wergirtina karkeran de mekanîzmaya torpîlê ya dewletê bêbandor hatiye hiştin û got, "Egîd piştre bi Ziyattîn Ozer, Mehmetşah Gunduz û Ahmet Îbîn re destpêkê li rafîneriyê rêxistinbûyîna ava dikin. Karkerên li rafîneriyê êdî li gel Apoyiyan e. Tê bîra min; Egîd û hevalên wî navê hemû karkerên ji b rafîneriyê tên hilbijartin dixin kîsikekî û bi vî rengî navê wan dikşîne. Êdî ti bandora dewletê nemabû."

“DEWLETÊ ROJA LI ÊLIHÊ ŞAREDARÎ WINDA KIR, TÊK ÇÛ”

Korkmaz da zanîn ku Apoyiyên baweriyeke mezin dan gel, şaredarî ji destê şaredarê xwedî unvana yuzbaşi stendin û destnîşan kir ku sîstemê di encama hilbijartinên herêmî yên 1979'an de 'têkçûneke vegera wê nîne' jiyaye. Korkmaz got, "Di hilbijartinên herêmî de kurê malbateke xizan û ji rêzê Edîp Solmaz weke namzetê serbixwe hat nîşandan. Kesî ew nas nedikir. Gel digot, 'sîstem dijminê van û ti erka wan nîne. Wê çawa axayên şaredariyê birêve dibin têk bibin?' Lê belê Egîd, Mazlûm, Kemal Pîr û Apoyiyan hilbijartin qezenç kirin. 2 meh beriya darbeya leşkerî Egîd, Kemal Pîr û Mehmet Can Yuce dikevin kemînê. Egîd bi birîneke giran ji kemînê rizgar dibe, lê belê her du hevalên wî tên girtin. Egîd êdî di rewşeke qaçax de ye. Piştî darbeyê ez jî hatim girtin. Malbat jî êdî rastî zexta rojane ya dewletê dihat."

JI MALBATÊ TOLA HILTANÎN

Fehmî Korkmaz diyar kir ku piştî Dabeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê ew hatiye girtin û li kekê wî Egîd dihat gerîn û di nava salekê de wan xwişka xwe Meryem û kekê xwe Seyfettîn winda kirine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li zîndana Amedê bûm. Dema malbata min dihat cem min ev tişt digot; 'Leşkeran avêtin ser mala me. Em hemû kom kirin û birin qereqoleke li Êlihê. Dema me ji leşkeran pirsîn çima me tînin vê derê, ji me re digotin me bihîstine ku Egîd û yên pê re wê biavêjin ser vê qereqolê, eger tiştekî wiha bike ji xwe emê destpêkê para xwe bigirin.' Heta Şaxê malbata me li qereqolan weke dîlgirtiyan digirin.

Hingî bi 4 meh navberê re xwişka min Meryem û kekê min Seyfettîn êdî nekarîbûn xwe li zilma dewletê rabigirin û me ew winda kirin. Dayika min ji kerba bi nexweşiya kanserê ket û jiyana xwe ji dest da. Bavê min jî li wê herêmê karsazekî dihat naskirin bû, lê belê ketibû rewşeke ku êdî nikare ji malê derkeve û rojane rastî îşkenceyê dihat. Rojekê ji Fermandariya Alayê ya Sêrtê bang li wî dikin û ew jî li wir krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide."

“PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ LI DIJÎ HOVÎTIYA LI ZÎNDANÊ BÛ”

Fehmî Korkmaz da xuyakirin ku pêngava 15'ê Tebaxê bersivek ji Darbeya 12'ê Îlonê bû û destnîşan kir ku bi pêngavê re li Kurdistanê li hemberî mêtîngerî û koledariyê dîroka berxwedanê dest bi nivîsandinê hat kirin. Korkmaz got, "Serdegirtina Dihê ya Egîd û hevalên wî, bersivek ji îşkenceyên li girtîgehan ên li hemberî me bû. Esat Oktay Yildiran, ji ber ku temenê me biçûk bû ji bo me bixe nava perwerdeya sîstemê li me dida. Lê belê li hemberî kadroyên pêşeng êşkenceyê hovane yên nedihat bîra mirovan dikir. Egîd û hevalên wî di dîroka berxwedanê ya Kurdistanê de rûpeleke nû vekirin. Li dijî dewleta ku her roj êrîşî rûmeta mirovan dikir, mînaka berxwedan û têkoşînê nîşan dan."

BI SEDAN KURDÊN JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN QETILKIRIN LI NEWALA QESABAN E

Piştî ku Egîd li Çiyayê Gabarê bi 5 hevalên xwe re di encama kemînekê de di şer de jiyana xwe ji dest dide, ji bo malbat cenaze bigire dibin Fermandariya Alayê ya Sêrtê. Korkmaz diyar kir ku cenazeyê kekê wî avêtin Newala Qesaban û bi vî rengî behsa rewşa wê demê dike: "Piştî şehadeta Egîd tevahiya malbatê dibin Fermandariya Alayê ya li Sêrtê. Malbata min li wê derê cenazeyê Egîd dibîne û ji bo kêfa leşkeran neyê, nakevin nava tevger û rewşeke cuda. Dema ku dewletê bihîst cenaze yê Egîd e bi lez û bez kepçeyek anî tûgaya leşkerî û cenaze li hewşa qereqolê veşart. Piştî ku 5 mehan cenaze li wê derê ma, birin avêtin Newala Qesaban ku cenazeyê Ahmet Îbîn (Cahît) û Mehmet Şah Gunduz lê ne."

"Li gorî agahiyên me ji şahidên bûyerê wergirtin, cenaze hînê li Newala Qesaban e û cenazeyê 400-500 gerîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dane jî li wir in. Piştî şehadeta Egîd vê carê birayê min Veysel derket çiyê. Navê Egîd li xwe kir û demeke dirêj li Eyaleta Xerzanê ma. Di Hezîrana sala 1995'an de li Helkisê ew jî bi 28 hevalên xwe re bi çekên kîmyewî hat qetilkirin. Cenazeyê wan veneşartine û piştî demeke dirêj gundî hestiyan kom dikin û vedişêr in."

“LI HEMBERÎ SERLÊDANÊN ME YÊN FERMÎ YÊN JI BO EGÎD JÎ DOZ TÊN VEKIRIN”

Fehmî Korkmaz diyar kir ku hemû serlêdanên wan ên ji bo teslîmgirtina cenazeyê kekê wî Egîd rastî dozên dewletê hatine û anî ziman ku li çapemenî û rojnamevanên ku bi wan re roportaj kirine jî doz hatine vekirin. Korkmaz destnîşan dike ku heta cenazeyên Egîd û hevalên wî ji wan re neyên dayîn ewê ji vê têkoşîna xwe venegerin û dibêj:

"Di sala 2010'an de ji bo cenazeyê Egîd û hevalên wî ji Newala Qesaban werin derxistin û radestî malbatan bê kirin me serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dan. Newala Qesaban qada sergo ya bajêr bû, lê veguherî erdê hestiyan."

"Dibe ku em êdî nikarin cenaze werbigirin, lê belê qada cenaze lê ne piştî ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hat tespîtkirin em dixwazin bibin şehîtgehek. Ev serlêdana me li ser bingeheke hiqûqî û mirovî bû. Lê belê ji ber vê serlêdana me li dijî min û xwişka min doz vekirin. Me jî li hemberî dozê daxuyanî dan çapemeniyê. Lê belê vê carê li hemberî daxuyaniya çapemeniyê doz vekirin. Ji bo serlêdana me biryara neşopandinê didin. Beramberî vê li hemberî me dozê vedikin. Bi îddîaya pesnê sûc û sûcdar hatiye dayîn."

"Di wê demê de di salvegera şehadeta Egîd de, ji ber ku bi min û xwişka min re roportaj kiriye, li hemberî rojnamevan doz vekirin. Polîtîkayên bêdengkirinê bi vê sînorkirî nema. Vê carê ji ber axaftina min a 15'ê Tebaxê ya li Dihê ya li festîvalê, doz hat vekirin. Der heqê me de 15 caran doz hat vekirin. Em şopdarên têkoşîna wan e. Wan di dilê bi mîlyonan de cih girtin û heta em ji bo wan şehîdgeheke hêjayî wan çê bikin, weke malbata Egîd bi gelê xwe re emê têkoşîna xwe dewam bikin."