1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştî Şehîdkirina Ayhan Yildirim
Piştî Şehîdkirina Ayhan Yildirim,piştî,şehîdkirina,ayhan,yildirim

Piştî Şehîdkirina Ayhan Yildirim

Şedîdketina Ayhan Yildirim mirovî mecbûr dike ku çend tiştan ji nû ve bixwîne. Berî her tiştî dewleta tirk de rewşa îro de wekî Sûriye dikare êrîşî gel bike an na?

A+ A-


NAVENDA NÛÇEYAN - Şedîdketina Ayhan Yildirim mirovî mecbûr dike ku çend tiştan ji nû ve bixwîne. Berî her tiştî dewleta tirk de rewşa îro de wekî Sûriye dikare êrîşî gel bike an na?

Ev pirsa bingehîn e û bêyî mirov gotinê dirêj bike, mirov dikare gotineke zanistî ya zelal bide. Berî niha bi neh-deh rojan çapemeniya tirk hin nûçe weşandin. Di demên ku Erdoganî got "niha remezan e, em ê piştî remezanê bi konsepteke nû bersivê bidin", çapemeniya tirk nivîsî ku PKK bi planeke nû dixwaze tevliheviyeke mezin derxe. Li gor van nûçeyan, ku rojname û malperan gelekî nivîsî û hîn jî dinivîsin, PKK'ê armanc dikir ku cilên leşkeran wergirin û di xwepêşandanan de êrîşî ser gel bikin, da ku tevliheviyan derxin. Di nûçeyan de dihat gotin ku dê bi vî rengî bi dehan sivîl bên kuştin.

Ya rast ev nûçe bi mantiqeke ne xerab hatine nivîsîn. Rojnamevanên ku van nûçeyan dinivîsin, aşkere ji gelê kurd re dibêjin "hay ji xwe hebin, dewletê der barê we de biryar girtiye, dê êrîşî sivîlan bikin, bikujin".

Di van du salên dawî de nûçeyên bi vî rengî berovajîkirî tên weşandin û rast derdikevin.

Careke din em fam dikin ku di civîna dawî ya MGK'ê de biryara kuştina kurdan hatiye girtin. Û Tirkiye di vî warî de dê Sûriyeyê bişopîne. Di encamê de dîtin û ramanên ku Serokê PKK'ê 11 sal in tîne ziman û dewletê hişyar dike, rast derdikevin û di nav dewletê de hêza bingehîn a rêveber Tirkiyeyê wekî hemû welatên Rojhilata Navîn ber bi operasyonake NATO ve dibin.

BDP Û SAZIYÊN SIVÎL ÇI DIKIN ?
Li Bakurê Kurdistanê di 11 salên dawî de hemû sazî û dezge bi hilbijartin û şaredariyan re hatin têkildarkirin. Ji ber vê yekê tu sazî û dezgeyeke ku guhê xwe dabe bûyerên sosyolojîk tune. Ji hemû serhildan, xwepêşandan û çalakiyan ev tê famkirin. Yek pirsa kîjan karî bike, berpirs dibêjin "ji ber bûyerên çêbûn, cenaze, daxuyanî, xwepêşandan" û hwd. em beşdar bûn û me xebat neqedand. Di 11 salan de sedema ku ev mijar nehat tespîtkirin ew e ku guhê tu kesî ne li ser mijarên sosyolojîk e.

Ji ber vê yekê îro ku Mertalên Zindî ber bi sînor ve diçin, her tişt bê amadehî ye dîsa. Haya rêveberan ji daxuyaniyên dewletê hebûna, dema ku Ayhan Yildirim şehîd ket dê di destê wan de çend wêne hebûna, dîmen hebûna. Ya rast dema ku diçin ser sînor jî ewqasî bê amadehî ne ku niyeta wan ne ew e mehekê li wir bimînin. Jixwe ewqas xebatkarên fermî çawa dikarin heftiyekê bimînin?

Ji ber ku rewşa sosyolojîk ne li ser bala kesî ye pirsgirêk jî bi helwestên binhişî ne. Sedema ku ewqas xebatkarên fermî yên saziyan diçin çalakiyan jî ew e ku "yên bi meaş neçin dê çawa gel biçe". Yanî li gor mantiqekê em wekî "yên bi meaş û yên bêmeaş" jixwe cuda bûne. De îcar yên "yên xwedî kar û bê kar" jî hene. Yên "karsaz û yên karmend û karker" jî hene. Di rewşeke wiha de rêveberên bêkêr nikarin çîn û qatên gel di helwesteke netewî de bikin yek. Ev ne karê henekan e.

Dewleta tirk dikaribû heftiyek berê jî operasyona bejahî bida destpêkirin. Dikaribû çekên kîmyewî heta îro hatibana bikaranîn jî. Dibû ku îro pir dereng bûya. Lê hîn Mertalên Zindî bi awayekî organîze derneketine holê. Hemû tevgera di vî warî de heta niha ji "hat û çû" neboriye. Dewleta tirk gelo ji ber vê yekê ewqasî bixwe bawer e?! Yanî dizane ku ne ecele ye, hîn dem heye. Yanî evqas saziyên kurd maweyê didin dewletê ku amadehiyên xwe biqedînin?!

Ya rast ji niha û pê ve jî dê gelek Ayhan Yildirim şehîd bibin. Lê sedema vê yekê rêveberên me yên bêkêr in. Çapemeniya me ya jihevdeketî ye.

Xuya ye ku kurdên bakur ji rewşa nû ya Rojhilata Navîn re ne amade ne. Tevgera Kurd çiqasî rewşê zelal zanibe jî, binirxîne jî, destê wê nagihîjê ku sazî û rêveberên bakur ji vê bêkonsantrebûnê dûr bike.

Cezayê vê jî em hemû dikişînin.