1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Plana TSK'ê ya Rojava dagir bike: Peymana Enqere
Plana TSK'ê ya Rojava dagir bike: Peymana Enqere,plana,tsk,ê,ya,rojava,dagir,bike,peymana,enqere

Plana TSK'ê ya Rojava dagir bike: Peymana Enqere

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

EFRÎN (DÎHA) - TSK hewil dide li gorî Peymana Enqere ya di 1921'an de di navbera Fransa û Hiqûmeta Enqere de hatî îmzakirin lê bi Peymana Lozanê bê wate mayî axa Rojava dagir bike. Leşkerên tirk li herêma Medyan Ekbez a navçeya Reco ya Efrînê 200 metre sînor derbas kirin û ji xwe re dest bi çêkirina rê kirin. Rojavayiyên rewş ferq kirin destûr nedan sînor binpê bikin.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji bo polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên neyînî yên li hemberî Rojava pêk bîne sînorê Rojava binpê dike. TSK'ê berê li Kobanê, Girê Sipî û Cizîrê sînor binpêkiribû û vê carê jî herêma Meydan Ekbez a navçeya Reco ya Efrînê binpê kirin. Leşkerên 200 metre sînor derbas kirin û çûn ser axa Rojava û dest bi çêkirina rê kirin. Welatiyên Rojava yên rewş ferq kirin ber bi sînor ve meşiyan û destûr nedan sînor bê binpêkirin. Welatiyan got ew dê li hemberî "dagirkeriyê" axa xwe biparêzin.

200 metre sînor derbas kirin

Welatiyê bi navê Reşît Simko yê li navçeya Reco dijî diyar kir ku leşkerên tirk berê têlên sînor derbas kirin û li herêma Meydan Ekbez keşîf kirin. Simko anî ziman ku pêkanîna çend rojan berdewam kir û pişt re leşkeran li wê herêmê mayînên li sînor paqij kir û piştî vê yekê têlên sînor rakirin û nêzî 200 metre sînor derbas kirin. Simko da zanîn ku bi vî şiklî sînor binpêkirin. Simko bilêv kir ku pişt re wesayîtên leşkeriyê û kepçe hatin sînorê Rojava û ji bo leşkeran dest bi çêkirina riyekî nû kirin. Simko destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakirin û bang li hemû kesî kir ku li hemberî dagirkeriya leşkerên tirk derbikevin.

Qaşo Rojava ya tirkan bû!

Welatiyê bi navê Muhammed Îsa jî bertek nîşanî binpêkirina sînor da û got ku ev hewildanekî dagirkeriyê ye û sûc e. Îsa diyar kir ku berê jî leşkerên tirk sînorên wan binpêkiribûn û Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava bixeniqîne. Îsa anî ziman ku hewildanên wisa tu encamê nadin û dê li hemberî dagirkeriyê ber bi sînor ve meşiyan û ji leşkeran pirsa "Hûn çima sînorên me darbas dikin" pirsîn û leşkeran bersiva "Ev axa li gorî Peymana Enqere ya 20'ê Cotmeha 1921'an a di navbera Hikûmeta Fransa û Hikumeta Enqere de hatî îmzakirin a me ye" dan.

Welatiyên Rojava gotin rojên borî li Kantona Cizîrê jî leşkeran behsa heman peymanê kirbûn û dê her tim axa xwe biparêzin.

Peymana Enqere

Di peymana 20'ê Cotmeha 1921'an de 13 made hatibûn qebûlkirin lê piştî Peymana Lozanê tu wateya wê peymanê nema. Li gorî madeyên 8'an ê peymanê, "Ji Payasa Kendava Îskenderunê heya Meydan-i Ekbez-Kîlîs-Çobanbelî dê riya hesin di nava Tirkiyeyê de bimîne dê bê çêkirin û li ser Çobanbeylî bigihije Nisêbînê. Îstasyonên Payas û Meydan-i Ekbez û Çobanbeylî li Suriyeyê bimînin."

(bd)