1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Prof. Harvey: Divê Rojava were parastin!
Prof. Harvey: Divê Rojava were parastin!,prof,harvey,divê,rojava,were,parastin

Prof. Harvey: Divê Rojava were parastin!

Prof. David Harvey diyar kir, ku li Rojava sîstemeke alternatîf a li dijî kapîtalîzmê hatiye avakirin û bang li hemû derdorên mûxalîf ên li cîhanê kir, ku destekê bidin vê sîstemê

A+ A-

Hambûrg - Alî Guler Prof. David Harvey ê weke axaftvan beşdarî konferansa bi navê "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2" a 3-5'ê Nîsanê li bajarê Elmanya Hambûrgê hat lidarxistin bû, destnîşan kir ku li dijî krîzên modernîteya kapîtalîst li cîhanê rê li ber vekiriye, li Rojava sîstemeke alternatîf û konfederal a demokratîk tê avakirin û diyar kir ku divê destek ji vê re were dayîn.

Prof. Harvey der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî.

'EZ DIXWAZIM BIÇIM ROJAVA'

Di pêşkêşiya xwe ya li konferansê de we diyar kirin, ku ji bo hînbûna hin tiştan hûn hatine vê derê. Di vir de mebesta we çi bû?

Beriya bêm vê derê, der heqê nîqaş û axaftinên li vê derê werin kirin de, hin agahiyên giştî li gel min hebûn. Lê belê piştî hatim vê derê û nîqaşên li vê derê dît, ez hîn bêhtir bûm xwedî agahiyan. Ji ber ku min dît ku nêrînên Marksîzm, têkoşîneke ji bo afirandina sîstemeke antî-kapîtalîzmê dimeşîne. Min dît ku Kurd jiyaneke antî-kapîtalîst û alternatîf ne tenê di pratîkê de diparêzin, hewl didin vê yekê li Kurdistanê bixin meriyetê. Nêrînên demokrasî, konfederalîzma demokratîk ên ku bi salane li ser dinivîsînim û kûr dibim, hewl didin bixin pratîkê. Vê yekê ez gelekî kêfxweş kir. Cihê kêfxweşiyê ye. Wekî din, min nêrînên Abdullah Ocalan ji mirovên din bihîstibû. Lê belê li vir min firsend dît ku nêrînên wî û rexneyên wê yên li ser kapîtalîzmê, yekser bibihîzim. Wekî din, bi yên ji Rojava hatin re jî axivîm. Der heqê sîstema li Rojava hatiye avakirin de, bûm xwedî agahiyên berfireh.

Der heqê Rojava de we çi bihîstin?

Berê jî min der heqê Rojava de tiştên erênî bihîstibû. Lê belê bi qasî ku min li vir jî dît û şopand, bingehên jiyaneke alternatîf tên danîn. Hewldaneke avakirina sîstemeke antî-kapîtalîst heye, ku xwe dispêre bingehên cewherî yên gel. Li ser mijarên parastina cewherî, rêxistinbûyîn û tevlîkirina tevahiya civakê li rêveberiyê, hewldan hene. Mînak; min bihîst ku rêxistinbûyînên civakî yên weke komun, jiyaneke kolektîf û kooperatîfbûyîn hene. Li qadên perwerde, tenduristî û aboriyê jî gavên girîng tên avêtin. Li aliyekî şer heye, li ber xwe didin û li aliyê din jî hewl didin jiyaneke alternatîf ava bikin. Ev girîng e. Têkoşîneke pîroz tê dayîn. Ji ber vê yekê ez sîstema Rojava meraq dikim. Lewma dixwazim biçim wir û bibînim. Dixwazim bi yên li wir re, bi hîndekaran re ezmûn û agahiyên xwe parve bikim. Dixwazim ji wan jî hin tiştan hîn bibim.

'JI BO OCALAN BÊ NASKIRIN DIVÊ PIRTÛKÊN WÎ BI ÎNGILÎZÎ WERIN WERGERANDIN'

Di konferansê de we nêrînên aktîvîstên Kurd ên li ser kapîtalîzm û Marksîzmê çawa nirxandin?

Hemû aktîvîstên Kurd ên li vir axivîn, gelekî êş kişandin û berdêl dan. Ji nava şoreşekê tên. Ji ber vê yekê axaftin û nirxandinên wan hîn bêhtir reel û rasteqîn in. Di pêşkêşiyan de min ev yek dît. Dikarim bi awayekî vekirî bêjim, ku bandor li min kirin.

Hûn nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser kapîtalîzmê çawa dinirxînin?

Kapîtalîzm bandorê li mirovan dike, wan teslîm digire. Bi tenê rexnekirina vê têrê nake. Ev yek sîstemeke hov e û divê li dij were derketin, têkoşîna avakirina jiyaneke alternatîf were dayîn. Şoreş ancax bi vî rengî pêk were. Min gelek gotarên Ocalan xwend, nêrînên wî jî di vî warî de ne. Bi awayekî rexnekirinê nêz dibe. Tespît û nirxandinên wî di cih de ne û pêşî vedikin. Lê belê min nekarî pirtûkên wî bixwînim. Ji ber ku bi Îngilîzî nehatine tercûmekirin. Jİ bo ez û mirovên mîna min Abdullah Ocalan nas bike, divê pirtûkên wî bi Îngilîzî û zimanên din werin wergerandin. Hingî wê derfetê bibîne ku xwe bigihîne hîn bêhtir mirovan. Ji ber ku Ocalan mirovekî her tim hildiberîne, perspektîfan pêşkêş dike û ji bo vê têdikoşe ye. Ez dixwazim mirovekî ewqas girseyan, gelan heyranî xwe kiriye, nas bikim.

Di serî de Rojava, Zapatîsta li gelek deverên cîhanê, biçûk bin jî jiyaneke alternatîf tê avakirin. Bi dîtina we çep û yên jiyaneke alternatîf dixwazin, divê destekeke bi çi rengî bidin van herêman?

Rewşa Rojava û Zapatîstayî di nav de ne, gelekî zehmet e. Bi taybetî Rojava hînê diheje. Eger îro li Sûriyeyê bixwazin sîstemeke serbixwe ava bikin, bi rastî jî karê wan zehmet e. Bi dîtina min, avakirina sîstemeke otonomî ye û xurtkirina rêxistinbûyîna xwe ye. Mirovên li cîhanê jî divê destekê bidin vê rêxistinbûyînê. Ji ber ku girîng e li dijî kapîtalîzmê jiyaneke alternatîf were avakirin. Divê ev jiyana alternatîf a ku li Rojava û Zapatîstayî dixwazin ava bikin, were mezinkirin û belavkirin.

'DIVÊ ROJAVA JI BO CÎHANÊ BIBE SEMBOLA JIYANA ALTERNATÎF'

Di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de Kobanê li tevahiya cîhanê bû sembol. Ji bo jiyaneke alternatîf, Rojava dikare di dema pêş de heman rolê bilîze?

Gelê Rojava biryar daye sîstema konfederalîzma demokratîk ava bike û ji bo vê jiyanî bike, di nava hewldanan de ye. Bi dîtina min biryareke gelekî pîroz û di cih de ye. Pêwîste ev jî were xurtkirin. Mirovên mîna me divê xwedî li wir derkevin. Mijareke din jî dewamiya qedexeya li ser PKK'ê ye. Li gorî min, divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Ji bo PKK ji lîsteya qedexeyê derkeve, eger rewşenbîrên weke me roleê bilîzin, hingî wê avabûna jiyanek alternatîf li Rojava û herêmê, hêsantir û bi leztir be.

Eger mirov bi perspektîfa Marksîzmê li cîhana îro ya global temaşe bikin, divê şîroveyeke çawa were kirin?

Eger em vê yekê li ser PKK'ê bikin, dikarim vê bêjim; PKK berhemeke nêrîna Marksîst û Lenînîst e. Tevgereke ku di vê çarçoveyê de xwe birêxistin kiriye û bi pêş xistiye. Têkoşîna vê dimeşîne. Gelek tevger û analîzvanên Marksîst Lenînîst ên li cîhanê, Marksîzmê şaş û cuda fêm dikin. Ji perspektîfeke cuda lê temaşe dikin. Lewma divê nêrîna PKK lê dinêre were mezinkirin û ji derdorên din re bê ragihandin.

'OCALAN TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊN LI CÎHANÊ DIMEŞÎNE'

We asta konferansa "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2" a li Hambûrg çawa dîtin. Nuqteyên herî zêde bala we kişandin çi bûn?

Li Hambûrgê di nava 3 rojan de modernîteya kapîtalîst, krîza mirov tê de ne û çareseriya vê krîzê, bi modernîteya demokratîk re lêgerîn û tecrûbeyên jiyana alternatîf hatin nîqaşkirin. Gelek akademîsyen û siyasetmedaran li vir pêşkêşî kirin. Lê belê nuqteya ku herî zêde li vir bandor li min kir, nîqaşên der heqê jinê de bû. Bi qasî ku min ji Ocalan fêm kir, ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd têdikoşe. Ew ji bo azadiya tevahiya jinên cîhanê têdikoşe. Bi vê yekê re hewl dide ji pirsgirêkên li cîhanê re çareseriyê bibîne, têkoşîna ji bo mirovahiyê dimeşîne. Ji ber vê yekê hewl dide sîstema konfederalîzma demokratîk û ekolojîk mayînde bike. Min jî gelekî dan van her du mijaran û nivîs nivîsand. Lê belê Abdullah Ocalan bi tenê nanivîsîne, ji bo wê bixe meriyetê, têdikoşe. Ji ber vê yekê gelekî kêfxweş im. Dixwazim hîn bêhtir li ser Ocalan bixwînim, wî nas bikim.