1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qeymeqamtiya Tirk a li Cizîrê hewl dide terora dewletê mafdar nîşan bide!
Qeymeqamtiya Tirk a li Cizîrê hewl dide terora dewletê mafdar nîşan bide!,qeymeqamtiya,tirk,a,li,cizîrê,hewl,dide,terora,dewletê,mafdar,nîşan,bide

Qeymeqamtiya Tirk a li Cizîrê hewl dide terora dewletê mafdar nîşan bide!

Qeymeqamtiya Tirk a li Cizîrê bi rêya mele, midûrên dibistanê û keyayên hin taxan hewl dide, terora ku hêzên dewleta Tirk li navçeyê kirin, mafdar nîşan bide

A+ A-

ŞIRNEX - OZGUR AYDIN Li navçeyê zext li gel tê kirin ku daxwaznameya bi hejmara 5233 a bi serenavê 'Dayîna zerara terorê û têkoşîna li dijî terorê' bê îmzekirin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, piştî ragihandina xwerêveberiyê, hêzên dewleta Tirk di nava 79 rojên qedexeya derketina derve de navçe hilweşandin û xirbeyek li dû xwe hiştin. Piştî ku gel bi derfetên xwe û dildarên Komeleya Alîkariya bi Rojava re li navçeyê dest bi karê ji nû ve avakirinê kirin, qeymeqamtiya Tirk a li navçeyê û saziyên pê ve girêdayî ketin nava hewldanan, ku vê terora dewleta Tirk li navçeyê kiriye mafdar nîşan bidin.

Mele, keya û midûrên dibistanê, formeke daxwaznameyê ya bi serenavê 'Ji Serokatiya Komîsyona Tespîtkirina Zeraran a Walîtiya Şirnexê re' belav dikin û ji gel dixwazin ku qebûl bike ev xisar û hilweşîn encama 'têkoşîna li dijî rêxistina terorê' ye.

Bi zorê tê xwestin, forma daxwaznameyê ya bi hejmara 5233 a bi serenavê 'Dayîna zerara terorê û têkoşîna li dijî terorê' bê dagirtin û radestî qeymeqamtiyê were kirin. Ev belge bi îdîaya 'wê dewlet hemû zerarên rû dane bide' tê belavkirin. Bi vê daxwaznameyê re dewlet dixwaze terora xwe mafdar nîşan bide.

Li aliyê din, ji bo agahdarkirin û tespîtkirina zerara hatiye kirin, Platforma Hiqûqnasên Demokratîk li navçeyê bi komîsyonekê re xizmetê dide gel. Platform bi rêya vê komîsyona xwe re her wiha desteka hiqûqî dide Cizîriyan.

Hiqûqnasan bang li şêniyên navçeyê kirin, ku berî îmzekirina vê daxwaznameya tê belavkirin, ji sedî sed serî li komîsyona wan bidin.