1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Rewşa siyasî ya Iraqê (DOSYA)
Rewşa siyasî ya Iraqê (DOSYA),rewşa,siyasî,ya,iraqê,dosya

Rewşa siyasî ya Iraqê (DOSYA)

Prof. Dr. Cebar Qadir: Iraq ber bi asoyek nediyar ve diçe

A+ A-

AZÎZ KOYLUOGLU/ SERBAZ SIYAMEND

HEWLÊR (DÎHA) - Pêngavên Serokwezîrê Iraqê Nûrî Al-Malîki ji bo dadgehkirina Tarîq Haşimî û ji peyvirgirtina Salih Mutlegê cîgirê xwe, di astekê re derbas dibe ku hin alî dibêjin 'Malîkî neçîrê neyarên xwe yên siyasî' dike.

Ji roja Iraq hate avakirin heta niha bêyî pirsgirêk derbas nebûye. Ev yek di wê dawiyê de di navbera mezhebên şiî û sûnî'an de gehişt asta herî jor. Di niha de Tarîq Haşimî cîgirê serok komara Îraqê ye, Salih Mutleg jî cigirê serok wezîrê Nûrî al-Malîkîye. Herdû jî di nava Lîsta Eyad Elawî, lista al-Iraqiye cih digrin ku ev lîste sûniyan temsîl dike. Haşimî û Mûtleg beriya niha di derbarê rêve birina Hikumeta Iraqê rexneyên tuj ji Malîkî yê şiî mezheb girtibûn. Herê dawî Mutleg cigirê Serokwezîr re gotbû ku Serokwezîrê Iraqê Malîkî kesekî diktator e.

18'ê kanûnê: Roje operasiyonê

Malîkî dema ji serdanê xwe ya Emerîkayê vegeriya, gera Waşintonê bi setratiyeke herdu aliyan bilêv kir. Di heman roja paşve kişana hêzên Emerîka ya li Iraqê de, Malîkî di 18'ê Kanûna 2011'de dest bi operasyona girtinê kir. Li dijî van neyarên xwe sekinî ku tim hikûmeta wî bi 'Hikumetek zehîf' wesif dikirin. Roja ku Malîkî di sala 2006'de jî Hikûmet pêk anî aloziya û nakokiyên di navbera wî û Haşimî de jî dest pêkiriye.

Ev yek jî di dermekê de bû hêzên Emerîka piştî 8 salan (2003-2011) li Iraqê man. Piştre li şîna hêzên eskerî 15 hezar kes wek kesên diblomasî ji bo konsûlgeriya Bexdeyê yên Emerîka li Iraqê bi cîh kir.

Şiîyan firsend bidest xist

Di van çend salan de gelek caran nakokiyên sûnî û şiîyan kur bû. Herî dawî jî bi bilav kirina îtirafa 3 nobetdarên Haşimî ev nakokî diha kûrtir bûn. Malîkî jî fermana girtinê ji boyî Haşimî derxist.

'Pirsgirêka Haşimî pirsgirêkek siyasî û qanûniye'

Malîkî di roja 19'ê Kanûna 2011'an de fermanê girtinê ji bo haşimî derxist. Haşimî ku tim gûmana wî li ser rastiya hêzên emin û deshilata dozgeriya Iraqê hebû, amadebûna xwe li ber dozgerê Herêma Kurdistanê nîşanda. Ev axaftin jî rojek piştî derketina firmana girtinê wî hat dayîn.

Haşimî û qanûna terorê

Firmana girtinê Haşimî li gorî xala 4'an a sekna li dijî terorê hatiye dayîn. Xal wiha ye: " Herkes karek teroristî pêk bîne an jî beşdarî vê kiryarê bibe, ceyzayê wî kesî darvekirin e". Li gorî axaftinên berdevkê çapemeniyê Wezareta Karên Hundir a Iraqê Hela Dhamî, ev firmana girtinê Haşimî ji aliyê 4 dozgeran ve hatiye dayîn.

Malîkî ji bo ji gurev girtina cirgrê xwe yê sûne 'Salih Mûtleg' nivîsandbû ku ev yek girêdayî vê yekê ye ku Mutleg gotiye' Malîkî diktatror û kes nikare bi wî re kar bike' binav kiriye.

Ji bo Iraqê Kongre

Bi armanca çareseriya aloziyê vê carê jî kurd bûn pêşeng. Haşimî reviya Herêma Kurdistanê xwe li pişt kurdan veşart. Sûd ji pêwendiyên navbera Herêma Kurdistana Federal û Malîkî wergirt. Serok Komarê Iraqê Celal Talebanî kongireya netewî pêşniyar kir bi şertekê tev aliyên Iraqê (şiî û sûnî) têde cih bigrin.

Lîsta Iraqiye civînên perlemantoyê boyîkot dike

Perlemtoya Iraqê ji 325 kursiyan pêk tê. Lîsta al-Iraqîye xwedî 83 perlemanterane û 9 wezaret ji 19 wezaretên kabîneya Malîkî di destê wî deye. Serokê Perlemantoya Iraqê Ûsame Nûcêfî yê sûne mezheb e. Lîsta Iraqiye ji bo demekê civînên Perlemantoya Iraqê heya 29'ê Rêbendana 2012'an boykot kir. Memurên wî jî gurevên Hikumtê li gorî pêwîst pêk ne anîn û karên xwe dan seknandin.

Serokê Lîsta Iraqiye di 'Facebook'ê de

Eyad Elawî Serokê Lîsta al-Iraqîye ye û hempeyîmana Haşimiye. Herê dawî Elwî di 'Facebook'ê de tenê ev yek nîvîsand: " Demokratî li Iraqê ketiye xeterê û hildiweşe. Em ji vê yekê ditirsîn ev yek bi gehîje asta şerê tayîfî û rijandina xwînê. Bi taybet dema ku em rewşa herêmê li ber çavan bigrin".

Dabeşkirina Iraqê ji bo sê parçeyan

Senatorê DY'yê Joe Biden ku niha cigirê serokê Emerîka Omabaye, di sala 2006'de pêşniyaza 'Dabeşkirina Iraqê ji bo sê parçeyan kir ku Her herêmek jî xwedî hêzek ser bixwe be.

Tê texmîn kirin ku nakokiya Malîkî û neyarên wî yên siyasî bidome û gelek tiştên din bixwe re bîne. Hin alî çareseriya pirsgirêkên Iraqê di dabeş kirna Iraqê ji bo sê parçeyan de dibînin.

Her ku diçe nakokiyên di navbera şiî, sûnîyan û kurd bi herdû aliyan re zêdetir dibe. Pirsên Pêşmergeh, Petrol û bûtce di navbera Herêma Kurdiatanû û aliyên Iraqê de herçend niha zêde nayê baskirin, lê hêj jî ev pirsgirêk di domin.

Prof. Dr. Cebar Qadir: Iraq ber bi asoyek nediyar ve diçe

Nakokiyên rêveberiya li Iraqê hêj jî di dome. Pisporê Rojhilata navîn zaniyarê Kurd Prof. Dr. Cebar Qadir diyar kir ku asoya pêşkeftinên niha ya Iraqê ne cihê dilxweşiyê ye û got: "Iraq ber bi asoyek nediyar ve diçe."

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Cebar Qadir der barê nakokiyên di navberê Malîkî û sûniyan û rewşa siyasî ya Iraqê de ji DÎHA'yê re axivî. Qadir derbirî ku tev alîyên Iraqê dibêjin em piştgiriya cîh bicîkirina zagona bingehîn a Iraqê dikin û berovajî vê gotinan tevdigerin û wiha got: "Tevaliyên Iraqê dibêjin em piştgiriya cîh bicîkirina zagona bingehîn a Iraqê dikin. Lê di piratîkte her kes dixwazwe ev xalên zagonê pêk bên ku li gorî berjewendiyê wî ye. Iraq ber bi asoyek nediyar ve diçe".

Vekişyana hêzên DYE'yê

Qadir diyar kir ku bi vekişana eskerên Emerîka (DYE) ya li Iraqê valahiyek hêz û siyasî li Iraqê derket holê. Aliyên şiî dixwestin zêdetirîn deshilat û qezanc par di destê wan be. Ji ber vê yekê jî wan dest bi operasyonê kir. Di aliyek din sûnî'an xwest wesa nîşan bidin ku bi paşvekişiyana Emerîka yê hêzên ku bi Emerîkiyan re bûne nikarin Iraqê bi parêzin.

'Şiî di qonaxa rakirina sûnîan de ne'

Qadir got: " Ez bawerim ku şiî niha di vê qonaxê dane ku hin deran ji sûnî'an bi temamî paqij bikin. Jiber vê yekê jî zêdetir şiî'an çavê xwe berdaye bajara Diyaleyê jî. Çinkî Diyale li ser sinora Iranê ye û di aliyek din jî sinorê wî digel Herêma Kurdistanê ye."

Kurd nikarin bibin navbeynkar

Qadir destnîşan kir ku li Iraqê ji bo navberkariyê aliyê sêyemîn pêwîste. Prof. Dr. Cebar Qadir got: " Kurdi nikarin navber karîyê bikin. Jiber ku dema pirsê kurd bi wan re der keve şiî û sûnî herdû bi hevra dijatiya Herêma Kurdistanê dikin. Jiber vê merca navberkarî di Kurd de nîne...Ev hewlên ji bo çareseriyê jî tên dayîn tam çareseriyê bixwe re nayînin, pêngavên pînekirinê ne".

Dabeşkirina Iraqê ji bo sê parçeyan

Qadir balkişand ser îtimala dabeşkirina Iraqê ji bo sê parçeyan û got: "Wek tê gotin bi nêrînê min jî Iraq wê bi be sê parçe. Îtimale destpêkê ev parçebûn wek cudabûn neyê qebûl kirin. Behsa terzek konfderalî bê kirin... Eger nakokiyê şiî û sûnî'an wesa bidome îtmale Kurd jî bi neçarî dewleta xwe îlan bike. Di sala 1991 jî dihat gotin dema Iraq dam û dezgehên xwe li Herêma Kurdistanê paşve kişinad herêm neçar bû helbijartina Perlemantoyê ji bo xwe bike. Ez wesa dibînim derfeta bi hevra jiyan kirinê li Iraqê pir kêm bûye. Iraq ber bi asoyek nediyar ve di çe".

Iraq û asoyek nediyar

Pisporê Rojhilata navîn zaniyarê Kurd Prof. Dr. Cebar Qadir got: "Asoya pêşkeftinên niha ya Iraqê ne cihê dilxweşiyê ye. Iraq ber bi asoyen nediyar ve di çe. Ez bawerim wê kesên ereb jî bigehîjin vê bawerê ku jî ji rijanrina xwînê baştir ewe ku Iraq bê parçe kirin. Ji bona rê li rijandina vê xwînê bê girtin".

(ssq/mae)


Bêjeyên Miftehî