1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojeva KCD'ê pêşeroja Kurdistanê ye
Rojeva KCD'ê pêşeroja Kurdistanê ye,rojeva,kcd,ê,pêşeroja,kurdistanê,ye

Rojeva KCD'ê pêşeroja Kurdistanê ye

A+ A-

AMED (DÎHA) - KCD ji bo pêşeroja Kurdistanê ku hikumeta AKP'ê operasyonên tunekirinê xistiye meriyetê biryara kongreya awarte girt û bi rojeva rêveberiya cewherî kom dibe. Di kongreyê de dê li ser pêşeroja Kurdistanê nîqaşên dîrokî were kirin. Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Hîlmî Aydogdu diyar kir ku dê kongre bersiva daxwazên gel bide.

Hikumeta AKP'ê û dewleta tirk, li hemberî projeya rêveberiya cewherî ya gelê Kurd, bi konsepta şerê tunekirinê bersiv da û Kurdistan bû qada şer. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku hemû rêxistinên siyasî, civakî, bawerî û aboriyê di bin sîwana xwe de kom kiriye, ji ber pêşketinên awarte biryara Lijneya Giştî ya Awarte girt û di 26-27'ê kanûnê de li Amedê kom dibe. Ji ber rojeva girîng a kongreyê ku dê derbarê pêşeroja Kurdistanê de nîqaşên girîng bimeşîne, beşdarên civînê jî ji her demê zêdetir e.

Dê li gel 501 delegeyên KCD'ê, hevserokên bajêr ên DBP û HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê, parlamenterên HDP'ê û nûnerên saziyên civaka sivîl jî dê tevlî civînê bibin. Tê payîn ku nêzî 1000 kes tevlî kongreyê bibe.

Rojeva tekane rêveberiya cewherî ye

Dê tekane rojeva kongreyê jî rêveberiya cewherî be ku gelê kurd bi mehan e bi bedelên mezin parastina wê dike. Dê di kongreyê de derbarê pêşeroja Kurdistanê de nîqaşên girîng were kirin. Li hemberî konsepta tunekirinê ya hikumeta AKP'ê, dê rêveberiya cewherî bi kîjan formên siyasî, îdarî û civakî were rêxistinkirin, nîqaşa bingehîn a kongreyê be.

Her wiha dê di kongreyê de rêveberiya cewherî bi hemû xalên xwe re were destgirtin. Di kongreyê de rêveberiya cewherî, wekî daxwaza statuya gelê Kurdistanê dê çawa li gund, navçe û bajarên Kurdistanê pêş bikeve û KCD xebatên bi çî rengî bimeşînê bi berfirehî were nîqaşkirin. Her wiha dê KCD li ser tedbîrên li hemberî terora dewletê ya bê sînor jî nirxandin were kirin.

Biryarên kongreyê dê dîrokî be

Kongre, dê ji ber konsepta tunekirinê ya hikumeta AKP'ê, ji bo pêşeroja Kurdistanê riyên alternatîf jî bigire rojeva xwe. Di rojên dawî de derbarê vê mijara girîng de nûnerên tevgera azadiya kurd jî daxuyaniyên cûda dabûn. Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beriya serdana Rusyayê gotibû "Kurd şikestina herî mezin a dîroka xwe dijîn." Endamê Komîteya Rêvebir a PKK'ê Murat Karayilan jî bi gotinên "Eger ew Xweseriya Demokratîk ji binî ve red bikin û yên ku vê dixwazin jî hewl bidin tune bikin, vê çaxê emê jî veqetînê bifirikin" balê kişandibû ser tercîhên kurdan.

'Kongre dê bersiva daxwazên gel bide'

Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Hîlmi Aydogdu, derbarê rojeva kongreyê de axivî û got "Emê ji rewşa şer a heyî çawa derkevin. Emê dorpêça li ser bajar û navçeyan çawa bişkînin? Emê li ser deklerasyoneke hevpar a ku hemû sazî bibin yek fikir nîqaş bikin." Aydogdu diyar kir ku encamên kongreyê dê bersiva daxwazên gel bide û got "Li ser navê çareseriyê, em difikirin dê Tirkiyeyê ber bi ronahiyê ve bibe."

(sy)