1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Rêxistina sîwanî ya jinên Kurd ên li Elmanyayê ava bû: YJK-E
Rêxistina sîwanî ya jinên Kurd ên li Elmanyayê ava bû: YJK-E,rêxistina,sîwanî,ya,jinên,kurd,ên,li,elmanyayê,ava,bû,yjk,e

Rêxistina sîwanî ya jinên Kurd ên li Elmanyayê ava bû: YJK-E

Jinên Kurd ên li Elmanyayê, ku heta roja îro bi şêweyê komun, meclîs û komeleyan xwe bi rêxistin dikir, rêxistineke sîwanî ava kirin. YJK-E bi kongreya damezrandinê re hat ragihandin

A+ A-

DUSSELDORF - ANF Jinên Kurd ên li Elmanyayê, ku heta roja îro bi şêweyê komun, meclîs û komeleyan xwe bi rêxistin dikir, rêxistineke sîwanî ava kirin. YJK-E duh bi kongreya damezrandinê re hat ragihandin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-Elmanya) piştî kongreya duh a damezrandinê, danezana encamê aşkere kir.

Di encamnameyê de hat ragihandin, kuı kongre piştî amadekariyên mezin hatiye lidarxistin û hat gotin, "Ji bo jinên Kurdistanî yên li Elmanyayê dijîn bibin xwedî hevgirtineke saziyî û rêxistinbûyîneke xurt, Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyuayê, di asta dîrokî de girîng e. Me YJK-E bi kelecan û hêviyeke mezin, bi kongreya xwe ya di 23.01.2016'an de ragihand. Ji meclîs, komun, însiyatîf û saziyên jinan ên Elmanyayê 250 delege beşdarî kongreyê bûn û biryardariyeke xurt hat nîşandan."

Di encamnameyê de hat argihandin, ku piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşên Kurdistan û cîhanê, bi axaftina vekirinê ya berdevka TJK-E Guneş Gunebakan dewam kiriye û hat gotin, "Nîqaş bi beşdariyeke xurt a delegeyan pêk hat. Piştî ku rêzikname ji aliyê delegeyan ve hat erêkirin, kongreya me bi rojeva hilbijartinê dewam kiriye. Rêveberiya YJK-Elmanya ji 5 endamên esasî û 2 endamên cîhgirt pêk tê. Li gorîv ê yekê Agnes Alvensleben, Munevver Azîzoglû-Bazan Çîgdem Kaygalan, Ayten Aslaner, Delal Yaman weke endamên sasî, Fîdan Tanirgan û Sema Şakar jî weke endamên cîhgir hatin hilbijartin. Dûre Desteha Kontrolê ya Bilind a ji sê kesan hat hilbiartin. Piştî axaftina girtinê ya Hevseroka KCD-E Dilşah Osman, kongreya m bi qîrîna dirûşmên 'Jin jiyan azadî', 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd namirin' û 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû."

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku kongre diyarî şoreşgerên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hatiye kirin.

Li gorî encamnameyê, çend ji biryarên di kongreyê de hatine wergirtin bi vî rengî ye:

"Hemû xebatên YJK-E wê xebatên xwe di çarçoveya parçekirina sîstema tecrîdê ya li ser Serok Apo û ji bo azadiya fîzîkî ya wî bên meşandin,

Bi pêşvebirina rêxistiniya jinê re xurttirina vîna jinê, bi şiyara 'li di deverê divê jin ji rêxistinbûyînê bêpar neyên hiştin' avakirina komun, însiyatîf, meclîs, akademî, kooperatîf weke şêweyê bingehîn ê rêxistinbûyînê esas digire,

Bi pêşvebirina zanebûn û vîna jinê, ji bo xwebûna jinê, giraniyê dide xebatên zanekirin û perwerdeyê, bi jina azad re berê xwe dide civaka azad,

Weke hêza pêşeng a Paradîgmaya Civaka Azadîparêziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk, ji bo têkoşîna jinê bi tifaqên li derveyî Kurdan re gerdûnî bike, wê bi meclîs, komun, însiyatîf, rêxistin, sazî û komeleyên jinan ên li Elmanyayê re têkiliyê bi pêş de bibe û li cihê zemîna xwe heye, platformên têkoşînê yên hevpar ava bike,

Li dijî statuya mêtîngerî û polîtîkayên înkar-tinekirinê yên li ser gelê Kurd tên ferzkirin, xebatên rêxistinî, siyasî, çalakî, çandî û dîplomatîk dimeşîne,

Ji bo naskirina modelên Xweseriya Demokokratîk ên ku vîna jinê lê derketine holê, roleke aktîf dilîze,

Bi xurtî xwedî li xwerêveberiyên li Rojava, Şengal û Bakur derdikeve, ji bo naskirina wan, xebata dîplomasiyê dimeşîne,

Ji bo qirkirina jinê deşîfre bike, kampanya û xebatên cuda dimeşîne, ji têkoşîna li hemberî qirkirina jinê ya pênc hezar salan navneteweyî bibe dixebite, ji bo ev qirkirin bê naskirin û pêkanîn li hemberî wê bê kirin, wê bixebite."