1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. RÛYÊ QIRÊJ Ê DEWLETÊ: KOMKUJÎ
RÛYÊ QIRÊJ Ê DEWLETÊ: KOMKUJÎ,rûyê,qirêj,ê,dewletê,komkujî

RÛYÊ QIRÊJ Ê DEWLETÊ: KOMKUJÎ

A+ A-

DENÎZ FIRAT - NAVENDA NÛÇEYAN / ANF

Cih: Başûrê gundê Roboskî-Qilaban-Şirnex, ser sînor.

Ev cih û dem; bi navê Komkujiya Roboskî di hişê gelên Kurdistan, Tirkiye û herêmê de cih girt. Di 28'ê Kanûna 2011'an de, komek ji gundên Roboskî û Bujeh ket ser rê ku piraniya wan zarok bû, ji bo bazirganiyê bike sînorê dewletên dagirker ên welatê wan parçe kiribû, derbas kir. Ev sînorên sûnî yên di sala 1924'an de bi Peymana Lozanê hatin xêzkirin, bi tenê gel û welatek parçe nekirin, di heman demê de bajar, gund û malbat jî parçe kirin. Yên li her du aliyên sînor man jî, mehkûmî polîtîkayên tinekirin, înkar, birçîbûn, xizanî û bênasnametiyê, hatin kiriin. Tevî hemû zext û qedexeyên dewletên dagirker, li gel têkoşîna li hemberî van sînoran Kurdan têkiliyên xwe yên civakî jî dewam kirin. Koma di 28'ê Kanûna 2011'an de bi armanca bazirganiya sînor derbasî başûrê sînor bû, dixwest xwe bigihêjîne xizmên xwe yên li wir, mazot, şekir, çay û çixareyên ji wir kirîn bînin vî aliyê sînor. Ev bûyera ku ji aliyê dewletên dagirker ve weke qaçaxçitî tê binavkirin, li her devera sînorê Kurdistanê rewşeke rojane tê jiyîn e.

Koma ku danê êvarê ji gundê xwe ket ser rê, dema bi kelûmelên ji aliyê din ê sînor dianî, di rêya vegerê de ji aliyê bombeyên şer ên Tirk ve hat bombekirin. Di encama bombebaranê de 17 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dan, 1 jê birîndar kes bi saxî filitîn. Her wiha 82 hêstirên li cem komê jî, di encama bombebaranê de parçe bûn û mirin. Di salvegera 3. a komkujiya Roboskî de, em ê hewl bidin rastiyên ji aliyê dewlet û hikûmetê ve ji civakê tên veşartin, bi belgeyên wê deynin holê. Belgeyên em ê biweşînin, belgeyên fermî yên dewletê ne. Li ser van belgeyan ji aliyê me ve ti guhertin yan jî pêlîstin nehatiye kirin. Ev belge, ji Serokkomariyê heta hikûmetê, ji Serokatiya Fermandariya Giştî heta hemû yekîneyên leşkerî û îstîxbaratî, belgeyên ji aliyê gelek saziyên dewletê ve tên zanîn e. Belgeyên mijara gotinê li gel dadgeriyê jî heye, ku vê dadgeriyê her tim biryara neşopandin û bêwezîfetiyê li ser dozê daye. Em behsa belgeyên ku ji bo "Berjewendiyên bilind ên dewletê" ji civakê hatine veşartin dikin. Belgeyên li ser sûcekî dewletê kiriye, ji ber ku ji aliyê saziyên dewletê ve hatiye amadekirin ne pêkane ku mîna xwe bê qebûlkirin. Ji ber ku di van belgeyan de dewlet hewl dide xwe mafdar nîşan bide, bingehê ji vê re amade dike û dixwaze ser komkujiyê binixumîne. Tevî hemû hewldanên dewletê jî, nakokî û rewşa lihevnekirî ya di belgeyan de tê dîtin, encameke berevajî bendewariyên dewletê derdixîne holê. Ev encam jî ew rastî ye, ku komkujî bi zanebûn hatiye kirin. Di vê şîrove nivîsa em ê bi sernavên giştî binivîsînin de, em ê hewl bidin heqîqetan bi raya giştî re par vebikin. Derfetên me nîne ku bi şîrove nivîsê re em hemû belgeyan yek bi yek lêkolîn bikin, analîz bikin. Li şûna vê, em şîrove nivîsek berê xwe dide rastiyan, di cih de dibînin. Her çend bi şîrove nivîsan re em ê hin belgeyan biweşînin jî, di dawiya nivîsa xwe de em ê hemû belgeyan bi raya giştî re parve bikin û bi vê yekê re em dixwazin xwendevan bi xwe jî lêkolîn û analîz bike.

Ji bo bîranîna yên jiyana xwe ji dest dane…

Em vê nivîsa ku bi navê rêhevala xwe Xebatkara Çapemeniya Azad Denîz Firat a di dema karê xwe yê rojnamevaniyê de di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da dinivîsînin, diyarî rêhevalê xwe Kadrî Bagdû yê ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hat qetilkirin, hemû şehîdên Çapemeniya Azad, mirovên xwe yên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan û malbatên wan dikin.

BERÎ Û PIŞTÎ KOMKUJIYÊ

Di belgeyan de tê îdîakirin, ku ji herêma li başûrê cihê komkujiyê ku weke Heftanînê tê binavkirin gelek agahiyên îstîxbaratî, pêhesî û axaftinên ji telefonên hatine û tê îdîakirin ku ji fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Dr. Bahoz Erdal li herêmê ye. Her wiha tê îdîakirin ku komeke qelebalix a gerîla wê di sînor re derbas bibe, li hemberî herêmên baregehî yên leşkerî yên li ser sînor çalakiyê lidar bixe yan jî cebilxaneyên leşkerî derbas bike. Îdîayên mijara gotinê dispêrin yekîneyên îstîxbarî yên MÎT, polîs û leşkeriyê û tê gotin, ku ji ber van îdîayan herêmên baregehên leşkerî di teyaqûzê de ne û li hemberî herêma mijara gotinê berê jî operasyonê hewayî û êrîşên bi top-obusan hatine kirin. Li gel vê yekê, bi îdîaya komeke gerîla ya li cihekî nêzî herêma komkujiyê "Wê ji Tirkiyeyê derbasî Iraqê bibe", bi fermana Fermandarê Tumena Sînor a Jenderme ya 23. a Şirnexê Tumgeneral Îlhan Boluk, ji aliyê Serkanê Fermandariya Tûgaya Sînor a Jendermeyan a 22. ya li Bujehê Yarbay Azîz Altintepe, bi agahdariya Cîgirê Fermandarê Tûgayê Albay Huseyîn Onûr Guney, bi navê 'Operasyona Yildiz' amadekariya operasyonekê hatiye kirin. Li gorî vê plansaziyê, di operasyona 28'ê Kanûna 2011'an saet di 17:00 de destpê bike û di 29'ê Kanûna 2011'an saet di 22:00 de bi dawî bibe de, dihat xwestin ku tîmên ser bi Tûgaya Komando ya Jendermeyan a Çakirsogutê, li erdê xebatên kemîn û keşfê bikin. Di vê çarçoveyê de 2 tîmên komando yên jendermeyan li Zozanê ŞÎrît û qada Salatalikpinarê tên bicihkirin. Bûyerên beriya komkujiyê, dema komkujiyê û piştî komkujiyê yên 28'ê Kanûna 2011'an, ji aliyê Fermandariya Tûgaya Sînor a Jendermeyan a 22, Fermandariya Tumen a Sînor a Jendermeyan a 23. Fermandariya Baskê Asayîşê yê Jendermeyan a Wanê, Fermandariya Artêşa 2. a li Meletiyê, Fermandariya Hêzên Bejahî, Fermandariya Hêzên hewayî, Serokatiya Fermandariya Giştî, Fermandariya Fîlo ya balafirên bêmirov (ÎHA) a li Êlihê û Fermandariya Hêzên Hewayî ya 2. a li Amedê ve, ji dîmenên ÎHA tên temaşekirin û operasyonên mijara gotinê bi vî rengî tên birêvebirin.

Herêma komkujî lê hat kirin di nava qada wezîfeyê ya Alîkariya Fermandariya Tûgaya Sînor a Jendermeyan a 22. de ye, ku li Bujehê bicihbûyî ye. Alîkariya Fermandariya Tûgahyê bi ser 22. Tûgaya Sînor a Jendermeyan a Şenoba ye, ku ew jî di bin fermandariya 23. Fermandariya Tumen a Sînor a Jendermeyan e ku li Şirnexê ye. Fermandariyên jorîn ên yekîne bi wan ve girêdayî ne, bi rêzê Fermandariya Baskê Asayîşê yê Artêşê ya Wanê, Fermandariya Artêş Duyemîn (Meletî), Fermandariya Hêzên Bejahî û Serokatiya Fermandariya Giştî ne. Têkiliya di navbera fermandariyên jêrîn û jorîn di roja komkujiyê de hatin kirin, di belgeyan de cih digirin. Di mijara gulebarandina mirovên sîvîl ji aliyê balafirên şer de, zincîreke fermanê heye ku di nav de Serokatiya Fermandariya Giştî, Fermandariya Hêzên Hewayî, Fermandariya Bargeha Hewayî ya 2. a li Amedê ye, Fermandariya Baregeha Jet a Bingehîn a 8. hene.

Di belgeyên Biryargeha Fermandariya Giştî de heye, ku ji saet 10:15 ê roja komkujiyê û pê ve, balafirên predator ên DYA li ser herêma Heftanînê keşif kirine û dîmen derbas kirine. Her wiha tê gotin ku ÎHA ya heman rojê ji Êlihê rabû û li herêma Tetwanê xebatên keşfê dikir, bi fermana Serokê Îstîxbarata Fermandariya Artêşa 2. a li Meletiyê Albay Aygun Eker, bi hinceta ÎHA ya li herêma Şirnexê xera bûye, ji herêmê re hat şandin û ji saet 16:00 û pê ve dest bi kişandina dîmenan kiriye. Li gorî peyva yên ji komkujiyê bi saxî filitîn û gotinên gundiyan, koma hat bombekirin saet di 15:00-16:00 de ji gundên Roboskî û Bujehê bi hêstiran derketiye û ji rêgeha her carê sînor derbas kiriye, mîna her carê mal û milk bar kiriye û ber bi herêma Çemê Pûtalma ya li taxa Kûranîşê ve bi rê ketiye. Hem cerîdeyên navneda tevgerê ya fermandariyê, hem cerîdeyên Navenda Şopandina Dîmen, hem jî di dîmenên ÎHA yên di dosyayê de bersiv ji pirsa 'ev kom çawa çê dibe ji herêmek leşker di teyaqûzê de ye û bêyî ÎHA wan bibîne, sînor derbas kiriye', nayê dayîn. Li hemberî îdîayên "me nedît, ne pêkan bû em bibînin. Haya me ji çûyîna qaçaxiyê tinebû" ya personelên leşkeriyê, gundiyên ku piraniya wan cerdevan in diyar kirin, ku herêm erdekî vekirî ye, ne pêkane ku kom bêyî xwe nîşan bide derbas bibe û neyekser be jî haya leşkeran ji komên diçin qaçaxiyê heye.

Di hemû defterên cerîde û îfadeyên personelên leşkerî de tê îdîakirin, ku dîmenê destpêkê saet li dora 17:22 li cihekî 6 kîlometre derveyî sînor li qada Çemê Pûtalma hatiye tespîtkirin. Hejmara wesayîtên bi motor ku destpêkê weke 3 tê tespîtkirin, piştre derdikeve 7'an. Tevî ku kesên ji wesayîtan peya dibin tên dîtin û herêma mijara gotinê ji aliyê ÎHA'yan ve bi berfirehî tê kontrolkirin jî, dîmenekî din nayê tespîtkirin. Li navendên dîmen lê hatin temaşekirin, nîqaşên li ser xwediyê dîmenan, hem di defterên cerîde hem jî di îfadeyan de bia wayekî vekirî tê dîtin. Nîqaşên li 23. Fermandariya Tumen a Sînor a Jendermeyan, ku cihê herî bilind ê biryarê yê herêm ye, girîng e. Ji xwe di daxuyaniyên piştî komkujiyê de, tê îdîakirin ku agahiyên ji fermandariyên jêrîn hatine dibêjin koma tê gerîla ye. Lê belê di nîqaşên li navenda tevgerê ya tumenê bi awayekî zelal tê diyarkirin, ku kom bi îhtimaleke mezin qaçaxçî ye. Di vê demê de, ji dîmenên ÎHA tê fêmkirin ku gundî saet di 18:23'an û pê ve kom bi kom diçe herêma ji malan wrbigire û li hêstiran bar dike. ÎHA dibîne ku saet di 19.17 de gundî malan li hêstiran dikin û bi awayekî 3 koman ji şiverê ber bi bakur ve dikeve nava tevgerê û kordînata koma destpêkê ya herî li pêş a ji 16 hêstir û 9 kesan weke 38SLG, 24592, 29722, Jêr:1325 m. tê tespîtkirin. Tê diyarkirn ku hemû kom heta saet 19.04.37'an ji şiverê heta sînor di nava tevgerê de ne, di navbera wan de navberek heye û heta bombekirinê li vir disekinin. Di dema vê meşa komê de ÎHA li ezmanan li qadeke berfireh digere, herêma sînor jî di nav de li herêmek berfireh lêkolînê dike, di girtekan de tê destnîşankirin ku di encama vê lêkolînê de ji bilî komê ti zindî nehatiye tespîtkirin. Tê belgeyan de tê ragihandin ku ÎHA yên milî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine çêkirin jî li herêmê bûn.

Piştî tespîta dîmen a saet 17.23'an, ji 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan, dema koman berê xwe dan abkur, bi fermana Tumgeneral Îlhan Boluk, biryar hat dayîn ku top bê avêtin. Tevî ku ji aliyê personelê leşkerî yê payebilind ê li navenda şopandina dîmen ve hat ragiahndin ku kom qaçaxçiye jî, Tumgeneral Boluk piştî axaftina bi telefonê ya bi Fermandarê Baskê Asayîşa Artêşê ya Jendermeyan a Wanê Korgeneral Yildirim Guvenç, fermanê dide ku guleya texrîpê li komê bê reşandin. Ji ber ku Koordînatorê Desteka Avêtinê ya Tumenê Serdar Mehmet Bulent Olçensoy diyar kir ku kom li derveyî sînor e lewma erka avêtina topê di destê Serokatiya Fermandariya Giştî de ye, daxwaz vê carê ji 2. Fermandariya Artêşê re tê şandin. Piştî ku 2. Fermandariya Artêşê jî di cih de dît, daxwaz diçe ber destê Fermandariya Hêzên Bejahî û ji vir jî digihêje Serokatiya Fermandariya Giştî. Tumgeneral Boluk, bi hinceta ku erk di desê wan de ye fermanê dide ku top li nava sînor (xeta sînor) bê avêtin û ji bo rêgehên gengaz ên komê bêg irtin, yekîneyek were şandin. Di çarçoveya vê fermanê de, 5 topên ronîkirin, 7 topên texrîpkirinê bi giştî 12 top li nuqteyên Tumgeneral Boluk li ser nexşeyê destnîşan kir, hatin avêtin. Di heman demê de tîmên komando yên li 22. Alîkariya Fermandariya Tûgaya Sînor a Jendermeyan dihatin sekinandin, li herêma Tarlabaşi-Pîrabalî û qada Çatalkaya ya li kaşê Deşta Şîrîtê hatin bicihkirin. Bi rengî 4 tîm û li gel Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Bujehê 2 leşker û 2 cerdevanên derketin eraziyê, 3 rêgehên gengaz ên kom jê derbas bibin girtin.

Yên ji komkujiyê bi saxî filitîn, di îfadeyên xwe yên ji dozgerî û ji komîsyonên lêkolînê re de anîn ziman, ku di dema vegerê de wan dengê ÎHA'yan bihîstine û her çend top li cihekî dûrî wan ketibin jî wan dengê topan bihîstine. Dibêjin ku ji ber her roj top tên avêtin ew ne xerîbê vê rewşê ne, ne fikirîne ku leşker wê wan bombebaran bikin; ji ber ku neyesker be jî haya leşkeran ji çûyîna wan a qaçaxiyê heye, li erdekî vekirî bi ronahiya çirayê bi pêş ve diçin, berê jî rewşên bi heman rengî rû dabûn, leşkerên ew didîtin dihatin ew digirtin. Komên ji ser sînor tên, bi telefonê li xizmên xwe yên li gund digerin û dibihîzin ku leşkeran hemû rê girtine. Ji ber ku rêyeke din a derbasbûnê li pêşiya wan namîne, heta leşkera xwe ji ser rê vekişînin li herêma lê ne disekinin.

Di vê navberê de daxwaza 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan a ji bo topbarana derveyî sînor, li Biryargeha Fermandariya Giştî ji aliyê Tûggeneral Alî Riza Kûgû, Albay Zorlû Topaloglû, Albay Serdar Eren, Tumgeneral Sati Bahadir Kose û Korgeneral Yaşar Guler ve tê nirxandin. Di dema nirxandinê de, di hevdîtina navbera Fermandarê Artêşa 2. Orgeneral Servet Yoruk û Serokê Îstîxbarata Fermandariya Artêşa 2. Albay Aygun Eker de, agahî tê ku Fermandariya Artêşa 2. nirxandina "Koma tê dibe ku terorîst be, bi qaçaxçiyan er dibe ku terorîst yan jî kelûmelên terorîstan tê" dike. Ekîba vê nîqaşê dike diyar dike, ku topbaran dibe ku têrê neke û dibêje divê tevgera hewayî bê kirin. Nirxandina mijara gotinê ji aliyê Korgeneral Guler ve pêşkêşî Serokê 2. ê Fermandariya Giştî Orgeneral Hûlûsî Akar tê kirin. Serokê 2. ê Fermandariya Giştî, ji bo tevgera hewayî bê kirin, avêtina topan a destûra wê da bi fermanekê disekinîne û ji bo tevgera hewayî erê bike vê daxwazê ji Serokê Fermandariya Giştî Orgeneral Necdet Ozel re radigihîne. Ozel ê piştî civîna MGK a 28'ê Kanûna 2011'an li avahiya xwe ye, piştî ku belgeyên hatine şandin lêkolîn dike, tevgera hewayî erê dike û ji bo operasyonê amadekarî tê kirin. Ji Fermandariya Hêzên Hewayî re tê ragihandin ku Serokê Fermandariya Giştî tevgera hewayî erê kiriye. Fermandariya Hêzên Hewayî vê agahiyê ji 2. Fermandariya Hêzên Hewayî ya li Amedê re radigihîne. Li dû fermana ku li vir ji 8. Fermandariya Baregeha Jet a Bingehîn re aht ragihandin, ji 181. Fermandariya Fîlo ya Jet a Bingehîn 2 balafirên şer ên F-16 bi fermana 2. Serkanê Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê Tûggeneral Koray Ûz saet di 20.55'an de radibin. Yek ji du balafirên gihaştin herêmê erizayê dike, ya din jî karê xwe dewam dike. Gava balafir digihêje ser koma herî nêzî sînor, Serokê Tevgera Fermandariya Hêzên Hewayî Tumgeneral Ateş Mehmet Îrez li Serokê Daîreya Tevgerê ya Plan a Serokatiya Fermandariya Giştî Tumgeneral Sati Bahadir Kose digere û dipirse ka dikare êrîş bike yan na. Tumgeneral Îrez ji Tumgeneral Kose hîn dibe ku Guler êrîş erê kiriye û saet di 21.32'an de fermana êrîşê tê dayîn. Balafira F-16 a fermana êrîşê digire, li ser komên ji aliyê ÎHA'yan ve bi lazer hat nîşankirin, saet di 21.40 û 21.44'an de 3 bombeyên ku di belgeyan de bi navê GBU-10 tê kodkirin, dibarîne. 2 balafirên F-16 ên saet di 21.37'an de ji 182. Fermandariya Fîlo ya Jet a Bingehîn a Amedê bi hewa ketin, tên herêmê û koma din a ji bombebaranê rizgar bû, bombe dikin. Tê destnîşankirin ku balafiran saet di 22.03 û 22.24'an de bi bombeyên GBU-12 û GBU-10C, kom bombebaran kirine.

JI DÎMENÊN ÎHA, GELO GERÎLA Û QAÇAXÇÎ DIKARIN JI BÊ CIHÊKIRIN?

Di belgeyan de tê diyarkirin, ku di tevgera hewayî de, ji bo li hewayê îkmala sotemeniyê û wezîfeyên mîna wê bikin balafirên din jî cih girtine. Hînê balafirên bombebaran kiribûn li hewayê bûn, hat tespîtkirin ku ji nava welêt hin kes diçin herêmê û ev rewş ji fermandariyên pêwîst re tê ragihandin. Di navbera Serokatiya Fermandariya Giştî, Fermandariya Artêşa 2. Navenda Tevgera Iraqê, Fermandariya Hêzên Hewayî ya 2. a Amedê, Navenda Tevgera Hewayî ya Yekkirî ya Duyemîn a 2. û navendên ÎHA de trafîka hevdîtinan rû didin. Di hevdîtinan de Albay Aygun Eker diyar dike ku koma mijara gotinê dibe ku gundî be. Piştî ku ji Biryargeha Serokatiya Fermandariya Giştî tê ragihand ku tevgera hewayî bi dawî bûye, fermana vegerê ji balafiran re tê dayîn. Li ser vê yekê balafir saet di 00.05'an de vedigerin û saet di 00.24'an de dadikevin Amedê. Nirxandinên der heqê komên ji nava welêt dihatin hatin kirin, balkêş e. Ji ber ku rayedarên leşkerî diyar dikirin ku ÎHA nikarin tespît bikin koma tê gerîla yan jî qaçaxçî ne, lê belê di heman nirxandinê de tê gotin ku ÎHA'yan di dîmenên xwe de tespît kirine ku yên piştre tên gundî ne. Lewma bi xwe dikeve nava nakokiyan.

PLANA TEVGERA HEWAYÎ YA 'YILDIRIM'

Di plana tevgera hewayî ya bi hejmara 3730-131-11/HRK.Ş de, ku ji aliyê 2. Fermandariya Hêzên Hewayî ve hat amadekirin û bi îmzeya Pîlot Serdar Îsmaîl Gokhan Hûmali ve hat weşandin, tê dîtin ku ji bo derketina derveyî sînor koda "Bora" ji bo ketina hundirê sînor "Tûfan", ji bo betalkirina wezîfeyê "Serketin", ji bo taloqkirinê jî "Nacar" hatiye bikaranîn. Di belgeyan de her wiha ji bo 2 balafirên F-16 ên destpêkê êrîşkirin e bi navê Pars, her du F-16 ên piştre êrîş kirin jî weke Atmaca hatine binavkirin. Di nava belgeyan de her wiha tevgera hewayî ya hat kirin "Tevgera Hewayî ya Yildirim" tê pênasekirin. Her wiha di Deftera taybet a Tevgera Navendî ya Tevgera Iraqê de tê dîtin ku ji baregeha Încîrlîk a li Edeneyê ya ji bo DYA hatiye dayîn, balafireke bi tîpa JL02 ji bo li hewayê îkmala sotemeniyê bike, rabûye.

Rewşa piştî bombebaranê, di dîmenên ÎHA de bi vî rengî cih digire:

23:02:30- Ji aliyê bakur ve mirovê destpêkê xwe digihîne herêma sê bombeyên destpêkê lê ketin. Piştî vê saetê, di qeyda dîmenan de tê dîtin ku ji bakur ve gelek mirov hatine cihê bombe lê ketine, li herêmê geriyane, hin jê vegeriyane.

23:15:30- Li herêma bombeya destpêkê lê ket, tê dîtin ku 4 kesan birîndar an jî mirî hilgirtine.

23:20:00- Tê dîtin ku kesek bi lez û bez ji herêmên 1., 2. û 3. ên bombekirî derbas dibe û yekser diçe herêma 4. a bombeyê.

23:26:55- Ji aliyê ÎHA ve caerke din herêma destpêkê ya bombebaranê tê lêkolînkirin. Yên tên herêmê û diçin tên şopandin.

23:28:27- Ji herêma bombeya destpêkê lê ket, bi texmînî 5 kes birîndar yan jî miriyekî ber bi bakur ve dibin.

23:31:00- Kesek tê dîtin ku bi tena serê xwe ber bi herêma 4. a bombebaranê ve diçe.

23:37:00- Ji aliyê ÎHA ve herêma sê bombeyên destpêkê lê ketine, tê şopandin.

23:38:13- Li herêma bombeya 4. kesek tê dîtin ku bi tena serê xwe digere. Li aliyê bakur dibeze. Di nava daran de digere.

23:39:00- Tê dîtin ku 2 kesên din jî bi lez û bez diçin herêma 4. a bombekirinê.

23:41:30- Komek ji 3 kesan tê dîtin ku li herêma 2. a bombekirinê digere.

23:42:00- Tê dîtin ku komên cuda ber bi aliyê bakur-başûr ve diçin.

23:47:00- Tê dîtin ku 11 kes ber bi herêma 3. a bombekirinê ve diçin.

23:49:40- Tê dîtin ku komek ber bi herêma 3. a bombekirinê ve diçe.

23:51:00- Komek li herêma 3. a bombekirinê geriya, tê dîtin ku ber bi herêma 4. a bombekirinê ve diçe.

23:55:00- Tê dîtin ku nêzî 8 kes ber bi herêma 4. a bombekirinê ve diçe. Lê belê naçin herêma 4. a bombekirinê, li herêma daristanî dimînin.

24:00:40- Tê dîtin ku nêzî 11 kes ji herêma 4. a bombekirinê ber bi bakur ve diçin.

24:04:00- Ji herêma daristanî ya li nêzî herêma 4. a bombekirinê 2 kes derdikevin û ber bi aliyê bakur ve diçin.

24:05:40- Li herêma 3. a bombekirinê nêzî 7 kes tên dîtin.

24:09:10- Tê dîtin ku 2 kes ber bi herêma 4. a bombekirinê ve diçin.

24:10:00- Tê dîtin ku komek ji 20 kesan ber bi herêma 4. a bombekirinê ve çûne.

24:12:10- Tê dîtin ku komek ji 6 kesan ber bi heman alî ve diçe.

24:21:00- Li herêma 4. a bombekirinê, komeke girseyî ya li hev civiyayî xuya dike.

24:24:20- Ji herêma 4. a bombekirinê komek ber bi aliyê başûr ve diçe.

24:25:50- Kesek li başûr, heywanekî bar ê berdayî li şiverê dibîne.

24:26:00- Tê dîtin ku 3 heywanên bar û 2 mirovên lê siwarbûyî ji başûr ve nêzî herêma 4. a bombekirinê ve diçe.

Koordînat:38SLG, 23420, 31636, Jêr:1458 m.

24:27:00- Tê dîtin ku kesekî ji aliyê bakur ve tê bi vê komê re (bi texmînî 2 mirov û 3 heywanên bar) digihêjin hev.

24:30:00- Tê dîtin ku koma ber bi başûr ve diçe û koma ber bi bakur ve diçe digihêjin hev.

Koordînat:38SLG, 23236, 32359 Jêr:1750 m.

24:31:00- Yên gihaştin ve ber bi herêma 4. a bombekirinê ya li bakur ve diçin.

24:39:00- Ji aliyê ÎHA ve careke din herêmên 1. û 2. ên bombekirinê tên lêkolînkirin.

24:42:50- Tê dîtin ku ji bakur ve hin kes ber bi herêma yekemîn a bombekirinê ve tên.

24:46:50- Ji aliyê ÎHA ve herêma 1. a bombekirinê tê lêkolînkirin.

24:50:40- Di navbera herêmên 2. û 3. ên bombekirinê de bi texmînî 3 heywanên bar û komeke ji mirovan tê dîtin.

Ev xûsûsên di belgeya mijara gotinê de tê diyarkirin, şîdeta komkujiyê û êşa mirovên xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine, bêyî şîrove li ser pê kirin, bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Yên xizmên xwe winda kirin diyar kirin ku ew heman piştî destpêkirina bombebaranê yekser li rayedarên leşkerî geriyane û gotine xizmên wan derbasî 'aliyê din ê sînor' bûne. Lê belê tevî vê yekê jî bi qasî 45 deqeyan bombebaran dewam dike. Piştî bombebarana destpêkê, yekîneyên leşkerî yên li eraziyê, bi fermana Fermandarê Tumenê Tumgeneral Îlhan Boluk, vedikişin.

DÎHAYÊ KOMKUJÎ RAGIHANDIBÛ!

Piştî ku Servet Encu yê ji komkujiyê sax rizgar dibe, xizmên xwe agahdar dike û gundiyên ku agahiya komkujiyê digirin, weke ji dîmenên ÎHA jî tê fêmkirin ber bi sînor ve direvin. Di heman demê de gundî li merciyên mulkî û leşkerî û saziyên tenduristiyê digerin û daxwaz dikin ku ji bo wan alîkariya lezgîn bê dayîn, diyar dikin ku ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin, gelek birîndar û miriyên wan hene. Hemû bangên alîkariyê bê bersiv dimînin, gundî bi traktor, hestiran û li ser milê xwe birîndar û miriyan dibin gundê Roboskî. Kar û barê veguhestina nava gund heta saetên sibê berdewam kirin û piştî vê tabloyê hate dîtin ku dewleta dagirker bi sûcên ku li dijî gel dimeşîn de bi hovîtiyek çiqas metin tevdigere. Destpêkê nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) diçin cîhê bûyerê û nûçeyê ji raya giştî re radigînin û dîmenên komkujiyê ku mirî û birîndar çawa li ser pişta hêstiran û traktoran li betaniyan gerandî dibirin, kişandin. Ev wêne û dîmen komkujiya Roboskî di hişê raya giştî ya welat û navneteweyî de cihê xwe girt.

Malbatan bi tundî li dij derketin ku rayedarên leşkerî û mulkî cenazeyan bibin Meletiyê. Malbatan diyar kirin ku wê bi cenazeyan bilîzin, wêneyên wan bikişînin, weke ku cenazeyên gerîlayan e di çapemeniyê de bidin xuyakirin û gotin divê li kar û barê otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê pêk bê. Di encama berxwedana malbatan de piştî otopsiyên li Qilabanê hatin kirin nimêja cenazeyan hat kirin û piştre cenaze bi konvoyeke mezin ber bi gundê Gulyazi derketin rê. Di vê navberê de dewletê bi rêya sercerdevan û amîrên mulkî li ser xwediyê cenazeyan zext pêk anî û ferzkirin ku cenaze li gorî orf û edetên olî bêdeng bê definkirin û gotin bila cenaze bi komî neyên definkirin. Di belgeyan de tê gotin ku xemlandina tabutan bi kesk û sorê zerê, definkirina komî ya cenazeyan li gundê Gulyazi û bi awayekî komî qebûlkirina sersaxiyan ji aliyê BDP’ê ve wek zext li gundiyan hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de tê dîtin ku sercerdevan û cerdevan bi malbatên xwediyên cenazeyan re li dijî BDP û welatiyên tevlî cenazeyê bûne sor dikin.

Piştî ku komkujî bi rêya Çapemeniya Azad hat ragihandin şûnde pêşheyetek ku ji endamên Mazlum-Der û ÎHD’yên herêmê pêk hat çûn Qilaban û herêma ku komkujî lê pêk hat û lêkolîn kirin. Piştre jî heyetek ku ji ÎHD, Mazlum Der, KESK, TTB, ÇHD, THÎV, TBM û DÎSK’ê pêk hatin lêkolînek kirin û di 3’ê Çileyê 2012’an de raporek amade kirin. Di vê rapora ku bi rêya çapemeniyê hate parvekirin de, herêma ku komkujî lê pêk hatiye, agahiyên kesên jiyana xwe ji dest dane û îfadeyên kesên ji komkujiyê rizgar bûne û xizmên windayan cih digirin. Di heman demê de endamên heyetê encamên ku xwe gihandinê jî aşkera dikin. Heyetê da zanîn ku komkujî bi zanebûn pêk hatiye û di hat zanîn ku ev koma bazirganiyê dikin gundî ne û di nava zincîra talîmatê de komkujî pêk hatiye. Her wiha nuqteyên ku divê bên ronîkirin jî hatin îfadekirin û hat gotin ku divê berpirs demildest ji peywirê bên girtin û derxin pêşberî darazê.

Piştî komkujiyê çapemeniya azad hema komkujî xist rojevê û ragihand ji raya giştî re, lê çapemeniya Tirk bi saetan komkujî ji nedîtî ve hat û di weşanên xwe de cih neda. Çawa ku Fermandarê Giştî di 29’ê Kanûna 2011’an de saet di 11.45’an de di malpera înternetê de daxuyanî da, çapemeniya Tirk ev agahî kir nûçe û dest bi weşandina komkujiyê kirin. Fermandariya Giştî di daxuyaniya xwe ya ku mijara gotinê de ye îdîa kir ku cihê ku komkujî lê pêk hatiye herêma Sînat Heftenîn a ku kampa HPG’ê lê ye û îdîa kir ku yên hatine qetilkirin gerîlan e. Bi heman awayî ji hikûmetê jî heman daxuyanî hatibûn û gotibûn ew mijarê lêkolîn dikin. Berdevkê hikûmetê Huseyîn Çelîk di daxuyaniya çapemeniyê de gotibû komkujî bi qezayê pêk hatiye, gotine belkî ev gerîlan e û lê xistine. Çelîk got ku wê şopdarê mijarê bin û berpirs PKK ye, ger PKK nebûna li herêmê wê şer jî tinebûna.

Ji ber komkujiya ku pêk hat li Kurdistan, Tirkiye û derên cuda yên cîhanê bi mîlyonan mirov rabûn ser piyan, bertekên tund nîşan dan û gotin divê berpirs bên darizandin. Dirûşma ‘Ger em ji bîr bikin bila dilê me ziwa bibe’ bû dirûşma sereke ya lêgerînvanên edaletê. Malbatên Roboskî yên zarokên xwe winda kirin jî heta ku ji destê wan gihiştê bi her kesî re hevdîtin kirin û daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman. Her wiha malbat her rojên Pêncşemê çûn ser gorên xizmên xwe û bi hev re daxwaz kirin ku komkujî bê ronîkirin.

SIBÊ: Qaçaxçî ye yan terorîst e? Kî çi dibêje, xwe çawa diparêze?