1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Serûwena ramanî ya 13 salan
Serûwena ramanî ya 13 salan,serûwena,ramanî,ya,13,salan

Serûwena ramanî ya 13 salan

Serûwena Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ramanî û nivîskî ya 13 salan

A+ A-

ALÎ BULUŞ Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 13 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Nêzî salek û 2 mehin parêzer û malbata Ocalan nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevdîtinê pêk bînin. Hemû têkiliyên Ocalan ji derve hatine qutkirin. Di serûvana 13 salan de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek proje û pêşniyarên çareseriyê pêş xistin. Di nava şert û mercên herî giran û tune de di qada ramanî û nivîskî de gavên gelek mezin avêt. Ocalan di nava 13 salan de 11 parastin nivîsandin û bi van parastinê xwe dîrok ji nûve nivîsand. Geşedanên civakî ji nûve bi navkir û rêyek nû li pêşiya civaka demokratîk vekir. Ji bo çareseriya demokratîk û ekolojîk projeyên ku ji aliyelê zanyar, nivîskar, demokrat û civakê ve tê qebûlkirin amadekir.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an bi alîkarî û piştgiriya hêzên navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 15'ê Sibata 1999'an anîn Tirkiyeyê şandin Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û 13 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Ji hemû mafê xwe yê siyasî û civakî hatiye qutkirin. Ocalan li gel ku hemû şert û merc ji destê wî hatine girtin jî dîsa bi nivîsandin û fikrandina xwe rê li pêşiya pêvajoyên nû vedike. Ocalan, ku 13 salin di bin tecrîda giran de heye heta niha bi hezaran pirtûk xwendin û 11 pirtên parastinê nivîsandin. Herî dawî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi parêzeran re hevditin pêk anîbû û xwestibûn şert û mercên wî yên azadiya fîzîkî, ewlehî û tenduristiyê bên rastkirin. 424 rojin bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo tecrîda liser Rêberê PKK'ê Ocalan şermezar bikin, hemû girtiyên PKK'î û PAJK'ê biryar girtin ku ji 12'ê Îlonê û virde dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. 3 milyon û nîv mirovan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Ocalan îmze kom kirin û wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kir. Ocalan li gel şert û mercên giran di nava 13 salan de 11 pirtûkên parastinê nivîsand û bi hezaran pirtûk xwendin.

Ewil Danezana Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd nivisand

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî hate girtin û şandin Girtîgeha Îmraliyê li Girtîgeha Îmraliyê di sala 1999'an parastina ewil li ser çareseriya pirsgireka kurd pirtûka parastina "Danezana Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd" nivisand. Di Hezîrana 1999'an de pirtûka bi navê Komara Demokratîk ku ji 168 rûpelan pêk dihat pêşkêşî dadgehê kir. Ocalan pişt re parastina ku ji 2 ciltan pêk tê ya bi navê Ji Dewleta Rahîbên Sumeran heta Komara Demokratîk ku pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir. Parastina Ocalan di salên 2001 û 2002'an de li Tirkiyeyê wekî pirtûk hate çapkirin û deng veda. Parastina ku ji 800 rûpepalan pêk dihat, PKK'ê di 8'emîn kongreya xwe de wekî rapora polîtîk qebûl kir. PKK'ê bi vê parastinê dest bi pêngavek nû ya bîrdozî û politik kir.

'Parastina Rihayê'

Ocalan disa bi navê "Doza Rihayê" parastinek kir û tevgera PKK'ê wekî tevgera Hz Îbrahîm a Hemdem bi nav kir. Ocalan di vê pirtûkê de bêtir li ser pîrozahiyê û naletiyê rawestiya.

Ocalan pişt re bi navê Parastina Mirovê Azad parastina Atînayê nivîsand û pêşkêşi dadgehê kir. Ocalan di hezîrana 2003 'an de bi vê pirtûkê pêvajoya ji Sûriyeyê heta Ewropayê û ji Ewropayê heta Tirkiyeyê vedibêje. Pirtûka ku ji 152 rûpelan pêk tê, dixwaze ku Kongreya Gel a Kurdistanê xwe bi rêxistin bike û gel di çarçoveya demokratîk de xwe bi rêxistin bike û bi rêve bibe.

'Parastina gelekî'

Ocalan li Îmraliyê bi parêznameyên xwe ji nû ve rêxistinbûyî û pergala paradigmayê da rûniştinadin. Ligel vê yekê DYA'yê û hêzên navneteweyî jî di nava PKK'ê de hewildan ku komekê pêş bêxin û PKK'ê di navxweyî de feth bikin. Di vê pêvajoyê de Ocalan parêznameya xwe ya bi navê "Parastina Gelekî" bi dawî kir û pêşkêşî DMME'yê kir. Di sala 2004'an de parêzname li Ewropa û Tirkiyeyê hate weşandin. Ocalan di parêznameya xwe de mijarên dewlet, jin, rastiya civakê, kes, PKK, pirsgirêka kurd, dîroka kurdan, çareseriya pirsgirêka kurd, parastina rewa, şer, pevçûn, YE, DYA, Projeya Mezin a Rojhilata Navîn, ol, traîkat û gelek mijarên din bi kurahî lêkolîn kirin û pirtûk bû bername û rêziknameya tevgera siyasî ya kurd. Di pirtûkê de beşa herî sereke û girîng ji bo tevgera siyasî ya kurd pirsgirêkên heyî çareser bike taktîkên şênber danîn holê bû. Pirtûkê bingeha gava 1'ê hezîrana 2004'an amade kir. Ocalan bi parêznameya xwe ya "Parastina Gelekî" bername û rêziknameya tevgera siyasî ya kurd nivîsand.

'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk'

Pirtûkên Ocalan ligel kurdî û tirkî bi erebî, îngîlîzî, farisî û elmanî hatin wergêrandin û weşandin. 5 pirtûkên Ocalan ên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk jî asta guherîna parasdîgmaya di sala 1999'an dest pê kir tîne ziman. Ocalan 5 pirtûkên bi navê "Serdema Qralên Nepenî û Xwedayên bi Maske, Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske, Sosyolojiya Azadiyê, Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Qirîza Şaristaniyê ya Rojhilata Navîn û Çareseriya Netewa Demokratîk û Pirsgirêka Kurd" amade kirin. Ocalan di pirtûkên xwe de dîroka şaristaniya mirovahiyê ya 5 hezar salan, pozîtîvîzm, desthilatdarî, civak, Rojhilata Navîn, Modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk û gelek mijarên din anîn ziman. Ocalan li gel van pirtûkan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd "Nexşe Rê" amade kir û ew jî weke pirtûkekê hate çapkirin. Ocalan di "Nexşe Rê" de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd made made pêşniyar pêşkêşî rayedarên dewletê kir.

Ocalan ligel xebatên xwe yên nivîsandinê kovar, rojname û gelek pirtûk şopandin û xwendin. Ji felsefe, siyaset, ol û heta çandê pirtûk lêkolîn kirin.

Pirtûkên Ocalan di sala 1999 hate sala 2011'an xwendin:

Ocalan pirtûkên nivîskarên wekî Albert Einstein, Amin Maalouf, Abbas Vali, Aguste Bailly, Andre Bonnard, Alex, Alfred W. Crosby, Aldos Huxley, Adrian Berry, A.Hourani, A.Philips, Ann Chamberlin, Antony P.Cohen, Anderew Mango, Alan Swingewood, Arthur Schopenhauer, Adid Davişa, Austen Henry Layard, Amir Hassanpour, Abraham Moles, Alain Touraine, Anthony D. Smith, William H. McNeil, K. Ekhol, Jonathan Fridman, David Wilkinson, Samir Amin, Janet Abu-Lughod, Immanuel Wallerstein, Andre Berten, Doblo da Silveira, Herve Pourtois (Derleyenler), Prof. Abraham Galente: Sabetay Sevi u Sebaytaycıların Gelenekleri, Andre Clot, Alain Corbain, Abdurrahim Zapsu, Ahmet Ulvi Turbaş, Akin Birdal, Altan Oymen, Alişan Akpinar, Azra Erhat, Atilla Nalbant, Prof. Dr. A. Feyyaz Golcuklu,Ali Berktay Ahmet Însel: Ali Puskulluoglu, Ahmet Oktay: Ali Aga, Ayhan Aktar, Ahmet Davutoglu, Benjamin Barber, Bernard Lewis, Bakunin, Burchard, Bogos Lovos Zekiyan, Barrington Moore Jr, Bill Jordan, Brian Morris, Bertrand Badie, Bouwe Draaisma, Belma Akçura, Bakir Çaglar, Baskin Oran, Bulent Tanor, Burak Orakoglu, Carl Schmitt, Caroline Finkel, Claude Cahen, Catherine A. Mackinon, Colin A.Ronan, Cristopher Pierson, Christian Jacq, Charles Keit Maisels, Charles Freeman, Campanella, Carl Sagan, C.P.Snow, Christian Delacampagne, Charles Lindholm, Claude Levi-Strauss, Cemal Yildirim, Cuneyt Arcayurek, Prof.Dr. Coşkun Can Atakan, Cengiz Ozakınci, Deepak Chopra, David Harvey, Daniel Goleman, Donna Rosenberg, D.Morly K.Robins, Dogu Perinçek, Demîr Kuçukaydin, Eric Hobsbawm, E. Wilson, Erich Fromm, Ernesto Laclau, Eduard Schure, Edward Said, Eva Cancik-Kirschbaum, Edward H. Carr, Erdal Şafak, Emre Kongar, Erol Sever û pirtûken bi sedan niviskarên din xwend. Ocalan di nava 13 salan de bi hezaran pirtûk xwend û ji nava van pirtûkan sentezek nû derxist.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî