1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Siyasetmedarên Elman nerazîbûneke tund nîşandî Merkel dan
Siyasetmedarên Elman nerazîbûneke tund nîşandî Merkel dan,siyasetmedarên,elman,nerazîbûneke,tund,nîşandî,merkel,dan

Siyasetmedarên Elman nerazîbûneke tund nîşandî Merkel dan

Serokwezîra Elman Angela Merkel, têkildarî komedyen Jan Bohmermann ê bi helbesta xwe ya li ser Erdogan ket rojevê, destûra lêpirsînê da. Ji ber vê helwesta xwe Merkel bi tenê ma

A+ A-

BERLÎN - ANF Tevî hevparê koalîsyonê Partiya Sosyal Demokrat (SPD), gelek siyasetmedarên ji partiyên mûxalefetê bal kişandin ser şaşîtiya biryara Merkel û rexneya 'xwe bi Erdogan xweş kiriye' lê kirin.

Biryara Merkel a ji bo lêpirsîna komedyen Bohmermann ji aliyê Sekreterê Giştî yê CDU Peter Taûber ve hat parastin. Lê belê hevparên koalîsyonê û partiyên mûxalefetê nerazîbûneke tund nîşan dan. Taûber îdîa kir, ku hikûmet bi baldariyeke mezin nêzî dewleta hiqûqê dibe û got, "ev yek carna bêşîne jî, bi vî rengî ye."

Serokê Koma CDU-CSU ya Meclîsa Federal Volker Kaûder jî îdîa kir, ku divê sînorê navbera henek û heqaretê de, ji aliyê dadgehan ve bê diyarkirin.

WEZÎRÊ EDALETÊ: SERDEMA XALA 103. DERBAS BÛYE

Hevparê hikûmetê Wezîrê Karên Derve yê SPD'yî Frank-Walter Steînmeîer jî bibîr xist, ku ew li dijî destûra lêpirsîna têkildarî Bohmermann e û diyar kir, diviyabû Merkel destûra vekirina lêpirsînê nedabûya.

Navekî din ê nerazîbûn nîşanî biryarê da Wezîrê Edaletê yê SPD'yî Heîko Maas e û anî ziman, ku ew dixwazin xala 103. a Qanûna Ceza rakin. Maas got, "serdema sûcê 'heqareta li nûnerên welatên biyanî' êdî derbas bûye" û destnîşan kir, ev yek li Qanûna Ceza ya Elman nayê.

'EM NIHA DIBIN PARÇEYEKÎ MÎZAHA TIRK A ERDOGAN'

Serokê Koma SPD'ê ya Meclîsa Federal Thomas Oppermann da zanîn, ev xala mijara gotinê li demokrasiya nûjen nayê. Rêvebereke din a heman partiyê Elke Ferner jî ragihand, ku ev xal li sedsala bihurî maye.

Rêveberê SPD'ê Thorsten Schafer-Gumbel jî da xuyakirin, ku Merkel bi vê biryara xwe re bûye parçeyek ji lîstikên polîtîk ên Serokkomarê Tirk Erdogan û got, "Ez li bendê bûm ku Serokwezîra me sekneke cuda nîşan bide." Schafer-Gumbel got, "Lê belê li şûna vê yekê em niha bûne parçeyek ji mîzaha Tirk a Serokkomar Erdogan."

'HEMÛ DESPOTÊN CÎHANÊ; BILEZÎNIN'

Ji rêveberên partiya mûxalefeta bingehîn Die Linke (Partiya Çep) Matthîas Hohn jî diyar kir, vê biryarê hêz û cesaret daye despotên din ên li cîhanê. Hohn da xuyakirin, qanûna ku Bohmermann pê were darizandin wê di sala 2018'an de bê rakirin û got, "Hemû despotên cîhanê bilezînin; mîzah wê piştî sala 2018'an dîsa serbest be."

WAGENKNECHT: XWE PÊ XWEŞKIRINEKE NAYÊ TEHEMÛLKIRIN

Hevseroka Die Linke Sahra Wagenknecht nerazîbûneke gelekî giran nîşan da. Wagenknecht biryar weke 'xwe pê xweşkirineke nayê tehemûlkirin' bi nav kir û got, "Merkel bîatê ji despot Edogan dike û azadiya çapemeniyê ya li Elmanyayê dike qurban."

KESK: ROJNAMEVANÊN TIRK WÊ HÎN BÊHTIR TEHDÊ BIBÎNIN

Seroka Koma Partiya Keskan a Parlamenta Ewropayê Rebecca Harms jî bal kişand ser aliyekî din ê biryarê. Harms got, "Rojnamevanên Tirk wê ji niha û pê ve hîn bêhtir tehdeyê bibînin."

Hevseroka Keskan Sîmone Peter got, "bandora peymana Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê xwe da der" û ev şîrove kir: "Erdogan zext kir, mîzah hat qurbankirin. Ji bo siberojê, bila 103 (xal) bê rakirin."

Serokê Partiya Demokratên Azad (FDP) ku CDU bi salan hevparê wê yê koalîsyonê bû Chrîstîan Lîndner jî da xuyakirin, ku bûyera Bohmermann sembolîk e, lê bandora wê wê mezin be. Lîndner got, "Merkel diviyabû ji aliyê siyasî ve biryareke cuda bida."