1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. ‘Swêd a bêalî’ ji sala 1954'an û vir ve bi DYA re hevkariyê dike
‘Swêd a bêalî’ ji sala 1954'an û vir ve bi DYA re hevkariyê dike,swêd,a,bêalî,ji,sala,1954,an,û,vir,ve,bi,dya,re,hevkariyê,dike

‘Swêd a bêalî’ ji sala 1954'an û vir ve bi DYA re hevkariyê dike

A+ A-

STOCKHOLM 17.12.2013 07:01:55 Welatê Swêd ku bi meşandina polîtîkayeke bêalî û bêblok pesnê xwe dide, derket holê ku ji sala 1954'an û vir ve bi DYA re bi dizî hevkariyê dike.

Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) di rojên bihurî de belgeyê ku nîşan didin Saziya Radyo ya Parastina Neteweyî ya Swêdê (FRA) û Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) xwedî hevkariyeke nêz in û Swêdê agahiyên bi şopandina kabloyên fîberoptîk ên li Derya Baltikê peyda kirine ji DYA re ragihandiye, di malpera xwe ya înternetê de weşand. Di belgeyên mijara gotinê de pesnê Swêdê tê dayîn ku axaftinên bi telefonên û nivîsandinên li Rûsyayê ji DYA re ragihandiye. Tê destnîşankirin ku bi rê û rêbazên cuda, agahî û belgeyên bêhempa bi dest nakevin.

Weşandina belgeyan bû sedem ku têkiliyên DYA û Swêd bên lêpirsîn. Svt jî di bernameya xwe ya bi navê "Wezîfema me lêkolîn e" de duh diyar kir ku ji xebatkarê berê yê NSA Edward Snowden peymaneke bi mora "gelekî veşartî ye" hatiye bidestketin.

Peymana navê UKUSA lê hatiye kirin, hevkariya 3 welatan: DYA, Îngilîstan, Kanada, Awûstûralya û Zelanda Nû ya ku ji aliyê îstîxbarata Swêdê ve ji sala 1954'an û vir ve weke "The five eyes" tê binavkirin, nîşan dide. Tê ragihandin ku peyman 50 salan yanî heta 2004'an di meriyetê de bû, ji sala 2004'an û vir ve Saziya Radyo ya Parastina Neteweyî ya Swêdê (FRA), Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) û 'Navenda Ragihandina Gelemperiyê ya Îngilîstanê (GCHQ) bi hev re ketine nava hevkariyeke nêz.

Nivîskarê pirtûka bi navê "Bilindbûn û têkçûna bêalîtiyê" Profesorê Hiqûqa Navneteweyî Ove Brînk da xuyakirin ku agahiyên derketine holê gelekî girîng in û got, "Bêalîbûna me heta sala 1954'an bû."

Brînk diyar kir ku rêveberên welêt berevajî gotinên ji gel re digotin tiştên cuda kirine û destnîşan dike ku sosyal demokratên hingî li ser desthilatdariyê bûn di bin navê bêalîtiyê de polîtîkayên durû dimeşandin.

Di belgeya Hezîrana 2006'an a hingî Partiya Karker a Sosyal Demokrat li ser desthilatdariyê bû de tê ragihandin ku ji ber polîtîkaya bêalî ya Swêdê hevkariya NSA û FRA hatiye veşartin.

Tê îdîakirin ku ji peymanên di dema desthilatdariya Partiya Karker a Sosyal Demokrat de hatine îmzekirin û bicih anîn, haya gelek ji payebilindên li nava partiyê jê tinebû. Yek ji van jî Marîta ûlvskog e ku di navbera salên 2004-2009'an de di nava partiYê de wezîfeya sekreteriya giştî û Wezareta Çandê meşand. Ûlvskog îdîa dike ku bêalîtiya Swêdê mîna demên bihurî niha jî gelekî girîng e, dema polîtîkayên parastin û ewlekariyê dibe mijara gotinê ne bi Yekitiya Ewropa, bi Fînlandiyayê re diaxive û bi wî rengî tevdigere. Prof. Ove Brînk jî dibêje di sala 1995'an de piştî ku Swêd bû endamê Yekitiya Ewropayê polîtîkaya wê ya bêalîtiyê bi dawî bûye.

Bjorn von Sydow ê Serokê berê yê Parlamentê û Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Sosyal Demokratan a navbera salên 1997-2002'an jî diyar dike ku haya rayedarên payebilind ên partiyê, ji peyamên veşartî yên bi DYA heye.