1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Sê sal ji şoreşa 19’ê Tirmehê
Sê sal ji şoreşa 19’ê Tirmehê,sê,sal,ji,şoreşa,19,ê,tirmehê

Sê sal ji şoreşa 19’ê Tirmehê

Şoreşa 19’ê Tîrmehê, sedem, destpêkirin û destkeftî

A+ A-

Şoreşa 19’ê Tîrmehê, sedem, destpêkirin û destkeftî

HESEN REMO

NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê di sala 2012’an de li bajarê Kobanê hate vêxistin, di 3 salan de li ser astên leşkerî û siyasî serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn. Şoreşê ber bi demokrasîbûnê û avakirina sîstemeke demokratîk gavên mezin avêtin.

Di sê salên Şoreşa Rojava de gelê Rojava herêmên xwe parastin û ne hiştin wekî herêmên din ên Sûriyê wêran bibin. Di vê dosyê de em hewl bidin serkeftin û destkeftiyên 3 salan destnîşan bikin.

Rojavayê Kurdistanê ku bi mozayîka xwe ya civakî û olî cîwaz e, hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Kildan, Çeçan û Turkmen bi rengên xwe beşdarî xebatên şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn. Pêkhateyan bi hev re sîstemeke herî guncav di demokrasiya civakê de ava kirin û çareseriya hemû pirsgirêkên ji sîstemên sermiyadar û dewleta netewperest hatine derxistin, peyda kirin.

EFRIN-BILBILE-MESA-CIWANA-JI-BO-QOMPLOYE-NAVNETEWI-1-620x364

Sedemên bingehan şoreşê ava kirine

Di encama zulm û zordariya hêzên desthilatdar li ser gelên herêmê de ku serweriya xwe li ser hemû aliyên jiyanê dikirin, şoreşa gelan ku bi “Buhara gelan” hate naskirin, di destpêka sala 2011’an de dest pê kir. şoreşa gelan li Tûnisê dest pê kir, piştre derbasî Lîbiya û Misrê bû. Li Sûriyeyê jî ji ber ku rêjîma Baasê ji sala 1963’an de desthilatdariyê dike, ev tevgera şoreşgerî li van dewletan bandoreke mezin li gelê Sûriyeyê kir û para Rojavayê Kurdistanê jî têde mezin bûn.

Ji ber siyasetên nijadperest ên rêjîma Baasê li dijî gelê Kurd ji ferzkirina siyaseta Kembera Ereban, siyasetên koçberkirinê, hevpeymana Edenê ya 1998’an di navbera rêjîma Baasê û hikûmeta Tirkiyeyê de û komkujiya 12’ê adara 2004’an, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ku di 15’ê adara 2011’an de dest pê kir ve, gelê Kurd rabû ser piyan û banga hilweşandina rêjîma Baas kirin.

Rojavayê Kurdistanê û berxwedana wê li hemberî siyaset û projeyên nijadperest rewşeke şoreşgerî jiyan dikir. Her wiha ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demeke dirêj li Rojava derbas kir, bandora fikra wî li ser gelê Rojava mezin bû û karibû rastiya şoreşê ji pêkhateyên din bêtir nas bikin û bi lîstokên hêzên herêmî û hundirîn neyê xapandin. Gelê Rojava ji destpêka şoreşê ve dest bi avakirina saziyên xwe kir û dûrî rêjîma Baasê û hêzên opozîsyonê ku bi hêzên derve ve girêdayî bûn, xwe bi rêve bibe û xeta sêyemîn di siyaseta xwe de bi rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pejirand. TEV-DEM’ê jî bi riya civîn, avakirina saziyên cuda û balkişandina ser rola jinan û ciwanan di şoreşê de, dest bi pêşxistina hişmendiya gel kir.

Bi vê yekê gelê Kurd li Rojava di gava destpêkê de gelek gundewarên xwe ji rêjîma Baasê rizgar kirin. Di gava duyemîn de jî gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê rizgar kirin û bi kêmderfetên xwe hemû navendên xizmetguzariyê bi rêve birin. Li rex van xebatan û ji destpêka şoreşê ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî dizî hate avakirin.

HLB-BANGA-BIRATIYA-GELAN-4-620x364

Şoreşa 19’ê Tîrmehê çawa dest pê kir û çima li Kobanê?

Piştî ku gelê Kurd navendên xizmetguzariyê yên bajarên Rojava bi dest xwe ve anîn, geşedanên şoreşa Sûriyeyê hatin guhertin û dest bi leşkerkirina şoreşê hate kirin. Her wiha destwerdana hêzên derve ji Sûriyeyê re zêde bû û komên çekdar di bin navên cuda de derketin hole û pêşketinên lezgîn rûdidan.

Di 18’ê Tîrmeha 2012’an de guhertineke girîng di Sûriyeyê de çêbû. Gelek fermadarên rêjîma Baasê ku navenda aloziya Sûriyeyê birêve dibirin, hatin kuştin. Bi vê buyerê gelek alîgirên rêjîma Baasê guman kirin ku rêjîmê dê di çend rojan de hilweşe. Li aliyê din çekdarên opozîsyonê êrîşên xwe li gelek gundewaran zêde kirin. Di şeva 18’ê tîrmeha 2012’an de çekdarên opozîsyonê bajarên Cerablus û Munbicê yên li rex bajarê Kobanê ji rêjîma Baasê rizgar kirin. Vê yekê hişt ku YPG’ê têkeve nava liv û tevgerê û ji bo bajarê Kobanê biparêze di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bajarê Kobanê ji rêjîma Baasê rizgar kir û bi vê yekê agirê şoreşê li seranserî Rojavayê Kurdistanê belav bû. Di 21’ê heman mehê de piştî pevçûnên di navbera hêzên Rêjîmê û şervanên YPG’ê de bajarê Dêrikê û gundewarê wê hatin rizgarkirin. Piştre jî bajarê Efrînê û navçeyên wê û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî ji destên rêjîmê hatin rizgarkirin.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi awayekî fermî hêza xwe ya leşkerî ragihand û soza parastina hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê da. Ev yek jî di berxwedana demên pêş de hate îspatkirin.

DIR-DEWREYEK-NU-JI-ERKA-EXWEPARASTINE-4-620x361 DER-DAWIBUNA-DEWRIA-HEZEN-CIWHERI4-620x364 2015-6-7-DER-DAWIBUNA-DEWRIA-HPC-_1_-__

Şoreşa 19’ê Tîrmehê serkeftinên mezin di aliyên leşkerî û ewlekarî de bi dest xwe ve anîn

Piştî ku gelê Kurd herêm û bajarên xwe ji rêjîma Baasê rizgar kirin, li hemberî pilanên hêzên dijminên gelê Kurd wekî rêjîma Baasê, dewleta Tirk, hin aliyên opozîsyona Sûriyeyê yên nijadperest û şovenîst û hin aliyên kurdî ku rêveberiya gel qebûl nakin, rû bi rû man. Li ser vê yekê herêmên Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên leşkerî hatin. YPG’ê jî ku parastina hemû pêkhateyên Rojava girtibû ser xwe, li hemberî van êrîşan li ber xwe da.

Hêzên YPG’ê li hemberî êrîşên hemû aliyên ku dijminahiya gelê Kurd û destkeftiyên wê dikin li ber xwe dan. YPG’ê li dijî rêjîma Baasê û gelek komên çekdar ku bi heman zihniyeta rêjîmê tevdigeriyan şer kir. Her wiha li dijî komên ku rasterast bi dewleta Tirkiyeyê ve girêdayî bûn, şer kir. YPG’ê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî li dijî hêzên rêjîmê, hin aliyên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê û herî dawî li dijî çeteyan li ber xwe da. Li herêma Efrînê jî YPG’ê li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û hin komên girêdayî wê şer kir.

Li Kantona Kobanê jî hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi berxwedaneke dîrokî ku mînaka wê di dîrokê de nayê dîtin, pilana tunekirina gelê Kurd bi awayekî fîzîkî, çandî, dîrokî û bi taybet di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de ku di 15’ê Îlûna 2014’an de bi hemû hovîtiya xwe bi ser bajarê Kobanê ve hat, vala derxist.

Li Kantona Cizîrê jî YPG’ê û YPJ’ê berxwedaneke mezin li dijî komên çete yên cûda û di serî de çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra li herêma Girkê Legê û Serêkaniyê da meşandin.

Di sala sêyemîn a şoreşê de hêzên YPG’ê û YPJ’ê serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn. YPG’ê bajarê Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de rizgar kir û piştre di meha sibatê de bajarokên Til Hemîs û Til Berak, piştre jî çiyayê Kizwanan rizgar kirin. Herî dawî hêzên YPG’ê bajarê Girê Spî û bajarokên Silok û Eyn Îsa ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û hêjî hemleya xwe di rizgarkirina hemû deverên Rojavayê Kurdistanê de berdewam e. Li rex berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li seranserî Rojavayê Kurdistanê akademiyên leşkerî hatin vekirin û bi hezaran şervanên YPG’ê û YPJ’ê perwerde dikin.

Li rex van serkeftinên leşkerî ku hêzên YPG’ê bi dest xwe ve anîne, pêwîstî bi avakirina hêzên ewlekariyê di hundirê bajarên Rojava de hebû. Li ser vê yekê di 24’ê tîrmeha 2012’an de hêzên Asayîşê hatin avakirin û bi saya hêzên Asayîşê aramiya welatiyan hate parastin û rê li pêşiya hovîtiya çeteyan û êrîşên xwekujiyê li dijî welatiyên sivîl hate girtin. Her wiha akademiyên hêzên Asayîşê jî hatin vekirin û bi hezaran endamên Asayîşê perwerde kirin.

Di destpêka sala 2014’an de jî Polîsên Rojava hatin avakirin û cihê xwe di parastina bazaran û hêsankirina hatûçûnê de girtin.

Di destpêka sala 2015’an de jî piştî ku welatiyên Rojava komînên xwe avakirin, Hêza Parastina Cewherî hate avakirin û misyona parastina gund û taxên bajaran girtin ser xwe û di demên awarte de alîkariya hêzên Asayîşê û YPG’ê dike. Li aliyekî din Êla Şemer a ereban hêzeke xwe di bin sîwana hêzên YPG’ê de ku bi navê Hêzên El-Senadîd tê naskirin, ava kir. Her wiha Meclîsa Leşkerî ya Suryanan ku ji ciwanên pêkhateyên Suryan, Asûr û Kildan pêk tên di bin sîwana hêzên YPG’ê de hate avakirin. Hêzên Sutoro jî yên girêdayî hêzên Asayîşê hate avakirin.

revebri-xwser (15)

Pênasekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û guhertina nêrîna cîhanê ji şoreşa Rojava re

Serkeftinên gelê Kurd di aliyên leşkerî de bi dest xwe ve anîne hevdengiya hêzên li herêmê guhert û hişt ku gelek hêzên dijminahiya gelê Kurd dikirin, siyaseta xwe li hemberî Rojava biguherin. Di destpêkê de nunerên gelê Kurd li ser vexwendineke fermî ji aliyê Wezîrê Derve yê Rûsiyayê Sergey Lavrov ve di hizêrana 2013’an de serdana Moskowayê kir. di dawiya meha mijdara heman salê nûnerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê ji bo rewşa Sûriyeyê nîqaş bikin bi nûnerê navnetewî El-Exzer El-Îbrahîmî re civiyan. Di tîrmeha 2013’an de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji aliyê rayedarên wezareta Karên Karên Derve ya Tirkiyeyê ve hate vexwendin. Di dawiya meha tebaxê de jî hevseroka PYD’ê Asye Ebdullah li Enqerayê bi rayedarên Tirk re civiya.

Hevdîtinên dîplomasî bi van aliyan re bi sînor nebû û piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21’ê çileya 2014’an de li Rojava hate avakirin, nûnerên vê rêveberiyê gelek serdan li Ewropa pêk anîn û bi hikûmet, partî û kesayetên siyasî yên Ewropî re civiyan. Her wiha beşdarî gelek konferansan bû û ji wan konferansan beşdarî konferansa opozîsyona Sûriyeyê ku di destpêka meha gulana 2015’an de li Qahîrayê hate lidarxistin, bû.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di serdanên xwe de tecrûbeya Rêveberiya Xweser pênase kir û rewşa jiyanî û destkeftiyên ku pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê bi dest xwe xistine, ji wan re ragihand. Di encamê de gelek kesayetên siyasî yên Ewropî berê xwe dan Rojava û tecrûbeya demokratîk ji nêz ve şopandin. Ji kesên serdana Rojava kirine Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Robert Kouchner, Lord Hamilton û gelek parlemanterên Ewropî serdana Rojava kirin û rastiya şoreşa gel ji nêz ve şopandin.

Di van serdanan de jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk mijara sereke ya nîqaşan bû û hemû kesên serdana Rojava kirine, li hemberî rêveberiya gel matmayî man û piştgiriya xwe bi vê sîstemê re nîşan dan.

Hemû serkeftinên dîplomasî jî hişt ku Koalîsyona Navnetewî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku serkêşiya wê Emrîka dike, siyaseta xwe li hemberî gelê Kurd biguhere û bi hêzên YPG’ê re ku li ser erdê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide hevkariyê bike û dît ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê bêne qewitandin ku mertirsiya wan li ser tevahî cîhanê heye, gelê Kurd hevkarê xwe yê stratîjîk dît.

qamisli-sahi-21-1-620x364

Hewldana avakirina aboriyeke komînal

Ji bo ku şoreşek bi ser bikeve, divê bingeha xwe di aliyê aborî de ava bike û aboriya gel bilind bike û cudabûna çînî ya aborî di civakê de tune bike. Her wiha girîngiyê bide aboriya komînal û dûrî sîstema sermiyadar bikeve. Li ser vê bingehê di 13’ê tîrmeha 2013’an de Navenda Geşkirina Aborî ya Rojava hate avakirin.

Vê navendê jî çarçoveya aboriya komînal diyar kir û li ser vê yekê jî gelek koperatîfên çandinî û gelek projeyên bi çûk hatin avakirin. Navendê her wiha alîkariya welatiyan û bazirganên bi çûk kir û alîkariyên madî bi wan re kir. Ji ber ku piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê bi çandiniya xwe tê naskirin, navendê hemû pêdiviyên çandiniyê ji cotkaran re peyda kirin. Navendê hilberîna cotkaran dikire û sotemeniyê bi buhayeke herî erzan ji cotkaran re peyda kir.

Navenda Geşkirina Aborî ya Rojava her wiha gelek projeyên aborî li gorî derfetên xwe vekirin û gelek projeyên razemeniyê ku roleke mezin di peydakirina ceyranê de lîstin, bi rêve birin.

EFRIN-XEBATE-KOMINA-BERHEMKARAN-1-620x364 EFRIN-PIROJEYA-BEXCEYE-SERGIRTI-NAVENDA-ABORI-4-620x364

Çand û ronakbîrî bingeha civaka şaristanî ye

Bi destpêkirina şoreşa buhara gelan Saziya Zimanê Kurdî dest bi vekirina dibistanên zimanê kurdî kir. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re Saziyê gavên mezin avêtin û bi hezaran mamosteyên zimanê kurdî amadekirin û sîstema perwerdekirinê di dibistanên Rojava de bi dest xwe ve anîn. Her wiha zimanê kurdî di fermî derbasî hemû dibistanên Rojava kir û meteryala ku li ser esasê fikra netewperest û şovenîst hatibû amadekirin, ji dibistanan derxist. Saziyê her wiha gelek akademî û peymangehên taybet bi amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî vekirin. Di 11’ê tebaxa 2013’an de yekem akademiya ziman û wêjeya kurdî bi navê Şehîd Ferzat Kemenger li bajarê Efrînê hate vekirin û dest bi perwerdeyên zimanê kurdî kir û mamosteyên zimên ji bo dibistanên herêmê amade kirin. Saziya Zimanê Kurdî li herêma Efrînê bi hevkariya Yekîtiya Mamosteyên Rojava di 28’ê cotmeha 2013’an de yekem peymangeha ziman û wêjeya kurdî bi navê Şehîd Viyan Amara vekir.

Di 24’ê cotmeha 2013’an de Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo jî Akademiya Celadet Bedirxan a ziman, dîrok û wêjeya kurdî vekir. Piştre jî li bajarê Kobanê jî peymangeha Şehîd Viyan Amara hate vekirin.

Di destpêka 2015’an de jî gelek peymangeh li gorî sîstema netewa demokratîk hatin vekirin. Her wiha xebatên di vî alî de heta niha li seranserî Rojava berdewam dikin.

Li aliyekî din gelek saziyên akademîk ên fikrî hatin avakirin. Di 29’ê adara 2013’an de Saziya Nûrî Dêrsimî ya fikir û ramanê li kantona Cizîrê hate vekirin, piştre jî navê wê bû Akademiya Zanist û Fikrên Azad. Vê akademiyê gelek şaxên xwe bajarên kantonê vekirin û dest bi perwerdekirina civakê di aliyê fikrî de û pênasekirina netewa demokratîk kirin. Di 4’ê Nîsana 2013’an de jî li bajarê Qamişlo şaxa hiqûq û edaleta civakî di akademiya Mezopotamiyayê ya zanistên civakî de hate vekirin. Akademiyê perwerdeyeke xwe bi dawî kir û niha ya duyemîn bi rêve dibe. Di 24’ê sibatê de Navenda Kurdî ya Lêkolînên Stratîjîk li bajarê Qamişlo hate vekirin û di 20 mijdarê de jî Rêveberiya Navendê biryar girt ku navê wê biguherin û kirin Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk.

Her wiha li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê navendên çand û hunerê hatin vekirin û niha wekî kaniyên pênasekirina çand û hunera gelên herêmê û niha hemû pêkhateyên Rojava çand û hunera xwe dûrî zextên desthilatdariyê pêşve dibin.

Birêxistina civakê bingeha serkeftina şoreşê ye

Ji ber ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwe dispêre sîstema netewa demokratîk ku nûnertiya wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di aliyê piratîkî de dike, guhertinên mezin di aliyê civakî de hatin çêkirin. Ev Rêveberî xurtkirina têkliyên civakî û biratiya gelan ji xwe re esas digire. Li ser vê yekê Meclîsa Biratiya Gelan li bajarê Hesekê hate avakirin. Li bajarê Serêkaniyê jî Meclîsa Aştiya Navxweyî hate avakirin. Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî Meclîsa Hebeş a taxê hate avakirin. Van meclîsan roleke mezin di rêgirtina li pêşiya tevliheviyan lîstin û welatiyên herêmê ji şerê navxweyî dûr xistin.

Di 13’ê adara 2015’an de jî pêngaveke nû û cîwaz di Rojava û Sûriyeyê de hate destpêkirin. Di vê pêngavê de meclîsên şaredariyên gel ên bajarên Kantona Cizîrê hatin hilbijartin. Ji bo çavdêriya kar û xebatên xizmetguzariyê û peydakirina pêdiviyên welatiyan, welatiyên kantona Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe dane sandoqên hilbijartinan û nûnerên xwe bi awayekî azad hilbijartin. Her wiha niha jî amadekariyên hilbijartinên meclîsên şaredariyan ên kantona Efrînê tên kirin.

Pêngava sereke di destpêka 2015’an de bû û li seranserî Rojavayê Kurdistanê welatiyên Rojava dest bi avakirina komînên xwe ku hucreya bingehîn a birêxistinkirina civakê ye, kirin. di avakirina komînan de hemû pêkhateyên Rojava beşdar bûn. Her wiha ji van komînan jî meclîsên gel ên gund û bajarên kantonan hatin avakirin. Van meclîsên gel jî dest bi xebatên xwe di birêxistinkirina welatiyan de li gorî sîstema netewa demokratîk ku beşdarbûna hemû beşên civakê ji bo avakirina civakeke demokratîk û azadiya rasteqîne, kirin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Gel bingeha sîstema parastinê ye

HESEN REMO

NAVENDA NÛÇEYAN – Di şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de gelê Rojavayê Kurdistanê sîstema xwe ya parastinê ku mafê parastina rewa ji xwe re esas digire ava kir. Ev sîstem fînanseya xwe ji gel werdigire û li gorî îradeya wî tevdigere. Ev hêz jî YPG’ê, hêzên Asayîşê, Hêza Erka Xweparastinê û Hêza Parastina Cewherî ne.

Ji bo şoreşek bi ser bikeve divê li ser gelek stûnan were avakirin. Yek ji stûnên sereke parastina destkeftiyên şoreş ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava parçeyekî bingehîn ji şoreşa Sûriyeyê ye. Li ser vê yekê ji ber leşkerkirina şoreşa Sûriyeyê û destwerdana hêzên derve, her wiha bikaranîna rêjîma Baasê ji çekan re li dijî welatiyan û êrîşên hêzên herêmî li dijî destkeftiyên şoreşê, divê şoreş bi awayekî sereke parastina xwe bike.

Ji bo parastin bête kirin û destkeftiyên şoreşê bêne parastin, divê sîstema xweparastinê were avakirin. Sîstema xweparastinê li Rojava xwe dispêre hêzên birêxistinkirî û hevkariya xwe di nava hevûdu de dimeşînin. Vê sîstemê karibû di van salên şoreşê de gel biparêze û aramiyê li herêmê peyda bike. Di encamê de Rojava bû meqseda bi sedhezaran koçberên Sûriyeyê.

534 (9)

YPG

Bi destpêkirina şoreşa buhara gelan, Yekîneyên Parastina Gel di sala 2011’an de bi awayekî veşartî dest bi rêxistinkirina xwe kir û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi awayekî eşkere hate ragihandin. Hêzên YPG’ê li rex welatiyên herêmê bajarê Kobanê ji rêjîma Baasê rizgar kirin û xebatên xwe di rizgarkirina tevahî Rojavayê Kurdistanê de berdewam kirin.

Hêzên YPG’ê di 21’ê tîrmeha 2012’an de bajarê Dêrik û Kantona Efrînê û piştre jî di 9’ê cotmeha heman salê de bajarên Amûdê û Dirbêsiyê û di roja din de jî bajarê Til Temirê ji rêjîma Baasê rizgar kirin. di 20’ê çileya 2013’an de herêma Girzîro ku tabûrekî rêjîma Baasê têde xwe bi cih kiribû, rizgar kir. Di 1’ê adara 2013’an de jî bajarokên Rimêlan û Çilaxa yên girêdayî bajarê Girkê Legê û bajarê Tirbespiyê ji rêjîma Baasê hatin rizgarkirin. Her wiha piraniya deverên bajarên Qamişlo û Hesekê jî hatin rizgarkirin. welatiyan hemû navendên xizmetguzariyê bi dest xwe ve anîn.

Piştî ku piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê ji rêjîma Baasê hatin rizgarkirin, êrîşên komên çete ku îdîaya girêdana bi Artêşa Azad re dikirin, bi ser herêmên Rojava ve hatin. Di wê demên de di dawiya sala 2012’an de êrîşên herî hov li dijî bajarê Serêkaniyê pêk hatin û heta rizgarkirina bajêr di 17’ê tîrmeha 2013’an de dom kir. her wiha taxên kurdan ên bajarê Helebê di dawiya 2012’an heta destpêka 2013’an de ji aliyê rêjîma Baasê û gelek komên çete ve rastî êrîşên hov hatin. Di meha gulana 2013’an de komên çete yên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê ya li Stanbolê êrîşî herêma Efrînê kirin. Hêzên YPG’ê hemû êrîşên bi ser herêmên kurdan ve hatine şikandin.

Di meha tîrmeha 2013’an de herêmên Girkê Legê û Tirbespiyê yên Kantona Cizîrê ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra û komên çete yên îdîaya girêdana bi Artêşa Azad re dikirin ve rastî êrîşên hov hatin. Şer û pevçûn li vê herêmê heta ku hêzên YPG’ê di 27’ê cotmeha 2013’an de bajaroka Til koçer rizgar kir, berdewam kirin. Piştî ku bajaroka Til Koçer hate rizgarkirin, welatiyên herêmê yên ji Êla Şemer a ereban hêza El-Senadîk di bin sîwana hêzên YPG’ê de ava kirin.

Di heman dema êrîşên li dijî herêma Cizîrê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşên hovane bi ser bajarê Girê Spî de birin û welatiyên Kurd ji bajêr koçber kirin. Çeteyan her wiha piştî ku bajarên Munbic û Cerablusê dagir kirin û hêzên Artêşa Azad jê qewitandin, êrîşên xwe tevahî sala 2013’an ji sê aliyan ve bi ser herêma Kobanê de birin û Kobanê bi temamî dorpêç kirin. Di payîza heman salê de jî çeteyên DAIŞ’ê û Tugaya El-Tewhîd êrîşî herêma Efrînê kirin. hêzên YPG’ê jî li hemberî van êrîşan berxwedaneke bê hempa da meşandin û hemû êrîşên çeteyan şikandin.

Li aliyê din rêjîma Baasê ji van şer û pevçûnan sûd werdigirt û wê jî gelek êrîş li dijî gelê Kurd pêk dianîn. Rêjîmê gelek caran êrîş bi ser taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û bajarê Hesekê ve dibirin. Her wiha bi awayekî veşartî cihê xwe di nava êrîşên çeteyan de li dijî herêmên Rojava de digirt.

Hêzên YPG’ê di sala 2013’an de karibû hemû êrîşên bi ser herêmên Rojavayê Kurdistanê de hatine bişkîne. Li gorî bilançoya Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên di sala 2013’an de eşkere kiriye, 376 leşker ku di nava wan de fermandar û sobayî jî hebû di êrîşên li dijî Rojava de hatine kuştin. Her wiha 2 hezar û 923 çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û hin komikên din ên çeteyan hatine kuştin.

Li aliyê din navendê ragihand ku 379 şervanên YPG/YPJ’ê, endamên Asayîşê, endamên Meclîsên Gel û welatiyên sivîl di êrîşên balefirên rêjîma Baasê û teqînên çeteyan de jiyana xew ji dest dane.

Bi taybet di sala 2013’an de welatiyên ji pêkhateya Ereb û bi taybetî li herêmên Serêkaniyê û Til Temirê tabûrên xwe yên leşkerî di bin sîwana hêzên YPG’ê de ava kirin û bi awayekî çalak beşdarî parastina herêmê ji hovîtiya çeteyan bûn.

Di destpêka 2014’an de Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bi daxuyaniyekê û bi boneya yekemîn salvegera damezirandina wê ragihand ku gava herî guncaw ew e ku Meclîs beşdarî nava YPG’ê bû û li rex wê parastina pêkhateyên herêmê kir.

Çeteyên DAIŞ’ê tevahî sala 2014’an êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê kirin. Di çileya 2014’an de çeteyan êrîşî herêma Efrînê kirin û di meha adarê de jî ji sê aliyan ve êrîşî herêma Kobanê kirin. Piştre êrîşî gelek deverên herêmên Hesekê, Serêkaniyê û Til Temirê kirin. Di 15’ê îlûna 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya hêzên tarî û dewleta Tirk êrîşa herî hov li dijî Kantona Kobanê pêk anî. Dewleta Tirk di 29’ê mijdara 2014’an de deriyê Murşidpinarê yê di navbera bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de ji êrîşên çeteyan re vekir. Berxwedana hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi lehengî û bi awayekî efsaneyî li dijî çeteyên DAIŞ’ê heta rizgarkirina bajarê Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de dom kir.

Berxwedana hêzên YPG’ê û YPJ’ê di parastina Rojavayê Kurdistanê de bi sînor nema. Lê belê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, pêşmergeyên PDK’ê reviyan û welatiyên sivîl li hemberî hovîtî û komkujiyên çeteyan rû bi rû man, hêzên YPG’ê û YPJ’ê tavilê berê xwe dan Şengalê û bi hezaran welatiyên Êzdî ji komkujiyên çeteyan rizgar kirin û korîdorek di navbera Rojava û Şengalê de vekirin.

Li aliyekî din şervanên YPG’ê û YPJ’ê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Heleb û li bajarê Hesekê li hemberî êrîşên rêjîma Baasê û komên çete û bi taybet di meha tîrmeha 2014’an de dema ku rêjîma Baasê riya dagirkirina bajarê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê re vekir, li ber xwe dan.

Di destpêka 2015’an de û ji ber piştgiriya bê sînor a hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ji hêzên YPG’ê re û li ser daxwaza welatiyên herêma bajarokên Til Hemîs û Til Berak ku wekî navenda çeteyên DAIŞ’ê dihat naskirin û ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê êşên mezin dikişandin, hêzên YPG’ê li dijî çeteyan operasyonek da destpêkirin. Di encama operasyonê de herêma bajarokên Til Hemîs û Til Berak di meha sibata 2015’an de ji destên çeteyan hate rizgarkirin.

Di 19’ê sibata 2015’an de Partiya Komînîst Marksîzm Lînînîst (MLKP) avakirina yekemîn tabûra xwe bi navê tabûra şehîd Serkan li Rojava ava kir. Piştre bi dehan ciwan ji seranserî cihanê yên ji netewên cuda berê xwe dan Rojava û beşdarî nava vê tabûrê bûn û hin şervanên wê jî di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan.

Di 6’ê gulana 2015’an de hêzên YPG’ê û YPJ’ê li ser daxwaza welatiyên rojavayê Kantona Cizîrê operasyona Şehîd Rûbar Qamişlo da destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de di 20’ê gulanê de hêzên YPG’ê û YPJ’ê çiyayê Kizwanan ku wekî navenda çeteyên DAIŞ’ê li herêmê dihat nasîn, rizgar kir. Piştre di heman operasyonê de şevanan bajaroka Silok a rojavayê bajarê Serêkaniyê rizgar kir. Di 15’ê hizêrana 2015’an de jî şervanên YPG/YPJ’ê bi hevkariya hin tabûrên Artêşa Azad û koalîsyona navnetewî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bajarê Girê Spî ji çeteyan rizgar kirin û piştre jî bajaroka Eyn Îsa (Bozan) rizgar kirin. Bi rizgarkirina bajarê Girê Spî riya alîkariya hikûmeta AKP’ê bi DAIŞ’ê re hate birrîn. Vê yekê hişt ku hikûmeta AKP’ê gelekî tengezar bibe û hemleyeke çapemeniyê ji bo reşkirina hêzên YPG’ê da destpêkirin.

Di 10’ê hizêrana 2015’an de tabûra bi navê “Azadiya Navnetewî” ji bo têkoşîna li dijî desthilatdariyê û çeteyên DAIŞ’ê û parastina hemû gelên Rojava û Rojhilata Navîn hate avakirin. Ev tabûr jî ji endamên Partiya Komînîst Marksîzm Lînînîst (MLKP), Partiya Komînîst a Tirk, Partiya Marksîst Lînînîst û hêzên Azad ên Hebeş ku ji “Çeçen, Yûnanî, Tirk, Alman û Ermenan” pêk tê.

Li gel beşdarbûna welatiyên Rojava bi hemû pêkhateyên wê ya nava refên YPG’ê, gelek hêzên nerm ên opozîsyona Sûriyeyê ku baweriya xwe bi biratiya gelan tînin, bi hêzên YPG’ê re ketin nava hevkariyê. Di 10’ê îlûna 2014’an de Baskê Rojhilat a Tugaya El-Tewhîd, Tugaya Siwar El-Reqqa, Tabûrên Şems El-Şemal ên girêdayî Tugayên Fecir El-Huriyê, Seraya Cerablus, Eniya El-Ekrad, Şoreşgerên Parastina Reqqayê, Artêşa El-Qesas (Artêşa Wekheviyê), Tugaya Cîhada ji bo Xweda ya girêdayî Artêşa Azad û Hêzên YPG/YPJ’ê li Kantona Kobanê Odeyek Çalakiyan a Hebeş bi navê “Burkan El-Firat” ava kirin. Hêzên di bin sîwana Burkan El-Firat de beşdarî çalakiyên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bû û heta niha cihê xwe di nava berxwedanê de digirin.

Di 27’ê îlûna 2014’an de hêzên YPG’ê û Tugaya El-Tehrîr a girêdayî Artêşa Azad li herêma Serêkaniyê Odeyeke Çalakiyên Hevbeş li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ava kirin. Tugaya El-Tehrîr her wiha cihê xwe di çalakiyên rizgarkirina bajarê Girê Spî û gundewarê wê de girt.

4564

HÊZÊN ASAYÎŞÊ

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ku piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê ji rêjîma Baasê hatin rizgarkirin, gelê Rojava dest bi rêveberiya xwe ya xweser kir. Ji bo ku valahiya ewlekariyê di bajarên Rojava de were dagirtin û sazî û navendên gel bêne parastin, her wiha aştiya navxweyî û mal û milkên welatiyan ji talan û diziyê bêne parastin, pêdivî bi avakirina hêzeke ewlekariya hundirîn hebû û bi navê Hêzên Asayîşê hate avakirin.

Piştî ku hêzên Asayîşê hate avakirin, dest bi rêxistinkirina xwe li bajarên hatine rizgarkirin, kir. Avakirina Hêzên Asayîşê bi awayekî fermî di 24’ê tîrmeha 2012’an de hate ragihandin. Hêzên Asayîşê ji bo parastina herêmên Rojava bike, gelek bendên kontrolê li ser riyên ketin û derketina bajaran çêkirin û li tevahî herêmên Rojava ewlekarî peyda kir.

Ji ber rola hêzên Asayîşê di parastina welatiyan û aramiya herêmên Rojava de, ji bo çareserkirina hemû gengeşeyên welatiyan bû meqseda hemû pêkhateyên herêmê û ji hemû pêkhateyan beşdarî nava xebatên wê bûn.

Rola hêzên Asayîşê ne tenê li ser bendên kontrolê bû, lê belê beşdarî operasyonên paqijkirina herêmê ji çeteyan bû û bi dehan şehîd di van operasyonan de dan. Her wiha erka parastina herêmên Rojava ji teror û derexlaqiyan girt ser xwe. Her wiha madeyên heşîşê ku bi dizî li Rojava dihatin çandin, hemû hilkirin û tune kirin û rê li pêşiya vê diyar deyê girt.

Untitled-1 copy

HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ

Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hesas û çarenûsî re derbas dibe û ji aliyê gelek hêzên dijminahiya gelê azadiya gelê Kurd dikin rastî êrîşan tê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21’ê çileya 2014’an de hate ragihandin. Desteya Parastinê ya girêdayî vê Rêveberiyê ji bo parastina herêmê û li ser bingeha parastina rewa qanûna erka xweparatinê derxist. Li gorî vê qanûnê Hêzên Erka Xweparastinê hate avakirin û hemû welatiyan ji hemû pêkhateyan beşdarî nava vê hêzan bûn. Qanûn di 21’ê tîrmeha 2014’an de ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hate erêkirin û li gorî qanûnê ji her malbatekê ciwanekî ku temenên wan di navbera 18 heta 30 salî de ne beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê dibin û 6 mehan parastina herêma xwe dikin.

Ev biryar di nava hemû pêkhateyên herêmê de deng veda û ciwanên herêmê ji hemû pêkhateyan berê xwe dane navendên erka xweparastinê û navên xwe qeyd kirin. li herêma Cizîrê heta niha 7 dewreyên leşkerî ku bi hezaran ciwanên Kurd, Ereb û Suryan beşdar bibûn, hatin vekirin. Li herêma Kobanê jî ji ber ku rastî êrîşeke herî hov dihat, hemû welatiyan cihê xwe di nava xebatên parastinê de girtin. Li herêma Efrînê jî di destpêka 2015’an de heman qanûn hate derxistin û yekem dewreya leşkerî di 20’ê hizêrana 2015’an de ku ji 200 ciwanan pêk tê, dest pê kir.

Endamên Hêzên Erka Xweparastinê bi awayekî dildar beşdarî nava xebatên parastina herêmê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bûn. Gelek şervanên vê hêzê li herêma Til Temirê cihê xwe di berxwedanê de girtin. Her wiha di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi dehan şervanan canê xwe fedayî parastina herêmê kirin. Niha jî di parastina herêmê û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku bi saya xwîna şehîdan hatine avakirin, cihê xwe digirin.

HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ

Ji destpêka 2015’an ve welatiyên Rojava birêxistinkirina xwe di hemû aliyên civakî, xizmetguzarî, aborî, jin, ciwan, parastina cewherî de berdewam kir û dest bi avakirina komînên gund û taxên bajaran kirin. Piştî komîn hatin avakirin, komîteyên parastinê yên girêdayî van komînan erka parastina gund û taxên xwe girtin ser milên xwe û hemû pêkhateyên herêmê xwe di vî alî de bi awayekî sîstematîk bi rêxistin kirin.

Bi armanca birêxistinkirina kar û xebatên van komîteyên parastinê, endamên van komîteyan ên her deverekê li hev kom bûn û Hêzên Parastina Cewherî ava kirin. Wekî mînak endamên hemû komîteyên parastinê yên komînên bajarê Qamişlo li hev kom bûn û rêveberiyeke xwe hilbijartin û ji bo erka xwe ya parastinê bi rêk û pêk bi cih bînin hemû endamên van komîteyan di perwerdeyên leşkerî re tên derbaskirin.

Hêzên Parastina Cewherî bi riya bendên kontrolê yên gerok di hundirê bajêr de parastina taxên bajêr girt ser milên xwe. Her wiha di demên awarte de jî alîkariya hêzên Asayîşê dike. Di berxwedana li dijî çeteyan de jî endamên Hêzên Parastina Cewherî cihê xwe di xetên paş de digirin.

Ev hêzên behsa mijarê “YPG, YPJ, Asayîş, Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Cewherî” bi awayekî sîstematîk û kordînekirî bi hevûdu re tevdigerin.

‘Şoreşa Rojava bû hêviya gelan’

MEHMET NURİ EKİNCİ

TIL TEMIR – Fermandarê YPG’ê Simko Dêrik, diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bi komên biçûk destpê kiriye, piştî 3 salên dawî bi tevlîbûna kurd, ereb, asûrî, êzidî û hemû gelan bûye hêviya azadî û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan. Fermandarê YPG’ê Simko Dêrik, derbarê pêvajoya şoreşê, asta gihiştiyê û 3 salên dawî yên şoreşê re nirxand.

Fermandarê YPG’ê Simko Dêrik li ser sê salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

Dêrik, diyar kir ku rejîma Baasê ji ber hişmendiya xwe ya yekparêz nekarî bersivê bide xwesteka gelan a guhertinê. Dêrik got ku ji derveyî pergala Rojava, di Suriyê de tu hêz nikare vê hişmendiya yekparêz bigerîne û ev yek anîn ziman: “Di Rojhilata Navin de netewe-dewlet li pêşiya xwesteka veguhestineke demokratik bûye pirsgirêka sereke.Êdî dewletên heyî nikarin civakan rêve bibin.”

Dêrik anî ziman ku, gelên herêmê û yên cîhanê êdî dîtine ku, modela Rojava bi perspektîfa neteweya demokratik pirsgirêkan çareser dike û wiha pê de çû: “Rejîma Suriyê ji gelan re xwe rêya veguhestina neteweya demokratik û xwe rêvebirinek demokratik nehîştibû. Rejima Baas êdî nema dikarî gel rêve bibe û bi hilweşiyanê re rû bi rû mabû. Êdî ne gelê kurd, ne gelê ereb, ne gelê asûrî ne jî gelên din ev pergala yekparêz nedipejirandin. Pêwîstî bi pergalek demokratîk hebû. Hinek hêzên herêmî û yên nawneteweyî, xwestin ji bo berjewendiyên xwe vê xwesteka gelên Suriyê bikar bînin. Ev grûbên ku wek Cephet El Nusra, DAIŞ û hinek tabûrên artêşa azad, maşikê van hêzan in.”

‘Di Suriyê de kurd pêşengên veguhestina demokratîk in’

Dêrik diyar kir ku, di Suriyê de gelê herî zêde veguhestineke demokratik dixwest kurd bûn û kurdan pêşkêşiya wan gelên ku veguhestin dixwestin kirin. Dêrik, di vê mijarê de ev yek anîn ziman: “Hem bandora Tevgera Azadiya Kurdistan hem jî keda Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ya 20 salan ji bo şoreşê bingehek çêkiribû. Gelê kurd ew demeke dirêj bû têkoşîna azadiyê dimeşand. Jixwe piştî sala 2000’î pêvajoya şoreşên gelan destpê kiribû. Êdî derketi bû holê ku; hişmendiya xwe dispêre netewe-dewletê nedikarî civakan rêve bibe. Ligel guhertinên di cîhanê de gelên Suriyê nema dikarîn tehamûlî rejîma Baasê ya şêwazên berê dimaşand bikira. Di vê rewşê de hem Rojhilata Navin hem jî di Rojava de tekanê gelê ku bikariya nûnertiya nirxên demokratîk bikira gelê kurd bû. Piştî 2011’an di Rojava de gelê kurd, xebatên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji xwe re wekî referans girt. Rêberê gelê kurd jî analîza vê pêvajoyê kir û bi pergalên neteweya demokratîk û rêveberiya xweseriya demoratîk rêya jiyanek hevbeş vekir. Ji ber vê yekê piraniya gelan Ocalan ji xwe re wekî rêber dîtin. Di van 3-4 salên dawî de derket holê ku; pergala heyî tenê dikare bi neteweya demokratik were guhertin. Niha jî di Rojava de hêza karê gelan yên leşkerî û siyasî dike YPG’e û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Ji ber ku berjewendiyên gelan diparêze, gel jî xeta Ocalan wekî felsefeya xwe ya jiyanê dibînin.”

‘Pêşiya 19’ê Tîrmehê xebat bi veşartî dihatîn meşandin’

Dêrik bal kişan ser komploya nawneteweyî ya 15’ê Sibatê jî got ku, rejîma Suriyê piştî vê zext û zordariyên xwe li ser gelê kurd zêde kiriye. Dêrik, got ku, “Piştî dîl girtina Rêber APO Tirkiyê û Suriyê di navbera xwe de îtifaqa tasfîye kirina kurdan çêkirin. Dêrik, diyar kir ku ji ber vê sedemê wan xebatên xwe veşartî dimeşandin.

simko derik (1)

‘Di şoreşa Rojava de çirûska pêşîn Kobanê pêxist’

Dêrik dest nîşan kir ku, şoreşa Rojava li Kobanê destpê kiriye û ji ber vê yekê jî neyaran xwestina tola şoreşê ji gelê Kobanê bistînin û êrîş birin ser Kobanê. Dêrik diyar kir ku, ji bo şoreşê cihê herî baş Kobanê bûye, lewre Kobanê têkoşina azadiya Kurdistanê de gelek bedel dane. Dêrik, di vê mijarê de ev yek anîn ziman: “Li vê qadê keda Rêber Apo ya 20 salan hebû. Şoreş li Kobanê destê kir, demeke kin de Dêrik û Efrînê deng veda.”

‘Pergala neteweya demokratik hêviyê mirovahiyê’

Dêrik, diyarkir ku, di sedsala 20’emîn de netewe-dewlet êdî nema dikare bimeşe û wiha pê de çû: “Kurdan derxist holê ku li ser hinek nirxên nû gel dikarin bi hev bijîn. Li hember DAIŞ’a temsîliyeta paşverûtiya cîhanê û herêmê dike tenê YPG û YPJ’e rawestiyan. Hamleyên YPG’ê ji bo hemû gelên Rojava bû hêvî. Niha hemû gelên Rojava xwedî li sazî û pergalên xwe derdikevin. Ev yek pirr girîng e. Lewra gel dizanin ku; jiyana pêşerojê ya azad di vê şoreşê de dibînin.”

‘Peywira me parastina gel e’

Dêrik anî ziman ku hamleyên biharê vir de meşandin ji bo gelên herêmê bûye moral û destnîşan kir ku peywira wan parastina gelên herêmê ye. Dêrik destnîşan kir ku, têkoşîna wan dê li hember DAIŞ’ê berdewam bike wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Li ser gelên me tehlûke hene. Neyarên li hember me, ti nirxên mirovahiyê nasnake. Xwe li ser talan, wêrankirinê û tunekirinê damezirandiye. Dixwaze bi nêzikbûneke asîmetrik ya şer hemû tiştî tune bike. Eger em wekî YPG’e û YPJ’e li hember wan sekna xwe nîşan nedin metirsiyên pirr mezin dê li ser gelê me çêbin. Em jî bi hemleyên şoreşger vê metirsiyê beralî dikin. Tişta me daniye pêşiya xwe jî, parastina gel û nirxên gel e û avakirina pergalekî demokratik e. Em heta astekê jî serkeftî ne, em ê ji vir pê ve jî peywira xwe bînin cih.”

‘Parastina Rojava parastina hemû Kurdistanê ye’

Dêrik, dawiya axaftina xwe de xwest ku ciwan bi awayekî çalak tevlî parastinê bibin ev yek anîn ziman: “Parastina ax û nirxên civakê erka her kesî ye. Divê ku ciwan, di vê qonaxa dîrokî de rola xwe bilîzin û nirxên civakê biparêzin. Di warê ji nû ve avakirinê de jî divê ciwan rola xwe bilîzin.” Dêrik, got ku; şoreşa Rojava şoreşa gelan e û divê gel xwedî li şoreşa xwe derkeve û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bandora şoreşa Rojava li ser hemû parçeyên Kurdistanê çêbû. Divê gelê me yê Bakûr, Başûr û Rojhilat xwedî li vê şoreşê derkevin. Parastina Rojava parastina hemû Kurdistanê ye.”

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê, pêngava azadiya jinan e’

SOZDIL EHMED

KOBANÊ – Rêvebera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)ê Rûken Ehmed diyar kir ku ji bo jin ji sîstema dewletperest rizgar bibin, şoreşa 19’ê Tîrmehê gaveke sereke bû. Jinên Rojavayê Kurdistanê hêza xwe ya siyasî ava kirin û bûn mînaka têkoşîna jinan di tevahî cîhanê de û şoreşa Rojava bi rengê jinan hate xemilandin

Rêvebera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed derbarê 3’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di hevpeyvînekê de pirsên ANHA’yê bersivandin.

* Piştî 3 salan ji şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê li Kobanê hate vêxistin, hûn berxwedana 3 salan çawa dinirxînin?

Rûken Ehmed: Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve li gelek herêm, dever û bajarên Sûriyeyê xwepêşandan, pevçûn û kuştin di navbera aliyan û desthilatdar de derketin. Wekî gaveke dîrokî rêjîma Baasê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji bajarê Kobanê hate derxistin û welatiyên bajar hemû saziyên rêveberî û xizmetguzariyê bi dest xwe ve anîn.

Di gava yekemîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji bo gel rêveberiya xwe bi xwe bike û civaka xwe ava bike, rêjîma Baasê ji Kobanê hate derxistin. Armanca me ne wergirtina saziyan û desthilatdarî bû. Armanca me ji derxistina rêjîma Baasê ew bû ku gel hemû saziyan bi dest xwe ve bîne û rêveberitiya xwe bi xwe bike.

Di serdema rêjîmê de hemû rêveber û karmendên saziyan ji aliyê rêjîma Baasê ve dihatin erkdarkirin û ji deverên cuda dihatin û bi desthilatdariya xwe tirs di nava gel de belav dikirin.

* Rola jinên Kurd di hemû aliyên şoreşa 19’ê Tîrmehê de çi bû?

Yekîtiya Star di sala 2005’an de hate avakirin. Ji wê demê ve hate destpêkirina şoreşê hemû kar û xebatên xwe di mercên dijwar de û veşartî dimeşandin. Di wê demê de gelek endamên Yekîtiya Star ji aliyê rêjîma Baasê ve dihatin girtin. Ji ber vê yekê peywendiya bi jinan re gelekî zehmet bû.

Bi saya şoreşa 19’ê Tîrmehê derfet li pêşiya jinan hate vekirin û jinên Kurd xwe di hemû aliyên şoreşê de bi rêxistin kirin.

Jinên Rojava ji bo ku di şoreşê de wekî amûr neyên bikaranîn pêşengtiya şoreşê bi dest xwe ve anî û şoreş di aliyê wê de bi rêve bir û şoreşa Rojava bi rengê jinan hate xemilandin. Ji bo perwerdekirina jinan di hemû aliyên fikrî, siyasî, aborî û jiyanê de gelek akademî hatin vekirin. Jinan her wiha bi riya komîn û meclîsan xwe di hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin kirin û ji bo tevahî jinên cîhanê bûn mînaka têkoşîn û berxwedanê û bi taybet di aliyê leşkerî de.

* Di van sê salên şoreşê de xebatên jinan meşandine û astengiyên rastî wan hatine çi ne?

Ji bo ku jin bi çalakî xebatên xwe di civak û şoreşê de bimeşînin, akademiyên jinan perwerdeyên pêşxistina hişmendiya jinan dane destpêkirin. Li tevahî Rojava û bi taybet li Kantona Kobanê gelek astengî ji ber zihniyeta baviksalariyê û paşverûtiya civakî li pêşiya me derdiketin. Lê tevî vê yekê jî ji bo ku jin bi rola xwe ya sereke di avakirina civakê de rabe, me gavên mezin di pêşxistina hişmendiya jinan de avêtin.

Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Star li seranserî Rojava navendên perwerde û zanista jinan vekirin û jin perwerde kirin. Her wiha gelek semînerên derbarê têkoşîna jinan û rastiya jinan de hatin dayîn.

* Bandora şoreşa jinan di raya giştî ya navnetewî de çawa bû?

Li Rojhilata Navîn gelek şoreş rabûn û jin beşdarî van şoreşan bûn. Lê beşdarbûna jinan di şoreşa Rojava de cêwaz bû. Ji bo ku dengê jinan li tevahî cîhanê bibe yek, ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve jinên Rojava ji hemû pêkhateyên wê Înîsyatîfa Jinên Sûriyeyê hate ava kirin.

Jinan di şoreşê de hêza xwe ya siyasî ava kirin û ji ber ku nirxên tevahî jinên cîhanê diparêzin, li tevahî cîhanê jin bûn mînaka berxwedanê. Jinan her wiha şoreşa Rojava bi rengê xwe yê taybet li ser riya azadiya jinan û welat, xemilandin.

* Rola jinan di parastina destkeftiyan de û berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê çi bû?

Di aliyê leşkerî de jinan berxwedanek bê hempa ku mînaka wê di dîrokê de nayê dîtin, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê da meşandin û destkeftiyên têkoşîna jinan parastin.

Armanc ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya hêzên tarî li dijî Kantona Kobanê ew bû ku tirs û xofê di dilê gelê Kurd de biçînin û vîna gel a azad bişkînin. Çeteyên DAIŞ’ê hemû deverên dixwestin dagir bikin, bêyî ku berxwedan li dijî wan were kirin di nava çend saetan de çeteyan ew cih digirtin. Dagirkirina bajarê Mûsilê jî mînaka vê yekê ye. Lê jinên Kurd bi berxwedaniya xwe ya li hemberî çeteyan, di hindirê Kobanê tirsek mezin xist dilê çeteyan û pişta wan şikand. Jinên Rojava îspat kirin ku destê dirêjî axa welat bibe dê were şikandin.

Jinên Kurd li Kobanê biryar girtin ku tola jinên Şengalê ku ketine destên çeteyên DAIŞ’ê hilînin û ev yek di berxwedana xwe ya li dijî çeteyan de pêk anî û zihniyeta ku tu kes nikare li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe bide şikand.

* Rewşa jinan beriya û piştî şoreşê hûn çawa dinirxînin?

Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê jinan nikaribûn karekî ji bo xwe, gel û welatê xwe bike. Tu derfetên bi rêxistinkirina jinan beriya şoreşê tune bûn. Ji ber vê yekê şoreşa 19’ê Tîrmehê di dîroka jinan de pêngaveke sereke ye. Hemû jinên dixwestin beşdarî nava xebatên têkoşîna jinan bibin bi saya şoreşê beşdar bûn.

Bi saya şoreşê jinan rastiya xwe nas kirin û têgihîştin ku ew dikarin xwe di aliyên fikrî, siyasî, leşkerî û hemû aliyên jiyanê de pêş bixin. Her wiha dikarin xwe ji sîstema dewletperest û sîstema baviksalariyê jî rizgar bikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rastiya têgîna netewa demokratîk e

KEMAL NECIM

NAVENDA NÛÇEYAN – Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, pergala ragihandina avakirina kantonên Rojava “Cizîrê, Kobanê û Efrînê” ye. Ev sîstem bingeha pêkanîna pratîkî û rastiya têgîna netewa demokratîk e. Ji aliyê civakî ve sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, avakirina civakek demokratîk, exlaqî û siyasî wekî alternatîfa sîstema dewleta netewî pêşkêş dike. Tevî ku tecûrbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava nû ye jî, li gorî sîstemên din di du salan de bingehek xurt di pêkanîna netewa demokratîk de bi riya serkeftinên îdarî, zagonsazî, dadgerî, ewlekarî, leşkerî û gelek serkeftinên çandî, aborî, civakî û perwerdehî ava kir.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê di encama pêwîstiyeke qonaxê de ku ji ber rewşên objektîf û xweser pêk hatine, hate lidarxistin. Ev şoreş bi pêşketinên Şoreşa Sûriyeyê û pêşketinên rewşa civakî û siyasî ya gelê Kurd li Rojava ku di encamên de rewşên objektîf û xweser çêbûn, dest pê kir.

Di destpêka şoreşê de herêmên Rojava ji rêjîma Baasê hatin rizgarkirin û piştre ji bo valahiya îdarî bête dagirtin, rêveberiya hemû navendên rêveberî û xizmetguzarî radestî gel hatin kirin. Piştre dest bi veguhertinê bingehên yê rêveberiyê hate kirin. Ev rêveberiya ku bi dehan salan girêdayî siyasetên rêjîma Baasê bûn. Rêjîma desthilatdariya xwe li hemû aliyên jiyana siyasî, rêveberî û xizmetguzariyê dikir. Her wiha rola civakê di avakirina civakek exlaqî de ku maf û rûmeta hemû pêkhateyên civakê li Rojava diparêze û pêşerojek demokratîk ji welat re misoger dike, hatibû paşguhkirin.

AMU-SERMEZARKIRINA-KIRYARE-IRANE-11

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk

Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingeh û rêbazên teorî ku xwe dispêre têgîna netewa demokratîk hate avakirin. Ev sîstem di encama avakirina civakek exlaqî û siyasî dike armanca xwe. Ev sîstem hemû çînên di navbera beşên civakê de tûne dike. Her wiha wekheviya etnîkî, netewî, olî û çandî ava dike. Civak di vê sîstemê de bi riya pergala rêveberiya civakê jêdera biryar û qanînan e û ji danîna qanûn û zagonan dest pê dike û bi avakirina birêveberiyên zagonsaz û rêveber û avakirina komîn û meclîsên gel bi dawî dibe.

Hevpeymana Civakî

Hemû kes û pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di maf û erkan de li pêşiya qanûnê wek hev in.

Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hevpeymana Civakî di 26’ê çile 2014’n de erê kir û wekî makezagonekê(destûrekî) ji bo birêxistinkirina karên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina mafên hemû pêkhate û beşên civakê hate destgirtin. Di dîbajeya Hevpeymana Civakî de wiha tê gotin: “Em wekî gelên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi Kurd, Ereb, Suryan, (Asûrî, Kildanî, Aramî), Turkmen, Ermen û Çeçen, bi vîna xwe ya azad ji bo pêkanîna edalet, azadî, demokrasiyê li gorî rêbazên wekheviya xwezayî bêyî cudahiya li ser esasê nijadî, olî, bawerî, mezheb û cins vê Hevpeymanê radigihînin. Ev hevpeyman parastina mozayîka siyasî û exlaqî ya civaka demokratîk ber bi misyona wê di têgihîştina hevdû û parastina jiyana hevbeş û piralî de armanc dike. Her wiha li hemberî mafê çarenûsî ya gelan rêzdar e û mafên jin û zarokan diparêze. Ev hevpeyman parastina rewa peyda dike û li hemberî azadiya ol û baweriyan rêzdar e.”

Bi armanca çespandina van rêbazan û yên din ku di Hevpeymana Civakî de hatine, saziyên zagonsazî û rêveberî yên kantonên Rojava ji hemû pêkhateyên her kantonekê pêk tên û rêjeya wan jî li gorî hejmara wê pêkhateyê tê diyarkirin. Bi taybet li Kantona Cizîrê ku ji mozayîkeke etnîkî û olî pêk tê, di Hevpeymana Civakî de tê gotin ku Kantona Cizîrê kantoneke hevbeş di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çeçen û bawermendên olên Îslamî, Xiristiyanî û Êzîdî pêk tê. Her wiha têkiliyên di navbera van pêkhateyan de li ser bingeha biratî, hevkarî û jiyana hevbeş esas digire.

EFRIN-CIVEN-MECLISE-QANONSAZ-1

Meclîsa Zangonsaz Û Meclîsa Rêveber

Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ji aliyê du hevserok ji pêkahteyên Kurd û Suryan tê birêvebirin û di bin sîwaneya meclîsê de endamên ji hemû pêkhateyên herêmê her wiha ji hemû saziyên siyasî, civakî û çandî yên Kantonê cihê xwe digirin.

Heman tişt di Meclîsa Rêveber de jî derbasdar e û ji 20 desteyan pêk tê. Her desteyek jî ji aliyê serokekî û du cîgirên wî ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tê birêvebirin.

HAKMI

Hevserokatiya Kantonê

Hevserokatiya Kantona Cizîrê wekî rêveberiyekê li rex Meclîsa Rêveber tê destgirtin û rêveberiya xwe di nava sînorên ku di Hevpeymana Civakî de hatiye diyarkirin, dike. Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê ji bo Hevserokatiya Kantona Cizîrê Birêz Hediye Yûsif û Şêx Himêdî Deham El-Hadî erkdar kirin. Hevserokatiya Cizîrê li gel ku ji jin û zilamekî pêk tê nûnertiya naveroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dike û di erkdarkirina hevserokatiya kantonê de netew, nijad, ol û aliyê siyasî di ber çavan re nayê derbaskirin.

Meclîsa Civakî Ya Jiyana Hevbeş

Pêkhateyên etnîkî, olî û çandî ku ji aliyê sîstema dewleta netewî ve hatibûn paşguhkirin û rêjîma Baasê desthilatdariya hemû aliyên jiyana siyasî, civkaî, aborî û çandî dikir, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî alternatîfeke herî guncav li dijî siyasetên înkar û tunekirinê dîtin. Ev rewşa nû ku tê jiyankirin, çavên hemû pêkhateyan li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vekirin û hişt ku ji bo çespandina vê çandê, belavkirin û parastina wê têbikoşin. Di encamê de gelek înîsyatîf di bajarên ku ji netew û çandên cuda têde jiyan dikin.

Wekî mînak li bajarê Hesekê pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan li gel hevdu jiyan dikin. Piştî ku metirsiya komên çete li ser aramî û ewlekariya bajêr zêde bû, hemû pêkhateyên bajêr di 4’ê tebaxa 2014’an de li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Muftî ya bajêr li hev civiyan. Di vê civînê de kesayet, partî û saziyên ku nûnertiya hemû pêkhateyên bajêr dikin amade bûn. Di encama civînê de Meclîsa Şêwermendiyê ya Pêkhateyên bajarê Hesekê ku ji 15 endaman pêk tê, hate avakirin.

Li bajarê Serêkaniyê jî ku wekî mînaka jiyana hevbeş tê naskirin, piştî ku bajar rastî gelek êrîşan ji aliyên komên çete ve hat, hin aliyan hewl dan ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên bajêr de derbixin. Li hemberî vê yekê welatiyên bajêr di 11’ê nîsana 2015’an de Meclîa Biratî û Jiyana Hevbeş a Serêkaniyê ava kirin. Ev Meclîs jî ji 31 endamên ji hemû pêkhateyên herêma Serêkaniyê pêk tê. Meclîsê her wiha ji bo ku peywendiya bi hemû beşên civakê re bike komîteyek ji 11 endaman ava kir.

Rêbaza jiyana hevbeş di navber pêkhateyên netewî, olî û çandî de ku yek ji bingehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, ji hin aliyan ve rastî hewldanên reşkirinê hat. Ev aliyên ku têkbirina jiyana hevbeş armanc digirin, xwestin ku tevliheviyê li herêmê der bixin û pêkhateyên herêmê bi hevûdu bidin şerkirin û di encamê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Ev hewldan bi serkeftinên li Rojava pêkhatine re çi di aliyê îdarî, rêxistinî, civakî û leşkerî de gelekî zêde bûn.

Bi rizgarkirina bajarokên Til Hemîs, Til Berak, Mebûrka, çiyayê Kizwanan (Ebdilezîz) û gelek deverên din re, hemleya reşkirinê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derket asta herî jor. Hin aliyên girêdayî Opozîsyona Sûriyeyê ya li Stenbolê û di serî de Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ku piştgiriya xwe ji Hikûmeta Tirkiyeyê werdigire, li dijî hêzên YPG’ê û hêzên Hevbeş hemleyek reşkirinê di çapemeniyê de meşandin û îdîa kirin ku van hêzan welatiyên Ereb ji herêmê bi darê zorê koçber dikin. Serkeftina hêzên YPG’ê di rizgarkirina bajarê Girê Spî de ku riya di navbera kantonên Cizîrê û Kobanê de hate vekirin û di heman demê de riya alîkariya bi çeteyên DAIŞ’ê re ji aliyê Tirkiyeyê ve hate qut kirin. Van aliyan asta tewambariyên xwe li dijî hêzên YPG’ê bilind kirin û îdîa kirin ku YPG’ê mafê welatiyên Girê Spî bin pê dike.

Diyar e ev hemleyên reşkirinê di serî de li dijî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine meşandin. Her wiha di çarçoveya van hemleyan de rayedarên Tirk derketin ser ekranan û ragihandin ku ew tu carî bi rêveberiyek kurdî li bakurê Sûriyeyê razî nabin.

Bersiva herî guncav li hemberî van hemleyên li dijî Rojava ji aliyê pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ve û bi taybet ji aliyê pêkhateyên herêma Girê Spî derket. Pêkhateyên bajarê Girê Spî di 9’ê tîrmeha 2015’an de li hev civiyan û ragihandin ku ew amade ne Meclîsa Rûspiyên herêma Girê Spî ava bikin. Di vê civînê de nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Ermen amade bûn û daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê em hemû zanin metirsiya li ser bajarê Girê Spî hêjî berdewam e. Li hemberî vê metirsiyê divê em wekî pêkhateyên herêmê bi yek destî li ber xwe bidin.” Bi vê daxuyaniyê pêkhateyên Girê Spî dîsa îspat kirin ku ew dest ji jiyana xwe ya azad û hevbeş di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bernadin.

2015-7-16-EFRIN-MECILISA-ZAGONSAZI-CIVINA-XWE-LI-DAE-XIST-%E2%80%AB1%E2%80%AC

Gel Jêder Û Xwedıyê Rêveberıyê Ye

Yek ji rêbazên sereke yên Rêveberiya Xweseriya Demokratk ew e ku gel jêder û xwediyê rêveberiyê ye û bi xwe karûbarên xwe bi riya pergala rêxistinî bi rê ve dibe. Her wiha komîn jî yek ji bingehên sereke ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in.

Di sîstema netewa demokratîk de komîn hucreya herî biçûk a civakê ye. Komîn ji aliyê gelek malbatan ve ku di devereke cografîk de wekî gund û taxên bajaran de jiyan dikin, tê avakirin. Komîn ji jin û zilamên van malbatan ku temenên wan jorî 16 salî ne pêk tê.

Di nîvê sala 2014’an de bi armanca birêxistinkirina civakê ji bo ku karibe hemû karûbarên xwe bi rêve bibe û peydakirina pêdiviyên xizmetguzariyê hêsan bike, li seranserî Rojavayê Kurdistanê hemû beşên civakê hemleyên berfireh ji bo avakirina komînên xwe dest pê kirin.

Hemleyên avakirina komînan hêjî berdewam dikin. Her wiha derbarê mijarê de gelek civînên ji bo pênasekirina komînan û şêwazên hilbijartina rêveberên van komînan û avakirina komîteyên girêdayî wan civîn ji welatiyan re tên lidarxistin.

Piştî ku gelek herêmên Kantonên Rojava komînên xwe ava kirin, rêveberên van komînan meclîsên xwe ava kirin. Di dawiyê de nûnerên van meclîsan jî Meclîsa Gel a herêmê ava kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ji bo piratîkkirina karên hemû saziyên xwe li ser erdê xebatên xwe didomîne û serkeftinên li pey hev li rex serkeftinên di aliyê ewlekarî û leşkerî de bi dest xwe ve tîne. Di heman demê de hewl dide bi riya pêkanîna projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê û pêşkêşkirina wê ji hemû aliyên opozîsyonê û saziyên civaka sivîl ên Sûriyeyê re, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî herêmên Sûriyeyê belav bike.

Hediye Yûsif: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelên Rojhilata Navîn e

CÎHAD ROJ/NEJBÎR OSMAN

DÊRIK – Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hediye Yûsif 4’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û destnîşan kir ku destkeftiyên şoreşê bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û : “Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e.”

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hediye Yûsif bi boneya 4’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di hevpeyvînekê de pirsên ANHA’yê bersivandin.

* Rewş û sedemên hiştine şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê bike, çi ne?

Di destpêkê de ez 4’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelên Rojava pîroz dikim. Ez vê şoreşê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim.

Bê guman beriya her tiştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ne ji valahiyekê tê. Lê belê ev şoreş encama têkoşîn û berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 40 salî ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî ev 40 sal in têkoşîn li ser asta niştimanî tê meşandin. Gelên Rojavayê Kurdistanê û li ser esasê eşqa jiyaneke azad û bi rûmet ji bo azadiya xwe têkoşiya.

Komkujiya rêjîma Baasê li dijî gelê Kurd di adara 2004’an de û hemû siyasetên qirêj ku rêjîma Baasê li dijî gelê me meşandine yên wekî girtina bi hezaran ciwanan û gelek ciwanan di bin îşkeceyê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha heta niha gelek girtî ku çarenûsa wan ne diyar e yên wekî heval Nazliye Hesen Keçel di zîndanên rêjîma Baasê de ne. Gelê me li hemberî van siyasetan bi hemû hêza xwe têkoşiya. Di encama van sedeman de şoreşa 19’ê Tîrmehê hate lidarxistin.

Dema şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, gelên Sûriyeyê ji bo azadiya xwe di adara 2011’an de rabûn ser piyan. Di wê demê de gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo raperînekê li dijî rêjîma Baasê amade bû û eşqa jiyaneke azad pêşengtiya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê hate kir û piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê ji rêjîma Baasê rizgar kirin û dest bi avakirina sîstemeke demokratîk û azad kir. Li ser vî esasî em dikarin bêjin şoreşa 19’ê Tîrmehê encama têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû.

Şoreşa Şehîdan

Dema em behsa şoreşa 19’ê Tîrmehê dikin, pêwîste em têkoşîna bi hezaran şehîdan ku ji bo em îro azad û demokratî jiyan bikin canê xwe fedakirine, bi bîr bînin. Hemû destkeftiyên gelê me îro bi dest xwe ve anîne, bi saya xwîna hezaran şehîdan e. Bi vê boneyê em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî rihê wan ditewînin.

* Sûriye û tevahî Rojhilata Navîn di bin navên Şoreşên Buhara Ereban şer û aloziyan jiyan dikin. Bi nêrîna we çi cudahî di navbera şoreşa 19’ê Tîrmehê û van şoreşên li herêmê de heye?

Bi rastî şer û pevçûnên ku herêma Rojhilata Navîn jiyan dike, di encama zilm û zordariya sîstemên desthilatdar ên Rojhilata Navîn li dijî gelên xwe pêk tên. Ev kiryarên van rêjîman gihîştin qonaxa dawî û êdî gel nikare van sîstemên desthilatdar qebûl bike. Ji ber vê yekê pevçûnên li Rojhilata Navîn şoreşên hemû gelên herêmê li dijî van rêjîman in. Ji ber ku hemû gelên herêmê li dijî desthilatdariyê li ber xwe didin, em nikarin bêjin Buhara Ereban, lê belê em dikarin bêjin Buhara Gelên Rojhilata Navîn.

Opozîsyon lewaz e û gel buhaya aloziyê dide

Lê dema em rewşa Tunisê, Lîbiyayê, Misir, Yemen û Sûriyeyê temaşe dikin, em dibînin ku şoreşên gel in û ji xeta şoreşgeriyê hatine derxistin. Li şûna ku gel rizgar bibe û xwe bi rêve bibe, hin rêjîmên din ku wekî yên berê ne hatin û desthilatdariya li ser gel dikin.

Şoreşa Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 5’emîn dibe. Lê roj bi roj pirsgirêk zêde dibin û alozî bi kuştin û hilweşandinê kurtir dibe. Her wiha pêlên ku li ser xwîna gelan jiyan dikin zêde dibin. Opozîsyona Sûriyeyê nikaribû nûnertiya daxwazên gelê Sûriyeyê bike. Opozîsyonê Sûriyê xwe bi alî û hêzên derve ve girêda û ji ber vê yekê nikare bandorê li şoreşê bike. Her wiha opozîsyona hundir jî lewaz ma û gelên Sûriyeyê jî li hemberî kuştin û hilweşandinê rû bi rû ma.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa gelan e

Eger em şoreşa Rojava bi van şoreşên din re bidin ber hevûdu, bê guman cudahiyeke mezin tê dîtin. Şoreşa Rojava şoreşeke zanistî û bîrdozî ye û rewşa gel ku êşeke mezin ji ber desthilatdariyê kişandiye ji bo li darxistina şoreşê guncav bû. Tevgera me ya şoreşgerî, nûjen, bîrdozî û bi rêvebertiyeke zane, her wiha hêza leşkerî ku di bin yek sîwaneyê de li ber xwe dide, ji ber vê yekê nehişt şoreş ji riya xwe ya rasteqîn derbikeve. Hemû gelên Rojavayê Kurdistanê bi hemû hêza xwe piştgiriya şoreşê dikin. Ev ne şoreşeke ji ber xwe bû, lê belê şoreşeke zanistî bû. Ev şoreş li ser esasê pêkanîna armanc û daxwazên gel û parastina gel û pêkanîna demokrasî û aştiyê hate lidarxistin. Bi armanca avakirina civakeke demokratîk û azad ku têde mafên hemû pêkhateyan were parastin û di encamê de pêkanîna armancên şoreşê niha li ber dest in. Ji ber vê yekê şoreşa 19’ê Tîrmehê ji şoreşên din cudatir bû û encamên li ser erdê li pêşiya hemûyan nîşana vê yekê ne.

* Di şoreşa Sûriyeyê de bîrdoziyên olperest û netewperest di nûnertiya daxwaz û îradeya gel de têk çûn. Rêbazên bîrdozî û teorî ku we di şoreşa 19’ê Tîrmehê de girtine dest û bûn sedemên van serkeftinan çi ne?

Bê guman dema şoreşê dest pê kir, gelek kesan bi vê şoreşê bawer nekirin û ji me re digotin ku em alîgirên rêjîma Baas in! Gelek kesan digotin ku em ê kambaxiyê bi ser gelê xwe de bînin. Ji ber ku van kesan şoreşa ku me destpêkiriye nas nekiribûn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya gelê Kurd ku xwe dispêre felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Di van salên şoreşê de gelê me pilansaziya qonaxa heyî û ya dema pêş diyar dike û projeyeke demokratîk li herêmên xwe pêk anî.

Hemû pêkhate beşdarî şoreşê bûn

Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir, em bi hemû pêkhateyên herêmê re ketin nava peywendiyan. Her wiha serkeftinên leşkerî, siyasî, aborî û dîplomasî ji hemû pêkhateyan re îspat kir ku em li ser riya rast dimeşin. Li ser vê yekê hemû pêkhateyên herêmê piştgiriya vê şoreşê kirin û beşdarî nava xebatên şoreşê bûn. Her wiha baş naskirin ku projeya me projeya civaka demokratîk e û hemû pêkhateyan digire nava xwe. Ji ber vê yekê Ereb, Suryan, Asûr, Kildan, Çeçen û hemû pêkhateyên din bûn parçeyekî ji şoreşê û alîka