1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Sîstem rê li ber kuştina jinan vedike’
'Sîstem rê li ber kuştina jinan vedike’,sîstem,rê,li,ber,kuştina,jinan,vedike

'Sîstem rê li ber kuştina jinan vedike’

A+ A-

WAN (DÎHA)- Aktîvîsta Mafên Mirovan Parêzer Bedîa Ozgokçe diyar kir ku jinên ku rastî şîdeta zilaman tên li qereqolê tên lihevkirin û ev yek rê li ber kuştina jinan vedike.

Li Tirkiyeya ku di warê binpêkirinên mafên mirovan de di rêzên jor de cih digire, mafê jiyanê ya jinan jî kêm e. Ligel mu Qanûna Parastina Malbatê ya hejmar 6284, Qanûna Pêşîlêgirtina Şîdeta li Dijî Jinan û peymanên navneteweyî hene jî li Tirkiyeyê her roj jin têne qetilkirin. Dema ku mijara gotinê jin bin kujer nayên darizandin û ji ber “rewşa baş” cezayên wan tê daxistin, hin qatlîam jî bêyî doz bê vekirin ser wan tên girtin. Aktîvîsta Mafên Mirovan Parêzer Bedîa Ozgokçe ya têkîldarî qetlîamên li dijî jinan nirxandin kir anî ziman ku dewlet mekanîzmayê jinan diporêze bi kar nayne û baweriya jinan bi saziyên ku zilaman diparêze nemaye.

Ozgokçe destnîşan kir ku ji ber ku darizandin li ser parastina bersûcan pêk tê ceza nayê dayîn lê ji bo parastina jina hatiye qetilkirin heman tişt pêk nayê. Ozgokçe derbirî ku darizandinên cezayê gelek caran bê cezaya kêm yan jî necezakirinê bi dawî dibin. Ozgokçe destnîşan kir ku qatlîam hê jî di çarçoveya hiqûqa malbatê de tê destgirtin û ji ber vê yekê jî ceza nayê dayîn. Ozgokçe got ku jinên ku qatilkirinê re rû bi rû ne di nava malbatê de tên hepskirin û wiha axivî: “Ev sîstem, sîstemeke ku pêşiya qatlîamên jinan bigire nîne. Tê jibîrkirin ku jinên ku tên qetilkirin jî şexsin.”

Ozgokçe da zanîn ku Tirkiye gelek peymanên navneteweyî yên ku alîgire jî nedîtîve tê û paşguh dike.

‘Dewlet mekanîzmayê jinan diparêze pêk nayne’

Ozgokçe diyar kir ku di qatlîaman de roleke dewletê ya cidî heye û jinên ku rastî şîdetê tên li qereqolê “lihev tên anîn” û dişînin malê, ev yek jî ji qatlîaman re zemînê ava dike. Ozgokçe wiha axivî: “Divê hemû sazî û sîstema edaletê jinû ve baweriya jinan bigire. Saziyên sivîl ên civakî ji bo pêşîlêgirtina qatlîamên li dijî jinan xwedî ciheke girîng in. Gelek jinên ku bi qatlîamê re rû bi rû dimînin ji ber bêbaweriyê serî li saziyan nadin. Dewlet mekanîzmaya ku jinan diparêze pêk nayne.”

(sa)