1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tan: Di BDP'ê de dengê perçe tune di AKP'ê de heye
Tan: Di BDP'ê de dengê perçe tune di AKP'ê de heye,tan,di,bdp,ê,de,dengê,perçe,tune,di,akp,ê,de,heye

Tan: Di BDP'ê de dengê perçe tune di AKP'ê de heye

A+ A-

Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, di 2'emîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Hunerê ya Gola Wanê de diyar kir ku di BDP'ê û Blokêde dengê peçekirî tune, di AKP'ê de dengê perçekirî heye. Altan, gotina "Dê zimanê kurdî dê welat perçe bike û rêveberiya herêmî û otonomî nayê niqaşkirin" rexne kir û wiha got: "Dengê esas peçekiirnê kesên van tiştan dibêjin in."

Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan piştî beşdarî resepsiyona 2'emîn Mîhrîcana Xweza, Çand û Hunerê ya Gola Wanê bû, pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa rojnamegaran a "Xweseriya Demokratîk di eniyê de û BDP'ê de bû sedema perçekirinê?" bersivand û diyar kir ku dijberî perçekirinê vê projeya Xweseriya Demokratîk bêtir yekîtiya eniyê û BDP'ê xurt kir. Tan, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di BDP'ê û eniyê de perçekirina dengan çênabe. Tan, anî ziman ku ev bêtir dengê wan xurt dike û hêza wan zêde dike. Tan, anî ziman ku Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê dê ji bo Tirkiyeyek azad xebatê bimeşîne û xwe bi hêz bike. Tan, anî ziman ku her wiha dê dîsa ji bo makeqanûnek azad, demokratîk û sivîl têkoşînê bide. Tan, destnîşan kir ku dengê perçe ji Serowezîr Erdogan tê û wiha axivî: "Dixwazin kirasê xwe biguherin û dîsa xwe derxin piyasê. Dibêjin xalên sereke yên 1-2-3'emîn nayên guhertin. Dibêjin ev teklîf nayê kirin. Dibêjin daxwaza perwerdehiya kurdî, rêveberiya herêmî û otonomî nayê niqaşkirin" Ger ku ev neyên niqaş kirin dê çawa Tirkiye pêş bikeve. Dê çawa pirsgirêkên înkar û îmhayê çareser bibe. Ger ku ev neyen guhertin dê çawa demokrasî û parastina mafan pêş bikeve. Ji ber van gotinên Serokwezîr Erdoga dengê perçekirî ji wan derdikeve. Eniya ked, demokrasî û azadiyê her ku diçe xwe bi hêz dike û ji bo makeqanûna nû xwe amade dike."

'Hemû alem dizane ku em yek deng in'

Tan, pirsa 'Leyla Zana li Amedê salon terk kiriye' jî bersivand û anî ziman ku tiştekî wisa tune ye. Tan wiha got: "Kesên biçin tuwaletê jî dê bêjin salon terk kiriye. Dixwazin alozî û niqaşan zêde bikin. Tiştekî wisa tune ye. Tu pirsgirêka me ya em salonan terk bikin tune. Em pirsgirêkên xwe bi niqaşan çareser dikin."

Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî kesên ku di wan de perçekirin hebe bi çavê perçekirinê li derdorê xwe dinere û dibêje em perçe bûne her kes perçe bûye.

'Kesên di bin banê KCD'ê de cih digirin dibe ku fikrên wan cuda be'

Kaplan, anî ziman ku ne pêkan e hemû kesên di bin baneyê KCD'ê de cih digire fikr û ramanê wan yek be û wiha got: "Em her tim niqaşên nava xwe berdewam dikin. Dibe ku em her tim li ser fikrekê nebin yek. Lê ev nayê wê wateyê ku em ji hev dûr û perçe ne. Em partiya milyonan in. Projeya me ya Xweseriya Demokratîk ne nû ye. Me ev proje di 2005'an de anî rojevê. Pişt re me kir pirtûk û li meclîsê belav kir. Em bi hevre biryaran distînin û bi hevre têdikoşin."

DÎHA (mae)